|
k.binxetê.09.10.07.10.50.GMT
PERESTGEHA HERÎ KEVIN A CÎHANÊ
‘’Li nêzîkî navê vî cihî wê li tevaya cîhanê belav be.’’ Dr
Klaus Schmidt

Li ser riya perestgehê
Ez dîsan hatim ew Diyarbekra li biniya
Çavkaniya Çemê Dîclê
û li binê quntara
Çiyayê Qerec’î, ku şûnewarê şaristaniyê ye. Gava
piştî 25 salan ez vegeriyam warê bavê û kalan, mixabin min ev
dît: Ji Diyarbekra
kevin hema tiştek ne mabû. Dema zarotî û
xortaniya min, li tevaya bajêr pakî û rindî hebû. Î roj her derê
bajêr, bi taybetî jî nav bajêr wêran bûye. Her çend beşên ketî
yê Keleha Amedê
û çend ji bermayên din ên dîrokî dihêne honandin jî, her çend
hin projeyên avakirina xanî û malên bilind ên xwedî bernameyên
bi milyaran dihêne lêkirin jî, dîsan Diyarbekir ne Diyarbekra
berê ye. Heger wisan berdewan bike, mirov dibêje qey Diyarbekir
wê di demeke kin de, bi yekcarî biguhere û ji binî ne yêt
naskirinê. Ew jiyana geş û dilvîn a berê ne maye li Diyarbekrê.
Min ev dîtin gava ez piştî 25 salan cara yekê zîvirîm Diyarbekrê.
Gava mirov li Diyarbekra îroyîn temaşe dike, qet ew bawerî bi
mirov re çê na be, ku ev der
dergûşa şaristaniya tevaya
cîhanê ye. Ji ber ku Diyarbekir ji binî ve û bi
yekcarî hatiye guhertin û ne Diyarbekra car û zemanên berê ye.
Gava wek diyarbekriyek li Diyarbekrê geriyam, bi giştî ev hîs li
nav dil û hinava min hat hîskirinê: ku gava mirov serdana
nexwesek birînxedar ê li nexweşxaneyê dike, mirov dibîne ku
derbên gran lê ketine, xelk dest avêtinê. Diyarbekir jî her bi
heman cûreyî nexweşek kûrnalî ye. Dest lê hatiye dirêjkirin.
Ji bo birînên dilê xwe hinek bikewînim, me gerek dirêj li nav
bajêr kir. Her wisan jî ez dixwazim heger mabe, ji bo xanima xwe
ya swêdî hin tişt û ciyên xweş û rind ên bajêr nîşan bidim. Ew
jî di gel min hatiye Diyarbekra dergûşa şaristaniyan. Min
derbareyê Diyarbekrê jê re pirr tiştên xweş û rind bahs kiribû.
Ew jî wek mirovek têgehiştî li ser vê rewsa Diyarbekrê ya îroyîn,
wek min pirr diqehirî.
Min pêşniyar kir ku em herin wê perestgeha hîn nuh ji bin erdê
derketî, ya li Girê
Navokê (’Gobekli Tepe’) (1) li bajarê me yê
hevrêz û cîran, li Rûha’yê
(2), bibînin. Temamê navên cih û waran î roj tev kirine bi tirkî.
Ez bûm şahid ku hevalên min berê ên rêxistinî jî, î roj di bin
kar û tesîra vê siyaseta neyaran mane û ew jî her bi heman
cûreyî navên şûn û waran bi tirkî bi lêv dikin. Ji bo nimûnê,
hevalek min ê pirr hezkirî li ser navê taxekî Diyarbekrê got
’Kayapinar – eskî adiyla
Peyas.’
Anku navê rastî Kayapinar û navê nerast jî Peyas! Î roj ji Girê
Navokê re jî dibêjin Göbekli Tepe.
Gava em hatin nêzîkê gundê Girê Navokê min ji çend gundiyan navê
kurdî yê vî gundî pirsî. Kêm ji wan navê bi kurdî dizanibûn.
Pistî nîvrojek bi çûna otomobîlê, em hatibûn nêzîkê ciyê ku
perestgeh lê bû: Girê Navokê. Gava me ji xelkê rê dipirsî, kes
vî ciyê ku lêkolînên arkeologîkî lê dihat kirinê nas ne dikir.
Haya xelkê me ji vê perestgeha mazin û grîng qet nîn bû. Me riya
xwe jî şaş kiribû em çûbûn Wêranşarê. Me li wir bi alîkariya
Înternet’ê riya xwe dît. Em hatin nêzîkê bajarê Rûhayê. Lê kes
ni zani bû ew gund li ku derê ye. Şofêrê me çû ji qereqola
leskerî a mazin a li navbera Wêranşar û Ruhayê rê pirsî.
Komandanê qereqolê gotibû sofêr: ’ma evana çi li Gobeklî Tepê
bikin? Em ni zanin Gobekli tepe li ku derê ye. Hema yek ji van
girên li van nêzîkan pêş wan bike û bibêje ev der e.’ Wisan
diyar bû ku endamên pêşde yên herêmî ên dewleta tirk ne
dixwastin ku ev der were naskirinê.
Herî dawî gava me ji çend gundiyan ciyê perestgehê pirsî, gotin
li jora gundê me, li Girê Navokê ye. Girê bi navok ji ber ku li
ser vî girî, ji zemanên kevin ve dîwarek glover yê ji kevir
