|
Erşîfa Kurdî 2009 |
|
|
|
Erşîfa Sala 2009 |
|
|
Dildar
Ismail
PEYVA TAZÎ 29
K.B.X.02.12.09 Xir û cire roj wekî darên tire , îro yeke
sib doye disbe sêye , ax û eman leylê were leylê, rojê
tû binêre kî Şêre û kî Şivanê dewêre kî axaye û kî nav
firaxaye, eman leylê were leylê zalim leylê bê bext
leylê eman leylê , her rojek .. |
Kongreya Giştî ya Kurdocide Watch – CHAK:
”Parastina tevkûjiyê dê bibe bela serê CHP ê”
K.B.X.02.12.09 Kongreya Giştî ya Kurdocide Watch-CHAK ê
di 28-29 ê mehê de li Danîmarka, bajarê Asnesê pêk hat.
Di kongirê de, endamên komîteyên rêvebir yên şaxên CHAK
ê, li welat û derveyî welêt beşdar bûn. Şaxên amade
bûbûn ev in: .. |
birê duwem
Kurdistan piştî cenga cîhan
K.B.X.02.12.09 divê. Em ji bîr nekin piŞtî cenga cîhan
ev dewletên zor ker û sutem kar bi serketin di cihde
dewletên sermiyan dar û sutem kar wek ingilîz û firinsiz
û bil wan bi serokitya emrîka û çi jî, .. |
Parêzvana
mafê mirovan Yuksel Mutlu hate berdan
K.B.X.24.11.09 Endama şerefê ya IHD (Dezgeha mafê
mirovan li Turkiyê) û niwênera Meclîsa Aştiyê Yuksel
Mutlu, ji aliyê dewleta Turkiyê ve hatibû zîndanî kirin.
Xanim Mutlu, li Kurdistanê di gel xebatkarên mafê
mirovan li ser buyera li gundê Zangirda Çiyayê Maziyê
lêkolînek kiribûn û di lêkolînê de bala raya giştî
kişandibûn ser rola xirab ya parêzvanên gundan (korucu).
 |
Buroya
Kurdî di Festîvala "Interliteratour" de
Fêstivala wêjeyî (edebî) ya interliteratur, her sal pêk
tê. Festîwal ji aliyê 4 weqfên flamanî û gelek
rêxistinên ji netewahiyên cihê, ku ji wan Buroya Kurdî
yek jê ye, tê pêk anîn. Di wê rojê de, li gelek deverên
cihê yên Bruksêlê, nivîskarên cewaz, beşek ji pirtûkên
xwe dixwînin û giftûbêj bi besdaran re dikin.. |
Konferansa Mêrxas, rêveber û sexsiyetên Êzdiyan
K.B.X.23.11.09 Konferansek di 28-29/11 2009-ê de, rojên
semî û yeksemê, li salona MALA ÊZDÎYAN li Oldenburgê, di
derheqa mêrxas, rêveber û sexsiyetên êzdiyan yên dîrokî
dê bêt li dar xistii. Zaniyar, nivîskar û oldarên
naskirî dê di wan.. |
Projeya xwe nas bike û bide nasandin dest pê dike
K.B.X.23.11.09 Instîtûta Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û
Zanist li Elmanya, di çarçeweya “projeya xwe nas bike û
xwe bide nasandin” de, bi hevkariya Yekîtiya Xwendekarên
Kurdistanê (YXK), dê li seraserê Elmanya li zanîngeh û
.. |
PDKÎ bala Ki moon kişand ser hovîtiya Îranê
K.B.X.23.11.09 Sekreterê Giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî,
nameyek ji Serokê Yekîtiya Netewan ”UN” ê Ban-Ki moon re
rê kir. Hicrî bi nameya xwe ya balkêş, ji welatên rojava,
bi taybetî Emerîka û Ewropayê xwest ku, xwe ji pirs û
rojeva ”Uranyuma Îranê” rizgar bikin, û rastiya hovîtiya
Rejîma îranê bibînin.
Me, nameya Hicrî ya bi wate û balkêş wergerand kurdî û
em pêşkêşî we dikin:.. |
Helbesta Keça Kurd li ser hevjiyanê wê Mihemedê Mele
Ehmed yê ku di 29.09.2009 de koça dawî kir û ji nav me
bar kir.
Hevalê min
Keça Kurd
Bi şûntermê li darbesta vî xweşmêrî,
Ez çi avê bireşênim... |
RewŞa kurd û partîyên kurd li sûrî
Gelê. Kurd dinav bera zor û sutema ricîma sûrî vajî ya
bees de..ezîtiya parti yên Kurd lisûrîyê û ezû
wek gotina pêŞiyên Kurd ji berêde di bêjin(em mane di
nav bera xelîl û celîlde)ji ber ko em nema dizanin berê.
Xwe bidne ku her yek dizane ev bûne geleke sal parti
yên kurd di.. |
TENHA
TU
Bavê Narîn
K.B.X.16.11.09
Tiya evînê, ta dikarî dil û cergê min bidoş
Ava jiyanê ger binoşî?fermo ji kan’ya min binoş.. |
Negrî
şehîd
Dildar ismail
K.B.X.13.11.09
Negrî dilê min li ser te dinalê û dikelê
Hey ihsanê delal û ciwan
Negrî û birîna te dimîne nîşan.. |
Ahmad
mustafa :
Rojnameyên Kurdî
''Rojnamegerî bingehake herî xorte ji bo avakirina
lengerên şaristanî û avabûnê'' ……..
…… N. Ponepert. Rojnamegerî nêrîn û ramana gel e, daxwaz
pêdivî û armancên netewî diyar dike û dide xuyan.
 |
GAZÊN
XENQANDINÊ DI SERHILDANA DÊRSIMÊ DE
Xalid ÎSA
K.B.X.14.11.09 Li gorî belgeyek fransî ; Li Dêrsimê ; di
meha temûza sala 1937 an de ; eskerên dewleta turk dijî
serhildana Dêrsimê Gazên xeniqandinê bi kar anî bûn... |
Ji bo hemû medyaya
Kurdî edresek bese
medyayakurdi.com yekem û yekane malpera medyaya Kurdî ye.
