Erşîfa Kurdî 2008

 

Erşîfa Heyva 2 Sala 2008

 

Ku çemek rûyê beqê şil neke?
Arjen Arî / K.B.X.18.08.08

A.
Di wexteke bêsalix de ji pêşiyên me du rihspî, li qelavîzka li ber berberojk rûniştine, ji hêlekê de hilmên mişt li tutina Xursê didin, ji hêla din jî bo ku cih li sohbeteke xweş vebe, yek dibêje, ‘dee looo… guh mede gotinan, gûyê hişk bi meriv ve nazeliqe’!

 

Şoreş û Serxwebûn di hozanên Cegerxwîn de
Cankurd / K.B.X.18.08.08

Cegerxwîn Bi xwe feqîr bû, ji bo ku zikê xwe û yê dê û bavê xwe têr nan bike, ji zarotiyê de dest bi kar kiriye, belengaziya wî di nivîsînên wî de perdeyek ji tariyê û sohtine bi xwe re berdaye û ew di hozanên xwe de gelek caran li ser belengaziya xwe peyiviye, wek:

Hejmara 93 ya Agirî derket û roja 15.08.2008’an çap û belav bû.

K.B.X.17.08.08

Agirî bixwînin, binasînin. Têdîtin, pêşniyar û rexneyên xwe ji bo me bishînin.
Agirî li ser vî navnîşanî bixwînin û bidest bixin.

Rojeke reş bû

Hozan X.Efrînî K.B.X.15.08.08

Rojeke reş bû ji rojên Kurdan
Rojeke reş ji sêşema candan
Li gundên girî Ezîz teqîndan
Li sîpa şêx xidir jî alafdan
Dengeke ji ber hawara wîjdan

Komkujiya Şengal di yekemî selveger de hat ji bîrkirin

Mecîd Heso/ K.B.X.15.08.08

Salek beriya niha wate li 14.08.2007 an destê reşê teroristan gehişt du Komelgehên sivîl û bêguneh (Gir Ezêr û Sîpa Şêxidir) li qeza Şengalê. Li gorî encamên ne fermî yên ji bal komeleya rewşenbîrên êzidiyan ve ku navenda wê li qeza Şengalê ye hatine belav kirin, ziyanên vê bûyerê bi vî rengî bûn: 336 kes ( 120 mê û 216 Nêr)

 
Berhema Hozanvanê Hevdem CEGERXWÎN :
Dîwana Yekê

Goran Candan: K.B.X.13.08.08

- Hozanê Serbestî-Azadî û Aştiyê
Ev dîwan sala 1945'ê li Şamê, li Çapxaneya Tereqiyê, li nav Kitêbxaneya HAWARê, (hejimar 19'ê) hatiye çapkirin.

 

Turkmen ji bo Kerkûkê giraniyê didin dîplomasiyê

K.B.X.13.08.08
Turkmenên Iraqê ji bo pirsa Kerkûkê û daxwaziyên eniya turkmenan giraniya xwe didin xebatên dîplomasiyê. Ji vê awirê ve gava giring li Swêdê hate avêtin.

 

Çirûsk

Kamran Simo Hedilî / K.B.X.13.08.08

dil
nefela baran lêhatî
hestên me xunavgirtî
hatinên dûr
li mirina lehengên bênav dinêrin

 
K.B.X-02.08.08 

Kasêteke tomarkirî bi dengê mamoste Hemîd Derwîş sekretêrê partîya demokrati pêşverû kurd li Surî yê gihaya me, û fermo gohdarî bikin :
 

Ev dengê tomargirî gihşte malpera me bi dengê mamoste Hemid Derwîş ku wî gelek caran di semînerên xwede ev dîtin di navbera dem û demeke de didan..

 

Rapora Amnesty International ya 2008 an:
”Li Herêmê binpêkirina Mafê Mirovan didome”

K.B.X-04.08.08

Li gorî raporên ji li bakurê Iraqê, herêma ku ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê tê kontrolkirin tên, li wir binpêkirina mafê mirovan, girtina kêfî, îşkencekirin û îdamkirina mirovan berdewam e. Hişkî û şideta li dijî jinê berfirehî dibe.

 

Pirtûkek nû li ser:
Hunerên folklorî û millî yên Kerkûkê

K.B.X-04.08.08

Li stana (wîlayeta) Kerkûkê her du zaravên soranî û goranî tên axiftin. Folklora ev her du zaravên he di hiş u hizra xelkê vê devera navbirî de dijît, ku beşek ji folklora derverên dewr û..

 

Îran bi biryarên hovane ber bi rekorê ve diçe:
Di mehekî de 29 kes hat îdamkirin

K.B.X-04.08.08

Dezgeha Mafê Mirovan, Amnesty International-AI ji ber pirîdamkirinên li Îranê bi beyanekî hêrsbûna xwe anî zimên. Beyana AI wisa ye:

LI SER PIRS Û GELSHÊN ZIMANÊ KURDÎ -2-
K.B.X-04.08.08 Goran Candan

Van demên dawiyê, ji hêla kurdan ve kampanîne ji bo Zimanê Kurdî divebin.
Em serkeftinê ji bo van kampaniyan dixwazin û me hêviyek xurt heye, ku van kampaniyan bikaribin bigehîjin armancê û piraniya wan kur û keçên me yên ji nifşên nuh, ku li ber xetera jibîrkirina Zimanê xwe yê Dê ne, bikaribin hişyar bikin.

 

PIRS Û GELŞÊN ZIMAN PIRSEKE REWŞENBÎRÎ YE -1-

K.B.X-02.08.08 Goran Candan

Li ser Gelşên Zimanê Kurdî û Guftûgoyên Heman Mijarî
Kurd ku ji van doman û qonaxên serûbinbûnî ya civakî derbas bûne, dîsan zimanê xwe winda ne kirine. Her çend ku li warê serbestiya bi karhanîna zimên,..

Helbestirana Gulên Mûmdankan” a Mihemmed Hemo

K.B.X-02.08.08 Cankurd

“Helbeststirana Gulên Mûmdankan” ji aliyê hozanvanê Kurdaxî Mihemed Hemo ve, û bisergotinek helbstvanê navdar Letîf Helmet, û bi xemleke xweşika Şahî M. Hemo, li çapxaneya Yad. Silêmanî, îsal di bin jimara fermî (1314-2008) de, wekî nofirka (21) ji zincîra weşanên dezgeha Sema ya çandî û hunerî ya Dubey, derketiye.

 

wextek xweş bi stiranê Hêja Şvan perwer re derbaskin.
K.B.X-31.07.08
Em spasîya we dikin ji bo sebir û bendewarîya we. Cara pêşîyê hûn dikarin bi rê ya SMS ê
ringtone, MP3 û logo ji beşa multi-media ji bo telefona xwe ya mobîl werbigirin. Herweha
hûn dikarin nûçeyên herî dawî jî di beşa blogê de bixwînin. Di demek nêzik de jî hûnê karibin
têkevin malpera nuh ya Fonda Şivan Perwer ji bo Çand a Navnetewî www.sp-f.org.