hatiye lêkirin, loma ev nav lê hatiye danîn.
Em bi hîs û heyecanek mazin hilkisiyan ser girî. Germa nava rojê
bû. Gava me xwe nêzîkî ewca (serê ser) girî kir, me dît ku
pawanekî xort li biniya siya darekî rûniştiye. Me jê re got ku
em hatine vir ji bo ku em dixwazin wê perestgeha ku
Dr Klaus Schmidt
ji Înstîtuya
Arkeologiyê ya Almanî (DAI) derxistiye meydanê,
bibînin. Lê belê pawanî got ’qedexe ye!’ Me jê re got ku em ji
riyek pirr dûr hatine, ta ji Swêdê, lê dîsan çare ne kir. Me
pirsî çima qedexe ye? Pawanî got: ’walî qedexe kiriye.’ Me got
hema em wêneyek bi tenê bikisînin, pawanî got: ’Na! Hingê ev
fotograf di rojnameyan de derkeve û wezareta çandî hay jê bibe.’
Piştî hêvî û tikayên dûr û dirêj, pawanî em berdan hundurê
tixûbî, ku em perestgehî bibînin. Navroj e û hetav li nîvê
ezmanî rawesta ye. Germahiya deşta Herranê jî pirr baş dihêt
naskirin. Di nav vê germahiyê de, ku ew roj bi kêmanî ji ser 50
kertî bû, em li ser riya herî dawî ne û li ser girê hildikişin
ku perestgeha herî kevin a cîhanê bibînin. Gurme-gurma dilê min
e, hem ji ber germahiya royê û hem jî ji ber wan hîs û heyecanên
bilind ên ji ber zû xwastina dîtina vê perestgeha mêjûyî. Girê
Navokê bi hezaran salan wek pîroze (ziyaret) hatiye naskirin.
Loma li ser girî dîwarek ji qûçên kevir hatiye lêkirin û çend
dar jî li nav dîwarî hatine danînê. Gava me berê xwe da hêla
çepê, me ji nişkê ve dît, ku çend
kevirên stûnî yên di awayê tîpa
’T’yî, li ber çavê me rawestiyayî ne. Ji nav
erdê kolandî, bejna wan bilind bûbûn. Ji bin erdê hatibûn
derxistin ber ronahiya royê. Hingê mirov baş fêm dikir, ku ev
der bi rastî jî ciyekî pir awarte û pîroz e. Pîroztirîn cih ku
ez lê bûme. Lê belê kevintirîn avahiya ku mirovatî dinase.
Kevintirîn perestgeha cîhanê
Ew ên ku Încîlê xwandine bi navê Çiyayê Pîroz ê Peyxember
Îbrahîm’î bas dinasin. Ew ciyê ku Xwedê ji Peyxember Îbrahîm’î
re dibêje ’’here wî welatê pîroz ku tev xêr û bêr e. Hewa wî
xweş, tev dest û gir e. Ez ê Te li wir bikim serekê qewmek
mazintir. Li wir perestgehek heye.’’ Lê belê pirr kes ji me,
navê vî cihî, ji govara almanî, ji
Der Spiegel’ê
(3) bihîst. Ev ciyê ku Încîl vegotiye rastiyeke berçavî ye. Va
ye î roj bermayê vî ciyî, her weku ku Încîl vegotiye derketiye
ber ronahiya royê. Ew perestgeha ku li gor Încîlê Peyxember
Îbrahîm’î li wir niyaz û nivêj kiriye, bûye sparteka zanistî ya
li ber destê alim û zaniyaran, Her wisan jî bûye ew lêkolîna
zanîstî ku ew zanebûnên derbareyê mêjûya mirovayetiyê ser û bin
kiriye.
Lêkolînên arkeologîkî yê li Girê Navokê li deşta Herran’ê ya li
bakurê Kurdistanê, bi serokatiya arkeologê almanî Dr Klaus
Schmidt dihêt kirin. Dr Klaus Schmidt li govara Der Spiegel’ê
dibêje ku ’ew buhusta ku li Încîlê dihêt nimandin, dibe ku
wargeha Girê Navokê, li nêzîkê Rûha’yê be.’
Gelo efsane
li Kurdistanê dibin rastî?
Li Încîlê
beşê Yekê li Kitêba Mûsa’yî dihêt gotinê ku ’’Xwedê li ser ruyê
erdê baxçeyek ava kiriye. Vî baxçeyî bi çar robaran avedan
kiriye: Ferat, Dîcle, Pîhon û Gîhon. Û ev baxçeyê xweşik li
destek têrgir e, ku hewa li wê derê jî pirr xwes e’’(4). Dibêjin
ku Adem û Hewa jî li vir jiyane.
Gotinên li
ser ciyê Baxê Îrem’î (Aden=bi
zimanê sumerî dihê wateya:
dest) her wisan
li pirtûka bi navê
Efsane (legend) jî hatiye nimandin. Ev pirtûk ji
hêla arkeolog û nivîsevanê înglîz
David Rohl’î ve
hatiye afirandin. Li vê pirtûkê dihêt nivîsîn, ku ’’gava Adem û
Hewa ji buhustê hatin derxistinê, ew li vî ciyê jiyane. Ev
wargehek bijarte ye ku jê re dibêjin dergûşa şaristaniyê.’’
Hem wêjeya
efsanewî ya sumerî, hem Încîl û hem jî van destkeftên
arkeologîkî yên îroyîn dibêjine me, ku ev cih û war di mêjûyê
mirovayetiyê de wargehek pirr ê grîng e.