Li vir navnîşanên hemû dezgehên medyaya Kurdî wek
weşanên nûçeyan, rojname, televizyon, kovar û radyoyên
Kurdî hene. |
Nama
Îhsan Fetahyan berî Darvekirna wê
"Dema roj diçe ava tîrêjên wê yên dawî, riyek nîşanî min
dane ku ez vê nameyê binivîsim. Dengê pelên daran yên
payîzê ku di bin lingên mirov de dikin qirçînî, bang li
min dikin û dibêjin, dev jê berde bila biweşin. Ev dema
ku ez niha tê de me, nîşana riya azadiyê ye. Ez ti carî
ji mirinê ne tirsiya me. Ez bi germahiya mirinê his
dikim û nas dikim. Ji ber ku mirin hevalê min ê herî
kevn e. |
Di
Rojbûna Dr. Cemşîd Bedirxan De
100 Saliya Rewşen Bedirxan
Konê Reş
K.B.X.10.11.09 Di roja 09/11/2009 an de, li bajarê
Hewlêrê di bin çavdêriya çavdêriya serokê hikûmeta
herêma Kurdistanê ya kabîneya 5 an Nêçîrvan Barzanî û bi
amadebûna nûnerê serokomara Îraqê Mam Celal.. |
PEYVA
TAZÎ 28
K.B.X.09.11.09 Wernê îro dîlane, îro cenge , îro
nivîsberdane , îro Tenê beyan û meyan daxwiyanî û bê
bextî , îro konfiranse û sibe binhildane, peyvin tenê
peyvên vala hemî daxwiyanî wekî yên sala buhirî tên
nîvsandin tenê ji bona nav û nîşan , windadibe kar û.. |
Rono
1993
Ehmedê Huseynî
K.B.X.07.11.09 Min hemî xalîçeyên bendemana xwe li ber
hilatina dengê te yê ji nêrgizên gumanê radixistin û min
ji te re çilmisîna çavên xwe û vemirîna ronahiyên qedera
xwe digotin, de fermo agirekî pîroz di hinavên min de
gur bike û dest bi avjeniya rengên tûj û dest bi
firişteyên peyvan û dest bi cenga derbirînan û dest bi
çavkaniyên mirinan bikî!.. |
Dîdarek
Bi Konê Reş Re;
Bedirxanî Û Rewşen Bedirxan
Malpera Dîmoqratî
K.B.X.06.11.09 Bi helkefta ku di roja 09/11/2009 an de,
wê festîvala 100 saliya Rewşen xanim Bedirxan li Hewlêra
paytex li dar keve, em bi navê malpera Dîmoqratî kêfxweş
dibin ku vê dîdarê bi mamoste Konê Reş re li darxînin û
wek diyarî .. |
serekî xebatên serekene yên Civata Xortan.
Ji bo Pêşniyar û rexneyên we singa me pri ferehe.
Çima Civata Xortan ??
K.B.X.06.11.09 Civata Xortan ne Komeleye, nejî
rêxistineke Siyasîye. Civata Xortan bersiveke li ser
bêçarî û alozîya xelkên Kurdistana Sûrî, bersiveke li
ser bêkêriya Partî, Dezgeh, Komele û hemû awayên
rêxistinî di nav Kurdên Sûrî de. Civata Xortan bangeke
ji bo her mirovekî welatparêz li Sûrî û bi taybetî li
herêma Kurdistana Sûrî. Bangeke ji bo wan hemû kesên ku
mîna me hew dikarin bibînin . . |
XEMDAR Agirî bû serokê PHKÊ
Mecîd Haso
K.B.X.02.11.09 Piştî kongireya 2. roja 31.11.09 a
Platforma Hunermendên Kurdên Êzdî - PHKÊ ji bo
karparvekirin, û rêvebiriya nû civiyan, di civînê de
encamên kongirê bi berfireyî hatine nirxandin. Biryar û
plana ku hatibû erkirin ji bo.. |
Seydaoglu: "Tirk hatin xeta Kurdan"...
K.B.X.02.11.09 Parlementerê kevn ê Partiya Dayika
Niştimanî (ANAP) yê Diyarbekrê Sebgetullah Seydaoglu di
bernameya Bergehê ya ASOsat TV bi birêvebiriya
rojnamevan Cemal Batun de diyarkir ku piştî bi dehên
salan Tirk hatine ser xeta Kurdan û Herêma federe ya
Kurdistanê bi awayek fermî qebûlkirin e, ev yek wekî
serkeftin û serfiraziya Kurdistanê binavkir. Ev rûdana
dîrokî li Kurdan pîroz kir... |
Rono
1992
Ehmedê Huseynî
Tu li wir î, wek nexşeyeke eşqê, di eşqa xwe de bi gir
î.
Ez li vir im, yek im, di êşê de pir im..
Berfa Skandînavyayê di goristana dilê xwe de vedişêrim,
di xewnê de li xewnên xwe yên kuştî û li razên xwîna xwe
ya ji bendemanê dipirsim.. |
Seydayê Mele Ebdulrehmanê Berzencî ..Koça xwe
ji nav me bar kir
Dilêrê Kurd
Ey mirina malik wêran .. ey mirina sitem kar .. tu bûye
wek gurê har , tu ji nav me dibî .. ciwanan .. giran
buhayan .. xoşewîstan .
Va îro jî te bir .. Seydayê Mele Ebdulrehmanê Berzencî ,
zanyarê me .. şêwirdarê me .. bavê me.... |
Av.
Azad Yildirim bû serokê baroya parêzeran
Baroya Parêzeriya (Avûkat) Mêrdinê demek dirêj bi
bêdengiya xwe bala mirovan dikişand. Demên ku li
derûdora Mêrdînê agir dibariya, li dadgehan bêhiqûqî pêk
dihat, xelk li girtîgehan zêde dihatin hiştin, îşkence
li kesan dibû, mirov dihatin wundakirin û kûştin, baroya
Mêrdînê bê deng dima, anjî bi dengek qels derdiket pêş.
Weke dezgehek demokratîk dikarîbû karên hêja bikira, lê
zêde nebû… |
Peyva serokwezîrê Kurdistanê bi minasebeta bidawîhatina
kabîneya pêncê û
destpêkirina kabîneya şeşê
K.B.X.28.10.09.Hevwelatiyên birêz û xweştivî….kurdistaniyên
ezîz Ev dema we baş Îşev bo cara dawiyê weke serokwezîrê
hikûmeta herêma Kurdistanê, bi minasebeta timambûna dema
karê kabîneya pêncê û bi cihanîna wezîfeyên min, ez
dixazim peyama xwe.. |
|
Vegera Pkk-yîyan dê gavên berbi aşitiyê û demokrasiyê
bihêz bike

PDK-Bakur,
prosesa aştiyê û guherînên li Tirkiyeyê, ji bo pêşxistina
demokrasiyê û pêşîlêvekirina çareseriyan ji bo doza Kurdistanê
pêvejoyekî pozîtîf dinirxîne û piştevanê vê pêvejoyê ye.
