|
Hevgirtina gelê kurd di kongira
Biroksilê de wê roja azadiyê bo gelê me nêzîk bike, nexasim
avabkirina meclisek netewi kurdî bo rojavayî Kurdistanê
Bi pênûsa Mehmûd Biro
Ji dema ku yekem partiya siyasî bi navê ((partî demokratî
kurdisanî)) li Kurdistana rojava bi qehremanî hate damezirandin,
di sala 1957 an de û ta roja îro, tevgera me ya siyasî dinv
kefteleftek ji nakokiyên navxweyî û zêdetir kesayetî de dijî.
Van nakokiyên ne siruştî milet gelek lipaş hişt û kire êsîr û
girêdayê biryarên kesên serkirde dinav tevgera kurdî de ji wê
serdemê ta roja îro. Kêm zêde heta radeyeke baş mirov dikarê
Qebûl bike ku miletê mejî wek hemû miletê cîhanê wê bîr û
boçûnên cida, îdyolociyên cida dinav de hebin .Ev tê wê watê ku
wê partiyên çep û rast û naverast û neyeksan hebin lê ne bivê
ecêba ku mirov di jimartina wande şaşdibê hetanî mixabin binavê
kesan têne naskirin.
Lêkolînek dûr û dirêj liser vê babetê mirov dikarê bikê lê bi
kurtî mirov dikarê bêjê ku tiştê çû jixwe çû, lê tiştê ku maye
zor girînge û girîngiya wêjî ewe ku şanê şoresgerî, partizan û
kurdperwer dinav gelê mede serê xwe hildane, û îdî nema vê
parçebûnê qebûl dikin. Ev şanên şoresgerî dinav hemû partiyên
kurdî de hene û herweha dinav kesên serbixwe de jî hene((
serbixwe ew kesên ku ne dipartiyande kardikin, lê kurd perwerin))
weke nimûne şêxê nemiran Dr.M.Meşûq Aalxiznewî ku liser destê
rêjîma Sûryayê hate şehîdkirin bisedemên bîr û boçûnên wî yên
pêşverû û kurdperwer.
Rewşa kû Sûrya têre derbas dibê jimere zelal dikê ku ev rêjîma
diktator jiyana wê hindek maye û di qunaxa xwe ya dawî deye,
jiber ku li Sûryê qeyranek giştî heye ji hemû aliyan de, civakî,
siyasî, abûrî û çandî. Hêjayî gotinêye ku em bêjin ( jiyana azad
qedexeye).
sedemên wê qeyranê jî rêjîma diktatore ku teror bûye karê wê yê
serekî û herweha kuştin ,lêdan, girtin, revandin kesan,
talankirina malê xelkê û dest dirêjkirin beramberî kerameta
xelkê ji alîyê hêzên wê yên ewlekarîye ve, û berî hertiştî
siyaseta tinekirina gelê me ku jimara wî zêdeyî sê milyonan heye
û liser xaka xwe ya dîrokî dijî lê mixabin ji hemû mafên xwe bê
pare.
Serhildana 12 ê adarê tevgera me ya kurdî xiste nav qûnaxeke
taze de, qûnaxa mêranîyê û şikandina dîwarê tirsê ji rêjîma
Sûryê, xwenişandanên qehreman beramberî rêjîmê, herweha bo
pêkanîna mafên gelê me yên netwî û demokratî, mafê xwe yê
çarenûs wek hemû miletê cihanê.
Ev hemû bûne sedemên serekî ku kurdên me yên derveyî welat ji
ketin nave tekûşînek germtir de û bi şêwazekî xwirttir.
xwestin refên xwe bikin yek û gelek karê heja hatin kirin li
gelek deveran.
Yek Jiwan gavên pîroz ku li derveyî welat hate kirin, konferansê
Waşinton ku di 13.03.06 an de hate kirin bixebata xortên me yên
heja kurdên me yên li bakurê Emrika biserperiştiya birêz .Dr.
Şêrgo Ebbas.
Giringiya vî konferansî ya dîrokî ewe ku di paytexta cihanê û di
meclisê pîrê Emrika de hate kirin( kongress).
Hêjayi gotinê ye em bêjin ku jimarek baş ji kesên serbixwe,
ayînî, û piraniya saziyên siyasî kurdi yên rojavayî kurdistanê
beşdarî vî konferansî bûn.
Ev konferans di behwerîya min de bû pêngava yekem jibô yekîtîya
gelê me li ser bingiha ku kurd mileteke liser xaka xwe ya dîrokî
dijî û mafê çarenûs mafekî wî yê siruştîye wek hemû miletê
dinyayê. Pêşniyara zêrîn jî ewbû ku nûnerên kurdên rojavayî
kurdistanê hemû li Biroksilê bighine hev û mecliseke xwe ya
netwî damezirênin ligor xalên peymana waşinton ku kurdan liser
wan lihev kir. Lewre jî ez hêvîdarim kû hemû saziyên me yên
siyasî kurdî û kesên serbixwe, rewşenbîr, şex û grûpên ayînî
Eşairî, karibin wefdariya xwe bo xwina şehîdan nîşanbidn û
karibîn nûnerê xwe bişyêne konferansê Biroksilê û em hemû
bihevre roja konferans wek roja lêbûrînê û roja lihevhatina gelê
kurd nîşan bikin. Xetên sor dinav mede nemînin û em hemû hevdû
qebûlbikin û rêz bo hevdû bigrin. Jiber ku mezintirîn pila hêz û
qewtê ew ku mirov karibê li hevalê bibihûrê, û nimztirîn pile
ewe kû tu bi tolê(( heyfê)) hizir bikê. hevgirtina gele kurd di
Biroksilê de wê roja azadiyê bo gelê me nêzîk bikê
Nexasim biavakirina meclisa netewî kurdî kû bibê yekemîn leveger
û jêdera biryara siyasî
Ya gelê me da kû biyek deng û rengî û biyek helwestê dakevin
meydana xebatê bo pêkanîna mafê rewayî çarenûs û jiyanek aramm û
azad bo gelê kurd yê qehreman.
28.04.06
|