Van
lêkolînên arkeologîkî yên ku Dr Klaus Schmidt kiriye, destkeft û
encamên sansasyonel, seyr û ecêb derxistine meydanê. Ev
zanebûnên, ku me ta î roj derbareyê mêjûyê mirovayetiyê de bi
dest ve hanîne, tev serûbin kirin. Ev lêkolîn çîroka jiyana
mirovên berî vê bi 11 hezar salan vedibêje.
Lêkolînên
arkeologîkî yên li vî wargehî nîşanê me didin, ku bav û kalên me
yên nêçîrvan û berhevvan, di dem û zemanên taybetmend de, li vê
perestgehê kom bûne û dêlindêz û ayinên (merasîm) olî pêk hanîne.
Ev dihêt wê wateyê ku sêniyên li
serdema berdî (neolîtîkî)
goran û binecih (dêmanî) bûn. Ev sal û zeman, xwe digehîne bi
hezaran sal berî vî zemanî û ev dihêt wê wateyê, ku ev zeman li
rojgariyek pirr kevin ê dîrokî bûye. Ji lew re van mirovên li
dora vê perestgehê hîna ne xwediyê huner û zanînên çêkirina kûze
û cerî yê ji heriyê bûne.
Lê belê ew
baş dizani bûn, ku xanî ava bikin. Ew kevirên stûnî yên di awayê
tîpa ’T’yî de (li wêneyê tesmase bike), ku dirêjiya wan digehîje
bi 3 metreyan e berhemên nadîde û guzîde ne. Wan
nivîsên wêneyî yên pîroz (hîeroglîf)
ên guzîde yên li ser van stûnên berdî, bingeha
hîeroglîfên misrî ne.
Kevirên
stûnî yên di awayê tîpa ’T’yî de, ku li dergehê perestgehê ne,
bi neqş û fîguran hatine xemilandin. Evana neqşên wek mar, sêr,
kêz, beraz, rovî, ga û hwd in. Ev dihê wê wateyê ku Girê Navokê
xwedî sazûmaniyek pêwendiyê (communication system) ya tîpên
wêneyî bûye, ku jê re dibêjin: hîeroglîf.
Şêweyê
geometrîkî ya perestgehê glover e. Bawerî ew e ku wan kevirên
stûnî yên di awayê tîpa ’T’yî de, nîşanê wan çend hoz û êlan bûn,
ku li wan dorhêlan dijiyan. Ev dîsan dihêt wê wateyê ku wan
mirovên kevin ên li wê herêmê, yên li wê rojgariya dîroka wisan
Kevin, xwedî ol bûne û baweriya wan bi hêzên serxwezayî hebûye.
Di encama lêkolînên arkeologîkî de, firaqên xwarinê yên ji
kevirê res ê basalt hatine derxistin. Ev destkeftanan nîsanî me
didin, ku mirovên deman û nistecih li nêzîkê vê perestgehê
jiyane.
Evan
destkeftên nuh, ew dîtina xeletî ya berê ku digot ‘’kevintirîn
sûnewarê avabûna mal, gund û bajaran li Ûrşelîmê bûye’’, ji me
re serrast dikin. Berî derhanîna vê perestgehê, dihat gotin ku
kevintirîn şûnewarê avabûna mal, gund û bajaran li Ûrselîm’ê, li
Îsraîlê e. Ta nuha mirov wisan bawerî hebûn, ku derbasbûna ji
jiyana nêçîrvanî û berhevvaniyê ser bi jiyana niştecihî û
goraniyê, pistî şoreşa çandinê bûye. Lê belê lêkolînên li Girê
Navokê destnîşan dike ku jiyana niştecihî û goraniyê li serdema
berdî (neolîtîkî), pirr berî şoreşa çandinê hîna gava mirov
nêçîrvan û berhevvan bûne, hebûye.
Bi riya
lêkolînên arkeologîkî derhanîna vê perestgehê ku bû sedemê
sansasyon, seyr û ecêbmayinan ew e, ku ev perestgeh ji hêla wan
mirovan hatiye lêkirin, ku ew nêçîrvan û berhevvan bûne. Mêjûyê
rojgariya vê dîrokê li gor baweriyan di navbera 11300 ta 8600
salan e.
Bermayên li
vî ciyê mêjûyî nîşanê me dide, ku mirovên vê serdemê li jiyanek
buhuştî û gulîstanî jiyane. Dr Klaus Schmidt li govara Der
Spiegel’ê dibêje. ku ’’ev li dîrokê ji bo mirovên wê serdema
berdî (neolîtîkî) bûye serdemek zêrîn a buhust û gulîstanan.’’
Çiyayê Pîroz
ê Peyxember Îbrahîm’î pistî 11 000 salan hat dîtin
Li gor
vegotinên li Încîlê, çiyayê pîroz ê
Peyxember Îbrahîm’î
li ew ci ye, ku Peyxember Îbrahîm li wir niyaz û nivêj kiriye.
Ev perestgeh e, ku î roj li bakurê Kurdistanê bermayê wê bi riya
lêkolînên arkeologîkî derhatiye meyadanê. Dr Klaus Schmidt ku
serokatiya vê lêkolînê dike, li Der Spiegel’ê dibêje ’’Ev
kevintirîn perestgeha li cihanê ye. Ev li mêjûyê şaristaniyê
kevintirîn şûnewarê avabûna mal, gund û bajaran e. Li nêzîkî
navê vî cihî wê li tevayê cîhanê were naskirin.’’
Ev Peyxember