Daketina ji çiyan û rawestandina şer di berjewendiya doza
Kurdistanê de ye. |
Bibîranîna
syasetmedar, dîroknas û welatparêzê kurd
K.B.X.22.10.09
Mihemedê Mele Ehmedê Tûj (07.02.1934 - 29.09.2009)
Komîta Karê Hevbeş ya Kurdên Sûrî li Elmanya û Malbata rehmetyê
Mihemedê Mele Ehmedê Tûj we vexwendî 40 rojîya bibîranîna koça
wî ya dawî dikin... |
Impiratori ya osmani ya êdî em na xwazin
Kardox
K.B.X.22.10.09 Weke her kes dizane ev tev gera serokê turkiyê
Ya sê kuçuk ne tiştekî ji ber xweve tê ger Em di bîr xwe bînin
ew tevgera pênc kuçik dema emrîka îraq ji sedamê faşist rizgar
kir hişte hêlekane ke mezin têkeve.. |
Sersaxiya
Mele Evdirehmanê Berzencî
K.B.X.16.10.09 Birayên hêja zarokên rehmetî Mele Evdirehmanê
Berzencî Şahîn, Şêrgo, Xandî û Ciwan…
Malbata Berzencî li hundir û dervê welat…
Nas, dost û ehlên me li gundê me Cim`ayê… |
Semîner: Rewşa demokrasî û azadiya hizirkirinê li Turkiyê
K.B.X.15.10.09 Îro, anku 14 cotmehê, Komîsyona Ewropayê
nirxandina xwe ya salane li ser rewşa Turkiyê û berendametiya wê
ya Yekîtiya Ewropayê-EU pêşkêşî raya giştî dike. Rapor li ser
bingeha krîterên Kopenhagenê hatiye ava kirin. Krîtêr ji mercên
aborî, polîtîk û.. |
Malbata
Ibrahîm Xidir Yezîdî
we vexwendî çil rojiya koçkirina Adil Yezîdî
( bavê şero ) dikin , yê ko di roja 09.09.09 çû ser
dilovaniya xwedê... |
Ji PEN a Swêdê şeva:
“Nivîsên qedexekirî û sînorê azadiyê”
K.B.X.07.10.09 PEN a Swêdê li Kulturhuseta Stockholmê, di 14
meha Cotmehê, saet 19.00 de şevek edebî çêdike. Tema şevê li ser
nivîsên qedexekirî û sînorê azadiyê ye. |
Media
Kurd dest bi weşanên tv yî dike
K.B.X.07.10.09 Media Kurd ku heta nuha bi rêya malpera
www.serwext.com ê weşana xwe dikir, biryarek nû girt. Li ser
pirsê gerînendeyê giştî Dr. Cuwan Batû bi beyanekê |
Dîkê Sibê
K.B.X.27.09.09
Dîkê sibê bang da
Mela di pey re azan da
Dayê rabe, rabe
Taştêkê tu çêke
Cotyaran bi rêke
Dayê rabe, rab |
Qublenameya bêdengiyê
Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk
“K.B.X.27.09.09 Di nav tiştên ku hatine nivîsandin de, ji
nivîsara ku mirovan ew bi xwîna xwe nivîsandiye hezdikim. Bi
xwîna xwe binivîsîne: tu yê bizanibî ku çawan xwîn giyan e.
Nîtşe (Friedrich Nietzsche)” |
CIVATA
ARÎKARIYÊ JI BONA BELENGAZÊN KURDAN LI CEZîRÊ -1-
Xalid ÎSA
Ferec56@hotmail.com
K.B.X.27.09.09 Di sala hezar û neh sed û sî û dudwan de;
Inglîzan û desthilatên ereb li Iraqê pistşgirtiya necadperestên
erbên sûrî dikirin. Da ku Kurd ni karibin li rojavayî Kurdistanê |
Kongreya
Meclîsa Aştiyê li Ewropayê dicive
K.B.X.24.09.09 Kongreya yekemîn ya Meclîsa Aştiyê li Ewropayê
dicive. Weke tê zanîn Meclîsa Aştiyê, ji bo çareserkirina Doza
Kurdan, pêşxistina mafê mirovan, pêkanîna edaleta civakî û
pêşxistina dezgehên demokratîk, di sala 2008 de hatibû avakirin.. |
Civîna Baydemîr û Tuncerê li Stockholmê
K.B.X.24.09.09 Parlamentera DTP yî Sabahat Tuncer û Şaredarê
Amedê Osman Baydemîr li Stockholmê li civînekê pêk dihênin.
Baydemir Tuncel, di civînê de li ser rewşa polîtîk ya li Turkiyê
û Kurdistanê dê kûr bibin. |
Josef Biden cîgirê serokê Amerîkayê gihişte Hewlêrê û bi Mesûd
Barzanî serokê Kurdistanê re civiya
K.B.X.18.09.09 Duhî roja 17-09-2009ê Josef Biden cîgirê serokê
Amerîkayê gihişte Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê û bi Mesûd
Barzanî serokê Kurdistanê re |
Dildar Ismail
ŞEVÊ
K.B.X.18.09.09
Ax ji dûr nayê dengê te
Ew wêneya teyî zêrîn
Ew lêvên sor |
Li
Döbeln a Elmanya Şeva Helbestên Kurdî
K.B.X.17.09.09
Di çarçoveya hefteya çanda navnetewî de
(Interkulturel) li roja 25.09.09 ê li
bajarê Döbeln a Elmanyayê di
demjimêr 21:300 an de helbestvan |
Bîranîna
100 saliya Prof. Qenatê Kurdo..Me Zaniyarekî zimanzanî yê mezin
winda kir *
Dr.Ibrahîmê Mehmûd
K.B.X.16.09.09 Roja 31 ê çirya pêşîn (oktober) sala 1985 an
rewşenbîriya Yekîtiya Sovyetî û ya kurdî bi koçberiya dawî ya
zimanzan, Profêsor Qenatê kurdo ê ku nêzîkî 76 sal jiyabû, li
bajarê Lênîngrad ê, jar û lawaz bû!
