|
Gotina nûnerê partiya Azadî di
konfiransê waşintonê de di hundirê kongirêsê Amrîka de
12/13-03.2006
partiya azadî kurdî li Sûryê
((Komîta Europa))
Gelî xwişk û bira..partiyên siyasî.. mêhvanên hêja silavên
biratî û dostanî li webin,biteybetî li nûnerên emrîkî û kurdê me
yen rojava amadekarên vî konferancî.
Miletê kurd yek ji wan miletên Arî Hind û europî kevnare ye ku
li ser xaka xwe ya mejûyî Kurdistan dijî ,û ji van êlan pektê
LORÎ, HÛRÎ, MÎTANÎ, MÎDÎ, MANÎ, ORARTO, KÛTÎ.
Berî 2500 salan gelek Imperatorî û memleketen kurdan hebûn, wek
Imperatoriya Mîdya 612 sal berî zayîne hetanî dewleta Dostkî,
Shdadî, Eyûbî.
Êrîşên Mexol û Silcûqîyan û her weha vekirinên islamî liser
Kurdistanê hatine kirin, talanî û xerabî û tede kirin, û
kurdistan pasmayî histin.
Rûbere Kurdistanê 500,000 km çargoşe, û xelken we zedeyî 40
milionî hene.
Sala 1514 Z, di şerê caldîran de cara yekê bû Kurdistan bû du
bes dinav Othmanî (Başûr û Bakur û rojavayî kurdistanê) û
Sefewîyan ( kurdistana Rojhilat) de.
Duem dabeşkirina Kurdistanê dinav Syria,Iraq,Tyrkia,Iran de
piştî peymanên şerê cihanî yekem, û peymana Saikspiko di
sala1916 ande.
Jiwê demê ve kurd dibin deste dagirkeran dijî, tevli ku navê
kurdan di gelek peymanan de hatibû danîn wek)
Bitrsborg..Saikspiko..Sanrimo..Sivir..Lozan..Seedabad..Sinto..Nato..
Cezair). Lê mixabin kesî ji dewleten dunyayê û neji yên heremê
bere xwe nedan kurdan û liwan nebûn xwedî jibo ku ewjî wek
miletên dunyayê bi mafê xwe yê çarenû şadbibe û jibin nîrê stemê
derkevê.
Kurd duem mezintirïn neteweye li Suryê, jimara wî zedeyî 3
milionan heye, 15% ji jimara giştî ya xeløkên Sûryê. Rûberê
kurdistana Rojava 20,000km çargoşe ji Hisiça hatanî çiyayê
Kurda.
Sedê salayi kurd liser vê axa xwe ya mejûyî dijîn, berî û pşitî
dewleta Mîtanî ku paytexte wê Washokanî ( serê kanîyê) lewre em
dibînin kurd hevparê vî welatî ye.
Kurdan rolek netewî û şoresgerî di diroka Sûryê de pêkanîn dijî
dagikerên Ferensî, nimûne Diyare Topê..Serhildana Beyandûr û
hetanî hin şoresên mezin wek şoreşa çiyayê aniskê ji alî
Qrehremanê kurd Ibrahîm Henano ku li dijî Ferensîya serkir.
Herweha rolek mezin di dema dewleta Eyûbî de kirin, piştre bûne
serok komar, û hetanî dewleta Sûrî ya taze ji ku Kurd tede ketne
wezaret û perleman, hêzên leşkerîde.
Di 1961ê de regima Sûrî Sînema amûde sewitandin û tede bidehan
zarokên dibistanan canê xwe winda kirin.
Di 1962 an de, diserjimartina awarte de, li Hisica de,
hemwelatîya Sûrî ji hezarên kurdan hate kişandin, iro jimara wan
dighê 300,000. Di1993 Zindana Hisica şewitandin ku tede zedeyî
60 kesî canê xwe winda kir.
Di 1973 an de kembera Erbî bidirêjayîya 375 km û ferehbûna ji 10
heta 15 km, li kurdan pêcan û Ereb ji dora bajarê Reqayê anîne
devera kurdan
û siyaseta bierebkirinê û guhrerandina dimografî pêk anî dijî
kurdan.
