|
Xwîşk û birayên hêja,
beşdarên xweşewîst,
berî hertiştî ez bi navê Komîta Karê Hevbeş ya Partiyê Kurd li
Sûriyê – Rêxistinên Almaniya beşdariya we îro li vir di bîranîna
salvegera yekê ya şehîdbûna şêx Mihemed Meşoqê Xinewî de silav
dikim û sipasiya we hemûyan dikim ku hûn bi vê yekê dixwezin rêz
û giramiya xwe ji giyanê pakrewanê gelê xwe Şêx Mihemed Meşoq
el-Xiznewî re diyar û pêşkêş bikin. Helbet ev tenê wê wateyê
dide, ku miletê me, li kû dibe bila bibe, tu caran kurdparêz,
mirov- û civakhezên xwe ji bîr nake, wan bi tenê nahêle û herdem
xwedî li wan der dikeve. Miletekî weha jî, bê guman, dê dûr an
nêzîk, bigihîne armanc û daxwezên xwe, dê bigihîne azadî û
serbestiya xwe.
Hemwelatiyên hêja,
di serî de hêja ye, em ji dil û can de sersaxiya gelê xwe bi
giştî û malbata el-Xiznewî bi taybetî bikin. Herweha em ji hemû
wan kesan re, yên ku di parastin û pêşxistina nirxên ola îslamî
yên rasteqîn de dixebitin, yên ku bona parastina taybetmendiya
gelê kurd dixebitin, û yên ku li pênawî civateke bi wekhevî,
azadî û demokrasiyê xemilî têdikoşin dibêjin bila cihê Şêxê me
yê pakrewan Buhişt be, bila serê we û miletê me jî her û her sax
be.
Xwîşk û birayên hêja,
beşdariya me îro li vir bi boneya hem bibîranîna şehîdbûna Şêxê
me, hem jî bi boneya wê reşekujiya tundrew, helbet, nîşana wê
yekê ye, ku em dixwezin li hemû wan nirx û taybetiyan, yên ku
Şêxê pakrewan ji bo wan dixebitî, bi bîr bînin û ji bo parastin
û pêşvebirina wan jî amadebûna xwe nîşan bidin. Ew nirx jî bi
kurtî ev in:
– Parastina nirxên rasteqîn ya ola îslamî
– Dijberiya tundrewatî û çavtengiyê, yên ku her diçin di civakên
îslamî der rû didin
– Xebata bo pêşxistin, serastkirin û duristkirin hizr, boçûn û
bîrbaweriya mirov û civaka me
– Xwedîderketina li vîn û daxwezên gelê kurd bona jiyaneke azad
di welatekî demokrat de.
Beşdarêj xweşewîst,
eger em li rûpelê dîrokê vegerin, emê baş wê rastiyê nas bikin,
ku di pêvajoya dîrokê de du ramanên guhartinê yên herî hêzdar ev
bûne: 1) ramana oldarî û 2) ramana neteweyî. Ji bona van herdu
raman û di bin siya wan de gelek tiştên ku ne dihatin bawerkirin
li cîhanê qewimîne û hîn jî diqewimin. Ji xwe eger em lê bikolin,
emê bibînin ku ev herdu raman bingeha mafê çarenûsî jî ne. Ev
mafê herî pîroz. Lê mixabin di dîroka gelê kurd de oldariya me
ya îslamî, pir caran, bûye sedema wê yekê ku me ji mafê çarenûsî
bi dûr xîne. Ne tenê weha, wê ta radeyekê bindestî û perçebûna
gel û welatê me bi me dida pejirandin, ji ber ku “ma ne em hemû
misliman in, misliman jî hemû birayên hev in”…
Şêxê me yê pakrewan jî vê rastiya baş nas kiri bû, lewre jî wî
dida xwe ku hem oldariya civakê biparêze, hem jî bide xuyakirin
ku tu carî çê nabe ku ev yeka bibe sedema pejirandina Kurdan ji
bindestî û çewsandinê re. Wî bi hemû şiyanên xwe dida xwe ku wan
ramanên çewt, yên ku di pêvajoya dîrokê de ketine nav ola îslamê,
ji nav olê rake û ramaneke oldarî ya rasteqîn û lîberla li nav
civakê belav bike. Di heman demê de ew li vîn, daxwaz û armancên
netewa kurd jî xwedî derdiket û ji wê yekê re dixebitî, ku
netewa kurd jî, weke hemû netewên cîhanê, li ser xaka bav û
bapîrên xwe jiyaneke azad û serbes bi des xîne.
Gava em vê rastiyê nas bikin, ku Şêxê me yê pakrewan dest avêti
bûn van herdu çekên guhartinê yên herî hêzdar, wê ji me re baş
xuya û aşkere bibe, bê çima ew hate şehîdkirin, bê çima ew bi wî
awayê reşekuj û tundrew hate revandin û şehîdkirin. Helbet, wê
ji me re baş xuya bibe jî, bê kê ev plana qirêj û terorîstiyane
daniye û bi cî aniya.
Erê, xwîşk û birayên hêja, gelê me baş dizane ku berpirsiyarê
pêşîn û sereke di ber vî karê reşekuj de desthilta Şamê ya
nijadperest û şoven e.