 
K.B.X-31.07.08

Hejmara 92 ya Agirî derket û roja 31.07.2008’an çap û belav bû.

Agirî bixwînin, binasînin. Têdîtin, pêşniyar û rexneyên xwe ji bo me bishînin.
Agirî li ser vî navnîşanî bixwînin û bidest bixin.
http://www.kurdistanmedia.com/kurmanci/agiri/this/index.php

 
Ji EuroKurd ê gava yekem:

Rewşa Rojhilatê Kurdistan û Terora Dewletî
EuroKurd Human Rights li ser mafê mirovan li Kurdistanê dixebite, dosyayên taybetî amade dike.
Dosya yekem bi munasebeta salvegera şehadeta Dr. Qasimlo hate amadekirin. Qetilkirina wî, şêweyê çalakiya li dijî Dr. Qasimlo û hevalên wî tê niqaşkirin. Dosya di çarçoveya
K.B.X-07.07.08.11.10.EU

Mustefa Begê Cemîl Paşa Diyarbekirî jî çû ber
dilavaniya Xwedê
Konê Reş

Berî du rojan ango
K.B.X-06.07.08.12.15.EU

Zagonên Awerte

Abbas-Abbas

10/12/05-Aachen
-Bapîrê min, hîn di dema perfa sor de, ji gundê Kevirzê, li herêma Mêrdînê, jiber sextkariya tirko li dij gelê kurd
;
K.B.X-06.07.08.10.25.EU

Sernivîsa rojnameya DENG * - Hijmar 95 – Tîrmeh 2008

DI KÎJAN LAYÎ DE NE EV RÊKXISTININA ?
Û KANÎN PÊDIVIYÊN WAN ??
Xuya ye ku rêpîvana guhertinê û veguheztina demoqrat berdewam dimîne li cîhanê, û ew nesekinî û dê nesekine ji hilweşîna Yekîtiya Soviyet û vir de li Ewropaya rojhelat û dewletên Bulqanê û ta

 
K.B.X-05.07.08.13.40.EU

Gotina komîta kovarên kurdî li sûryê di salvegera koçkirina

Seydayê keleş de
Rêzdaran
:
Mnalbat, heval û dostên seydayê keleş

 
B.X-03.07.08.09.25.EU

Koşnêr û têgaha demokrasiyê....!!!?.

Hozan X Efrînî

Di rojên burî de,wezîrê derva yê firansa Bernar Koşner ,ji medyayên cihanî re ragehandi bû, ku ''''artêşa Turkiyê hêza demokrasiyê ye''''…!!!???.lê bi rastî ev gotin, gelek wateyên xwe yên cur be cur hene, hem ji hêla berbatkirna wataya rast, ya têgaha demokrasî yê, û hem ji hêla wataya ..

 
B.X-03.07.08.09.25.EU

Stockholm 02 06 2008

DAXUYANÎ

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ
Kurdistaniyên xoşewîst û qedirbilind!

 
K.B.X-01.07.08.21.30.EU

Zinara reş û tarî

Hozan X Murşid.

sî û çar sal berê

Bi biryarên neyar

Bi kiryarên tûjhar

 
K.B.X-30.06.08.10.00.EU

Hejmara 90 ya Agirî derket

Naveroka hejmara 90 ya Agirî ev e:
Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.
Hejmar 90-30'ê Hezîrana 2008

 
K.B.X-29.06.08.10.45.EU

Ji Dr. Beşikçi mesaja serkevtinê bo EuroKurd ê

EuroKurd Human Rights bêhtir li ser pirsa mafê mirovan kur dibe. Dezgeh nû ye, navenda wê li Swêdê ye û navê malpera xwe www.eurokurd.net e. Pirsên mafên mirovan li Kurdistanê raçav dike û xwe ji bo gavên modern amade dike.

EuroKurd ê berî niha biryarek girtibû. Her wisa ji raya giştî re qala proje û dosyeyên di destê xwe kiribû...
K.B.X-24.06.08.08.40.EU

Şevek bê we…nayê jiyan
Hozan X Murşid


Şevek bê we nayê jiyan

Ji temena… min diçe
Ji hisrên … min diçe

 
K.B.X-13.06.08.19.00.EU

Pirtûkên bijarte -6-

Xwendina pirtûkan ji min re ne hobî ye. Nexweşî ye. Ez evîndarê xwendina pirtûkan, ew jî hevalên tenêbûnê û xezîneyên manewî ne. Hejmarek pirtûkên hilbijarte hene ku li ber destê min in. Ez hemalê wan, ew jî derdê min dikşînin. Ez dixwazim di vê rêzenivîsê de, li ser wan pirtûkan kûr bibim.

Kaniya klasîkên me: ”Filîtê Quto”
Gabar Çiyan

 
K.B.X-13.06.08.19.00.EU

Di Edebiyata Kurdî de:
Dîmenên erotîk û etîk -3-
Gabar Çiyan

”Di Edebiyata Kurdî dîmenên erotîk û çarçoveya etîkî” mijarek giring e. Dîmenên erotîk di gelek berhemên kurdî de rojane derdikevin pêşiya me. Di dawet û dîlanan de, jin û mêr xwezaya berhemê dipejirînin û dîlana xwe dikşînin.
Bandora çandên biyanî û tercumekirina şaş ya îdeolojiyan, sansura şexsî û tabûyên şiklî rê li ber digirin ku dewlemendiya gelerî derbasî ser rûpelan bibe.

 
K.B.X-06.06.08.10.30.EU

Hejmara 88 an ya Rojnameya Agirî belav bû deket

Rojnameya Agirî ji 15 rojan carekê li Kurdistanê çap û belav dibe û yekemîn weşana bi zaravayê kurmancî li rojhilata Kurdistanê ye. Giraniya nevaroka xwe, polîtîk û çandî ye. Hejmara nû a 88 an, di 31 ê gulanê de ji çapê derket û belav bû. http://kurdistanmedia.com/kurmanci/ navnîşana elektronîkî ye ji bo têkiliyan. Naveroka hejmara 88 an ya Agirî ev e:
 
K.B.X-06.06.08.10.30.EU

Kurd serbilinde
Kurd serfiraze

Hozan X Efrînî
Silavekeke gerim
Bi nave gel bo te
Ey şêxê şehîdan
Bi mezinayî ya te
Bi rastîya navê te

 
K.B.X-06.06.08.10.30.EU

TIRALÊ BEXDÊ!!!
Mistefa Cizîrî

Şarê Bexdê gelekî qedim û kevnare ye. Ev şarê ku di dîrokê de roleke girîng û navendî lîstiye, pir dewlemend tije û têr bû.
Bexda navenda hukumdar, desthilatdar, bazirgan û dewlemendan bû. Ev şarê navdar li ber xêr û bereketa ava pak û zelal ku ji serê çiyayên Kurdistanê dilop bi dilop diherikî bor, boş û dewlemend bû. Navê şarê Bexdayê li çaraliyên dinyayê bi dewlemendî belav bibû.

