Binxetê:09.05.2006


JI RAYA GIŞTÎ RE

Tevgera neteweyî ya bakurê Kurdistanê di nav lêgerineke sîyasî de ye. Erk û vatinîyên vê pêvajoyê, helwestên welatperwerî yên kurd û kurdistanî derdixe pêş. Hemî welatperwer, tevger û partîyên kurdî divê li gor vê dîmena nûjen bi berpirsîyarî tevbilivin û bi tecrubeyên xwe hewildanên vê dîmena nûjen bi hêz bikin.

Berî demekê di rûpelê PDK-Bakur de du nivîs li ser şehadeta Remezanê Haşimî derket. Gora wî buhuşt be. Bi vê minasebetê em şehîdên kurd u kurdistanê jî bi bîr tînin.

Herdu nivîs jî ji xizmeta vê dîmena nûjen bidûrketî û bê berpirsîyarîn e.Ew bi çavên nedûrbîn diroka PDK-KUK ê şolî û aloz dikin û mîrasa vê tevgera gelêrî qrêjî nîşan didin.

PDK-Bakur bi vê helwesta xwe xizmetê ji berjewendîyên neteweyî re nake û dîroka xwe jî bi destê xwe aloz û înkar dike.

PDK-KUK tevegereke gelêrî bû û di tekoşîna xwe ya neteweyî de, bi helwestên xwe yên kurdistanî di dîroka kurdistanê de cîhekî girîng girtîye. Kes û tevgerên kû vê dîrokê şolî û aloz dikin, ji gûmanan ne bêpar in û li dû hinek berjewendiyên qirêj in.

Em wek qadroyên vê tevgerê, bi hemî awayî xwedî li mirasa vê tevgera neteweyî derdikevin û pê serbilind in.

Berî çend rojan PDK-Bakur nivîsek li ser nivîsên berê derxist. Lê ji dewsa kû lêborînê bixwaze, ew hinek kesên din tawanbar dike. Bi vî awayî tu pirsgirêk çareser nabin.

Ger PDK-Bakur bixwaze xizmetê ji vê dîmena nûjen re bike, divê vê çewtîyê berteref bike, ji gelê Kurd lêbûrinê bixwaze û sedemên vî karê qirêj ji raya giştîre eşkere bike.

2006.05.07


Nezir Akat, Çeko Pekgul, Serdar Pekgul, Mihemed Dehsiwar, M. Emin Narozî, Atilla Kalkan, M. Sıdık İşi, Seyfettin Balta, Bawer Eser, Mehmet Aş, Ahmet Esen, İbrahim Dilmaç, Refik Dilbirîn, Kasım Özkan, Celal Bedirhanoğlu, Lokman Ertaş, Fesih Şeşeoğulları, Ali Ertaş, Mehmet Uzun, Şiyar Siwanij, E. Kaygalak, Nezîr Oral, Mehemedê Omerî, Azad J. Erdem, Necat Kaya, Xalidê Hekarî, Çeto Omerî, Leyla Oral, Ahmedê Omerî, Şukru Hoca, İdris Arslan, H. Alpergin, Rojhatê Omerî, Gulîzar Damar, Nurullah Damar, Rucan Keleser, Ahmed Amedî, Hasan Alpergîn (Hesenê Çavsor), Şefik Çakırgöz, Kadri Yeşilmen, Cano Amedî, Fesih Doğan, Rodî Omerî, Rodî, Nurî Çelik, Xalid Xoce, Rıdvan Kaçmaz, Bûbê Eser, Ahmed Eren, Baran Doğan, Îhsan Hasan Aydın, Hülya Doğan, Semihat Doğan, Rauf Öncü, Seyidxan Karıksız, Îsa Avcı, Mahmut Güneş, Şemsettin Demir, Leyla Waisson, Nihat Elçi, B. Baran, Ferhat Amedî, Qedrî Lalanî, Xidir Ûso, Seydayê Batî, M. Şerif Umur, Birîndar, Emine Umur, Yahya Kaplan, Abdulvahap Aksan, Şakirê Xerzî, Selah İbrahîm, Zinar Soran, Serhanê Torî, Hemîd Kılıçaslan, Lutfî Baksî, Suzan Elçi, Ahmet Acar, Emin Pekgul, Musa Ekingen, Nurî Botan, Saqî Nenas, Sîrac Demirel, Şeymus Ceylan, Sofî Atasoy, Mustafa Batî, Zozan Hakarî, Mesude Kaya, Bedo Kaplan, Mecit Öncü, Halil Başboğa, Dicle Soran, Murad Soran

 

 
 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي     ©      Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

   

   كردستان سوريا

 Kurdistana Binxetê

 Kurdistan Syrien