Binxetê:17.10.2005


PEN a Kurd baskên azadiya dîl e
Ji rewşenbîrên di girtîgehan de
( Pîrozî ji Dr.Roya Tilooî re )

Bêwar Ibrahîm

Di meha rojiyê de ez devkê pênûsa xwe digrim û dispêrim bêrîkên bendewariya vegerê . Ez xwe ji xwe didizim û diçim nav ronahiya dinyayeke din. Dinyayeke bê mask û derew , bê toz û mij , bê hawar û qêrîn , bê êş û nalîn ... Bi tenê ez derfetê didim çingîniya paqijî û tahirbûna giyanê mirovantiyê ku di guhê  min de wek zingilekî xêrê dike zinge zing ...

Belê, di vê rojîyê de min bê hemdî xwe destê xwe dirêjî pênûsê kir , devik ji ser serê wê hilanî û hêdî , hêdî, li ser pelên sipî tîp û peyvên ku di hinvê min de, nivyayî bûn, şiyar kirin û ji bo çavên siwarên PEN a Kurd bi bayê vê payiza Binxetê ya ziwa re belavkirin ...

Çima PEN a Kurd û ne yekser Dr.Roya Tilooî ..? Ji ber piştgêriya PEN ê û xebat û hewldanên wê ji bo azadkirina Dr.Roya Tilooî . Ew şaşikên sexte ji ser mejîyên şaş û vala daxistin û zilm û zora ku bi destên  setemkaran li gelê Kurd tê kirin careke din diyar kirin  û bi taybetî zora ku li nivîskar û rewşenbîran tê kirin..

Dr. Roya Tilooî, ji bo bîr û baweriyên xwe hatibû girtin ji rex desthilatdarên Îranê ve.Ji ber ku vê jina Kurd nexwest xwîna şehîdên Çarçira li ser pelên dîrokê ziwa bibe û dilopên hêsrê dayka Kurdistanê Mîna Xanim Qadî bigndirin erdê ... Şala reş ji ser hest û mejiyê xwe avêt û doza mafê xwe bê tirs û saw li hemberî dêwên / Savakên nû  / kir û rawestiya, qêrîna û felat û azadî ji sînga xwe berda , doza avêtina çarikên reş –ne ji ser por – lê ji ser hest , raman û wijdanên ku di qefesên sêngan de genîbûne  kir ...

 Lê sed mixabin ... Ev mejîyên ku xwe bi ebeyên reş rapêçane,  derfeta bangewaza azadiyê ne dan wê û hevalên wê ewên ku ji bo felat , azadî û peyva resen  têne girtin û zîndankirin ...

 Ji ezel ve wiha ye, di tengasiyan de dostê rast ji yê derewîn cuda dibe , di tengasiya Dr.Roya de PEN a Kurd û endamen wê bi lehengî piştgêriya wê kirin û bi saya PEN a Kurd dengê Dr.Roya Tilooî dîwarên zindanê qelaşt û li asmanê dinyayê belavbû .

 Hilim û bîna welatan bi bayê qenciyê re dibare. Lê bayê Kurdistanê / her çar perçe / ne bi tenê hilma wê bi bayê qencîyê re dibare, lê bi gewreyeke ber fireh re,bi bayê mêranî, cegerdarî ,comerdî û keremê re dibare û belav dibe ...

 Jinên Kurd jî, xwe ji vê cegerdariyê bê par ne hiştin, her yekê ji hêla xwe ve, li ber xwe da û da ser rêka pêvajoya avakirina bajar , gund û mirovan ...

 Ji baweşkiya berbangê ta bi xilmaşiya berêvarê, pirsên biçûk û gewre di mejîyê min de çêdibin û dimrin. Di welatên rojhilata navîn de, rola mêran ber bi mirinê ve dimeşe...!  Vêca jin li ku dimîne ...
 Di bin zora desthilatdarên wisa de, gelê Kurd  kesayetiya xwe winda nekir û nasnama xwe bi hemû hêzan parast. Îro dema jinên Kurd, ji bo bîr û baweriyên xwe , ji bo doza mafên xwe yên civakî û siyasî û rewşenbîrî , ji bo  doza felat û azadiyê   têne girtin û zindankirin.. Bê guman ,cihê serketina kesayetiya gelê Kurd e, ku di nav gelên dinyayê de xwedî nerînên dûrdîtî û asoyên ber fireh tê nas kirin ; dema nivîskar û rewşenbîr / li her çar aliyên dinyayê / basa qonaxa zîndankirina xwe dikin, laşê mirovan ji tevzînok û lerizandinê têne xwarê , bê guman zindan ji mêran re çetîn û dijware, vêca ji jinan re wê çawa be ?!

 helbet ew her rojekê di zindanê de derbas dikin sed carî ji wan re mirine .