Jiber cih û pileya zanistî a ku Q.Kurdo di jiyana zanistî ya
Sovyetî de, û bi taybetî di înstîtûta.. |
Nexşeya
Rê An çi di vî tûrikî de heye?
K.B.X.16.09.09 Demeke li Türkiyê gengeşiyeke fireh û req heye,
ka bo çi dewleta Turkan wa “Nexşeya Rê”, ku hêja A. Öcalan di
zindana xwe de bo çareserkirina kêşeya kurdî li bakurê
Kurdistanê amade kiriye, nade dest.. |
Destnivîsên sedsala 15 emîn hatin dîtin
Gava li destpêka sedsala 19’emîn serdest li ber daxwazên kurdan
ên serbestiyê, biryara jinavbirin û şikandina tev kurda dan, ji
wê demê vir ve ye, ku gelek berhemên granbuha yên ji |
Bergeh rêzebernameya "Tirkiye û Pirsa Kurd" didomîne
K.B.X.01.09.09 Bernameya Bergeh a ASOsat bi birêvebiriya
rojnamevan Cemal Batun rêzebernameyên xwe girêdayî Pirsa Kurd û
Tirkiye didomîne. Vê yekşemiyê (30ê Tebaxê) mêvanên Batun li
studyoyê, nivîskar Keya Îzol û siyasetmedar Dara Bilek in ku
wekî Panela |
çi
ji PKKê tê xwstin
Abbas Abbas
K.B.X.01.09.09 Serokwezîrê Turkiya yê Ardogan, agirekî melûl
dibin beroşa xwe de kir, nema dikarê vemrînê û nema di wêrê gor
jî bikê , bi tena xwe beroş danî ser Agir û li berbendî malxoyê
malê ma, ku jê re bibêje ka dilê wî di çi de heye û çi di vê
beroşê de di karê ji kurdan re bidê kelandin!... |
Kesrayê
Cegerxwîn Serdana Gora Bavê Xwe Dike
Konê Reş
Berî hatina xwe a bajarê Qamişlo bi dawî bîne, kurê seydayê
Cegerxwîn yê mezin mamoste Kesrayê Cegerxwîn (Keyo), tirba bavê
xwe restore û |
Hişyariya
jineka mirî
Evîn Îbrahîm
Wergerandin ji Erebî: Cankurd
Sî sal derbas bûn
hîn hêsir
zindankiriya odeyên xewnên min e
Min bi wê maweyên liyaniyê(1) derbaskirin |
Gelî
xuşk û birano
Ez Gelîrîyek nû û teybatî bi min avadikim di Sêntrel kitêbxana
netewî ya bajarê Grîno / Denîmark .
Li çarşembê 12.8.09, kat 15 . Ev Gelîrî berdewam dike heyanî
9.9.09 . |
PARTÎYA
DEMOKRAT A KURDISTAN-BAKUR
KURDISTAN DEMOCRATIC PARTY-NORTH
KURDISTAN DEMOKRAT PARTISI-KUZEY
SERSAXÎ
Abdu llah Kaya 1927-2009
Kurdperwerê hêja, xebatkarê doza Neteweyê Kurd, Abdullah Kaya di
82saliya xwe de, roja 30. 07. 2009 li bajarê Sêrtê çûye ber
dilovaniya Xwedayê mezin. Ev lawê Kurd ê fedakar, yek ji
kevintirîn endamê PDK-Bakur û peyrewê rêbaza Mustefa Barzanî bû. |
MIZGÎN
LI WE
EBDIL RIHMAN APO
Mizgîn li we va serkeftin hat
Kak barzanî bû serokê welat
Va azadiyê rê da ye welat
Xemla welat tev birc û kelat
Sinbula (( zer )) rê da ye milet |
PEYVA TAZÎ 26
Dildar Ismaîl
Piştî dînbûna çêlekan û bihurtina çend salan, hat dema fermana
mirîşkan , mirîşkên reben û belengaz , girtiyên azadiyê û wilo
dîse çend sal bihurîn heya kû vê carê hat , dema êşa berazan |
GELÊ KURDISTANÊ AZMÛNA DEMOKRASIYÊ Û
SERWERIYÊ BI SERKEVTÎ PÊŞDE DIBE
Derbarê hilbijartina 25ê temûzê de heta nuha gelek bîr û hizrên
rast û bi rûmet hatin ragihandin. Hemî hêzên Kurd û Kurdistanî
işaretê giringîya vê bûyerê kirin. Bi rastî jî ev hilbijartin,
ji bo .. |
DAXUYANÎ JI BO RAYA GIŞTÎ
Kurdistaniyên Hêja û Qedirbilind,
Hevwelatiyên Xoşewîst,
KBX.03.07.2009 Hûn dizanin, di dîroka Neteweyê Kurd de kêm caran
firsetên mezin bi dest ketine. Ev hilbijartinên li Başûrê
Kurdistanê, ji bo bikaranîna |
Rêbazên wêjeyî di helbesta kurdî de
Abdilsemed mehmûd( bavê helbest)
Xeleka2
Kilasîkîyet
Di koka xwe de vedigere hunera helbestê ya Aristo û Horas û
liser felsefa aqilmendî tîyoriya lasyîkirin hatiye damezirandin
û li helbestên Kevin dinere ku ew helbestên payeberz e yê dive
jê bê vexwarin berê vê rêbazê li qata eristuqratî ye ango
rewtiya |
PYD
rêkxistina Eurupa, ji bo raya giştî
Di van demên dawî de li rojavayê Kurdistan û Surî, rêjîma Bess a
nijadperst dibinpêkirina mafê mirovan û mafê gelê Kurd de û li
hember tevgerên dîmuqratîk li rojavayê Kurdistan û Sûrî û bi
taybetî li hember tevgera me PYD û KCK-Rojava |
ÊZÎDIYÊN
CIZÎRÊ; TIRBESPIYÊ, AMÛDÊ,
SERÊ KANIYÊ Û HESEKÊ
- 1 -
Konê Reş
Pêşgotinek pêdivî:
( Berriya Mêrdînê, bela bişewite berrîk bi ripin e, sê konên reş
î Kurmancî lê vegirtin |
Eger Bi Rengekî Rast Ji Pirsgirêkê Re Nêzîkatî Çêbibe Û
Çareseriya Demokratîk Pêş
Bikeve, Aşitî Dikare Were Bidestxistin
Ocelan
Ez baş im, weke berê me. Carna bedena min ji nîşka ve tund dibe,
carna jî pir sist dibe, ez wisa di bin bandorê de me. Diyar e ji
ber dermanê ku ez bikartînim e. |
Rêbazên
wêjeyî di helbesta kurdî des
Abdilsemed mehmûd( bavê helbest)
Xeleka 1
KBX.12.06.2009 Berî ku em dest bi vê lêkolînê bikin, divê em
bersiva vê pirsa jêrîn bidin.
