Di êrişên hêzên dewleta dagirker Sûriyê
de welatparêzeke bi navê Îsa Xelîl Melle HESSEN ê
bavê 2 zarokan hate qetilkirin !
Bi minasebeta Hemleya «Êdî Bese » de roja
02’ê Mijdarê 2007 gelê Kurd ê Başûrê Rojavayê Kurdistanê
meşekê tanzîm kir. Weke hemû Kurdan, gelê me ê vê parçeyê jî,
li brez Abdullah Ocalan xwedî derdikeve. Lêbelê hêza
dagirker a Sûriyê li hember vê daxwaza gelê me ti mafê
demokratîk nasnake û bi rêbazên hoviyane êrişê çalakvanan
dike. Bi hezaran Kurdên welatparêz ku tev li meşên Qamişlo û
Kobanîyê bibûn rastî êrişên hêzên dewleta Sûriyê hatin. Di
van êrişan de welatparêzeke bi navê Îsa Xelîl Melle HESSEN ê
bavê 2 zarokan hate qetilkirin. Her wiha di heman êrişan de
bi dehan kes jî birîndar in û bi dehan kes jî hatine girtin.
Di nava yên girtî de, digel rayedarên PYD’ê, hin jin û zarok
jî hene.
Ev ne cara yekem e ku dewleta Sûriyê bi van
rêbazên hoviyane êrişê ser gelê me dike. Di sala 2004 û
2005’an de jî heman rêbazên hoviyane hatibûn bikaranîn. Di
encama wan êrişan de jî bi dehan Kurdên welatparêz hatibûn
qetilkirin. Digel hemû hewldanên aştiyane yên gelê Kurd,
dewleta Sûriyê dev ji siyaseta xwe a tunekirina rastiya gelê
me ber nade.
Em, weke Kongreya Neteweyî Kurdistan (KNK)
bangê li tevahiya Kurdan dikin ku, li her deverê û bi rihekê
neteweyî dengê xwe bilind bikin û van êrişên dewleta Sûriyê
şermezar bikin. KNK her wiha hêvî û daxwaz dike ku gelê kurd
li welat û li derve, bi rihekê seferberiyê çalakiyan
lidarbixe û daxwazên xwe ên demokratîk bîne ziman. Divê were
zanîn ku şkandin û belavkirina pêlên eniya antî-kurd û antî-Kurdistanî
tenê dikare bi îtifaqeke xurt pêk were.
Roja îroyîn şereke qirêj, bi hevkariya cur
bi cur hêzên dagirker li dijî gelê me dimeşe. Lewre, hemû
çalakiyên demokratîk ên Kurdan bi rêbazên hoviyane re rû bi
rû dimînin. Di demeke wisa de em pêwîst dibînin ku bangê li
Saziyên Navneteweyî ên Mafên Mirovan jî bikin ku ew li
hember vê rewşa gelê kurd bêdeng nemînin.