Binxetê:19.01.2006


Profesor Dr.Mozefer Pertomah

Mixabin ji tarîxa 2006-02-15ê Dr. Pertomah li Imrîka ço ser dilovaniya xwe û dinyaya kurda di xemekî mezin de hêla.

Kortiyek ji serbihoriya şêre mêrê kurd,zanayê mezin û bi navbange cihanê
Dr.Pertomah li sala 1941ê li taxa feqîr nişîne Corava ya bajarê Senendecê(Sine) ji rojhilata Kurdistanê tê dinyayê.dersa seretayî her ji dibistanê vî bajarî de bi rotbeya evil diqetîne û paşî du salan jî li dibistana mamostayê Sine dersê dixwîne û piştî xilas kirina vê dersê tê dibistana serekiye Hidayetê û bi dereca bilind dîploma metmetîkê distîne.
Dema ku dîploma xwe diwergire ji konkora vê salê de li Senendecê de dibe evilîn û li Îranê de dibe neferê 17ê bo qebûl bûna zankoyê.
Sê sala li Danişseraya Aliye Tehranê mijûlî ders xwendinê dibe û li vê zankoyê de dibe evilîn û zanko ji bo xwendina zêdetir evî bo çona Imrîka hazir dike,heta kar û barê sefera vî tê cîbicî kirin tê Kurdistanê û salek û şeş meha li bajarê Seqizê de dersa metmetîk û edebiyatê û fîzîkê dide.
Sala 1964ê jibo dersxwendinê diçe Imrîka û li iyaleta sare Vîskansîn ji bajarê Madîsonê de dijî.piştî fêr bûna zimanê ingilîsî û zevicînê li zankoya Vîskansîn dersa fîzîka hesteyî didomîne,lêbelê ji ber xatira hindê ku dersa ku Îranê de xwendî wekî dersa zankoya imrîkayî nine mecbûr dibe dersa zankoyê ji evil re despê bike paşî du sala mamostayê zankoyê ji fikra vî ya kûr dihesin û hinek dersê ku Îranê de xwendî ji vî re hisab dikin.
Prof Mozefer ji ber dersa xwe re digel xwendevarê mosilman aşina dibe û dibe endamê cemaeta islamiye xwendevarê Imrîka û paşî demekî nêzîk dibe cêgirê vê komelê û piştî salekê dibe serokê vê û tev gelik kesan ji Evropa û Ifrîqa û Asiyayê dostîniyê dike û ji midetê xebata xwe de dikare 7000 mizgevt û binayê koltorî ji ola misilman re bide sebt kirin.ji ber karê fermîye xwe re heta dema axirê ji vê olê re zehmet kişand.ya gotinê ye ku komela vî ji 10000 endama di sala 2004ê de xwe gehande 1000000.
Paşî girtina dereca doktoriyê Mozefer karê xwe li sazimana hevayiye Imrîka(NASA)yê de despê dike,digel pîroziya şoreşa Îranê hevayê weten dide serê vî û li sala 1979û tê Îranê.li Senendecê de evilîn parlimana bajar bi daxaza Elame Ehmedê Moftîzade êxiste rê.li sala 1980ê ji aliyê serok komarê wexte Îranê (Ebolheseni Benîsedir) jibo şolê tê gazî kirin û dibe mişavirê vî ji kar û barê ilmî de û serokatiya pejûhişê senetiya Îranê dike.ema gelik pê naçe ku ev jî her wekî gelik kesên din ji hikûmetê dilsar dibe.
Xwe ji hikûmetê dûr dike û carke din rêya Imrîka dide ber xwe.wê carê ji sînorê Îranê û Tirka re derbaz dibe.belengaziya birayê kurde xwe bi çavê tijî rondik dibîne û di dema digîje Imrîka bi yarîkariya kurdê mişexte Imrîka partiya Islamiya Kurdistanê çêdike û kovara(Cûdî)dide çap kirin û bi vê kovarê dengê kurda digehîne mosilmana û hemi azadîxazê cihanê.
Li vê seferê de Imrîkayî bi dilsari û pê çawekî din temaşeyî vî dikin û nahêlin here(NASA)yê.çonko tebayîya serokê şoreşa Îranê kiribû Imrîka ji vî nigeran bû.
Bi pêşniyara dost û hevalê xwe carke din dersa xwe li ser fîzîka pizişkî didomîne û devra pirofesoriyê diqetîne û piştî hingê carke din diçe NASAyê ne bo karê heva belke li bîmaristana Nasayê de karê pizişkiyê li bara penceşêrê 19 sala didomîne û wesîleyekê ji bo dermanê penceşêrê re çêdike.
Piştî hêrişa terorîstî bo ser bircên ticareta dinyayê ev jî wekî hemi mosilmanê Evrûpa û Imrîkayê hate binçav kirin û xastin ku evî jî li Imrîka bikene der.Mozefer xwe ji kar dikişîne û her li vir dimîne û carke din bo dîtina welat û xizm û kesê xwe li daviya sala 2005ê hate Sine û dîtina axirê ji zadigeha xwe kir û xatirê xwe ji weten xwest û ço.heta ku 2006-02-15 de li diyarê xorbetê Li Imrîka de çavê xwe bo hemêşe danîne ser hev riha vî şad û rêka vî berdevam.





Seyid Feysel Moctevî
Senendec 2006-02-17

Mojtavy@hotmail.com

 

 
 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي     ©      Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

   

   كردستان سوريا

 Kurdistana Binxetê

 Kurdistan Syrien