Îbrahîm kî bû? Çima ew wek bavê cihûyan û fileyan û paşê jî wek
bavê erebên musulman dihêt naskirinê? Bersiva van pirsan wê pirr
kurt be heger em xwe li nav çarçiveyên vê gotarê bihêlin. Lê
belê em herine Herran’ê ji ber ku bersiva kurt û dirêj jî li
Herran’ê ye.
Dibêjin ku
Peyxember Îbrahîm li vî bajarê mêjûyî ya sumer-akadî yê li
devera bakurî ya li desta Herranê jiyaye û miriye. Dibêjin ku
dayika Peyxember Îbrahîm’î ew li şikeftek li vê herêmê veşartiye.
Dibêjin ku qeyserê babîlî Nemrûd Peyxember Îbrahîm’î dihavêje
nav agir gava Peyxember Îbrahîm li hevber xwedanokên qeyser
Nemrûd’î dirabe. Încîl jî vî welatê Herranê wek ’wargeha xudayî’
dinimîne.
Li rojgariya
kevin ê dîrokê, bîr û hizrên li ser
xudayek (monoteîzm),
nepeniyên (sirr) jiyanê, nepeniyên gerdûn û gerînekan li
Herran’ê hat afirandin. Van guftûgoyên fîlozofîkî Harran kir
dergûşa olan. Herran herêmek bi xêr û bêr bû. Sêniyên Herranê
piranî bi karê bazirganiyê ve dirabûn. Wê gavê kes û mirovên jîr
û zane li Herranê dijiyan. Peyxember Îbrahîm jî yek ji van
herraniyên jîr û zane bû.
Pirr kes û
dorhêl, du bajarên bi navê
Ûr tevlihev dikin. Gelo ev her du Ûr li ku dera
erdnîgariyê (cografyayê) ne? Ne ew bajarê Ûr ku paytextê sumeran
û bajarê xwedanê heyvê yê sumeran, ku li devera basûrê Iraqê
dikeve, lê belê ew bajarê Ûr’ê ku kurd î roj jê re dibêjin Rûha,
li bakurê Mezopotamiyayê (Kurdistan) ye.
Dibêjin ku
Peyxember Îbrahîm û malbata wî li dorhêla salên 1900-1800’î BÎ
jiyane û ew ji bajarê sumerî ji Ûr’ê, ji Mezopotamya başûrî ne.
Heger wisan bûya, ew ê Tewrat û Încîl jî behsa sumeran bikira.
Lê di rastiyê de mirov ne li van kitêban û ne jî di Quranê de
rastî peyvek sumeran jî na yê. Her wisan jî di ew Tewrat’a ku
sala 300 BÎ hat wergerandin bi ser zimanê grekî, navê bajarê
Ûr’ê na yêt nimandin (5).
Lê belê di
nivîsa îbranî ya Tewratê de, navê Ûr-Qastîm heye. Gelek
lêkolîner û dîrokzan dibêjin ku ev nav paşê li ser hatiye
zêdekirin. Li gor nivîsên mîxî ku li bajarê dîrokî yê bi navê
Marî’yê
(6) hatine dîtin, ’ev bajarê Ûr’ê wek dihêt gotin, ne li basûrê
Mezopotamiyayê ye. Ev bajar, li desta Herranê li bakurê
Mezopotamiyayê dikeve.’
Herran bi
perestina ji xwedanê Heyvê re dihêt naskirin. Ta van rojên
hevdem jî, li Herranê li ser vê bîr û baweriyê xelk hene. Navê
xwedanê heyvê yê suemrî
Nanna û navê
jina wî jî Nîngal
e. Şêniyê Mezopotamiya Bakur akadî, navê Nanna kirine
Sîn. Bi
qeyseriya Mezopotamiya bakurî ya Sargon’î jî navê xwedanokên
sumerî bi akadî hatin bi lêvkirin û nimandin. Sîn xwedanokê
peyxemberî û peymanê bû.
Perestgeha
li Girê Navokê, perestgeha herî kevin a naskirî ya cîhanî ye. Lê
belê hîna hêvî heye ku dîtin û derxistina hin perestgehên mêjûyî
yên windamayî yên li herêmê bin. Li gor gelek çavkaniyên nivîskî
yên ji şaristaniyên li Mezopotamiyayê, navê perestgeha Sîn’î
E-Hul-Hul
(perestgeha sahiyê) bûye. Lêbelê li lêkolînên arkeologîkî yên ta
nuha ên li herêmê, ev perestgeh ne hatiye dîtin. Dayika qeyserê
babîlî Nebonîd’î Adad-Guppî derbareyê vê perestgeha windabûyî vê
nivîsîye: ’’Min guhdariya Xwedanê xwedanan Sîn’î kir. Hemû
tiştên ku wê ji min re got rast derketin. Nebonîd kurê min ê bi
tenê dêlindêza jibîrbûyû ya ji bo Sîn’î amade kir. Nîngal, Nûskû
û Şadarnûnna. Wî ev perestgeha E-Hul-Hul çak kir. Sîn, Nîngal,
Nûskû û Şadarnûnna’yê [peykerê wan] ji paytexta qeyserî ya
Babîlê hanî û bi dilxweşî li şûna wan a berê li Herran’ê dahêna’’
(7).
Gelo çima
Peyxember Îbrahîm ku ji kok û binyada xwe ji vê deverê ye, ev
Herran a dewlemend û bi xêr û bêr li ciyê xwe histiye û çûye
ciyek kevirî, qerac û feqîr wek Filistînê? Dibêjin ku sedem
bazirganî bûye. Li gor Încîlê Peyxember Îbrahîm jî bazirganiyê
