|
Endamên
komîteya birêvebirina konferansa standardbûna zimanê Kurdî li
Amedê !
Bêwar Ibrahîm
( 17-18/11/2005 )
Beşdarên bi rûmet û hêja !
Bê guman ! Bi birûskekê , an bi pîrozbahiyekê , an bi Emil û
telefonekê ... Em nikarin kêf û şadûmaniya hest û dilê xwe ,geşî
û germahiya mejî û ramanên xwe berz û eşkere bikin ; Derbarî vê
pêngava bi nirx û buha ji bo hinekî werîsê ezezîtiyê ji dora
gerdena zimanê Kurdî hêdî ... hêdî sist bibe û girêkên asê bi
yek carê vebin .. Ev werîsê ku dijmnê Kurdayetiyê bi sîstemeke
bi rêk û pêk û pilanên dûrdîtî li gerdena zimanê me yê şêrîn
gerandiye, bê ku bêhnvedanê bidê ku hinekî hilma xwe bide û
bistîne ...
Miletê Kurd ji hev tarûmar kirin û sed mixabin ! her aliyek ma
girêdayî bi zaravê herêm û deverên ku lê dijîn , wisa dara
zimanê Kurdî qurquçandin û her şitlek di xaka xwe de ma ..Lê
dijminê vî zimanî hesabê kok û rehan nekir nizanîbû ku bi darê
zorê nikare zimanê Kurdî ji ser zarê dayik û bavan bimalîne û
rehên ku bi xwînê avdayî ji bênderên cerg û dilên wefadaran ji
qurm ve rake ; bi saya dilsoz , wefadr û hezkerên vî zimanê
delal û zengîn windabûnê riya xwe ji ser dagerand û perçên wî
yên ji hev çiryayî hêdî ...hêdî nêzîkî hevbûn.. Qonaxa herî geş
û bengîniya herî xweş ,ji zimanê Kurdî re li ser rûpelên Kovara
( Hawar ) a Mîr Celadet Bedir-Xan bû .. Bi rastî zimanê Kurdî
bibû kolkezêrîn di asmanê Kurdistanê de , hawar û qêrînên
pênûsên sembolên edebiyata Kurdî rûpelên kovara ( Hawar ) ê
disotandin ji bo standarda ziman û di serê wan de Mîr Celadet
Bedir-Xan û Tewfîq Wehbî Beg .
Di hejmara 10 ê de ji kovara ( Hawar ) ê Seydayê Pêrût hawar
dike û dibêje :( Bê guman le zimanê Kurdî de hezaran kilme wa
heye lehemû lehcekan de maneyan yeke û ferqiyan niye . heta
bitwanrêt meqalat be ...
Hinde kilmê lehceyê Babanî tê bixrêtke mumkin bit Soran û Botan
bi qirîne tê bigin û dîsan hendê kilmê way Kurdistanê şimal be
kelk bihnêrit ke Kurdê cinûb bitwanin be qirîne le maneyekê halê
bibin ...
Min Omîdim waye eger Hawar a xoşewîst bo midetekî minasib li ser
em rêgaye webiriwa usa lehceyeke mişterikê Kurdî damezirêt ... )
.
Di dema îro de gelek nivîskar û helbestvanên Kurd dibêjin :
Xwezî me bi sed zimanan zanîba ji bo me karîba bi wan zimanan
binîvisanda ?!
Lê ez her dem û kêlîk ji Xwedê dixazim û dibêjim û rece û tika
dikim ji cenabên we zimanzanan re jî dibêjim : Xwezî min bi
hezar zimanî zanîba ji bo min bi wan zimanan bixwenda û bixwenda
û dîsan bixwenda û di serencamê de min deriyê xezîna vê xwendinê
bi tenê li ber zimanê Kurdî vekiriba û binîvisanda .
Ev pêngav ji bo standardbûna zimanê Kurdî pir dereng ma , lê
derengî ji nehatinê çaktire , sed xwezî bi wê roja ku Qamişlo ,
Amed(Diyarbekir) , Mehabad û Hewlêr li ber siya yek zimanî bibin
yek bend û yek deng , ev tixub û têldirên mayinkirî ku dijmin li
ser bedena Kurdistanê çandine bi standarda zimanê Kurdî biçinin
û bimalînin .
Her bijî zimanê Kurdî , serketin û pêşketin ji bo konferansa
standardbûna zimanê Kurdî.. Destê Xwedê li pişta we be di gel
rêz û silavên gerim ji nûneritiya PEN a Kurdî li Binxetê .
Nûnera PEN a Kurd li Qamişlo
Bêwar Ibrahîm
Qamişlo 15/11/2005
|