|
Pîr Rustem: “Tevgera wergerandinê piroja herî girînge bo
pêşveçûna rewşenbîrî”
K.binxetê/25.04.05.M.Birîmko
i
beşdarîyeke rewşenbîrî û sîyasî li baxça kombenda Kawa û li
dirêjahîya çalakîyên Kombendê yê rewşenbîrî di hefteya
rewşenbîrî ya netewî de, li gor pirograma hefteyê ev roj ku
sêyemîn roje ji hefteya rewşenbîrî taybet bo rewşenbîrên
Rojavayî Kurdistanê bû herdu berêzan Çêroknivîs “Pîr Rustem” û
Rewşenbîr “Şêrzad Seîd” li ser rola reşenbîrî û rewşenbîran li
rojavayî Kurdistan rawestîn.
Çîroknivîs û rewşenbîr Pîr Rustem babetek bi navê “Dîroka
Rewşenbîrîya Kurdî li Başûrî Rojavayî Kurdistanê” pêşkêş kir.
Herweha berêz Şêrzad Seîd lêkolînek li ser jiyana rewşenbîrî û
rola Kombenda Kawa li Sûrîyayê û Libnanê .
Li
derveyî çarçêweyî semînarê (Peyamnêr) hevdîtineke taybet bi
Çîroknivîs Pîr Rustem re pêk hanî.
Despêkê Berêz Pîr Rustem bo beşdarîya wî li hefteya Rewşenbîrî û
Netewî ji me weha got: “ Berî her tiştî ez Ajansa Peyamnêr pîroz
dikim û serkeftinê û berdewamîyê jê re daxwazdikim, Beşdarîya me
li Başûrî Kurdistanê bo vê çalakîyê ew bû ku me daxwaz dikir em
rewşenbîrên çar alîyên Kurdistanê bighin hev û dengên xwe jî
bighînin hev”
Sebaret bi naveroka babeta xwe yê bi navê (Dîroka Rewşenbîrîya
Kurdî li Başûrî Rojavayî Kurdistanê ) berêz Pîr Rustem weha got:
“ Bi rastî di babetê xwe de min xwest ez ronahîyê bidim ser
xebata Malbata Bedirxan û despêka tevgera rewşenbîrîya Kurdî li
Başûrî Rojavayî Kurdistan û ta roja îro, despêkêka wê bi derçûna
kovara “Hawar” bû ku Mîr Celadet Bedirxan bi rêvedibir”
Li
dirêjahîya axaftina xwe de berêz Pîr Rustem jiyana rewşenbîrîya
Rojavayî Kurdistan di sê qonxên serekî de nirxand û despêka wê
yan qonaxa yekemîn bi peydakirina Elfebaya Kurdî di kovara
“Hawar” 1932a despêdike, piştre qonaxa duyemîn bi navê “Qonaxa
dagîrkirina partîtîyê ji rewşenbîrîyê re” yan jî “Qonaxa
vemrandina rewşenbîrîya Kurdî” bi navkir û piştî wê qonaxa
sêyemî dihêt ew jî bi hatina kovara “Gulistan” bi destê
Helbestvan Cegerxwîn sala 1968a de despêdike û ta roja îro.
Pîr di şîrovekirina babeta xwede navê gelek rewşenbîran anî
ziman wek; Kamîran Alî Bedirxan, Qedrî Can, Osman Sebrî û
Helestvan Cegerxwîn û gelekên dîtir ku di warê çand û rewşenbîrî
yên cûr becûr de kardikin weke Çîrok, Helbest, “Gotar û Lêkolîn”
û “Ferheng û Rastnivîsa”.
Li
dawîya axaftina xwe Pîr Rustem bal kişand ser tevgera
wegerandinê û girêngîya wê û weha got: “Heger em bixwazin
rewşenbîrîyeke xurt avabikin divê em berê xwe bidin berve
wergerandinê, ji ber ku, tevgera wergerandinê piroja herî
girînge bo pêşveçûna rewşenbîrî, herweha divê wergerandineke
pisporî û akadîmîk be herweha dê bihêle bingeha herî mezin ji
tore û wêjeya kurdî re çêbibe”.
|