 
.B.X-01.06.08.16.00.EU

Arşev ê Oskan di 7.6.2008 beşdarî kocka rojavaye kurdistan

7.6.2008 shembiyê sehet 9.30 helbestvanê kurd / Arşev ê Oskan / babet: ferq û cudahî di navbera helbestvanên kurd yê li dervî welat u yên li hundurî welat ?? û bandura sestema dewleta hundur u derve ser nivîsa helbestê ? li kocka rojavaye kurdistan.. (Şevger)
 
K.B.X-01.06.08.16.00.EU

Min wiha Rewşen Xanim Bedirxan naskir
Di got:*Malê kurdan malê mine…*

Konê Reş

Berî pêleke dirêj kak Zekî Ozmen, xwediyê malpera Celadet.com çend pirs ji min re şandibûn, li dor Bedirxaniyan. Belê mixabin, di wê hingê de, ji ber gelek xwestekên rojane, ew derfet li bal min nebû ku bersivê bidim..

 
K.B.X-29.05.08.08.45.EU

Pariyê Berdemayî” ya Wezîrê Eşo
Li pirtûkxaneya Kurdî zêde bû

Besam Mistefa-Hewlêr

Ji nav weşanên Wezareta Rewşenbîriya Kurdistanê-Birêvebiriya Giştî ya Rojnamevanî û Çap û Belavkirinê, bi jimara 292an, kitêba nivîskar û dîrokzanê kurd Wezîrê Eşo ya bi sernavê“ Pariyê Berdemayî” derket.
Wezîrê Eşo kitêbê diyarî “ bîranîna birê xwe Ezîzê Eşo ya geş û pîroz” dike. Pêşgotina pirtûkê bi destê nivîskarê Kurd Eskerê Boyîk hatiye nivîsandinê. Esker bi dûrûdirêjî r..

 
K.B.X-28.05.08.13.45.EU

EZBENÎ ! – 9 –... HISARGEH!

Konê Reş

Ezbenî!
Hisargeh, têwerandin an rexûrûgirtin tev bi yek wateyê ne. Belê ezê gotina hisargehê bi kar bînim. Ev hisargeha ku roja îro konê xwe, bi dijwarî di ser te re vegirtiye. Hisargeh ne tenê eve; ku tu di şeran de, têkçûbe, bi devê tivingên dijminan hatibe dorpêçkirin, dijminan çarçoveke bi mayîn û têldirî li dor te çandibin an mafê te yê netewî û rewa li te hatibe..

 
K.B.X-25.05.08.12.00.EU

Sîxûr
Abbas Abbas
28/06/06 Aachen

Di rojên reş û giran de, yên ku mafên gelan têkdiçê, hin rêxistinên gelerî, barê berxwdanê di kevê ser milê wan de, di nav re jî û ev tiştekî dîrokî ye, ku serbaz û qehreman tên der, wilo jî ev rêxistên û ev rêbaz û qehremanên han dibin ermanc ji îrêşên dijmin re, û bi her ewayî li girtin û kuştina wan di girin!...Bi cih anîna vê mebestê re jî, bi dehan sîxûr tên bi karanîn, sîxûr jî bi piranî, ji nav gelên bin dest tên neqadin û bi karanîn!.
...
 
K.B.X-25.05.08.11.40.EU

Roja şemiyê 31 gulanê, demjimêr 10ê şev bi çaxê Qamişlo, di Koçika Rojavayê Kurdistan de, mijara mamoste Rezoyê Osê li ser babetê jêr e :
 
K.B.X-25.05.08.11.20.EU

Sê pirtûkên Deham Ebdul Fetah
..silava li rewşenbîra dikin

1.Dastana
GilGamêş
Werger u amadekar Deham Ebdulfetah
2. Nav di zimanê kurdî de(Kurdmanciya jorîn)
Deham Ebdul fetah.

 
K.B.X-22.05.08.22.25.EU

Navenda Zarathustra News ê vebû


Zarathustra News di sersala 2007 an de dest bi xebata xwe kiribû. Li ser bingeha rojnamevaniya lêkolînerî giraniya xwe dabû pirsên çand, ewlekarî û mafê mirovan. Di destpêka 2008 an de biryarek fermî wergirt. Li gorî biryarê bikaranîna zimanê erebî, tirkî û farisî di tevayên xebatên xwe de rawestand.
K.B.X-18.05.08.15.30.EU

FELSEFEYEK JI XALEYÊ

Bêkes Reşîd.

Bekes2can@yahoo.com.
Ziwa
… Hişk
Bêjeyek mişt hemû mijar

 
K.B.X-16.05.08.11.30.EU

Bêzar
Abbas-Abbas

01/04/07-Lüttich. B
Ji destpêka biharê, tîrêjên rojê bi danê bêriyê re, germ xwe berdidan ser tingê rîxan li gundê Nisran, ji herêma bajarê Qamişlo!….. Çarîkê û heya ku bi vê germê re, hilm ji rîxên hêwî di fûriya û pê re dida pozê Bêzarê Keçel, tengezarê bê kes û bêkar û bêcar!…..

 
K.B.X-16.05.08.11.30.EU

Naveroka hejmara 87 ya Agirî ev e:

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.
Hejmar 87-15'ê Gulana 2008
SIYASÎ

 
K.B.X-16.05.08.11.30.EU

Di Yadîvegera 76 Saliya Kovara HAWAR ê De

Konê Reş

(Dema ku em behsa zimanê kurdî yê standart dikin, ew ji bo hemû Kurdan e, ne tenê ji bo Kurdên başûr, ji bo vê yekê jî divê ji hemû perçên Kurdistanê zimanzan û lêkolînvan di wê xebatê de cih bigirin, ezê jî piştgiriya wê xebatê bikim...)*

Serok Mesûd Barzanî

 
K.B.X-11.05.08.1700.EU

Pirtûkên hilbijarte -1-

 
Xwendina pirtûkan ji min re ne hobî ye. Nexweşî ye. Ez evîndarê xwendina pirtûkan, ew jî hevalên tenêbûnê û xezîneyên manewî ne. Hejmarek pirtûkên hilbijarte hene ku li ber destê min in. Ez hemalê wan, ew jî derdê min dikşînin. Ez dixwazim di vê rêzenivîsê de, li ser wan pirtûkan kûr bibim.
 
K.B.X-11.05.08.1700.EU

Parlamenterên Eurotirk:
Bidestxistinên demokrasiyê di xeterê de ne

Parlamenterên Ewropî ku bi eslê xwe ji Tirkiyê ne, daxuyaniyek hevbeş belav kirin. Daxuyaniya wan balê dikşîne ser têkçûna demokrasiyê li Tirkiyê û xeterên li pêşiya wê. Li gorî nuçeya AB yê, parlamenter dibêjin:

 
K.B.X-10.05.08.22.40.EU

Kerekî Kurd û Şivanekî Ereb:
11/06/06 Aachen
Abbas Abbas

Piştî sosrita şivanê pezê bavê Emîne, ku di kavilê Heso de kir û di nav gelê gundê Nisran de deng da û bilav bû, bê serî û şop ji gund reviya û bê deng winda bû!....Loma keriyê pezê bavê Emine, ma di mexelê xwe de bircî!....
Li gundên der û dora, li şivanekî geriya û li nav gel derdê xwe got!...
-Şivanê min bênamûs, dev ji min berda û bê şop û deng bi çolê ket!...