Lê bila deshilat jî, hemû kesên li dijî guhartin û serastkirina
civak û dewletê jî, baş wê yekê zani bin, ku ev gelê ku bi
şehîdkirina bi sedan serok, rêber û xebatkarên wî dest ji xebatâ
xwe ber ne dayî, helbet, wê bi şehîdkirina şêx Mihemed Meşoqê
Xiznewî jî dest ji xebata xwe ya pir dadmend û rewa bernede.
Berevajî wê, ev kiryar hemû ji xebat û berxwedana me re dibin
ardû û hêzeke xortkirinê.
Beşdarên rêzdar,
tevî ku ev serdema me bi serdema azadî, demokrasî û wekheviyê
hatiye naskirin, hîn Sûriyê weke dewlet ji seretayîtirîn mafên
mirovî dûr e. Pir dûr e. Hîn xelkê me yê sûrî, çi Kurd çi Ereb û
çi wekî din, ji hemû maf û azadiyên bingehîn bêpar hatiye (û tê
jî) hêştin. Hîn li mirovê me yê sûrî qedexe ye ku bîr û
baweriyên xwe yên siyasî, di navbera xwe û xwe de be jî, bîne
zimên; hîn ji hilbijartineke demokrat û ji beşdariya di
bijartina desthilatê de bê par e; hîn ji mafê diyarkirina
çarenûsa xwe bê par e. Hîn Sûriyê weke dewlet ji yasaya partî,
komele, rêxistin û çapemeniya azad bêpar e; hîn ji destlateke
dadwerî ye serbixwe bêpar e. Bi kurtî, mirovê sûrî hîn ji
naskirina mafên mirovî û azadiyên bingehîn dûr hatiye hêştin.
Pir dûr. Em Kurd jî, bi kurtî, tevî ku em çawa bi kurdîtiya xwe
wisa bi nasnama xwe ya sûrî şanaz û serbilind in, lê ne ji mafê
me ye ku em bêjin: Em hene yan em kurd in, ji ber ku li gor
destlata Sûriyê ya şoven û nijadperest li vî welatî – ku divê
welatê Ereb, Kurd û hindikahiyên netewî yên din be – tenê Ereb
hene; tenê erebîtî, erebîtî û hew…!
Helbet paşeroj ya azadî û mafên mirov û miletan e. Dûr an nêzîk
emê jî di siya azadî, demokrasî û wekheviyê de bi taybetmendiyên
xwe yên netewî şa bibin, wan biparêzin û pêşve bibin. Çunkî roj
bi roj girîngî û pûtepêdaneke mezin bi mafên mirovî û miletan
tête dayîn û ew doza – doza mafên mirov û miletan – ne weke berê
di çarçewa yasayên navxweyî û sînorên dewletan de çemberkirî ye.
Vajî wê, ew bûye dozeke navnetewî ye giştî ku bi her mirovekî
mijûl e û hemû mirov jî pê mijûl in. Lewre jî bila şoven û
nijadperest baş bizani bin ku tu hêz û şiyan nikare miletekî, ku
amade ye her tiştekî ji bo azadî û serbestiya xwe bike qurban,
heta bi heta bindest û bêmaf bihêle. Roja azadî û serbestiya
miletan bi bêjingên dagirkeran ên kufikî nayê girtin.
Vêca da ku em Kurd jî rojekê pêşde azadî û serbestiya xwe bi
dest xînin, divê em xwe ji wê rojê re bi awayekî amade bikin, da
ku em kari bin sûd û kelkê ji guhartinên navnetewî werbigrin. Ev
jî tenê bi vê yekê dibe: Piştî evqas sal be jî em li yekîtiya
xwe xwedî der kevin û wê biparêzin; berjewendiyên bilind yên
miletê xwe di ser hertiştekî din re bigrin; hergav bi hev re, bi
yek dengî, biqîrin: Bila parastina Kurdayetiyê ji me re berî her
armanceke din be. Divê ji bîra me neçe çawa Xaniyê gewre berî
bêtirî sêsed sal goti bû: “Ger yekîtî nebe, ne dîn dimîne, ne jî
dewlet.”
Bi yekîtiyeke wisa, helbet, emê hem baştir kari bin bi hêz û
kesên demokat ên ereb re bidin û bistînin, hem li hember
destlata şoven kari bin bi hêz xwe ragirin, hem jî çêtir bi erk
û stûbariyên xwe yên netewî beramberî birayên xwe li perçên din
ên Kurdistanê rabin.
Beşdarên hêha,
ji bo pêkanîna van erkên pîroz jî em soz didin ku emê her di vê
yekê de berdewam bin: Ji bo yekirina Tevgera Kurd – çi li welêt
be, çi jî li derveyî welêt be – çi ji destê me bê, emê bikin. Ji
ber ku yekîtiya Tevgerê li ba me ne durûşmeyeke xwefodilkirinê
ye, belê ew armanceke bingehîn e.
– Hezar silav ji giyanê pakrewanê me şêx Mihemed Meşoqê Xiznewî
re
– Hezar silav li giyanê hemû xebatkarên kurd
– Sernizmî bo reşekuj û tundrewan
– Serkeftin bo doza gelê me ya rewa û dadmend re
– Bijî azadî, demokrasî û wekhevî
Almaniya, 04.06.2006
Komîteya Karê Hevbeş ya
Partiyên Kurd li Sûriyê - Rêxistinên Almaniya
Partiya Çep a Kurd Li Sûriyê
Partiya Demokrat a Kurd a Sûrî
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê – el-Partî¬
Partiya Demokrat a Kurd Li Sûriyê – el-Partî
Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – YEKÎTÎ
|