Ma gelo rêbazên wêjeyî yên ji hev cuda di helbesta kurdî de hene?.
Teqz, wê bersiv erê be, |
Xwînrêtina Brînê
Kany Alan
Gotnên te
Mîna pehina nêrî
Li sîngê Siyadê
perîşan |
Jı
bo bîranîna 24 - mîn sala koçbarî û 71 salıya lı dayıkbûnê
Yilmaz Güney
Mirov.. Hunermend .. Helwêst
Nivîsara Dr. Ibrahîmê Mehmûd
Xeleka (7)
Xerîbî
KBX.01.04.2009 Yilmaz Güney di 9ê sermawezê (November) de
sala 1981 an bi alîkariya çend hevalên xwe yên dilsoz, ji
zindana “Siparta” û tirkiyê derket û |
KBX.26.03.2009
Bîranîna 12ê adarê
Dr şergo S Abbas
Sal dihezar û çare…
Destpêka pûhare
Dîse ti hatî, bilbilê şadî…
Hêvîdarim..te anî weke par… |
Di kongreya PEN a Swêdê de:
Firat Cewerî dîsa hat hilbijartin
KBX.26.03.2009 Doh, (23ê adarê) li Stockholmê, li avahiya
Weşanxaneya Albert Bonniersê, kongreya PENa Swêdê a salane li
dar ket. Serokê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê Mats Söderlund jî tê
de, |
Hunermend
Şeyda tê Almanya û konsertekê li dardixe
KBX.24.03.2009 Ji bo cara yekemîn hunermendê kurd yê hest nazik,
Şeyda tê Almanya û dibe mêvanê programa vekirina komela kurdên
sûrî ya Mindin (Komela Mîdya) Şev li bajarê Hannover û li salona
Maksîm li dardikeve.
şevek mûzîk, govenda filklorî û skêchên Kurdî li dardikeve bi
beşdarbûna Hunermendan: |
Şahiya Newirozê li Bajarê Dortmundê li Elemaniya
Y. Sabri Qamişloki
3000 Welatparêz ji hemû derên Elemaniya go bi sedan Kilomitir
qûtkirin, dakû cejna xwe pîroz bikin, di serî de gel 5 Deqa di
bin surûda Eyî Reqîb li ser canê Şehîdên Kurdistan û Şehîdên 12
Adrare 2004 û Newiroza 20.03.2008 Rawestan her wiha gelek
Hunermendên deng xweş ji bi stzranên xwe ev cejn xweştir kirin,
mîna Gûlîstan Perwer, Zibêr Salih, Ronî Can û Bêrîvan û Diyarî
Zibêr Saklih... |
Gulên
Adarê
Medya Elî Efrînî
KBX.19.03.2009 Bila gulên Adara dozgȋn geșbibin
Bila rojên bihara rengȋn dombikin
Bila ewrên Adara gebȋn ronbibin |
Raperîn
Seyîdayê Arî
KBX.13.03.2009 Cûma Kuban warê şêrîn, cûma Efrîn
Cûma Şamê giyam Zorava û Riknedîn
Min gekek pirsi cûm ser Gorna Selahedîn
Min jê girti gûl û qehr ew derd û kîn |
Ji
Seyrangeh Û Gulgeştên Bajarê Cizîra Botan
Konê Reş
Di gel ku gelek cihên dîrokî li bajarê Cizîra Botan hene wek:
Medreseya Sor, Medreseya Mîr Evdal, Gora Mem û Zîn, Mizgefta
Mezin, Mizgefta Meshefa Reş, Gora Nûh Pêxember, Burca Belek..
Wiha jî gelek cihên seyranan û gulgeştan lê.. |
Asteng
kirina komcivîneke nerazîbûnê ji xwendekarên Kurd re li
zanîngeha Helebê
Xwendekarên Kurd li zanîngeha Helebê 12 / 03 /2009
KBX.12.03.2009 Bi hezaran ji xwendekarên Kurd li zanîngeha
Helebê , di meydana zanîngehê de civiyan , bo salvegera pêncemîn
ya serhildana Qamişlo û rojavayê Kurdistanê (12-03-2004) . |
Daxuyanî
bo Şahiya Cejna Newrozê li welatê îmarat
KBX.07.03.2009 Desteya birêvebir ya Revenda Kurd li Mîrgehên
Erebî yê yekbûyî radighîne ku Cejna Newrozê îsal wê bi awayekî
Navendî be û wê di Şeva roja pêncşemê 19-3-2009 li gundê (Al-bûm)
li Dubey li dar dikeve |
KBX.07.03.2009
Pakrewan
Abidisemed mehmûd ) bavê helbest
Pakrewan lata hebûnî dişkên li ser zor û sitem
Xwîn û canda daxwiakir pakrewanî jiyane
Ho ... pakrewan xwina w |
Qamişlo….
Beşîr melle KBX.07.03.2009
Li bajarê Qamişlo
Êvara newrozê da
Rijya xîwna sê bira
Bû ronak û pêtî da
Qîz û xortên qehreman Ketin meşa Mihemdan
Sûnd dixwin ranawestin Ta bistînin tola wan |
Sirûda newroz
KBX.07.03.2009
Newroza îsal di dil de şaxê xwe vedan e
Belê arê te her tumî kewa keseran e
Xtîra te yî tumî li bala mezlûman e |
Koma Serxwebûn bi nêzîkbûna cejna Newroza pîroz li bajarê Amûdê
vê salê gavek pîroz avêt ..û hevalên xwe himbêz dike ..
KBX.05.03.2009 piştî ku partîya dimoqrat a kurd li suriyê (ALPARTÎ)
bû dido ku piştre dihat gotin PARTÎ ya hêla mamoste Mihemed
Nezîr yan |
PÊŞEROJ CEWHERÎ
LI TURKIYA ZAGONA QEREQOŞ BIKAR TÊ
KBX.05.03.2009 Bihelkevtina roja ziman ya cîhanê berêz ahmed
tirk li ser peyvgeha berlemanê turkiya gotarek bi zimanê kurdî.. |
"Şîna – M-Şêxo"
KBX.05.03.2009
ev roj gulê Me tev digrîn
li ser wî bilbilê Xemgîn
yê ji dilê Hemî jara
bandikir azadî şêrîn |
GUR
DERBASÎ PARTIYA KESKAN BÛN
Zagros Osman
KBX.05.03.2009 Di naveroka hevpeyvîna ku Sêrwan Hecî Berko S .H.
