|
Di dem ku xelkên Kurd li bajara Helebê bi hatina Cejna Newroz
şadibûn, Hêzên Ewlekarîyê li Helebê ji alîyê xwe ve dest bi
girtina ciwanên Kurd kir, ew jî piştî Meşa aştîyane bi Mûmên
pêketî êvara 20/03/2005a keç û kurên Kurd li gerekên Kurdî
(Eşrefîyê û Şêx Meqsûd) li darxistine, herweha ev girtin di
roja Newerozê de jî 21/03a pêk hat, bi dehan ji keç û kurên Kurd
hatin girtin û herweha hunermendê Kurd Nîhad Tirk jî yek ji
girtîyan bû ku Endamê sendîkeyê Hunermendane li Sûrîyayê û gelek
xelatên hunerî wergirtine, li gor hunermend (Tirk) daxwzdikir ku
pêşengeheke hunerî li şûnê şahîyê li derve li darxe, lê hêvîya
wî pêk nehat ji ber ku ji alîyê hêza Asayîşa Tewanbaran (Şaxa
Emin Cînaî li Helebê) ve hate girtin û hemû tabloyên li gel wî
hatin dirandin, piştre birin Şaxa Asayîşa Sîyasî (Emin Sîyasî li
Helebê) ewê bi nav û dengekî kirêt û li dawîyê û piştî borîna 7
seatan li Şaxên Asayîşî hunermendê Kurd serbest hate berdan û
xûyabû ku mebesta wan ji vî karî nehêlana Hunermend ku pêşengeha
xwe li şûna Şahîyê darxê.
Hêjayî gotinê ye (weke me berê nîşan daye) ku bi dehan (Ta niha
serjimêrek rast nîne) ji ciwanên Kurd Keç û Kur temena wan di
nêvbera 13 ta 30 salî ta niha di girtîgehên Şaxên Asayîşî li
Helebê de ne. |