|
Ragihandin
Ji civîna awarte a komîta þopandin û sazînkirinê
Komîta þopandin û sazînkirinê di 4epêla pêþeroj a kurdî li
sûriyê civîneke awarte li darxist, bi armanca nêrxandina
xwepêþendana dawî a ku bi daxwaza komîteke vepirsîn di kuþtina
nemir Xeznewî de, hatibû meþandin. Helbet em dibêjin ku ji mafê
gelê kurd e ku doza mafên xwe yê netewî û demoqrat berdewam
bike, bi þeweyên praktîk û aþtîxwaz, li himbir rêjîmeke xweser û
mandeliyê li mafê me dike, ji xwe gelek xwepêþendan hatin kirin
bê ku tu tevhevî û xerabî bête holê, çimkî her gelê me bi
awayekî sivîl dixwaze xebata wî bidûmîne.
Wisa yê ku xwepêþendanê sivîl, ber bi zordariyê ve dikþîne, ew
rêjîme, yê ku bilî zimanê zordarî û tunderestiyê di ferhenga wî
xweseriyê ve tuneye, lewma berê xwe dide gulebarandinê û lêdan û
xerabiyê û ev tev ji bo nûkirina çanda tirsê a ku serhildana
avdarê ew þikand, lê vê carê rêjîm þêweya talankirin û diziya
kargêrên kurdan anî meydanê, weke rengeke ji paþroja xwe ji nûve
hate afrandin, helbet amadebûneke ji dezgehên rêjîmê jê re hebû,
bi alîkariya endamên civîna gundê Cirmiz a ku di bin siya hin
sixtekarên wan dezgehan hatbû çêkirin, ji xwe daxuyaniya wan ne
tenê tevdan dijî kurdan dixwst, lê belê dijî gelê sûriyê bi
tevayî bû, nemaze dijî çi kesê ku parastina sûriyê û pêþketineke
demoqrat jê re dixwaze, lewma jî êrîþî civîna Dêra zorê dikin.
Em þermezariya civîna cirmizê dikin û dibêjin ku ew nûnerê xwe
ne, tenê li berjewendiyên xwe digerin, heta ku li ser tirmê
hemwelatiyên sûriyê bi tevayî be, wisa jî em bawerin ku hevjîna
me û gelê ereb wê bi aþtî û hevpariya welatekî wê berdewam be,
nemaze ku ew jî wekî me birçîbûn û zordariyê dikþînin, ango em û
wan hevdû di welatekî hevpar temam dikin û her wê sixtekar
nikaribin pêvajoya xebata me bugherin û wê her berê me dijî
rêjîmê be, çimkî nakokiya me bi wê re ye û her emê doza mafên
xwe bi rengekî sivîl û aþtane bikin û di vî warî de em bawerin
ku yekîtiya netewên sûriyê di wekheviya wan e, ne di talankirina
arziya hemwelatiya ye.
Em di þepêla pêþeroj a kurdî li sûriyê, esehiyê li ser taybetiya
xwe a netewî dikin, wisa jî em xebatê dikin ku wê di çarçova
hemwelatiyeke sûrî de bi cî bikin, di dewleteke maf û yasa
navnîþana wê be.Û di vî warî de diyare ku rêjîm ne di ware tu
guhertinê di civatê de bike, tenê xwe ji nûve diafirîne û
partiya pe'es dijî civatê bi kar tîne.
Ji layekî dî ve, rêzkiritina çêbû di helwesta sêyasî kurdî de,
wê xuristiyeke civakî ba, gava di çarçova pirnerîn û raya sêyasî
ba, gava dûrî tengnerîn û mejiyê partîtiyê ba, gava berê xebata
netewî kurdî neguherîba ? ji xwe di daxuyaniya me a berî vê,
haydariyke hebû ji sêyaseta rêjîmê ku li kurdkirina nakokiyê
digere, nuha jî em dibêjin ku em xwedanê dozeke netewî ne û ji
mafê me ye ku þêweya hawsing bi kar bînin, wisa jî em hêvîdarin
ji gelê xwe bêtir haydar bin ji leystikên ku di xwazin li ser
encaman tenê bisekinin û helwest li kora wê bidin. Û pê re jî
sedemên wan encaman veþêrin, lewma em dibêjin divêt ku her aþtî
nîþana xebata me be û her jî daxwazên me sêyasî û mejiyê bin û
guzîdanê bi baweriyên netewî be ya ku sûriyê ji hemû
hemwelatiyên xwe re dibîne û divêt bi hevre pêþeroja wê a
demoqrat ava bikin.
11/6/2005
Þepêla pêþeroj a kurdî li Sûriyê
|