|
|
|
05.10.2009 |
Projeya destûra herêma kurdistanê û mafê
neteweyên din
Selah Bedredîn
Ji paradoksên watedar û kesnedîtî ku kurd ji dor sedsalekê ve
têdikoşin û li çareseriyeke şayiste ji bo doza xwe ya neteweyî
re digerin û li benda yên din yên serdest û vîna navneteweyî –ya
niyazbaş!-dimînin,bi gotineke din li benda deselatên neteweyên
serdest"ereb û tirk û faris"ko gotina xwe bibêjin û nêrîna xwe
derbarê çarenûsa wan de eşkere bikin, em niha li herêma
kurdistana iraqê ya federe wan di cihê biryardan û
destnîşankirina çarenûsa miletên din de dibînin-ev tiştê ku ciyê
serbilindiyê ye-û barê çareserkirina erkên xwe yên niştimanî û
îdarî û aborî û çarenûsî û di nav de danûsitandinkirin bi
kitekitên pirsgirêkên neteweyên din re hildigirin di riya
pêşkêşkirina projeya destûra herêma kurdistana iraqê ji bo
guftûgokirinê,mîna ezmûneke nû û bêhempa di dîroka tevgera
neteweyî kurdî de ya ku divê biserbikeve çiqasî ko kedên çandî û
zagonî û maddî û kargêrî di warê gotûbêj û danûsitandinê de pir
bin jî di çarçoveya objektîvî û vekirîbûn û tolerans û
perensîpên demokratîk de.Di vê gotara xwe de,ez dê tenê derbarê
mihwera neteweyên kurdistanê de biaxivim û alî û mijarên din ji
pisporan re bihêlim.
Di xwendina pêşî de,mirov neçare ku bawerî û geşbîniya xwe
derbarê başî û pendiyariya deselatên herêmê di warê pêkanîna vî
erkî bi şêwazeke bibalans û adilane de derbibrre,ji ber çend
sedeman weke:
Yekem:hebûna mîrateke kombûyî di dîroka rojeva neteweyî
rizgarîxwaz ya gelê kurdistana iraqê,û di pêşî de post û rola
barzan û barzaniyan di warê hevjiyan û dabeşkirina rewşên jiyanê
di demên dirêj de tevî pêkvejiyana olî û mirovî û niştimanî û
neteweyî bi neteweyên kurdistanî re nemaze kildan û aşûriyan re
di qonaxên şoreş û raperînan de û bi taybetî şoreşa Îlona
1961-ê, tiştê ku min bi herdû çavên xwe dît dema min seredana
lîderê şoreşê barzaniyê nemir kir,hêz û betaliyonên pêşmergeyan
ji endamên herdû milletan hebûn li dirêjahiya eniya şer a ku ji
sînorên sûriyê dirêj dikir heta devera barzan,hindek ji wan
şervanên pasevanên taybet bi serokê şoreşê bûn jî .Herweha,min
wê demê li devera Balik di yekê ji baregehên serkirdayetiyê de
hevdîtinek bi endamê encûmena şoreşê petrîkê mezin bolis
bêdarî,mezintirîn olvanên kildanî re kir û duvre min pakrewanê
hêja firenso herîrî,têkoşerê aşûrî yê mêrxas û nêzîk ji lîderê
şoreşê barzaniyê nemir û hindek kesên din jî dîtin.