kiriye.
Peyxember
Îbrahîm bi karwanê xwe re çûye ta Misrê jî. Încîl dibêje gava ew
di gel jina xwe ya di xweşikbûnê de nadîde, bi Sara’yî dihê
Misrê, ji ber tirsa ku eskerên fîrewnî ji bo jina wî ji xwe re
ne girin û Peyxember Îbrahîm’î ne kujin, loma jina xwe wek
xwuşka xwe dide nasandin. Lê bêkêr bû. Fîrewn dest dadihêne ser
Sara’yê û ew ji xwe re dike dost.
Pistî hatina
Sara’yî qesra Fîrewn’î li gelek bela û bûyeran rast hat, Fîrewn
bawer kir ku ev li ser hatina jinika nû ye û rabû ew rizgar kir.
Ev bû sedem ku Peyxember Îbrahîm ji Misrê bi barek gran bi zîv û
zêr vegeriya. Vî zêrî Fîrewn wek diyarî dabû Sara’yî.
Peyxember
Îbrahîm’ê li gor serdema xwe, xwedî bîr û baweriyek nûjen û
modern, bi Xwedayek tenê bawerî dihêne. Li gor efsaneyê, qeyserê
babîlî Nemrûd dixwaze Peyxember Îbrahîm’î ji ber vê yekê bi
mirinê ceza bike. Gava Peyxember Îbrahîm’î li ser koma êzingan
girê didin, ku wî bi saxî bisotînin, Xwedayê Peyxember Îbrahîm’î
koma êzingan dike masî û agîr jî dike av. Loma ta roja îroyîn
kes ew masiyên li gola ku jê re dibêjin gola Peyxember Îbrahîm’î,
na xwin.
Şêniyê
Herranê ji serdemên kevin ve bi perestina xwe ya ji stêrkên
gerdûnî re dihêne naskirinê. Berê jî xelkê Herranê wisan bawerî
hebû, ku xwediyê masiyên vê golê, stêrka bi navê
Athargatardis (Merîx
Venus) (8) e loma wan destûr nîn bû ku masiyên vê golê bixwin.
Ta roja me ya îroyîn mirovên oldar wisan bawer in, ku ev masî
bermayên wê guhartinên mûcîzeyî ya Xwudayî ye, ku Peyxember
Îbrahîm li wir ji mirinê rizgar bûye û ji lew re jî van masiyan
na xwin.
Bawerî wisan
e, ku Peyxember Îbrahîm mirovek bi nav û deng bû. Ew î roj wek
bavê du qewmên li rohilata navîn dihêt naskirinê. Ji zaroyên
Peyxember Îbrahîm’î ’Ishaq wek bavê cihûyan û Îsmaîl jî wek bavê
ereban dihêt naskirin û pejirandinê.
Kurdistana mêjûyî –
buhusta li ser zemîn – dergûsa saristaniyê – welatê pêsemînan
Mirov li nêçîra naskirina reh û koka xwe ne. Spartek û
destkeftên belgenameyî yên cihêreng ên destketî, ji bo
bersivdana pirsa şûnewarê dergûşa şaristaniyê hev temam dikin.
Spartek û belgename nîşanê me didin, ku kevintirîn civaka
mirovan li ku derê ava bûye. Di vê heyamê de, her ku diçe wateya
Kurdistana mêjûyî ya li Mezopotamiya bakurî, bêhtir û bilindtir
dibe. Wek nimûne, grûbek lêkolînerên almanî ji şeş reşeparçeyên
çandbar ên cîhanî şeş kulm genim hanîne û li ser analîza DNA’yê
kirine. Di encamê de derketiye meydanê ku kok û rehê temamê
genimê dunyayê li Çiyayê Qerec li Diyarbekrê ye (9).
Ne tenê
şoreşa çandinê (agrar revolution), her wisan jî şoreşa
heyvankirinê jî ya civata mezr û gundîtiyê (pastoral revolution)
jî li ser vî erdê kevnare rû daye. Bi zanebûn û riya tirskirina
xurakê, xurak konservkirin, her bi vî awayî durustkirina mast û
penîrî, duruskirina bade û bîrayê, cara yekê li vir hatiye
derxistin û pêşvexistinê.
Li rojên lêkolînên arkeologîkî yên li Çermo’yê (Jarmo) sala
1948’î li Kurdistana başûrî, arkeologê amerîkî James Robert
Braidwood cerekî kevin ji bin erdê derxist. Teyesteya (naveroka)
zuwabûyî ya li binê cerê hat analîzkirin û derket meydanê, ku
naveroka li biniya vî cerî, badeya 5 hezar sal kevin bû. Wisan
diyar e, ku destkeftên belgenameyî tev li cografya Kurdistana
mêjûyî xwe didine hev. Berê digotin badeya herî kevin a naskrirî
li dorhêla çiyayê Tarsûsê li basûrê Anatolyayê ye û temenê
hunera wê jî li dor 3 hezar salî ye. Bi vê belgenameyê derket
meydanê ku hunera durustkirina badeyê jî cara yekê li ser vî
xakî bûye.
Li van du
salên dawiyê, lêkolînên arkeologîkî yên ku Dr Klaus Schmidt’î
yên ku li Girê Navokê (Gobekli Tepe) li biniya Rûhayê kiriye, bi
serê xwe şoreşek e. Piştî vê lêkolînê hat zanînê ku kevintirîn