B .bi serokê partiya keskan a elmaniyî, Cem Ozdemîr C.O re
kiribû, C.O xwest bi çend hêviyan û çend peyvên |
ALA
ME
Dildar ismail
KBX.05.03.2009
Keske lê rengê Ala me
Sore lê rengê ala me |
Serokê Herêma Kurdistanê Li Gel Qedasetê Papa Venedîkê
Şanzdehem, Papayê
Vatîkanê Civiya..
Source:KRP.org
KBX.28.02.2009Doh birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û
şanda li gel li Vatîkanê ji aliyê Qedasetê Papa Venedîkê
Şanzdehem,... |
Biravo Ehmed Tirk…pûnga we da hev pîroze
KBX.27.02.2009 Bi mamosteyatîk pir zirav û bedew,di demek pir
hesas û girîng de we deng veda.bi vê helwesta we yî ciwan ya ku
ji xwêdan û keda gel Kurdistan ber û encam girtî ,we mask û
perdeya xap û vîlilkên dagîrkeran ji ser riwên wan rakir, di ber
bangên van rojên bi .. |
KBX.27.02.2009
? Nûçeyek brîndar
Kany Alan
Li Biyanîyê Sekinyam
Hember pencera cîhan
Ez li benda dîtna berkeniya |
PEYVA
TAZÎ 25
Dildar Ismail
KBX.27.02.2009 Daxwiyanî …an… sersaxî……?
Berî sê roja li rojavayê kurdistan, mirîşka mala cîranê me ji
kul û derd û xema çû ser dilovaniya xwe û em bi hêvîne hemî kes
xwe amede bikin da ku her yek ji aliyê xwe ve |
Jı
bo bîranîna 24 - mîn sala koçbarî û 71 salıya lı dayıkbûnê
Yilmaz Güney Mirov.. Hunermend .. Helwêst
Nivîsara Dr. Ibrahîmê Mehmûd
Xeleka (6)
Rê!
KBX.24.02.2009 Yilmaz Güney destkeftinên mezin di cîhana sînemê
de bidestxistin; navê wî, nexasime piştî filîmê „Kerî“ weke
derhênerekî navnetewyî mezin hate xwiyakirin û kete rêza |
Hemû
axaftina serokwezîrê Kurdistanê di merasîma vekirina
konsolxaneya Almaniyayê li Hewlêrê
KBX.21.02.2009 Mêvanên berêz, ev demê we baş. Hûn hemû
alî bixêr bên ser çavan.
Bi navê gel û hikûmeta herêma Kurdistanê bi germî bixêrhatina
wezîrê derve yê Almaniyayê feder berêz Frank-Walter Steinmeier û
berêz Hişiyar Zêbarî.. |
FEYLEZOFÎYA CEGERXWÎN DI HEVAL POL ROBSON DE
Siddîq Bozarslan
KBX.20.02.2009 Ji vir 24 sal berê yanê di 22 yê Cotmeha 1984 an
de şaîrê me yê navdar Seydayê Cegerxwîn, ji nav me koçber bû û
çû ser dilovanîya xwe. Seyda, roja 11.11.1984 an li Qamişlo di
bexçeyê mala Wî de hat definkirin |
Hemû
axaftina serokwezîrê Kurdistanê di konferensa wezareta karûbarên
olî de
Serokwezîrê Kurdistanê di konferensa wezareta ewqafê de
KBX.19.02.2009 Mêvanên berêz
Mamosteyên olî yên berêz
Amadebûyên berêz, ev demê we baş û hûn hemû alî bixê rhatin ser
çavan.
|
Zagros osman
EM
ÇI DIBÊJIN Û TENBÛRA ME ÇI DIBÊJE
KBX.18.02.2009 Li seranserê cîhanê gotinek nûh bi kar tê, di
warê medya û siyasetê û çivakê de , jêre dibêjin zimanê serdemê
, ew zimanê azadî û dîmokrasî û mafê mirova û eşkerekirinê ye ,
zimanê ku her tiştî diyar dike û tiştekî di bin cilikê de
veşartî nahêle , bi saya vî zimanî em gihiştin qonaxekê ku mirov
şekala xwe têxe devê serokên cîhanê kes nikare wî .. |
Bira û Mamostê bi rûmet û pir hêja îbrahîm yûsif!
Bi dilekî ji kestî û tije xem,min bihîst kû dayka te ya delal
û bi nefsh, çû dilovaniya xwedayê pak û mehreban.
Bê gûman, ew ne dayka te tenê bû, lê dayka hemû kurdin welat
parêz bû,
|
K.B.X.13.02.2009

êrîşên enfalan û navên kurdên ku têde
gunehkarin ! nivîskar:
mahdî
mecîd ebdella
wergerandin ji zimanê erebî:
zana xanê û pêşeroj cewherî
zanaxane@gmail.com
Berî ku ez derbasî naveroka mijarê bibim, min xwest ez bidim
xuyakirin bê enfal çiye? û êrîşên ku rijêma bessa nemayî di
heyşteyên sedsala |
DI KATJIMÊRA DUWEM DE .. !!
Ji kurte çîrokên Wezna Hamid
Wergerandin ji erebî : Arşek Baravî
K.B.X.12.02.2009 Çindik dikir .. dikeniya, ji pêlpêlkê dadihat û
çengên xwe beroba dikir daku gulên şîrkî li xakê bidêre û dawiyê
xwe kelebaz kir daku qonaxekê di dahatina pêlpêlkê de bibirre... |
Belabûn
( ji birîna min te dest pêkir.. dilopek xwîn )
K.B.X.12.02.2009
Hêstirên hijde sala
dilovanîyeke winda ..
