|
Ragehandina dawiyê ya karê
yekemîn kongirê
Partî ya Azadî ya Kurd li Sûrya
Di nîva duwê divê mehê de , bi amadebûna nûnerên helbijartî ji
rêxistinên Partiyê , di seqayekî pirrî karvedan û giyanekî
bilindî hevaltî û hest bi berpirsayetiya dîrokî ya li ser stûyê
Azadî weku pirojeyek ramyarî xebatgerî , yekmîn kongirê Parta me
hate girêdan / Partî ya Azadî ya Kurd li Sûrya / li jêr van
dirûşman :
- Demukrasî bo Sûrya û danpêdana destûrî bi hebûna gelê kurd ,
ku duwemîn netewe di welat de .
- Azadî bo hemû girtiyên ramyarî û girtiyên wijdan û nerînê di
girtîgehên welat de .
- ber bi dariştina pirojeyekî ramyarî bi çespînê rastî yên
dîrokî û cugrafî yên gelê kurd li Sûrya .
- kar ji bo çarçovekî xebatgerî kurd bersiva daparên qunaxê bidê
û terazûya di nêv netewî û niştîmanî pêkbînê di çarçovê
guhertina nîştîmaniya demukrasî de .
- ber bi avakirina pêwendiyên Kurdistanî , karvedan û tewawkerên
di nêv parçeyekî û kurdistana mezin de pêkbînê .
- hevpeyvînên niştîmanî pêdiviye pêkhatên Sûrî Xak û Gel
biçespînê .
- ber bi çalakirina rolê Afreta kurd û bayexdan bi nifşê xort .
- br bi bilindkirina rêbaza Netewiya demukras .
Piştî rawestandin xolek bê dengî bi rêz û newazişt li ser
giyanên nemirên Azadiyê û bi taybetî nemirên Serhildana Adarê û
şêxê nemir Mihemed Me,şoq el Xiznewî , û pesindkirina ezmûna
pêşewî ya Azadî dayî encamdan , û biyardana xişta karê kongir ,
herweha pêdeçûna hevalê Sikretêrê Giştî yê Partî yê dayî bi rêka
peyvekî û têde rawesta li ser aliyên ramyarî û rêxistinî , û
herweha xwendina rapora ramyarî ya ji bal nivîsîngeha ramyarî
hat pêşkêşkirin , û helbijartina komîta rêvebirina karê kogir ,
gengeşe hatin kirin li ser tev xalên dahatî di xişta kar de û
herweha pirsên girêdayî bi paşeroja doza kurdî ve li Sûrya de li
gorey dîtinek ramyarî berçav bigrê guherankariyan û daparên doza
kurdî , wek Xak û Gel , dijî l ser navçeyên xwe yên dîrokî (
Kurdistana Sûrya ) di zincîra bakur û bakurê rojhelatî Sûrya de
, mafê wî heye biryarê li ser çarenivîsê xwe bide li gorey
peyman û belgenamên nêvdewletî yên girêdayî bi mafê çarenûsê
gelan de , bi rêka vî mafî ku bête tekez kirin wê çanda
pêkvejiyanê pitew bike û rêbaza yekîtî ya arezû xurt bike , ji
ber ku ezmûnên gelan zengînin ji rengên gehandina çareserî yên
yek girtina niştîmanî dabîn bike , bi rêka tekezkirina mafê
biryardana çarenivîsê xwe , zêdebarî hokarên nêvdewletî û
herêmayetî yên karvedanan dikin bi rêka piroje û terazû yên di
xebitin jib o veguhestina deverê bo dergehên demukrasyê û
guhertina demukrasî û rêzgirtina li mafê mirovan , herweha
encamdanên çanda giştî yak u rewiştê ne hêlan û zalbûna dîtir ,
tevlî belavbûna diyarda tîrorê , weku evcamek yekser ji ramana
damezrayî li ser çanda ezayetî ya netewî û ayînî û ayînzayî , û
bi taybetî li hevdemê rizgarî ya Îraqê ji diktatorîyetê , û
brfirehbûna xola pirojê bizavê dikê bo vegerandina avakirina
deverê li gorey têgeh û seqayên dabîn bike binyat û stûnên
pêkanîna mirovayetî ya mirovan , û piştre dariştina paşerojê li
gorey amrazên xudan şiyan da ku havilbê di gel guhrenkariyên bi
lez têne kirin li astê cîhanî ….
Di layê niştîmanî de :
Kongir rawesta li ser encamdanên siyseta stem û tepesriyê yak u
ev rewşa niştîmanî dayî , ku em di Karin bo wê bêjin rewşa
dûrxistin û perawêz kirina rol û şiyanên civakê di nîgarkirina
paşeroja welt de , û li peyre dûrkirina civakê ji erkên wî yên
niştîmanî , ew jî bi egerê wê siyseta welat kirî di gelek asteng
û aloziyan de , ku hemû rêk girtin li pêş her bizaveka çaksazî ,
ji ber ku hemû derfet ji dest de , lewra ya daxwazkirî ewe
guhertinek niştîmanî demukrasî vekirî li şeqamê bi sercem reng û
tiwêjan ve , û herweha ew guhertin vekirî bê li ber sercem
rêkeçariyên niştîmanî û hokarên wê yên navxuyî û derveyî ji ber
ku / guhertin / pêdiviyek niştîmanî ye û destpêka avakirina
dewleta hevçerxe , tev ku bigehek serekiye bo nûjenkirina biyat
û stûnên dewletê ye , ji destûr û saziyan , ew jî bi rêka
hevpeyvîna niştîmanî ya dive ku palpiştiyê li çanda ku Sûrya bo
hemû xelkên Sûrya ne û dûr ji dûrkirin û perawêzkirin û zalbûnê
weku hindek pirojên ser bi çanda desthilatdarê ve …..