şûnewarê avabûna mal, gund û civakê li Girê navokê li ser
cografya Kurdistana mêjûyî ya li Mezopotamya bakurî bûye. Ta
nuha mirov dizanî ku kevîntirîn civat li Ûrşelîmê (Jerîko) bûye.
Bi vê zaniyariya nuh a herî dawî jî hat dîtin ku Kurdistan
mêjûyî dergûşa temamê şaristaniyetan e.
Tevaya spartek û belgenameyên ji hev serbixwe û cihê, tev
destnîşanê yek sûnewarî dikin: Cografya Kurdistana mêjûyî ya li
Hîvika bi xêr û bêr (fertile crescent, hîlal el-xesîb, bereketlî
hîlal). Nuha jî em ji pênûsa nivîsevanê hêja yê amerîkî Harry G.
Nickles li ser vê yekê bixwînîn: "Ji
bakurê bajarê hevdemî, bajarê Bexda'yê axa Kurdistanê dest pê
dike. Ew welatê xwedî gir (til) ku çarmedor bi heşînayî û xwedî
îklîmê xweş, li nav herêmên Iraq, Iran û Tirkiyê dikeve. Li wir
ne çi bajarên grîng ên nûjen û ne jî bermayên dîrokî yên wisan
berçavî hene. Jiyana gundiyên vî welatî hema bi sedan sal e ku
piçek jî ne hatiye guhertin. Lê belê ji hêla mêjûyî ve Kurdistan
xwedî taybetiyetek bi serê xwe ye. Tistê ku vê herêmê ji ciyê
din cihê dike, di mêjûya şaristaniyetê de bûyera xwurakê -
bûyera çandina şitlan û kedîkirina ajel û sewalan e. Li gor hemû
materiyal û spartekên arkeolojîkî yên li ber dest, ev gavê mezin,
cara pêşîn li ser ruyê erdê, li vî welatî hat avêtin. Cara
yekemîn, bi vê pêşketina li Kurdistanê, mirov xwe hînî çandin û
kedîkirinê kirin û her bi vî awayî bi şêweyeke herdemî
bidestxistina xwarinê ji xwe re ewle kirin û herdemî bûn
xwedîxurak. Bi vê bûyerê bingeha hemû şaristaniyê hat lêkirin û
riya avabûna gund, bajar, netewe, şahînşahî, hunera nivîsînê,
wêje, qanûn û zaniyariyê vebû.’ (10-14).
Buhusta
windabûyî
Kurdistan,
ew welatê bi xêr û bêr ê di nabera du robarên Ferat û Dîclê ye.
Yan jî bi navek din, Kurdistan ew welatê guzîde yê ku piraniya
erdnîgariya Hîvika Bi Xêr û Bêr digire nava xwe, şûnewarek
buhuştî ye. Ev şûnewar piraniya caran wek dergûşa şaristaniyê
dihêt destnîşankirinê. Her wisan jî ev herêm dergûş û wargeha
tevaya olan dihêt zanîn û naskirinê. Hem spartekên mêjûyî (wêjeya
sumerî û Încîl) û hem jî destkeftên encama lêkolînên arkeologî
nîşanê me didin, ku ev der wargeha
Baxê Îrem’ê (Cennet-ul
Aden) bûye. Gava van lêkolînên arkeologîkî yên vê dawiyê,
spartek û destkeft derdihênin holê, ew teorî û baweriya ku
dibêje ’Kurdistan welatê Baxê Îrem’ê ye’ xurttir dibe.
Kî bixwaze
dikare here nav buhuştê. Blêtek ji bo çûna Diyarbekrê yan Ruhayê
ji xwe re bikirin û hew. Lê belê, her çend ev welat xwedî ev
çend hewa xweş e, her çend xwedî ew suruşta rind û ciwan e jî, î
roj na yêt naskirinê. Van desthilatdar û xwînmijokan, hem
piraniya xwezaya Kurdistanê û hem jî piraniya mirovên Kurdistanê
ji bînî ve kirine nexweş û dîl û li ciyê xwe hiştine.
Ji bo nimûnê
Newalê Çorê ku di encama lêkolînek arkeologîkî de wek ’yek ji
kevintirîn şûnewarê avabûna mal, gund û bajaran’ hat zanîn, bi
çend kîlometran ji Girê Navokê dûr e, sala 1992’yê di bin ava
bendava Ataturk’î de hat hiştin. Heman çarenûs, bûye çarenûsa
Hesenkeyf’ê, bajarê sikeftî yê bi deh hezar salan kevin. Evan
hêjayî û kelpûrên çandî, ne tenê yê xelkê kurd e, her wisan
kelepûrek çandî yê tevaya mirovayetiyê jî ye.
Ew welatê ku
xweştirîn nan û badeyî dide mirovî, ew welatê ku ciwantirîn û
xweştirîn sebze û mêwan dide mirovî, ne bi çalakvaniya
guhertinên jeolojîkî be jî, bi destê van desthilatdarên
xwînmijok ve hatiye rûxandin. Ew serên bêjimar û bêdawî jî, ku
li ser vî erdî rû dane, ew jî sedemek din a rûxandin û talana vî
welatî ne.
Li hevberî
tev van nebaşî û rûxandinan, gava mirov ber bi hênikayiya êvarê,
li mêvanxaneya li ser
Girê Çil Dergûşê (’Kirklar Daxî’) ya li biniya
