Binxetê:16.07.2006


Agahdarî
Bi boneya mihrecana helbesta kurdî
Pîr RUSTEM

Weke em dizanin ku, her sal di 22 ê çiriya pêşîn de; di roja koçkirina helbestvanê Kurd ê gewre (Cigerxîn) de, mihrecana helbesta kurdî li dar dikeve, lê mixabin di evan du salên dawî de ev çalakî û xebat hatiye rawestandin û da ku, ev kar û xebat bi carekê ji dest me neçe, me; komîta birêvebir ya mihrecanê (ya berê) xwest ku, em careke din bi stubariya xwe rabin û îsal mihrecana xwe li dar bixin û wê têxin destên komîteke nuh, da ku, ew bi rengekî baştir bi rêve bibe.
Lew re em bi hêvîne ku, hemû rewşenbîr û nemaze helbestvanên me xwe ji evê çalakiyê re amede bikin û helbestên xwe ji me re li ser evan herdu e-mailên ku bi evê agahdariyê girêdayîne bişînin, yan jî bi dest bidin endamekî ji yên komîta rêvebir ku ji evan rêzdaran pêk tê; (Baran Baravî, Simko, Keleş, Diya Ciwan, Nafe Bîro, Helîm Bozêd, Elî Kobanî û Pîr Rustem) û emê endam û dostê koçkirî; Ferhadê Çelebî jî ji bîr nekin.
Ma ku em bêjin: em bi hêvîne ku qet kes ji mihrecanê neyê bi dûrxistin ji bo nerîn û dîtinên xwe yên siyasî û careke din em hêvîne ku, ew helbetsên we ji berî roja mihrecanê û bi kêmayî bi bîst rojan bighên destên me, da ku, ew ji aliyê komîtê ve bêne xwendin. Û xwesteka me ya dawî jî û ji hemû nivîskar û çalakvan û tevgera Kurd ya siyasî ewe ku, ew piştgiriya evê çalakiya wêjeyî li evê perçeya ji xaka welêt; başûrî-rojavayî Kurdistanê bikin.

Têbînî: hûn dikarin helbestên xwe li ser evan herdu e-mailan bi rêkin

pirustem@scs-net.org
simko1@maktoob.com
 

 
 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي     ©      Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

   

   كردستان سوريا

 Kurdistana Binxetê

 Kurdistan Syrien