|
|
|
30.10.2009 |
Xêrxwazan du Malbatên Kurd ( Mala
Mistê û Mala Çeto ) li Hev anîn
Konê Reş
Qamişlo 29/10/2006:
Doh(28/10/2006): Bi beşdarbûna cemawerekî zor zexim ku pêk dihat
ji; tev rêxistinen kurdi, serok hozên kurdî û erebi, şêx û
melayên misilmanan û Qesê, qesê xiristyanan Efram Çello,
kesayetiyên navdar û naskirî di Cizîrê de, ji mala Ibrahîm
paşayê Millî bigire ta bi mala Nayif paşayê Koçer, di gel wan
şêxê hoza Şemera û hin ji berpirsyarên dewletê di pêşiya wan de
Şêx Ednan kurê şêx Ibrahîm Heqî (Ji şêxên Botan).
Wiha ji Qamişlo, bi kerwanekî ji otomobîlan, di ser 200
otomobîlî re berê xwe dan gundê ( KENGELO ), bal mala ÇETO û
mezinê wan Ismailê Çeto..Ji wir, wî cemawerê xêrxwaz,
berpirsyarên mala Çeto(Yên Binxetê û Serxetê) bi xwe re kar
kirin û berê xwe dane gundê ( Pilêsiyê ) bal mala MISTÊ (Yên
Binxetê û Kurdistana başûr)û mezinê wan Ebdulazîzê Mistê..
Di bin her pênc konên vegirtî de li gundê Pilêsiyê, berpirsyarên
herdu malbatan dest û riwê hev maçkirin û li kêleka şêx Ednan
rûniştin...Di vê lihevhatinê de bi tenê şex Ednan û Qesê
xirîstyanan axifîn. Hin ji gotina şêx Ednanê kurê şêx Ibrahîmê
Heqî: Îro rojek gelekî giringe ji me re, çiko di vê rojê de
birayên me digihêjin hev û pirên dostaniyê têne danin..Hem jî
şîretên neyaran têne birîn û darikê hewdelê ji vê navê tê
avêtin...Ji mêj ve çavê me li vê rojê bû...Spas ji Xwedê re ku
me şêraniya vê rojê dît...
Qes jî di gotina xwe de, ev lihevhatin piroz kir, û spasiyên xwe
ji herdu malbatan re diyar kir û di nav gotina xwe de doza
biratiya gelên kurd, ereb û xiristyana kir ..
Wek ku diyare, ji 16 salan ve herdû malbat li ber hev û kuştinê
ne, û tevî hewildanên gelek kesan ku wan li hev bînin, lê ew li
hev hatin pêk nedihat, ta ku iro ew li hevhatin pêk hat ...
Hejayî gotinê ye ew kesên ku ji 8 mehan ve hewil didin wan li
hev bînin û ji dûv hewildana xwe venegeryan, tevî asteng û recên
ku didîtn û dawî ew li hev anîn ev kesin:
Ebdulazîzê Sara
Ekremê Hiskê Xello
Behremê Hiskê Xello
Hêjane spasiyeke gerim.
Hem jî hejaye em spasiya birêz Ebdulazîzê Mistê bikin, yê ku bi
mêranî pêşwaziya mêvanan û mala Çeto di mala xwe de kir û bi
sîngek fireh mêvanên xwe tev razî kirin...Û hêjaye em spasiya
birêz Îsmailê Çeto bikin ku tevî mirovên xwe yên Serxetê bi
xêrxwazan re çû bin konê mala Mistê...
Hêjaye em bêjin ku ev lihevhatin daxwaza her kurdekî resen û
wefadare ..
Konê Reş
Qamişlo 28/10/2006
|
|
. |
|
|