Amîdayê (15), li Mezopotamiya bakurî dirûne û bayek hênik
hinarikên ruyê mirovî miz dide, gava mirov qurtek ji wê badeya
buhuştî a bi pêzanîn û tecrubeyên bi hezaran salan ji nav
kûrahiya erdê Mezopotamiyayê hatiye bi destvehanîn û tirşkirinê
divexwe, hingê bi rastî jî mirov dibêje qey mirov li nîvê
buhuşta gerdûnî ye. Wan çêj û teamên ku gava mirov dixwe, bi
dehan, bi bîstan sênîk dihêne ber mirovî, ji ber xweşbûna wan
his bi mirovî re na mîne. Gava ku hozan jî bi wî dengê xwe yê
tarî û tijenepem, dest bi xwandina riste û helbestan dike, gava
ji bo demek kurt be jî Tu ji ber van ciwaniyên li dora Te ne, Tu
sermest û gêj dibî, bi Xwedê hingê Tu li nîvê buhuştê yî.
ÇAVKANÎ/ BINERETIN/
SPARTEK:
1. Navê
kurdî: Girê Navokê
2. Navê
kurdî: Rûha
3.
Der Spiegel,
Nr.23 / 3.6.2006
4. Kok
û rehê vê çîroka ku li Încîlê ve hatiye kadkirin, ji efsanyên
sumerî hatiye wergirtin. Navê vê efsaneyê (Baxçeyê Xwedanokan -
Dîlmûn)
5. W.F.
Albright, von der Steinzeit zum Christentum, Israil, 1969, s.237
6.
Bajarê Marî
li jora erdnûigariya robarê Feratê ye. Navê wê yê bi
kurdî Girê Herîrî
ye. Marî dihê wateya bajarê kestîyê. Sala1936
lêkolînên arkeologîkî li vir dest pê kirin û zaniyar rast li
qesra bi 300 odeyî ya qeyser Zîmrîlîm’î hatin. Di nav van odeyan
de li dor 20 hezar nivistên mîxî hatin dîtin. Di nav van nivîsên
mîxî de, nêzîkê 5 hezar nameyên dîplomatîkî yên ji padîsah û
wezîrên welatên mezopotamiyayî yên cihêreng û ji avahiyên mîretî
(dewletî) yên wan re hatibûn hinartin hebûn. Ev qeyserî li dora
salên 1900-1800 qeyseriyek grîng ê dema xwe bû. Firehiya welatê
wan ji Babîlê ta tixûbên Sûriyê li dor 300 hezar km’yî bû.
Pistî Zîmrîlîm’î Hamûrabiyê samiyê rohelatî bû qeyser.
7. James, B. Pritchard,
the Ancient near East, Supplementary texts and Pictures Relating
to the old testament, New Jersey, 1969, s. 125
8.
Edward Bocon,
”Versunkene kulturen geheimnis und rätsel früher Welten” Köln
1963
9.
SCIENCE
14 november 1997
10 .
Nickles, Harry G/
Middle Eastern Cooking, The Food That Launched Civilization, USA
1969
11.
Robert J. Braidwood,
Bruce How/ Prehistoric Investigation in Iraqi
Kurdistan, University of Chicago, 1960
12. Don and Patricia
Brothwell/ Ancient Peoples and Places, Food in
Antiquity Food and Places, London 1969
13.
Wîgram/
The Cradle of Mankind, Life in Eastern Kurdistan, London 1914
14.
Prof Stuart Piggot/
The begining of wheeled Transport, Scientific American, July
1968, p.
82-90
15.
Navê rûmî
(îtalî/grekî)
ya Diyarbekrê.
Goran Candan
5-10-2007
FERHENGOK
Girê Navokê:
[Göbekli Tepe, tirkî] gundê li biniya Çiyayê Pîroz ku perestgeha
herî kevin a cîhanê lê hatiye dîtin. 10 km ji bajarê Rûhayê dûr
e.
Herran:
Ew herêma mêjûyî ya ku li Încîl’ê bi nav dibe, herêmek bakurê
Kurdistanê ye. Li nivistên berdî Yên ji hîtîtiyan mayî, kada
herêma Herran’ê dike. Wateya Herran’ê RÊ ye. Navek pirr rast û
durust e ji ber ku Herran tam jî li ser xaçeriya Hevrîşimê û
riya ku ber bi bakur ve diçe Sûriyê û Anatolyayê dikeve.
Çiyayê Pîroz:
Ew çiyayê ku li wêjeya sumeriyan û Încîlê navê wî dihêt nimandin
û vegotin. Li gor Încîlê peyxember Îbrahîm li wir niyaz û nivêj
kiriye. Î roj, li destpêka salên 2000’î, bi rêberiya lêkolînên
arkeologîkî yên Dr Klaus Schmidt, li bajarê Rûhayê li bakurê
Kurdistanê hatiye derxistin bi meydanê.
Rûha:
Ev bajar her wisan bi navê bajarê peyxemberan jî dihêt vegotinê,
dibêjin welatê Peyxamber Îbrahîm’î bûye. Bajar xwedî gelek navan
e. Her wek navên Ur, Urha, Roha, Ur-hai, Orroes, Khurrai,
Edessa, Antiokhea, Kallirhoe, hatiye bi navkirin. Sala 1100 gava
bajar ji hêla tirkan ve hat dagîrkirin navê wî ma Urfa.
Goran Candan
WÊNE
- ji wargeha lêkolînên arkeologîkî ya li Girê Navokê -