41 Niştecih ji ereban re avakirin di herêma kurdî de. Navê gunda
guherandin, nevê kesan guherandin, xwendevan û karker ji kar û
xwendegihan avêtin, bisedemê (( biv liser ewlekarîya dewletê))
Di 2004 an de, di serhildana 12 ê adarê de, bihezaran kurd
avêtin zindanan, bidehan şehidbûn û bisedan birîndarbûn, hest
kes dibin îskencê de mirin, û hinek jiwan bi nexweşîyên sykologî
û daîmî ketine. Ji alîkî din ve regima Sûrî piştgêrîya terorê
dikê li Iraq, libnan û Felestinê.
Ev hin piroseyên şovînî ne ku endazyarê wan yên wek M.Teleb
Alhilal û Mishêl Efleq. ku dixwazin kurdan tune bikin.
Amadevanên Berêz:
Qeyrana gistî ku îro Sûryê tede dijî, nemaze piştî bazdana
Ebulhelim Xedam, hin erkên nşitiman perwerî û netwî liser milê
me kurd, Ereb û Aşûrî û kêmneteweyên din di Sû ryê datînê, em
riya rezgarîyê di van xalan de dibînin:
1- Danîna programek zelal bo guhertina demokratî ji aliyên hemû
saziyên siyasî, civakî, rewşenbîrî ku bahweriyê bi guherandinê
tînin, û têde kurd wek duem netewe di Sûryê de werê naskirin û
garantibûna mafê wî yên netewî, siyasî û çandî di destûra Sûrî
ya peserojêde. û garantiya mafên demokratî yên kemneteweyên din
j.
2- Hilbijartinên giştî û Azad, dijiêr cavdêrîya dayîkên
yekgirtîde.
3- Hilanîna ysaya Rewşa Awarte, kembera erebî, serjimartina
awarte, dadên Irfî û hemû merasîmên şovinî, û azadkirina hemû
girtîyên siyasî.
4- Behwerî bi taqetên miletê Sûrî û herweha sudgirtin ji hêzên
azdîxwaz û demokrati yên Cihanî û Herêmî.
5- Rênedan bo alternatîvên Ayînî, Taifî bo serkêşiya guherandina
demokratî, jiber ku wê bibê sedemên nakokîyên dijwar di pêşerojê
de (( wek niha li Iraqê ))
6- Hişyarbûn bo wan sînaryoên dibin perdên reşde çêdibin, ku
dibêjin, Qeyran li Sûryê tenê Partîya Bethe, û kilîta careserîyê
dideste Serokê Sûriyê deye. Nexêr ev neraste jiber ku rêgima
Sûryê di hemû warên jiyanê de diktatorî û sovînîye, û herweha
berpirsyarbûna yasayî, siyasî û talanbûna wealat dikevê sukra
rêgimê ku welat birêve dibê.
7- Mukurbûna hêzên erebî bhebûna kurd ya mejûyî liser xaka wî ((Kurdistan))û
tekezkirina mafê wi yê rewayî carenûs, liser bingiha hevgirtina
arezûmend û azad.
8-Piştgêrîya proseya azadî û demokratî ya cihanî, û regirtin
liber terror, li hemû dinya, jiber ku teror li Nyoyork yan li
kurdistan yan li Sûryê ,her terore û her yek armenca wê heye ku((
astî û aramî lidunyayê cênebê)).
Berêzan lewre em dibînin ku îro pewistîyek pir girng bi
hevgirtina hemû hêzê demokratî Erebî kurdî li sûryê hêye, jibo
peşvebirina proseya guherandina demokratî dî Sûryê de. Lewre jî
em dewe li Hikûmet Perlemanê Emrîkî dikin ku piştgêrîya kurdên
rojava bikê û pirsa wan wek pirsek siyasî ya miletekî girêdayî
xaka xwe bibînê , ne tene wek kêsek mirovatî.
Di dawî de em binavê partiya xwe bangî hemû hezên siyasî kurdî
dikin ku refên xwe nezîk hevdû bikin, û nakokîyên navxweî
jibîrbikin, hevdû qebûl bikn, rêz bo hev bigrin bercewendiya gel
û nistiman bixne pêş hemû bercewendiyên kesayetî û rexistinî, û
herweha wan xetên sor yan muhrên reş jipê cavên hevdû hilînin,
her weha bangek teybetî bo hezên çep bahwermend bi dibistana 5 ê
tebaxê ku bizûtirîn wext de yekbigrin, Da em henû bihevre miletê
xwe bighinin qraxê asti û azadîyê.
Bijî kurd.....Bijî kurdistan...
partiya azadî kurdî li Sûryê
((Komîta Europa))
|