 Gelê Kurd berê xwe daye serhildanên nû. Bê xwîn û kuştin , bê barkirin û revendin ... Berê xwe dane serhildanên pêşketin , zanîn û avakirinê ...Jin û mêr li kêleka hev kar û xebatê dikin. Daxwazên tiştên ku doh bi darê zorê nestandine, îro hêdî...hêdî qezenc bikin, mîna dilopên avê di gel nermiya xwe, lê hişkiya keviran diqelêşe. Ji pêngavên wisa serhildanên gelê Kurd yên nû dest pê dike û di gelek qonaxan de digihîne serencamên gewre û balkêş . 

 Avakirina PEN a Kurd pêngaveke ji pêngavên van serhildanên nû. Piştî ku serokê PEN a Kurd Dr.Zerdeşt Haco bi alîkariya resentirîn rewşenbîr û nivîskarên Kurd li dervî welat , PEN a Kurd ji merxinandin û xilmaşiyê derxistin û dest bi alîkariya rewşenbîr û nivîskarên li welêt kirin , yek ji armancên wan ku PEN bibe maleke azad û serbest ji nivîskar û rewşenbîrên Kurd re . Ji bo em bi hev re rast û zelal bin, mixabin ! ne carekê lê milyon carî mixabin ..! ku gelek alî û kes bi germî şerê PEN a Kurd dikin û dixwazin bi çi şêweyî be keleha wê ji kok ve biherifînin , wek dilşewateke zimanê Kurdî ez dibêjim :

- Bela ev cih û kes xwe bi agirê zikreşiyê neşewitînin , agirê ezeziya wan têra xwe, wan disotîne , ku keziyên du agiran bighin hev nema vedimre û  agirê ezezî û zikreşiyê ne wek tu agirî ye , kesekî na sotîne ji bilî xwediyê xwe pêve .

 

Bela, bi kurmanciya şêwirdarên aqilmend û kalên zemana pêşinyar û rexneyên xwe bêjin û binivîsînin , ne bi Kurmanciya Kor û bê mejî.. Ji her dem û gavan îro em bêhtir, hewcedarî hev û piştgêriyê ne, Em hewcdarî alîkariyê ne, ku em pişta  hev bigrin, ne em çenqelan bavêjin gwîzekên lingên hev ...!

Bi hêza helwêstên wêrek û bangawazên bilind, celebên çê ji yên xerab diyar dibin ... Raste kesê xwe nas bike tu carî di nav kesan de winda nabe ,lê ez mat mayî dimînim ji desthilatdarên setemkar û kesên xerab, ku rojê bi dehên caran royê xwe dişon û nikarin salê carekê dilê xwe bişon ...?!! Ji berê de bav û bapîrên me gotine :( yê bêje û bike mêre , yê ne bêje û bike şêre , yê bêje û neke ... ) Ta vir li min biborin ez metelokê naghînim serî  ?! PEN a Kurd di helwîst û bizavên xwe de şêre , nabêje û dike .

 Em gelê Kurdên Rojava- Binxetê , azadkirina Dr.Roya Tilooî pîroz dikin û pêre jî karmend û endamên PEN a Kurd pîroz dikin û di serê wan de Dr.Zerdeşt Haco serokê PEN a Kurd,cîgirê serok Mustefa Reşîd û sekertêrê PEN ê Dr.Zûrab Aloyan li ser kar , xebat û bizava wan a rêxstinî ji bo parastina ziman û edebiyata Kurdî , li hêviya ku gelê Kurd li seranserî kurdistanê ji zilm û setema dewletên zordar û bê wijdan serbest û azad bibe .

 Bêwar Ibrahîm

 Nûnera PEN a Kurd li Rojava
Qamişlo   15/10/2005

 

 
 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي     ©      Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

   

   كردستان سوريا

 Kurdistana Binxetê

 Kurdistan Syrien