 
K.B.X-10.05.08.22.40.EU

Hevalê riya dirêj, bavê lorîn
Ew çi roj bû pismamê delal,
Ew çi bêtar bû hevalê şêrîn,
Ew çi mirin bû birayê hêja,

Ew tevde di rojekê de bûn , roja înê, îna reş 11.05.2007 li nêzikê katjimar 12 nîro, dema ev bêtara ha bi serê zarok, jin, xûşik û bira, pismam, heval û dostên te de qewimî. Ew rojeke reş bû me hemîyan, roja ku te ji nav me barkir û xatir ji ti kasî nexwest.

 
K.B.X-03.05.08.13.35.EU

Widad Akreyî :" Her kes debe cih begre de nava ve prose de ji bo çespandina aşti û aramî û ji bo parastina jiyane kesen civil".

Dîdar

Hozan X Efrînî
Jibo ji nêz de rewşa girtî û fişarên ku roj be roj bêtir dibin li ser bizava rizgarîya gelê kurd li her çar alîyên Kurdistan ,me wek rojnama ASO li silêmanêyê başurê Kurdistan, bi baş zanî ku hevdîtineke ber fereh li seroka rêxistina bergirî navneteweî(Defend International)rêkbixin.

 
K.B.X-07.07.08.11.10.EU

Mustefa Begê Cemîl Paşa Diyarbekirî jî çû ber
dilavaniya Xwedê
Konê Reş

Berî du rojan ango
K.B.X-06.07.08.12.15.EU

Zagonên Awerte

Abbas-Abbas

10/12/05-Aachen
-Bapîrê min, hîn di dema perfa sor de, ji gundê Kevirzê, li herêma Mêrdînê, jiber sextkariya tirko li dij gelê kurd
;
Sernivîsa rojnameya DENG * - Hijmar 95 – Tîrmeh 2008
DI KÎJAN LAYÎ DE NE EV RÊKXISTININA ?
Û KANÎN PÊDIVIYÊN WAN ??
Xuya ye ku rêpîvana guhertinê û veguheztina demoqrat berdewam dimîne li cîhanê, û ew nesekinî û dê nesekine ji hilweşîna Yekîtiya Soviyet û vir de li Ewropaya rojhelat û dewletên Bulqanê û ta

 
K.B.X-30.04.08.09.35.EU

Win karin Hejmara nû "86" (30.04.2008) a rojnameya Agirî bixuînin


Pêşmergeyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Bijî Kurd û Kurdistan
K.B.X-25.04.08.08.40.EU

Konsertek ji bo Şehîdên li Qamişlo

Piştgirî ji bo Malbatên Şehidan

Fonda Şivan Perwer Ji Bo Çand û Hunera Kurdî roja 10ê Gulanê 2008 li Elmanya Bakur nêzî bajarê Hamburg li Neumünster konsertekê ji bo biranina Şehîdên Newrozê li Qamişlo Mihemed Zekî, Mihemed Mehmûd Hisên û Mihemed Yihya Xelîl..
K.B.X-22.04.08.16.30.EU

Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi

Di van mehên dawiyê de rejîma baas ya Sûrî çendî diçe ji bo miletê Sûrî dibe xeterek mezin.
Li jêr çend nimûneyên vê xeterbûnê dinîvîsim:
Siyasî:
Heya niha çend grûb ji bo desthilatdariya baasiyan di nava xwe de şer dikin:

 
K.B.X-22.04.08.16.20.EU

Hejmara 85an ya rojnameya Agirî derket

Rojnameya Agirî ji 15 rojan carekê li Kurdistanê çap û belav dibe û yekemîn weşana bi zaravayê kurmancî li rojhilata Kurdistanê ye. Giraniya nevaroka xwe, polîtîk û çandî ye. Hejmara nû a 85 an î, di 15 ê nîsanê de ji çapê derket û belav bû. Naveroka hejmara 85 ya Agirî ev e:
K.B.X-22.04.08.16.15.EU

BITROL EREBΠMO KURDΔ

Mistefa Cizîrî

Ev buyer di navbêra min û şivanekî ereban de derbas bûye. Ez dixwazim bi we re pay bikim:
Dema navê kurd û Kurdistan tê bilêvkirin, netewên cîran hêrs û tûre dibin û behsa biratîya musilmantîyê dikin. Lê, wek ku tif devê hev kiribin qet behsa maf, azadî û serxwebûna Kurdistanê nakin.--

 
K.B.X-16.04.08.09.20.EU

Hunermendê Yahudî Surçî:
Jiyan û hunera me kurdî ye
Gabar Çiyan


Çanda cuhuwan li Rojhilata Navîn yek ji wan çandên têra xwe kevnare, dewlemend û esîl e. Mîna çanda kurdî, mafê parastin û pêşxistina çanda cuhuwa li ser xaka wan, mafekî pîroz e.

Pir eşkereye, ku dewletên cînar bi cuhuwan re ne dost in. Helwêsta ereban û Îranê li dijî Îsraîlê diyar e. Têkiliyên Tirkiyê hinekî baştir xuyanî dike. Lê divê neyê jibîrkirin ku, têkiliyên dewletî, hinek caran têr nakin ku bibin navgîn/pir di nav çandên cewaz de. Gelê tirk jî, mîna ereb û farisan
K.B.X-16.04.08.09.20.EU

Şehadeta Xalid Begê Cibrî û hevalên wî

Tehsîn Sever
Xalid Begê Cibrî yek ji serokên neteweperwerîya kurd e. Vê îdeala ku di dema xwendekarîya xwe ya li navbera salên 1891-1902 de nas kirîye, hem di warê hizrî hem jî pratîkî de organîze kirîye. Di her gavavêtina vê dozê de wî xwestîye peywirdarîyê bigre ser milê xwe. Tiştê ku di nameya bo Simko nivîsîye de qiset dike, gelek balkêş e. Dibêje:
K.B.X-15.04.08.10.20.EU

Wezareta Derve ya Swêdê:
Suriyê Mafê kurdan binpê dike

Wezareta Karên Derve yê Swêdê berî bi çend rojan raporên berfireh li ser pirsa mafê mirovan belav kir. Di raporê de dîtina fermî ya Swêdê li ser rewşa welatên cewaz hatiye diyarkirin.
K.B.X-14.04.08.10.10.EU

Wéjeya Kurdi li Bruksel

Derwich Ferho, Director Koerdisch Instituut 11. Nisan 2008 12:12:
Het Beschrijf u Enstituya Kurdi ya Brukselé péshkesh dikin
Wéjeya Kurdi li Bruksel: bi beshdariya Shahiné Bekiré Sorekli (Rojavayé Kurdistan/Australia), Hévi Berwari (Bashuré Kurdistan/Germania), Hasan Kaya (Bakuré Kurdistan), Ferhad Pirbal (Bashuré Kurdistan), Koné Res (Rojavayé
K.B.X-14.04.08.10.00.EU

