عربي

 

 

K.binxetê-11.05.2005

HEJAR  IBRAHÎM              Heleb.

KÎ SOFÎTIR BÛ ?

B

avê min sofiyê þêxê Amûdê bû, bîst û sê salan wî lê dixist ji Qesra diçû Amûdê ji bo nimêja înê li dû þêxê xwe bike. Þêx mir jî lê ew ji wir qut nebû û ji min re digot:"Lawê min, sofiyê çê li dû þêxê xwe gawir dimire".

Erê ez jî tobedarê ber destê þêx bûm lê bavê min olperestî li ber çavê min kiribû tenî, ji qehr û qereza wî re ez bûm komînîst.

  Ez çûm civînan, min xwend, min belavok belavkirin, û ez bûm kadirek bi kêrhatî. Ji berê de digotin mala Salo wek gayê cotin ne xêza xwe berdidin û ne zanin xwe sist bikin, ji bo vê yekê jî ez di nav Partiyê de zû beloq bûm, û hingî min kar dikir hevalan navê min kirin Rehmanof.

Ez fêrî zimanê rûsî bûm, min Marx û Lenîn xwendin û min dîroka þoreþên sosyalîst çar caran xwend. Min navê bajarên Kûba û dehl û zeviyên Vêtnamê hemî ezber kirin, min golên Koryayê yeka yeka bi cî kirin, min navê þehîdên Stalîngradê li zarokên xwe û yên derdora xwe kirin, baran li Mosko dibarî min sîwana xwe li vir radikir.

Di sala 1990 an de yekî got :"Yekîtya Sovyêtê xerabûye". Wek  ku ez bême xazoqkirin , min lê da û du diranên wî þikandin. Di zindanê de ez û yekî ji Mêrdînê me ji hev pirsî wî got:"Gepa min giha bû ber devê min û bê bava nehiþtin, piþtî min zêr ji Girkê Qerece derxistin ez hatim girtin."

Min got weyla xweliya Lîningradê, Stalîngradê û komînîstgradê hemî li sere min be, Rehmanof daye ser þopa Sofî Salih, û xelk zêra ji bin çengê gundê wî dibin.

Lê eve malbata me, em gayê cotin !!..
 

 

KEWARA  ME

Y

ê ku me nas nake û rengê jiyana me nizane ew nikare bi mere bijî. Em mêþên hingiv Xwedê tenê bi surê me dizane.

Destpêka me þer û ferman bû, em ji makê derbûn çend þah di nav me de hebûn, lê serê du berana di beroþekê de nakele. Em bûne çend perçe û her komekê xwe li þahekî da hev me hevdû berbat kir ta ku yek tenê ma.

Em ketin kewarê û bi xar þahê me bînek dijwar li hawîr dor belav kir, me jiyana xwe bi wê bînê naskir û mêþek biyan ji bavê xwe bû ku nêzîkî kewara me bibe, em ji bîna wê dîn dibûn.

Dema ku bîn hate belavkirin hinek mêþ mirin, hinek reviyan û koçber bûn !! lê me nizanî bû çima !?

Kewar asê bû,dijwar bû kesekî nizanî bû çi li hindirû heye, em tenê dizanin ku her tiþt duruste, yên ku hingiv çêdikin nikarin çênekin, yên dixun dixun, û hinek din jî didizin. Me hingiv pir çêkir lê rojekê tenê me jê nexwar me lê pirsî bînê em lal kirin, me da dû em kor bûn.Ji xwarina nanik û pûþ em gêj bûne, me xwe li kewarên cîranan girt lê bîna me ya genî bû bela serê me û kesî em nehewandin !!.
 
 
 

 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي                      ©  ***     ©                       Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye

 

VegerØØØ

الرجوع ×××

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

Kurdistan Syrien