Nexseya wargeha perestgeha mêjûyî li Girê Navokê, li bakurê
Kurdistanê

Li hêlekê li ser Girê Navokê ya ku jê re li Încîlê Çiyayê Pîroz
dihê gotin xelkê herêmê bi hezaran sal qûçên keviran çêkirine û
dar dahênane ji ber ku ji vî ciyê re Pîroze (ziyaret) hatiye
gotin. (Wêne: GC&KA)

Wargeha
Lêkolînên arkeologîkî li ser Girê Navokê, (Wêne: Der Spiegel)

Perestgeha mêjûyî ya ku 11 000 sal kevin e ji hêla arkeologê
almanî Dr Klaus Schmidt’î ve hat dîtin. (Wêne: GC&KA)


Girê Navokê li nêzîkê bajarê Rûha’yê û sûnewarên din ên mêjûyî
yên li nêzîkî

Endezyariya perestgehê (Wêne: urgeschichte.org)

Dr
Klaus Schmidt li Girê Navokê

Dîmenek ji ser Çiyayê Pîroz a desta Herranê (Wêne: GC&KA)

Dîmen ji
besek perestgehê (Wêne: GC&KA)

Li ser riya Çiyayê Pîroz (Wêne:GC&KA)

Li ber perestgeha herî kevin a cîhanî li ser Girê Navokê (Wêne:GC&KA)

Stûnen kevirî yên di sêweya tîpa ’T’yî ku bingeha avahiya 11000
sal kevin pêk dihêne (GC&KA)

Besek ji avahiya perestgehê (wêne: Wikipedia)

Wêneyên li ser berdên T

Peykera herî kevin a dunyayê (11000 sal)

Nivîsên Wêneyî ên pîroz - hîeroglîf (Wêne: Wikipedia)

Dîmenek ji pîrozeya ji qûçên kevir û daran li ser Çiyayê Pîroz -
Girê Navokê (Wêne: GC&KA)

Dara li ser Girê Navokê li Pîrozeyê

Govara Der Spiegel 23/06

Gola Peyxember Îbrahîm’î bi masiyên pîroz li bajarê Rûhayê li
bakurê Kurdistanê
JI BO AGAHDARIYÊN BERFIREHTIR:
http://www.saradistribution.com/perestgehaherikevin.htm
Kurdish Book Bank - SARA
www.kurdishbookbank.org
+46 70 791 36 06
+46 8 33 12 29
|