Diwem:taybetmendiya rewşa kurdistana iraqê ya niha, kurdistana
ku li dirêjahiya dîroka iraqê ya nûjen de bû wargehê opozisyona
niştimaniya demoqrat û navendeke bingehînî di warê rûxandina
rêjîmên despotîk û guherandina hikûmetên gendel de,û
qezenckirina gelê wê pisporiyeke mezin di mijarên peydekirina
demokrasî û mafên mirovî û rizgarbûna ji despotîsmê û
misogerkirina mafê çarenûsî û hestkirina bi tîmên serbestî û
serdestiya niştimanî, bi taybetî ji ber rizgarbûna herêmê bi
tavhî di despêka sedsala niha de li gel azadkirina iraqê û
têkçûna dîktatoriyetê û lihemberderketina terora tunderew û
geşepêdana proseya guherîna demoqrata berfireh li dever û
cîhanê,tiştê ku hindek stûbariyên şaristanî nû û erkên dîtir li
ser milê deselatên herêma kurdistanê zêde dike,daku ew ji
hemwelatiyên xwe û ji iraqiyan û cîhanê re radeya miqatebûna xwe
li ser perensîpên ku miletê kurd her û her ew hildane û ji yên
din daxwazkiriye ku ew wan bicîbînin,nexasime mafê milletan di
destnîşankirina çarenûsa xwe de,bide xuyakirin.Her weha,da ku
tekez bike ku ezmûna kurdistana iraqê wê bibe nimûneyeke baş û
adilane di warê çareserkirina pirsgirêka neteweyî di hundirê
herêm de û bibe nimûneyek ji dewletên cînar û dewletên
firenetewe li devera rojhilata navîn.
Sêyem:ji ber ku projeya destûr ji despêkê de zemîna saxlem ji bo
çareserkirina pirsgirêkê misoger kiriye,û perensîpa bingehînî
aniye ziman angu venasîndana bi hebûna neteweyên kurdistanî ji
tirkmen û kildan û aşûrî û ermen û ereban di madeya şeşan de ya
taybet bi pênasekirina gelê kurdistanê,tiştê sereke û pêwîst di
warê danûsitandin kirina çarenûs û mafên gel û neteweyan.her
weha di heman madeyê de pijirandina jimartina van neteweyan ji
nişteciyên bingehînî li gor yasa û rastiya heyî(dûr ji
mûqayeseyên karîkatûrîk bi rêjîmên despotîk re,ez li vir
dibêjim:em kurdên sûriyê hijmra a me dor 3 milyon kes e û em %15
ji tevahiya xelkên sûriyê pêktînin û hêj me mafê venasîna
destûrî bi hebûna xwe wernegirtiye,jixwe dev ji mafên din
berde!),tiştê din jî ew bû venasîndana bi mafê neteweyên
kurdistanî di destnîşankirina çarenûsa xwe de di çarçoveya giştî
ji misogerkirina vî mafî ji tevahiya pêkhateyên civaka
kurdistanê re ya ku di madeya heştan ji projeya destûrê herêm de
hatiye.
Wisa, em xwe li hember rewşeka destûriya pêşkeftî ku tê de
perensîpên bingehînî û bingeha pêdar derbarê rêzgirtina pirrengî
û pijirandina neteweyên din û bihêzkirina civaka sivîl û
bicihanîna armancên hemî neteweyên herêm ne tenê sebaretî
dabînkirina mafên çarenûsî lê her weha derbarê tevahiya aliyên
zagonî û îdarî û civakî û rewşenbîrî û azadiyên bingehînî û
giştî û mafên mirovî û mafê jinê û takekesan û baweriyan û
azadiya viberanînan û bazar û karûbarên aburî, dibînin.
Di vê rewşa navhatî de, pêwîst e ku nûnerên pêkhateyên neteweyên
kurdistanê-hem ev mafekî wan e-vîna piraniyê di naverok û form û
şêwaza xwestekên ku wan pêwîst dibînin ji bo bicihanîna daxwzên
neteweyên xwe derbibirrin ji ber ku ev erk ji wan tête xwestin û
divê ku ew li benda yên din bi taybetî kurdan yên ku
destnîşankirina maf û xwestekên neteweyên kurdistanî ji
foniqsyona xwe nabîne û rola şîretkar û sazkerê çarenûsa yên din
bi hîç şêweyekî napijirîne, nemînin.
