|
|
|
28.10.2009 |

Agirê sînema Amûdê hê geş e!
Besam mistefa
Zêdetir ji 40 salan di ser agirê sînema Amûdê de bihurî, sedan
zarokên Kurd ko paşeroja wan ji wan hate dizîn.. hate kuştin,
hate perçiqandin li kêleka girê Şermolayê di bin axa ku ji
asîmanê tawanbaran paqijtir û pîroztir e, dirêjkirî ne.Dilên
dayikên wan ev 40 sal e mîna ku bi agirê sê
dojehan
be, têne sotin:kezeb şewitîn,laş bûne ardûman,û bihn bi ser
Amûdê ket,bihna kizirandin û kîna bêhempa!Şermolayê ji hingê ve
bêdeng li laşên piçûk temaşe dike û ji xwe re dibêje,çi dil bûn
yên ku karibûn van dilên piçûk di nav agir de bisojin ?!....

Wê rojê di salên 60-î de ji sedsala bihurî, sedan zarokan berê
xwe dane sînema bajêr ya tenha da ku li filmekî li ser şoreşa
Cezayirê temaşe bikin.Nizanîbûn ku çi li benda wan e…wê çawa
bizanibin û mêjiyê zaroktiyê pilan û kirêtiya mezinan bibîr
nabe?!wê çawa bizanbin ku welatê ew çûbûn piştgiriya şoreşa wê
bikin piştî 15 salan pilaneke din ya giran û wêranker li birayên
wan yên li aliyê din yê sînor girêbidin û hêj nizanin ku sînor
yan welat çi ne?!zarok bûn, bi ken û girinjînan berev sînemê ve
diçûn da ku tiştekî nû bibînin û dema vegerin malên xwe çîrokê
ji bav û dayikên xwe re biseridînin……
Wê rojê,bajarê Amûdê çîroka xwe ya mezin ji erd û asîmanan re
digot:li Kurdan qewimî,mîna ku Kurd ji êş û şewatan re hatibin
afirandin…sînema sêwî,ya teng û ne amade ji pêşkêşkirina mirinê
pêve bû ejdeha û agirê xwe virde wirde belavkir û dest bi
nêçîrkirina zarokên Kurdan kir, weke dêwekî sêserî laşên nerm û
piçûk daqurtandin,parçeyên laşên şewitî li wan deveran belawela
bûn û yên ku xwe ji agir rizgar dikir û digiha derve,rastî "bîra
qederê"dihat û dibû para ava kûr.Dengê zarokên xapandî bi ser
Amûdê ket,xirecir bilind bû,xelkên bajêr vecinqîn:"Xwedayê min ,Kurdên
te ne ev ,Xwedayê min!".Bavê Mihemed yê ku bajêr pê hate
naskirin piştî şewatê berev sînemê ve çû.jêre gotin:qey zarokên
te jî li wir hene?li wan vegerand :"zarokên kurdan tev yên min
in "û çû pêşî polîsên ku dergeh li zarokan digirtin û qerebalix
pirtir dikirin bi tena xwe ji wir dûrkirin û xwe berda nav
agir,çend zarok ji agir rizagrkirin û jinşkêve agir girte laşê
wî….û ew di nav pencên xwe de quvaşt û ji hestiyan pêve tiştek
nehişt.agirê geş dused ta sêdesd zarokî nêçîr kir ji bilî
birîndaran.

Wê rojê,bihna kizirandina laşê zarokên Amûda bavê Mihemmed li
seranserê bakur belav bû,dûman jî heta çend rojan asîmanê deverê
reş û xemgîn dikir,jixwe agirukjên bajarê ku dor 30 kîlomitrî ji
Qamişlokê dûr e tunebûn wê çaxê û heta ku laşên ter û nerm
nebûne hestî ew negihiştin!wê rojê,rondik hema hema ji çavan
dihatine xwarê,dayikan pora serên xwe anîne xwarê li ser kezebên
ku bi berekta ideoljiya faşîstên efleq û beesê masûlke masûlke û
parçe parçe hatine sotin û kuştin.Wê rojê,Xwedê ji jor li
afirînerên xwe dimeyzand:Ma min wisa ji we re gotibû!
Wê rojê,girê Şeromla yê ku dîroka Amûdê bi ax û bêdengiyê
dinivîse xwe negirt û heta jê hat hewilda ku xwe bighîne Amûdê û
zarokên wê ji agirê bêbext xilas bike,lê zarok bixwe hatine nik
wê û li kêleka wê xwe heta hetayê dirêj kirin:Êdî ji jiyana
mezinên kirêt û pilanger xilas bûn,û niha dikarin bê tirs,bê
agir û şewatan xewnên xwe bi teşiyên hêviyê bihûnin.
|
|
. |
|
|