Sînema Kurd û Şerê Tirkî
Yan jî, çîroka nu a filmê Davîdê Tolhildan

Carek din rejîma Tirk di riya Qunselisên xwe de mudaxele dike, ku filmê kurdî „Davidê tolhildan“ were qedexekirin.
Filmê derhinêrê kurd Mano Xeli „ Davîdê Tolhildan“ carek din ru bi ru li ber çavsoriya rêjima Tirk ma.
K.B.X-09.04.08.21.30.EU

Pirsa Kurd û AKP
Îsmaîl Beşikçi

Di Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) de ew îradeya sîyasî ku bikanîbe di Pirsa Kurd de çareserîyeka demokratîk pêk bîne tune ye. Di hukûmeta AKPê de gelo nîyetek ku ji vê pirsê re çareserîyeka demokratîk bîne heye, gelo hukûmeta AKP hîs dike ku di vê mijarê de tiştekî bike, gelo tiştekî wisa difikire, ez ne emîn im. AKP, di dema hilbijartinên 22ê tîrmeha 2007an de herwekî ku xwedîyê nîyeteka wisa be dihate dîtin. Lê êdî wisa nayê dîtin. Ger pêwîstîyê bi kirina hîn tiştan bibîne yan hîs bike jî, êdî ne di wê şîyana sîyasî de ye ku bikanîbe pêk bîne.
Pêşî divêt dendika pirsê bête têgihîştin
K.B.X-09.04.08.21.25.EU

Ji weşanxaneya Xanî li Dihokê
Pirtûka “Gohtinên Pêşiyên Kurda” ya Diya Ciwan derke
t
Hewlêr–Kurdistana Îraqê

Li Dihokê, herêma Kurdistana Îraqê kitêba nû ya nivîskar û helbestvana Kurd ya naskirî Diya Ciwan ji aliyê weşanxaneya Xanî ve derket û kete ber destê xwendevanan de. Kitêb bi zimanê Kurdî û bi herdû elîfbayên bi tîpên erebî û latînî hatiye çap û belavkirinê. Mezinahiya kitêbê dora 100 rûpelî ye. Naveroka kitêbê wek ku ji navnîşana wê tê xuyakirin, li ser çend gotinên pêşiyan yên hilbijartî ye ku Diya Ciwan ew bi dirêjahiya salan dane hev û pêşkêşî xwendevanan kirine. Diya Ciwan vê kitêba xwe diyarî “ Ji bo palpişta Birca Belek
K.B.X-07.04.18.35.EU

Agehdarî û Pîrozbahî bo gelê me!!!!!!!!!!
Y.Sabri Qamişloki

Dema kû me kocberi da ber Cavê xwe, ma baş dizanîbû go emê ci nexweşi û belengazyê di jiyane xwe ya nûjen de bibînin, lê sed mixabin kû ev ne bi destê me bu, ji ber zilm, zordarî, kuştin, komkûjî û bindestiyê em gihandin vê asteya xemgin.
Lê ji ber hestên me yê Netwî û girêdana me bi Xak û Gelê me ve û ji ber kû em xwe
K.B.X-06.04.20.45.EU

Xwepşandina Gelê me li Bruksselê

Raste mîna kû pêşyê me gotiya (heya ûrê bircî ji yê têr nîna), ax me bi ci cewişeke mezin û hestên xwe yê Netwî kare xwe dikir, bê emê kengî ber bi Peyitexta Belcîkayê, bajarê diplomasî û tevgera Wealatên Europiya û Cîhanî ketin, me dixwest kû em hineke dilê dayik û bavên Şehîdên xwe xweş bikin, tozekî ji wa ji nav wa rakin, barê wa giran bi wan re hilînin, lê sed mixabin, bê em ciqas xemgîn û dilşikesti bûn, ci bi belengazî em li hev kombûn û li hev nerî , ji hev pirsî, Gelo cima wilo ? Ka 100 hezar kurdê Surî li Europa ?..
K.B.X-05.04.08.13.00.EU

Protêstokirina rêjîma Sûrya li biruksik
Mesûd Gabarî

Di roja 03.04.2008 jibo protêstokirina rêjîma Sûrya bi kuştara 20.03.2008an li bajarê Qamişlo ku Sê Muhemedên bê guneh ku bidestên şofonî û nijadperestên Baas Şehîdbûn û çend kesên dinjî brîndarbûn di ewê şeva xudawendde,..
K.B.X-03.04.08.18.00.EU

Nizar Yosif: Nizar Yosif bûye Rêwîyê xewna efsûnî

Ji hestên hunermend û helbestvanê Kurd Nizar Yosif, Pirtûkeke din li pirtûkxaneya kurdî zêde bû, pirtûk ji 30 helbestî hatiye amadekirin û ji weşanxaneya

Bafet û bi arîkarî û derhêneriya Edîrs Omer çapbûye, gava xwêner rûpelên berhevokê ji ser hev radike ,rastî helbestên evînî, civakî, netewî ku bi hestên pir nazik hatine hûnan din.
K.B.X-02.04.08.09.30.EU

Parlementerê AKP ê Kurt buyerên Newrozê nirxand:
Helwestên polîsan bê wijdanî ye!

Parlamenterê Amedê yê Partiya AK ê û endamê Komîsyona Mafê Mirovan li Meclîsê Abdurrahman Kurt li ser buyerên Newrozê axifî. Kurt ji bo mudaxeleya polîsan wisa go: Parlementerê DTP ê Akin Birdal pirs aniye meclîsê. Ji bo ku li ser pirsê lêkolîn bê kirin,
K.B.X-01.04.08.08.45.EU

Pirtûka "Licê" û roja danasina wê
Gabar Çiyan

Nivîskarê hêja Amed Tigrîs ronakbîrek pir rengîn e. Bi programên xwe yên tv yî mîna "Rojbaş Mamoste" û "Dibistana Kurdî" cihê xwe di dilên malbat û zarokên kurda de çêkir.

Weke mamosteyê kurdî û ronakbîrekî kurd di dezgehên kurdî de xebatên hêja û bêwestan kir.
K.B.X-01.04.08.08.45.EU

Stirana Aram Dîgran-î

Beşîr Sebrî Botanî

Aram Dîgran xwedan dengek rast, hestek û derbirrînek nazik e. Eger dengê wî bi zanistî bihêt şîkirin û şirovekirin, ji me re diyar dibe ku ew tenê li ser oktavekê (8 deng) distire û jê dernakeve. Aram baş dengê xwe nas dike, ji lew re li pey karîna dengê xwe awazên folklorî û millî hildibjêre û hem jî diafrîne. Eger em behsa stiranên kurdî yên folklorî û millî bikin wek hewa (miqam) û pesteyan, dibînin ku Aramî çi xwendine, yan ew çi dikare bixwîne
K.B.X-31.03.08.18.00.EU

Bidestveaîna mafên neteweyî yên gelê Kurd di çarçoveya

Îranek demokratîk û Federalî de

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.
Hejmar 84-31'ê Mar 2008
K.B.X-25.03.08.23.27.EU

Şerme eger em kêmtir ji hokmê zatî bixwazin li Suryê!

