Binxetê:22.09.2005

Ji Duhokê Ta Qamişlokê
Bêwar îbrahîm
Deham abdulfettah
Rezo Osê
Ferhad Îçmo
Konê Reş

Qamişlo 20/09/2005


Seydayê hêja Hasan Silîvanî
Nivîskarên Kurd li Duhokê !
Endamên komîteya Festîvala Duhokê ya rewşenbîrî !
Beşdarên bi rûmet û dilsoz !
Mêvanên delal !


Em birek ji rewşenbîrên kurdên Binxetê,yên ku vexwendî festîvala Duhokê ya Rewşenbîrî bûne, ji dil û can piştgiriya festîvalê Duhokê dikin..û ji ber ku tev dergehên hatin û beşdarbûnê li ber me hatin girtin û birîn .. ji ber encamên rewşa awarte ku Îraq têde derbas dibe...
Vêca , wek piştgirî ji bo festîvala Duhokê ,ku yekem care wiha festîvala rewşenbîrî li Duhoka Badînan tê li darxistin,emê di eynê rojê de bi navê (Ji duhokê Ta Qamişlokê ),şeveke rewşenbîrî li Qamişlo li darxînin.
Di vê çalakiyê de wê babetê sereke yê mamoste Rezo Osê be ,bi navê (Zimanê me hebûna me ye:Nimûneya Kurdên Binxetê)
Di gel ku wê gelek gotinên din jî bêne xwendin ji rex beşdaran ve wek:mamoste Deham Abdulfettah ,Konê Reş,Bêwar îbrahîm, Xelşl Sasûnî,Dildarê Mîdî,Xalis Musewer ,Ferhadê Îçmo,Seydayê Keleş...
Careke din em serketinê ji we re dixwazin .,bi hêviya ku em careke din ,di gel hev, wiha festîval li darxînin.silav ji we tevan re.
Not:Li xwarê deqa semînera ku wê mamoste Rezo Osê di şevbuhêrka (Ji Duhokê ta Qamişlokê)de bi xwîne.

Bêwar îbrahîm
Deham abdulfettah
Rezo Osê
Ferhad Îçmo
Konê Reş

Qamişlo 20/09/2005
 

 
 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي     ©      Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

   

   كردستان سوريا

 Kurdistana Binxetê

 Kurdistan Syrien