Çend pirsên pêwîst:
Bi boneya pêşkêşkirina projeya destûrê herêm bo goftûgoyê,alavên
ragihandinê hindek nêrîn û gotar û daxuyanî ji layê rewşenbîrên
kurd ve,belavkirin.Di heman demê de,nivîs û nêrînên ronakbîrên
neteweyên din pir kêm bûn eger ku em nebêjin ew dudil û netebitî
û nediyar bûn,ji ber ku di piraniya wan de konseptên mîna"hîlala
mesîhî","milletê mesîhî","neteweya mesîhî","milletê kildanî
aşûrî seryanî ermenî","mafên êzîdiyan"mafên
fêliyan"..Htd,dihatine xuyakirin, tiştê ku pêwîst dike em van
têbîniyan bînin ziman:
Projeya destûrê herêm venasînê bi hebûna ol û mezheb û baweriyan
li Kurdistan û iraqê dide,lê di heman demê de ew weke destûrê
iraqa federe nêzîkî meseleya avakirina kiyanên olî û mezhebî
nabe. Bi gotineke din,pevçûna lidar ji encama qeyrana kurdî ji
dema damezirandina dewleta iraqê ve bi hemî tundûtûjî û qirkirin
û vêketina şoreş û raperînan tev ji ber doza neteweyî û mafê
destnîşankirina çarenûsê rûdan,ne ji ber pirsgirêkên ol û
mezheban,jiber vê çendê çi hewildana berev guherandina xuristiya
pevçûnê ji neteweyiya vekirî berbi berî-neteweyî ve weke rengên
xeyal û çandiniya deryayê dixuye,û qonaxa niha li kurdistanê bi
çanda xwe ya siyasî û konsept û destûr û yasayên ku sazî û
dezgehên kargêrî û zagonî û îdarî encam didin bi eşkerayî yek
navnîşanê hembêz dikin ewjî ev e ku şêwaza pêkanîna erkên
neteweyî tevî konseptên wan yên mirovî û demoqrat.Ji aliyê din
ve,diyar e ku ne ji erkê destûr e ku "mafên neteweyî"yên tiwêjên
kurdî ji peyrewên olên ji bilî islamê û bi heman şêweyê"mafên
neteweyî"yên girûpên kurdî yên ji zaravên ji bilî soranî û
kurmancî gotûbêj bike,ji ber ku ew tevî ku zarav û bawerî û olên
wan cida ne jî kurd in,û çarenûsa wan bi ya tevahiya neteweya
kurd ve girêdayî ye.
Dema ku projeya destûrî kildan û aşûriyan bi nav dike, armanc ne
ew e ku ew dixwaze gelekî anjî kiyanekî parçe bike biqasî ku ew
dixwaze realita heyî diyar bike û rêzê li vîna piraniya herî
mezin ji herdû milletan bigire.Herkes dizane ku
goftûgoya-germ-di navbera elîtên herdû milletan de lidare
derbarê pirsên: gelo aşûriyên niha neviyên yên kevin in? gelo
kildan milletekî serbixwe ye anjî erebên samî ne anjî kurdên
file ne? gelo seryan millet anjî ziman e,ereb in anjî kurdên
file ne ?gelo hersê komên navbirî bi hev re milletê aramî
pêktînin?gelo çi delîlên dîrokî û zanistî û rasteqîn ji konsepta
gelê mesîhî li kurdistanê re hene?eger ku ermen milletekî
serbixwe ye,naxwe çawa bi navê neteweyeke din tê binav kirin?
Bê guman,fakterê cografîk piştî yê mirovî rola sereke di ast û
xwezaya mafên çi neteweyeka kurdistanî de dilîze, her
weha,dabeşbûna berfireh ya neteweyên kurdistanê di tavilê
parêzgeh û deveran de fakterekî sereke ye derbarê hevjana
aştiyane û hezkirina duqolî û hemahengiyê, û pêwîste bi lêgerîna
micid û objektîv li formeke şayiste di warên îdareya xwebixwe
de, çi li ser bingeha"yekîtiyên neteweyî"anjî"dayîreyên neteweyî"
xwediyên tavilê deselatên herêmî û zagonî û kargêrî ku xwestekên
tevahiya pêkhateyên neteweyî wek ku di destûr de hatine pêkbîne
mîna nimûneyeke zindî û pêşkeftî ji coreyên mafê neteweyan di
destnîşankirina çarenûsa xwe de ya ku di dawî de ji aliyê
neteweyên behskirî ve li gor vîna wan ya zazd tê destnîşan kirin.
|
|
. |
|
|