Hunermend
şevger:

Ji îro pêde pir şerme eger partîyê kurd li Suryê kêmtirîn ji hokmê zatî bixwazin û pîweste her sê beşên din yên kurdistanê ilana xwesteka fedralîzmê bixwazin ji ber kurd ev cara yekemîne di qunaxeke zêrîn de derbas dibin u gelek egerên alîkarîyê peyde dibin wekû :
K.B.X-20.03.08.12.10.EU

Serhişkiya turkmenê Kerkûkê didome


Salekûnîv e turkmenên Kerkûkê beşdarî civînên meclîsa bajêr nabin û heta xwestinên wan bi cî neyê, ew ê serhişkiya xwe bidomînin.
K.B.X-20.03.08.12.10.EU

Mustafa Barzanî
Prof. Dr. Ümit Yazıcıoğlu

Mistefa Barzaniyê (Mele) rehmetî, di 14 adara 1903 an, li cihê Barzanê hatibû dinyê. Cenabê wî, roja 3 ê adara 1979 an li Washington DC yê çûbû rehmetê. Lê xatiratên / bîranîn û lehengiya wî li cem me zindî ye û herdem dê bi me re bijîn.
K.B.X-19.03.08.18.35.EU

KURTEPISTEK DI GUHÊ TE DE
Konê Reş

1
Di welatê min de;
Dema ku xerab di govenda şerê te de
Biraqisin..
Zikreş di bin simbêlan re
Bikenin..

 
K.B.X-19.03.08.18.15.EU

Sirûda kêlên dîrokê
Kamran simo Hedili

strana
evîndarên rojê û serkeftinê
şîniya
xeyalên Sîmirên çiyayî
dengbêjiya
K.B.X-19.03.08.18.15.EU

Halaçoğlu dîsa axifî:
Mafê Tirkiyê di Kerkûkê de heye


Serokê Dezgeha Dîroka Tirka-TTK Prof. Dr. Yusuf Halaçoglu li Alanyayê beşdarî panelekê bû. Mijara panêlê "Dîrok û Tirkiyê" bû. Halaçogluyê ku dengê nijadperestên tirka ye, berî niha jî li dijî ermenî û kurda beyan belav kiribû.
K.B.X-12.03.08.18.25.EU

kometiye kare hevbeş û komela berline îro di 12.03.08 meşek liberlîn ê li darxistin

meşa berline iro di li gorî kata 12 a ..be meşe ji wittenbergplatz ...be aliye Balosxana surî de meşyan ...hejmara kurda hihîş dora 200 kurdî .. ja aliye tevgere Namak hatebû yazirkirin ,,le ye safare qebûl nekirin ,,,wan Nama xistin postffacha (Sendûqa posta) sefaretê

 

K.B.X-10.03.08.11.25.EU

Heyeta Parlamenterê Iraqê rapora xwe bi dawî anî:
Pêwîst e hêzên Tirkiyê ji Herêmê derkevin

Piştî operasyona Tirkiyê, Parlamentoya Iraqê, ji bo ku xesara ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin di cî de bibîne û raporekî amade bike sê parlementer şandibû Herêma

 

K.B.X-10.03.08.11.25.EU

Avakira Komeleya Jinên Kurdistanê Novîn Hersan:
’GAVA MÊR XWE RIZGARKE - JINÊ BİNPÊ NA KE’

Bavê Barzan

- Bi sedema 8’ê Adarê roja navnteweyî ya jinên cîhanê wek kurdek çalak ji bo mafê jinên Kurdistanê peyama ku Tu î roj bibêjî çi ye?

 
K.B.X-10.03.08.11.25.EU

Rewşa sîstema polîtîk ya Rûsyayê û Pûtîn

Cankurd

Ji sala 1598ê de, hîn çi Qeyserekî ‘Sarekî’ an Serokekî, mîna yê tev paşîn, Viladmîr Pûtîn nekiriye. Ew di nav hêzbûn û geşbûna xwe de bê serbinkirinek leşkerî an jî nexweşiyekê an mirinê, ji serokatiyê dahat, paş ku du caran li pey hev serokatî kir. Wekî li welatên demokrat ên Rojava,

 
K.B.X-06.03.08.20.10.EU

Ez bişewitim:
Dûmanê min jî wê ji te hezbike
Cankurd

Wekî bendeke avê di destpêka beharê de herdem xumxum û nalîne, geliyê dadigire û bi xwe re disojîne, wilo helbestvanê me yê hêja Hêmen Kurdaxî jî bi ser hezkirên helbestê de dîwana xwe ya sêyemîn, paş ku berê „Çêroka neynûkên şikestî“ û „Siwarên rejiyê“ weşan dibûn, davêje, tijî evîndarî û bi Kurmanciyeke asan û zelal, bi wateyên nû û dîmenên wêjevanî yên xweşik..

 
K.B.X-06.03.08.19.55.EU

Tirkiye dê li Karabax ê jî dê operasyonê bike

Tirkiyê biryara daye ku li rojhilata navîn bibe hêza tevluheviyê. Piştî oparasyona li Herêma Kurdistanê, nuha jî xwe amade dike ku li Karabaxa Ermenistanê operasyonekî bide destpêkirin.

 
K.B.X-06.03.08.19.45.EU

Birayara nû a Hikumeta Herêmê eşkere bû:
Hikumetê biryara derxistina hêzên Tirkiyê da


Ji bo Hikumeta Herêmê, têkiliyên bi welatê cînar, başkirina têkiliyan, parastina aşitiyê di nawa wan de, pirsên giring in. Hikumeta Herêmê mecbûr e,

 
K.B.X-27.02.08.21.35.EU

Kurdên Berlînê Dagirkerîya Tirk Protestokirin kirin

Îro 27.02.2008 bi Beşdarbûna zedetir ji 2000 kesî li Paytexta Elmanya Berlînê Dagirkirina Dewleta Tirk hate Protesto kirin.