di hundirê bê naviya birînê de |
Ji
Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê
Roja danasîna pirtûkan
K.B.X.12.02.2009 Di dawiya hefyeta derbasbûyî de dildarên
edebiyata kurdî li Pirtûkxaneya Kurdî ya Stockholmê civiyan. Li
wir dildarên edebiyatê, şirovekêr, rexnegir û nivîskar li ser sê
pirtûkan, ”Dîroka Rûreş”a Bûbê eser, ”Gotinên Gunehkar”a Hesenê
Metê û ”Du Dilop”a Enwer Karahan kur bûn... |
Namek ji paş dîwarên Zindana Syednaya Leşkerî
Na ma girtiyên PKK û PYD
K.B.X.11.02.2009 Di destpêka sala 2008 de hêzên ewlekariya sûrî
beşê siyasî, 50 girtiyên kurd ji alîgir û endamên PKK û PYD
şandin girtî geha SEYDNAYA ya LEŞKERÎ, ya ko ji hêla
Istixbaratên Leşkerî û Polîsên Leşkerî tê rêvebirin û
kontrolkirin. |
EuroKurd
kete ber lehiya Bergeh ê
K.B.X.10.02.2009 TV ya ASOsat ê ku weşana xwe ji welêt dike û li
derveyî welêt jî bi xebatên xwe yên piralî pêş dikeve, vê
hefteyê rêvebirê EuroKurd Human Rights ê vexwend studyoya xwe ya
Stockholmê. Rojnamevanê xwedî tecrûbe û rêvebirê programa
Bergehê .. |
Instîtûta Kurdî ya Almanyayê gavek bi wate:
K.B.X.10.02.2009 Roja zimanê zikmakî ya navnetewî
Programa rojê wisa ye:
Moderator û birêvebir: Gunay Aslan... Qiseker: |
Xebata Zarathustra News ê di ASOsat ê de
Navenda Ajansa Zarathustra News ê li Stockholm ê ye. Ajans, berî
bi salekî ava bûbû. Di salekî de ji awira werger, analîz,
hevpeyvîn, istatîstîk û nûçeyan ve bi sedan kar pêk anî. Di gel
EuroKurd Human Rights de pirsên tabû anî rojeva xwe û skandal
derêxist holê. Li ser pirsa mafê mirovan xebat kir. |
Barzanî bo sefîrên ereb: Têkeliyên navbera ereb û kurdan weke
du neteweyên sereke li deverê, têkel hev in û di çend qonaxên
dîrokî re derbas bûne.
K.B.X.06.02.2009 Di berdewamiya serdana xwe ya bo dewleta Kuwêtê,
Mesûd Barzanî srokê Kurdistanê bi hijmareke sefîrên dewletên
erebî yên li Kuwêtê re civiya.
|
Pirtûka Amed Tîgrîs bi du zimanî derket
Bi Kurdî: ”Perwerdeya bi zimanê dayîkê û pirzimaniya fermî”
Bi Tirkî: ”Anadili eğitimi ve birden fazla resmi dil”
K.B.X.06.02.2009 Amed Tîgrîs ji demeke dûr û dirêj ve ye ku li
ser pirtûka xwe ya ”Perwerdeya bi zimanê dayîkê û pirzimaniya
fermî” dixebitî. Niha bi nîşkagavîyeke (surprîzeke) bi cih de,
di heman rojê de kurdî û tirkiya pirtûkê bi |
Lêkolînêr Beth-Şawoce:
Rewşa Suryaniyan têra xwe tevlîhev e
Gabar Çiyan
K.B.X.06.02.2009- Ji kerema xwe re, xwe bide nasîn, Şawoce kî ye?
Navê min Jan-Beth Şawoce ye. Ez di sala 1955 an de li bakurê Mezopotamya,
Tora Evdînê hatime dinyê. Piştî derketina derveyî welêt, di
gelek komeleyên Mezopotamyayê de xebatên min çêbûn. |
EZ
DIGERIM
PÊŞEROJ CEWHERÎ
K.B.X.06.02.2009
Ez digerim vê cîhanê
Wek qereçyan bê welatim
Tûrê min ser piyê mine |
Serok
Barzanî: Ev hilbijartin ji bona kûrkirna piroseya demokrasiyê li
Îraqê pêngaveke dirust bû....Serokê herêma Kurdistanê/Arşîv ..Bi
navê Xudê mezin û dilovan
K.B.X.03.02.2009 Bi minasebeta bidawîhatina hilbijartinên
civatên wîlayetan ku di roja 31.1.2009-ê de hatin pêkanîn,
pîrozbahiyeke gerim li gelê Îraqê bi giştî û gelê Kurdistanê bi |
Hejmara 104 an ya Rojnameya Agirî belav bû
K.B.X.03.02.2009 Rojnameya Agirî ji 15 rojan carekê li
Kurdistanê çap û belav dibe û yekemîn weşana bi zaravayê
kurmancî li rojhilata Kurdistanê ye. Giraniya nevaroka xwe,
polîtîk û çandî ye. Hejmara nû a 104 an î, di 31.01.2009 de ji
çapê derket û belav bû... |
Semînêra li ser integrasyonê
K.B.X.03.02.2009 Înstîtuya kurdî li Stockholmê bi hevkariya ABFê
semînerek li ser Întegrasiyonê dide...Programa semînerê wisa ye:
|
Rojnamevan Batun bi ”Bergeh” di ASOsat de

K.B.X.03.02.2009 Ji hefteya pêşiya me (08. 02) roja yekşemiyê ve
rojnamevan Cemal Batun di telewizyona ASOsat de dest bi
bernameyên Bergeh dike. Di Bergeh de Batun dê di babetên cuda de
li gel pîspor, zanyar, siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan û h w
d de hevpeyvînan lidar bixe. Yekem bernameya Bergeh di ASOsat de
dê li gel nivîskar Firat Cewerî li ser romana wî ya dawî ”Ezê
yekî bikujim” be. |
Spasname û agahî
K.B.X.03.02.2009 Em bi navê xwe Fewzî û Hesen Şêxo her weha bi
navê malbata xwe li welêt, spasiya dost û heval û tevaya
kesayetî, welatparêz, rewşenbîr mediya û malperên kurdî.. |
Zindana
mi, mala mi
Filmek ji derhênana
Mano Khalil
K.B.X.30.01.2009 Filmekî nu ji produksion û derhênan Mano Khalil.
Di sala 1988 de, û di dema operasîonên Anfalên de, leşkerên
Saddam bi alîkariya Kurdên Xayin yên Cahş, |
BOYAXKARÊ PÊLAVAN
 
K.B.X.28.01.2009 Ji kurte çîrokên Wezna Hamid dotmîra toreya
Kîkan
Wergerandin a : Pêşeroj Cewherî
Bi şêweyekî nerm dengê diya wî dihate guhê wî.ew jî di nav
nivînê xwe de bû,weke guleke nû dike vebe,li ber çavê diya xwe.
