|
Roja 16/ Avdarê li bajara Helebê bîranîn hefdehmîn tracîdîya
Helebçe hate li darxistin, Kurdên ku li gereka Eşrefîyê û
Şêxmeqsûd li Helebê dijîn ev roja pîroz bi raw estana
5 xalên bê deng bi bîranîn, weke katijmêra salane ku li katjmêr
11.00 despkirin, li gereka Eşrefîyê piştî rawestanê, ew
xelkên li dawîya hêla Eşrefîyê kombûne bi meşeke aştîyane berê
xwe dan folka Eşrefîyê piştre xwepêşenderan ber bi gereka
Şêxmeqsûd ve çûn û li gel xelkên ku li wê gerekê meşa xwe
domandin bi durişmên (Bijî Kurdistan, Bijî Şehîn, Bijî Qamişlo û
Bijî Efrîn).
Li
Efrînê:
Herweha li Bajarê Efrînê jî, roja Helebçe hate bîranîn, bi
kombûneke mezin li ser rêka serekî (Rêka Reco) ku ev sal
kombûneke balkêş ji, ji xwendevanên dibistanan û karkeran û
cotkaran û her wekî din ji milet beşdarbûn.
Hêjayî gotinê ye ku sala bûrî li Helebê û Efrînê di bîranîna
roja Helebçe yê de û piştî rawestana 5 xalan bêdeng, Kurdên li
herdû bajêran 5 Şehîd di serhlidanê de dan, 2 li Efrînê û 3 li
Helebê ku ji ber bûyerên li 12/Avdarê/2004 li Qamişlo xelkên
hemû bajarên Kurdî li rojavayî Kurdistan bi serhildanê rabûn. |