 
K.B.X-21.02.08.17.00.EU

DAXUYANÎ
KOMÎTEYA HEVBEŞ/STOCKHOLM

Şandeya Komîteya Hevbeş (Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê,Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û ÎKS) bi sekreterê Partiya Gel (Folkpartiet) ya Swêdê re kombûnekê pêkanîn.

 
kbx-20.02.08.10.20.EU

Serxwebûna Kosovo

Û daxwazên piçûk ên neteweya Kurd
Nîşana fermî

Berî her tiştekî pîroz be serxwebûn a gelê Kosovo, û herbijî bo wan qehremanên ku ji gef û gurrên Uris û Sirbiyan netirsîne û serxwebûna welatê xwe dane xuyakirin û em bi hîvî ne ku teviya cîhanê va gava pîroz bike û Kosovo mîna dewletek e bi serê xwe bipejirîne.
Mirovekî Kosovoyî

 
kbx-20.02.08.08.55.EU

Çavên te … !
Ronî ELÎ

Çavên te … !
Kelek û Gemiyên dilê nîvkuştî
Dane ber bahoz û pêlên bê binî
Di heşiniya sînga xwe de
Mest û gêj hilgirtin

 
kbe-1802.08.18.35.EU

Asîmîlasyon
İsmail Beşikçi

Li Tirkiyeyê, polîtîkaya bingehîn a ku dewlet li hemberî kurdan dimeşîne, asîmîlasyon e. Asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê polîtîkayeka wisa ye ku, ji salên ku Firqeya Îttîhad we Tereqqî bûbû hukûmet û bi vir de hatiye fikirîn û hertim hewl dane xwe ku vê polîtîkayê tetbîq bikin. Bi rojgara komarê re ev polîtîka hîn bi awayekî sîstematîk hatiye tetbîqkirin. Rapora bi mêjûyê tebaxa 1935an a serekwezîrê wextekê..
 
kbe-15.02.08.12.25.EU

Hinek taybetiyên zarava Kurdaxê - 3
Cankurd

Me berê du caran, hinek taybetiyên zarava Kurdaxê anîn zimên, lê wekî ji min re dixuye, ev mijar wekî zireyek pan û fireh e, Herku tu bi nav de biçî, wê mezintir û kûrtir be…
Kurdaxî carina wilo dibêjin: “Wî kurê xwe bi firê xist.”
Mebesta wan ji vê, ewe ku wî kurê xwe mezin kir, êdî ew dikare bi serê xwe bijî,..
 
kbe-15.02.08.12.15.EU

İHD yî her meh li girtiyekî xwedî derdikevin
Vê carê keça kurd "Afyon"ê hate hilbijartin

Li Tirkiyê neheqî û îşkence li zindana didome. Bi taybetî li hemberî girtiyên kurdijad ev yek pir eşkere tê kirin.
Komelên Mafê Mirovan-IHD ji bo rewşa zindaniyan baş bike û pirsê bibe ber destê hikumetê û raya giştî, berî bi mehekê biryar dan ku her meh bi nameyên eşkere piştgiriya kesek girtî bikin.

 
kbe-15.02.08.12.05.EU

Emerîka:..Hilbijartin û rêvebirin - 2008
Dr. Cuwan Heqî

Emerîkanasîn, gera sîstema wê a hundir, şêweyê têkiliyên wan bi derve re, pêkanîna hobiyên xurt li Emerîka û çêkirina dostaniyên xurt di navbêra gel, dezgeh û rewşenbîran de pirsên giring in. Kurd ji vê awirê dereng mane. Di van rojên em tê de ne, li Emerîkayê hilbijartin hene...

 
kbe-14.02.08.11.30.EU

Bendaweriya bêdawî
Kamran Simo Hedilî

Helbestvan û nivîskarê hêja Kamran Simo Hedilî di vê helbesta xwe a nû de, bi zimanê xwe yê xweş mirov bi xwe re dibe cîhana xwe. Devera ku hêviyên mirov û evîndarî rastî hev tê. Cihê ku dilê mirov jana xwe dihêne zimên. Spas ji Hedilî re ku bi rêya me, xwe, bi vê helbelsa hêja dighêjîne xwendevanê xwe...

 
kbe-14.02.08.11.05.EU

Şevbiwêrkek çîrokî


Koçika Qamişlo ya çandeyî, piştî bîst şevbiwêrkan ji damezirandina wê ve ji berî bihtirî salekê. di şeva 12- 2 – 2008 an de , çîrok nivîs û nivîskara kurd NISRÎN TÊLLO pêşkêş kir û bi dilxweşî sê çîrokên kurdî bi navên (piwêsk , heşt pê , evin kilîtên amûdê) û çîrokek bi navê (الربع الخالي) û renge ..

 
kbe-09.02.08.17.40.EU

Xuşk û birayên hêja,
Dostên bi rûmet ,

em vê Nameyê bi navê komîta amadekar ya Malpera Şehîdê Kurd Zerdeşt Ismaîl (Rizgar) ji were rêdikin.

ev demek kurtê me dest bi avakirina Malperekî taybet bi Şehîd Rizgar kirîyê, herwiha Dîwanên wî yê helbestan jî, we di demek nêzîk derkevin.

 
kbe-08.02.08.15.45.EU

Emerîka:Hilbijartin û rêvebirin - 2008

Dr. Cuwan Heqî

Emerîkanasîn, gera sîstema wê a hundir, şêweyê têkiliyên wan bi derve re, pêkanîna hobiyên xurt li Emerîka û çêkirina dostaniyên xurt di navbêra gel, dezgeh û rewşenbîran de pirsên giring in. Kurd ji vê awirê dereng mane, Di van rojên em tê de ne, li Emerîkayê hilbijartin hene. Hilbijartinên nû bê guman e ku dê bandorê li ser ...

 
kbe-05.02.08.16.30.EU

Gelo Celadet Bedir Xan armanca xwe di Hawarê pêkanî yan na? (2)
Siyamend Brahîm

Bi rastî kovara Hawarê ew yekemîn kovar li ser li toda bûkaniya rojnemevaniya kurdan bi xeml û xêza xwe rûnişt. Ev kovar gulvedaneke berfireh li qada wêjeya kurdî afirand, belê baskên şaxên dahênana wê li seranserî kurdistanê gişî belav bûbû, em dikarin cardin teqez bikin û ku sala 1932 çirîska wêjeya kurdî li ser stêra Hawarê derket û li Şamê çirasind..

 
kbe-02.02.08.11.15.EU

Konsolosê Emerîka Ross Wilson:

Pirsa PKK bi gavên siyasî û çandî çareser dibe
Ross Wilson konsolosê Emerîka li Enqerê ye. Ew ji bo tevlîbûna civînên bilind yê Emerîka-Tirkiyê ji bo pirsên ewlekariyê çû Washingtonê. Li wir derket pêşberî çapemeniyê û li ser pirsa PKK û Kurd mesajên nû da.
kbe-02.02.08.11.15.EU

Musilê emenetî hêza Pêşmerga dibe

Operasyona hêzên Iraqê bi welatên hevkar li dijî El Qaide bi tevayê hêza xwe didome. Hêzên hevkar dihênin zimên ku, El Qaide li Baxdayê û Anbarê hêza xwe qels bûye û wisa tê şik/şûphekirin ku dixwaze ji nû ve xwe li Musilê bide hev, tekûz bike.

 
kbe-02.02.08.11.00.EU

Vekirina malpera :KurdAarab

www.kurdarab.org

Diyaloga çand û hizran bo Sûryeyeke azad û demokrat û yekgirtî
KurdAarab Bo Sûriyayeke azad û demokrat
Çima KurdArab

 
kbe-01.02.08.17.15.EU

Wiking Airlines seferên Stockholm û Hewlêrê vedike


Şîrketa balafiran a Swêdî, Wiking Airlines ji bo ku di navbêra Stockholm û Hewlêrê de seferan bike li benda îcazeya fermî bû. Îro şîrketê bi daxuyaniyekî anî zimên ku ew ê dest bi seferê bikin. Daxuyaniya Wiking Airlines wisa ye:

 
kbe-01.02.08.09.25.EU

Sarkozy û Merkel eşkere anîne zimên:
Cihê Tirkiyê di Ewropayê de tune ye

Di civîna Yekîtiya Hereketa Gel-UMP li Fransayê de, mijarek jê pêşeroja Ewropayê bû. Serokomarê Fransayê Nikolas Sarkozy axaftina destpêkê kir. Paşê Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel ku weke mêvanê şerefê hatibû vexwendin dîtina xwe li ser pirsê anî zimên.

 
kbe-01.02.08.09.25.EU

Nivîskar Jîr Dilovan çavên xwe vekir


Roja yekşema 20 ê vê mehê Mamoste û Nivîskarê Kurd Jîr Dilovan ji ber nexweşiyê, li Elmanyayê rakiribûn nexweşxanê, beşê neurologiyê. Piştî emeliyatên cewaz, rewşa wî ber bi başiyê ve diçû.