Lê dema herdû çavên xwe vekirin, bi giyanekî zarokî bîhna |
Qahîra konfransekî li ser pirsa kurdî li Sûrya
Himbêz
dike
K.B.X.28.01.2009 Di rojên 23 û 24 /1/2009 an de konfransek li
ser pirsa kurdî li Sûrya li dar ket. Instîtûta ASPEN li Berlîn
hemî partiyên Hevbendiya Dêmokrat a Kurdî li Sûrya, Eniya
dêmokrat a Kurdî li Sûrya û Komîta Kordînasyonê ya kurdî (licna
tensîqê) , vexwendî vê konfransê kiribûn..Ji wan nûnerê heft
partiyan amade bûn. |
Pêşengaha Rîza Topal lî Berlînê
Serhad Bapîr
K.B.X.28.01.2009 Hunermend Riza Topalê 75 salî, ev e 55 sal in
ku hunera xwe diafrîne, ku ji wan, 50 salên wî yên dawî li
Almanyayê derbasbûye.
Hunermendê Kurd di vê pêşengeha xwe ya ferdî da, wê 38 resimên
ku bi teknîkên curbecûr (don, pastelên bi don û pastelên rijî,
tembera û yên mayîn) pêşkêşî hunerdostan bike. Ev pêşengeh bi
hevkarîya Bezîrksamt Steglîtz-Zehlendorf von ..Pêşengaha Rîza Topal lî Berlînê
Serhad Bapîr
K.B.X.28.01.2009 Hunermend Riza Topalê 75 salî, ev e 55 sal in
ku hunera xwe diafrîne, ku ji wan, 50 salên wî yên dawî li
Almanyayê derbasbûye.
Hunermendê Kurd di vê pêşengeha xwe ya ferdî da, wê 38 resimên
ku bi teknîkên curbecûr (don, pastelên bi don û pastelên rijî,
tembera û yên mayîn) pêşkêşî hunerdostan bike. Ev pêşengeh bi
hevkarîya Bezîrksamt Steglîtz-Zehlendorf von .. |
Kampanya Dêra Mor Gabrîelê dest pê kir:
Dest nedin Mor Gabrîel!
K.B.X.28.01.2009 Erdê Dêra Mor Gabrîel di bin xetera talankirinê
de ye. Li ser pirsê demek e nûçe belav dibin. Di organa
Federasyona Asuriyan li Swêdê ”Hujådå” de di bin navê ”Dest
nedin Mor Gabriel”, Meclîsa Aşitî ya Izmîrê dest bi kampanyek
mezin kir.
|
Sipasî
K.B.X.23.01.2009 Partiya Demokrata Kurd li Sûrî ( PARTÎ)
rêxistna Swêd, Sipasiya hemo rêxistnê Kurdistanî, û heval û
dostên PARTÎ û Mamoste M. Nezîr Mustefa / sekretêrê PDKS- PARTÎ,.. |
BEHÎNAME
K.B.X.16.01.2009 Dîsa bi dilekî tijî xem
û kovan Me nûçeyeke şînî bihîst Ewjî koçkirina YÛSIF BERAZÎ (
BÊBUHAR ) ji evê cîhana gendemarî tije zindan û işkenc, ceng û
wêran û mişextî, stem û bindestî, ji miletêxwey Kurdên bindest
cudabû piştî xebateke dirêj di meydana kone û wêjeyîde.
|
Dostê Kurdan Václav Havel çû rehmetê
Dostê Kurdan yê hêja, siyasetvanê navnetewî û serokomarê berê yê
Komara Çekê Václav Havel piştî duhî rakirin nexweşxanê û
mudaxeleyî tibî pêk anîn, ji xewa şêrîn ranebû û ji nav me
barkir, çû rehmetê. |
Komîteya Hevkarîya Partî û Rêxistinên Kurdistanî:
Kurdek di zindana Mehabatê de kûştin
Hevkarîya Partî û Rêxistinên Kurdistanî li Hollanda-Hevkarî îro
beyanek belavkirin. Beyana wan li ser qetilkirina zindaniyek
Kurd e. Wisa tê gotin di beyanê de: |
Silav û rezên germ û gurr ji Kurdistanê
K.B.X.16.01.2009 Hejmara 103 ya Agirî
derket û roja 15.01.2009’an çap û belav bû.
Agirî bixwînin, binasînin. Têdîtin, pêşniyar û rexneyên xwe ji
bo me bishînin
|
Tebîniya
MUZEXANEYA KURDÎ LI STOCKHOLMÊ:
BERHEMÊN KEVNARE YÊN KURDÎ LI
BER TALANÊ NE
K.B.X.16.01.2009 Ji vê heyamek berê me bi
riya dezgeha medyayî ya kurdî, bi riya Zarathustra News'ê li ser
hilberîna (produksiyon, întac) hunera destî ya kurdî, ya ku li
ber windabûnê ye, agehiyek kurt li nav medya kurdî belav kir. |
Gelo wê kengî kanalek ji bo deverên kurdên sûriyê vebe ?
ZANA XANÊ
K.B.X.16.01.2009 Bi rastî di vê serdema
nuha de, pêwistî û giringiya kanalên ezmanî pir çêbûye,di riya
van kanalan re nerîn û hêvî derbasî her malekê dibin,û raya
giştî di riya wan re ava dibe,nexasim. |
Roja danasîna Dîroka Kurdên Koçber
K.B.X.01.01.2009: Şoreş Reşî ku bi xwe ji kurdên anatoliya navîn
e, pirtûkek lêkolînî ku ji du cîldan pêktê li ser dîroka kurdên
koçber amade kiriye û niha di nava weşanên Înstîtuya Kurdî li
Stockholmê de bi zimanê kurdî derket!
|
Kurte jiyana mamoste mihemed nezîr mustefe SEKRETERÊ( PARTÎ )
BI PÊNÛSA:BAVÊ HÊLÎN
K.B.X.01.01.2009: li sibha roja duşemê /22/12/2008 mamoste
mihemed nezîr mustefe sikrtêrê giştî yê parta dîmoqrata kurd li
sûrya(alpartî) Çû ber dilovanya xweda |
| |
|
جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي
© Çapkirin
ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye |
|
|
 |
 |
 |
|
Kurdistana Binxetê
|
كردستان
سوريا
|
Kurdistan Syrien |
|