|
|
|
. |
|
|
|
|
|
K.B.X-21.02.08.17.00.EU |
DAXUYANÎ
Şandeya Komîteya Hevbeş (Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên
Kurd û Kurdistanî li Swêdê,Federasyona Komeleyên Kurdistanê li
Swêdê û ÎKS) bi sekreterê Partiya Gel (Folkpartiet) ya Swêdê re
kombûnekê pêkanîn.
Kombûn roja 19.02.2008an, li Stockholma paytext, di avahiya
Parlamena Swêdê de pêk hat.
Şandeya Komîteya Hevbeş, Şefîk Kaya, Arî Şêxnûrî, Selahedîn
Salih, Selam Cizîrî û Ehmed Elîpûr digel sekreterê Partiyê Erik
Ullenhag ku beşdarê Hikûmeta Swêdê ye, civîyan. Şandeya kurd bi
kêfxweşî û bi hestên germ hat pêşwazî kirin.
Şandeya Komîteya Hevbeş, di derheqê rewşa Kurdistanê de, di
derheqê rewşa Rojhelata Navîn, rewşa pêvajoya demokrasiyê, rewşa
jêrdestan û di derheqê pirsa aştî, aramî û mafên mirovîn de
dîtin û helwesta xwe diyar kir.
Şandeya Komîteya Hevbeş bi giştî li ser rewşa Kurdistanê û bi
taybetî li ser rewşa Başûrê Kurdistanê, rola serokayetiya Kurd û
gelê Kurdistanê û rewşa Îraqê rawestiya.
Şandeya Komîteya Hevbeş, di derheqê 35 salên rejîma dîktator û
kiryarên wê yên wek enfal, kîmyabaran û gorên komkujiyê, cenosîd
û hewildanên guhertinên demografîyê de jî agehdarî da.
Herweha hat diyarkirin ku gelê Îraqa Federal û gelê Kurdistanê
karîbûne du helbijartinên mezin pêk bînin û gelê Kurdistanê jî
gihîştiye hin mafên xwe yên rewa. Lê niha şovenîst û dijminên
demokrasiyê dixwazin rê li cîhbicîhkirina mada 140î bigrin ku di
derheqê vegerandina hin navçeyên ku li derveyî sînorên
Kurdistana Federal mane de ye. Çend nexşeyên cuda û statîskên
fermî digel hejmara gelê herêmê, li gor slan hatin pêşkêşkirin.
Şandeya Komîteya Hevbeş, ji bo biryara vekirina konsulxaneyeke
Swêdê li Hewlêrê, spasîyên xwe pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe diyar
kir. Herweha li ser rewşa endametiya Turkiyê ya Yekîtiya
Ewrûpayê û bombebarankirina navçeyên Başûrê Kurdistanê jî
rawestiya. Rewşa gelê Kurdistanê li Rojhelat û li Rojavayê welêt
jî, bi firehî hat pêşkêş kirin.
Şandeya Komîteya Hevbeş, ji Partiya Gel û Hikûmeta Swêdê daxwaz
kir ku ew rola xwe ya berbiçav bi cih bînin û vê pirsê li
Yekîtiya Ewrûpayê, ji bo pêvajoya demokrasiyê, herweha di
derheqê çareseriya mada 140î de jî, piştgiriya gelê kurd bikin.
Komîteya Hevbeş ji Partiya Gel daxwaz kir ku ew bi alîkariya
Hikûmetê, ji bo çareseriya kêşeya Kurd û ji bo peywendiyên
domdar, komîteyeke ku ji parlamenterên Swêdî dabimezrîne.
Şandeya Komîteya Hevbeş daxwaz kir ku Hikûmeta Swêdê bi awayekî
fermî serkirdayetiya kurd ya siyasî dawetî Swêdê bike.
Şandeya Komîteya Hevbeş û serokayetiya Partiya Gel, gihîştine
baweriya ku dê civîn û hevdîtin berdewam bibin.
STOCKHOLM
19.02.2008
KOMÎTEYA HEVBEŞ
|
|
. |
|
|