|
Pîrozbahiya
Festîvala Rewşenbîrî Li Duhokê
Seydayê hêja Hesen Silîvanî
Serokê yekitiya Nivîskarên Kurd li Duhokê !
Endamên komîteya Festîvala Duhokê ya rewşenbîrî !
Beşdarên bi rûmet û dilsoz !
Bi navê Bîroya PENa Kurd li Başûr- rojavayê Kurdistanê (Binxetê)
silav û rêzên germ ji kelkela germa payiza Qamişloka wêrek û
cegerdar ...
Birayên hêja û delal !
Bayê payiza Êlûnê ne bayekî rêwîye , ne bêware , ne sêwiye ...
Asmanê Kurdistanê jê re bane û xaka wê make û hêwane ... êlûn bi
roj û şevên xwe , bi sayî û bahozên xwe , bi rok û toza xwe bûye
Avesta diwem di dîroka netewa Kurd de . Îro dema civîn û
şevbuhêrkên rewşenbîrî di sînga vê meha pîroz de li dar dikeve
xwîna şehîdên şoreşa êlûnê difûre , digurnije û dikene bi rêka
fûrandin û kenê pênûsên nivîskar û helbestvanan ... Belê kenê
herî bilind wê ji pênûsên peşmergeyên ku helbestên xwe
di pala çiya û di hindirê gelî û newalan de dinîvisandin. Ev
pênûsên ku ta roja îro kefenên xwe dikin pelên spî û bi mêranî
li ser sînga mirinê dikenin ...
Birayên bi rûmet û dilsoz !
Pênûs pêxemberê aqile û zimanê zanînê ye ..., lê ziman nasnama
kesayetiya mirovane her kes bi zimanê xwe tê nasîn daxwaz û
hêvîyên me ji Kurdistana azade ku zimanê Kurdî bike projeyê
yekem di pêvajoya lêkirin û avakirinê de .
Berê ziman berekî gewreye di şoreşa cîhangeriyê de. Serketina di
vî berî de wê vejîn û geşiyê bide dara helbest , çîrok û romanê
..., îro tixûb û sînoran welatên Ereban ji hev cuda dikin lê
zimanê standard wan dikin yek welat ...
Birayên delal ! li darxistina wisa Festîval destpêka gava yekeme
, rê dirêje û tîna roja sebir û aramiyê pir dijware .. Pêwîste
em dara deyaxê bê av nehêlin û serê pênûsên rast û resen di binê
bêrîkên jibîrkirinê de zingargirtî nehêlin .
Di hembêza Êlûnê de wê bayê helbestê li dara hestên razayî bide
û li ser dengê zingilê Festîvala we rewşenbîrên bi rûmet û
dilsoz şiyar bibe û li hola hestê zelal ,afrêner û peyva resen
bicive li xwendina bilbilên wêrek guhdar bibe , emê pala xwe
bidin stûna bê miradan li gelyê Laleşê ku Xwedê herêma
Kurdistanê ji destên xeraban biparêze . Her û her hest û huner û
helbest li ber siya ala azadiya wê konger û Festîvalên xwe li
darxînin .
Careke din bi navê bîroya PEN a Kurd li başûr-Rojavayê
Kurdistanê em Festîvala Duhokê ya Rewşenbîrî pîroz dikin di gel
hêvîyên serketin û şadûmaniyê û tev bimînin di xêr û xweşiyê de
.
Bêwar Ibrahîm
Nûnera PENa KURD li Rojava/Binxetê
Qamişlo 19/09/2005 |