Di aliyê Netewî de :
Xwendina kongir di vî alî de di vegerê wê çendê ku doza kurdî
ewe armanc ji sercem pirojên pêşbînî kirî yên herêmayetî bi
taybetî yên ji bal dewletên dagîrkerên kurdistanê Xak û Gel , û
tişta rû didê û dibê li kurdistana Turkiya û ya Îranê ji kuştin
û wêrankirinê di kevê div ê nerînê de , ji ber vê çendê nerîna
kongir di çarçovê rajedariya pêwndî yên netewî de yên avakirî li
ser biyatê karvedan û tewawkirinê di nêv parçeyekî û kurdistana
mezin de û bilindkirina rêbaza netewî ya demukrasî , da ku di
hundir terazûyên nêvdewletî û herêmayetî de xudan rol û cih bê ,
di vir de kogir di bînê ku pirosêsa Fîdralîzma kurdistana Îraqê
destkeftek netewiye û rajedariyek xebatgeriye û bigeheke bo
tekezkirina doza kurdî ye , û rengeke ji rengên derbirîna şiyana
gelê meye karvedanê di gel pêşdeçûnên ramyarî di kê yên bizavê
dikin bo dubare avakirina deverê , di vi de tête xwestin di
aliyê netewî de palpiştî û piştevaniya vê pirosêsa xebatgerî û
alîkariya xebata gelê Kurd li Kurdistana Turkiya û ya Îranê
bikin …..
Kurdistana Sûrya :
Dema li ser ketwarê Kurdistana Sûrya û doza kurdî l vî parçeyî
weku dozek niştîmanî demukrasî pêdiviye bête çareserkirin li
gorey piransîbê maên gelan di çarenivîsê xwe de , kongir giha ku
çareseriya tev kêşe yên niştîmanî destpêdikê bi çareseriyek
demukrasî ji doza kurdî re , û emrazên çareseriyê pêdivî ye
rawestê li ser hevpeyvînek avakirî li ser ketwarê tekezkirina
pêkhatên Sûrî weku Xak û Gel , damezrê li ser rastiyên dîrokî û
cugrafî , û pile yên vê çareseriyê hene li gorey rojeva rewşa
ramyarî ya giştî , bi nerîna me ev çareserî di çespê pêkanîna
demukrasiyê di welat de û dan bi hebûna Gelê kurd ku netewa
duwêye di destûra welat de û pêkanîna vê çendê destpêdikê li
gorey bernameyekî Qonaxî ku gelê kurd rêveberiya xwe bikê li
navçeyên xwe yên dîrokî l byatê ku mafê Gelê kurd bi azadî
rêveberiya xwe bi xwe bike ….
Û div ê barî de kogir dît ku bernamê Azadî û pirojê ramyarî yê
pêdivî ye destpêdikê tekez dibê di daxwyaniya destpêka Azadî û
di nerîna partiyê ji bo demukrasiyê û çareseriya kêşa kurdî li
Sûrya ya berê pêşniarkirî hatiye , tevî wan durustkirinên kogir
êxistin di pirojê ramyarî ya partî de yak u tekez dibe di
helbijartina rêya demukrasî ya Aştiyane de di xebata ramyarî de
ji mangirtin û xwepêşendan û karê ne razîbûnê …. T.d , û herweha
kongir nerîna xwe darişt li ser ketwarê belavbûnê di tevgera
ramyarî ya kurdî de ya pêdivî ye bête çarçove kirin di çarçovekî
xebatgêrî de bersiva xwest û daparên qonaxê bidê û terazûya di
nêv aliyê netewî û niştîmanî de pêkbînê di çarçovê guhertina
demukrasî di welat de .
Di aliyê rêxistinî de :
Kongir rawesta li ser hidek astengên havil hatîn di gel destpêka
Azadî de , ku kongir dît çareseriye hindek ji van rengên
astengan pêdivî ye ku em bawer bibin ku pirojê yekîtiyê pirojek
ramyarî xebatgêriye pêdivî ye bo bêtirin şiyanan kom bikn ji bo
xurtkirin û pitewkirina vî pirojeyî û tişta em bi pêdivîne rêk û
pêkirina emrazên hoşmendiyek komelayetî … û piştre kongir rawsta
li ser rengê karvedana cemawer di gel partiyê û daxwazên
tevlîbûnê û balvedan li ser rêxistinê yak u pêdivî ye bo erazên
astê rêxistinî bilid dibê da ku şiyan hebin sercem hêz û karênan
bi xweve bigirê da ku partî bête ava kirin bi rengek sazî ji ber
vê çendê hidek durustkirin hatin kirin di sîstema navxuyî de da
bêtir nermayetî têkevê têde û bêtir nêzîkî çemkê qonaxê bê çi ji
aliyê şêweyî bê û çi ji aliyê erk û berpisiyaretî yê bê çi di
aliyê kar di nivîsîngeh û taybetmendî yên partayetî ….
Li dawiyê û di helbijartinek demukrasî de hevalê Xêredîn Murad
bo sekretêrê partiyê û her weha hate helbijartin lijna ramyarî .
Gulan 2006 Parta Azadî ya Kurd li Sûrya
|