 

Erşîfa Heyva 1 Sala 2008

 
kbe-29.01.08.10.15.EU

Welatparêze Kurd Hacî Ismaîl Heybet Wefat kir

Îro sibehe dora saat 10 de (saat Rojava ye kurdistan) hacî îsmaîl heybet li bajarê derika hemko wefat kir..

Ismaîl heybet di sala 1930 de li bakur Kurdistanê li bajarê Cizîra Botan li dayik bû. ji ber zilm û zora dewleta tirk mecburî kucberî kurdsitana surî bû û li Bajarê derik ê bi cî bû.

 
kbe-29.01.11.45.EU

Tirkiye aşûriyên BAASî organîze dike

Helwesta Tirkiyê ku ereban û welatên din têxe hemberî kurda berdewam dike. Tirkiye, eşkere anjî dizî, li dijî statûya Herêma Kurdistanê û pirsa referandûma Kerkûkê, pir alî dixebite. Niha jî dest avêt aşûriya û dixwaze wan jî têxe hemberî kurda.

 
kbe-29.01.11.35.EU

Helbest: Hat û çû

Ronî ELÎ

Weke rêwiyekî
Ku,
Di xwenên şevan de

 
kbe-23.01.08.08.300.EU

Naziyên Nû yên Elmanya:
Em ê tirka di firinan de bişewitînin!


Ne dijwar e ku mirov fêm bike: Hejmarek mezin nijadtirk li Elmanyayê dijîn. Beşek mezin, serokatiya hereketa paşverutiya civatê dikin. Beşek jê jî, getoyên xwe dagîr .

 
kbe-23.01.08.07.50.EU

WELATÊ MIN
Dildar ismail


Li ber xemla te
Xwe di tewînim
Li ser bedena te dibêjim
Ey yara dilê min arand
Ey yara rayê dil hejand
Min bêriya te kirye
kbe-23.01.08.07.50.EU

HELBESTVANÊ NAVDAR Ê KURD CEGERXWÎN LI HEWLÊRÊ BI FESTÎVALEKE MEZIN TÊ BI BÎRANÎN

Helbestvanê mezin Cegerxwîn her sal bîranîna goçkirina wî tê kirin, îsal jî ev bîranîna koçkirina wî ya 23 yan ya ku di 22/10/2007 an wê li Başûrê Kurdistanê pêk bihata ji ber hin sedeman pêk nehat lê eşkere bû ku wê di 10/02/2008an de li darkeve.
kbe-23.01.08.10.00.EU

Sersaxî:

Bi dilekî şikestî. me karmendên malpera www.kurdistanabinxete.com  agehdarî wefata Hecî Saleh Mela Hesen Alûcî. meznê birayê Mamûsta Mohemed Saîd Alûcî birêvebirê malpera xwe kir..

Em bi dilekî herî xemgîn. sersaxya hevalê xwe Mohemed Seîd dikin. Herweha em serxweşyê ji famîlya rehmetî re jî dixazin, û ji hemû malbata Alûcî re jî. çi li derve an li hûndirê welat.
 

 

kbe-23.01.08.10.20.EU

Birûskên sersaxyê ji bo Malbata Alûcî bi koçberya.rehmetî
Hecî Saleh Alûcî

 
kbe-15.01.08.11.10.EU

Helwesta Komela "Kaniya Sipî" ji bo mafê jina

Komela Kaniya Sipî ya Rewşenbîrî û Civakî ku navenda xwe li Bielefelda Almanyayê ye, îro li ser pirsa bidawîanîna nivîsandina Projeya Yasaya Pergalên Kesayetiyê beyanek belav kir. Daxuyaniya Kaniya Sipî a balkêş berê xwe dide raya giştî a cîhanê û bi taybetî Êzidiya:

 
kbe-15.01.08.10.50.EU

Lewend Hisên

Ji xwepêşandana pêşî ya ku di destpêka çerxa 21ê hat bikaranîn di 10/12/2002ê de li paytexta dewleta Sûryê li bajarê Şamê, jê û virede, hejandinek mezin bû di hundirê rêxistinên siyasî yên Kurdistana sûryê de, bandora ewê xwepêşandana ku partiya Yekîtî kir, bê goman hişt ku êdî endamnên ewan rêxistinan pirsek giring bikin: Gelo heya kengî emê xebata xwe bi tenê bi şêwayekî belavokî bikin, ew weşanên ku ne tenê miletê Kurd naxwênê, lê belê dengê me na gihînin desthilatdariya Sûryê bi xwe?

 

kbe-14.01.08.10.30.EU

Dê navê te bana

"Dê navê te bana" helbesta herî dawî a helbestvanê hêja, nivîskar  Kamran Simo Hedili ye. Helbesta wî, ji awira êşa dila, evîndarî û hesreta yarê, têra xwe kur e û bi wate ye. Em helbesta dawî a Hedili bi we re pay dikin.

 

kbe-14.01.08.10.30.EU

Mesîhiyên Demokrat li dijî Bush serî hildan

Beyana Serokê Emerîka George Bush ji bo piştgiriya endametiya Tirkiyê a Yekîtiya Ewropayê, di nava endamên parlementoya Ewropayê de bû sedema nerazîbûn û li dij derketinê.

 
kbe-14.01.08.10.30.EU

KOPIYA PEYKERA HERÎ KEVIN A CÎHANÊ

Sazendeya (weqfa) Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî li Stockholm'ê
ava bûye ku berhem kelepûr û bermayên mêjûyî yên li ser û binê
axa Kurdistanê were parastinê.

 
kbe-14.01.08.10.30.EU

Li hemberî Xabûrê deriyê alternatîv vedibe

Tirkiyê plan dike ku, deriyê Xabûrê û pasîf û îzole bike û çûn û hatina di ser Herêma Kurdistanê re bide guhertin û xwe bi rêyek e nû, di ser başûrê biçûk û Sûriyê re bighêjîne Iraqê. Waliyê Mêrdînê hewil dide ku xebata vekirina deriyê nû bi dawî bîne, û derîkî nû li Nisêbînê veke.

 
 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي     © &