|
|
|
. |
|
|
|
|
|
bê.09.12.07.18.00.EU |
Çanda Kurdî ziyaneke mezin ket
(Bi mûnasebeta mirina Ordîxanê Celîl)
Wezîrê Eşo
Rojeke
cotmehê ya sala 2007a li bajarê Rûsiyayê-Sankt-Pêtêrbûrgê (Lênîngirada
berê) ji nişkê va, ji ber rawestandina dilkê xwe jiyana xwe ji
dest da ronakbîrê Kurdî bi nav û deng, doktorê zanînên fîlolojî,
pirofêsor, zargotinzan û edebyetzan Ordîxanê Celîl. Bi mirina
Ordîxanê Celîl gelê Kurd ronakbîrekî xweyî welatparêz unda kir,
yê ku temamiya jiyana xwe ya femdariyê ya nîv sedsaliyê da ser
berevkirin, lêkolîn û weşandina çanda gelê xwe ya ruhî, bi
tayîbetî zargotina wî ya zengîn bi almast û yaqûd, bi lal û
durên wê, ku bi giranî ji kûraya sedsala tên û di nava xwe da ne
ku bi tenê bûyerên tarîxa Kurdistanê yên tirajîk, lê her wa
jiyana gelê Kurd, mantalîtê, felsefe, bîr û bawer, xem û xiyalên
wî dîhar dikin.
Her çiqasî jî Ordîxanê Celîl 75-saliya xwe da mir, lê ev yek bû
undakirin, ziyaneke mezin ji boyî Kurdzanînê, ber ku di wî
temenî da jî ew bi daxwaz, ênêrjî û zanîn-tecrûbên pêwîst va
dagirtî bû ji bona berdewamkirina wî karê xwe yê ji bona çanda
milletê xwe pir pêwîst. Û gava em vê yekê û bi tayîbetî keda
Ordîxanê Celîl ya mezin di warê pêşxistina çanda gelê xwe da
mêze dikin û digrin ber hesêb-dikarin wê jî bêjin, ku bi mirina
wî stûneke xaniyê çanda Kurdî ya navê û stûr şikest. Lê gava em
wê yekê jî digrin ber hesêb, ku çi ku rehmetî pê ra gîhand bî cî
bîne-bûye mal û milkekî çanda Kurdî yê nemir-xemgîniya me ber vê
undakirinê siviktir dibe, ber ku ew mal û milkê bi xwe ra xudanê
tomarkirin û lêkolîna xwe jî her wa zêndî bihêle. Lê zemanê
zêndîmayîna wê çandê jî bê sînore.
Her çiqasî jî Ordîxanê Celîl ne ku bi tenê li warê jiyan û
karkirina xwe, li Ermenîstanê û Rûsiyayê, lê her wa li beşên
diyaspora Kurdî yên dinê û bi tayîbetî li welatê xwe-Kurdistanê
deng daye û haya ronakbîrên Kurd bi giştî û Kurdzanan bi
tayîbetî ji kar û bar, berhemên wî yên zaniyarî heye, lê dîsa jî
weke hogir û hevkarekî wî yê pir salan, ku haya min baştir ji
karê rehmetî yê berhemdariyê heye-pêwîst dibînim jiyan û kar û
barê wî qet nebe bi kurtayî û xetên giştî raxim ber çevan, ku
haya gelê Kurd ji kirinên wî lawê xwe yê şîrhelal hebe yê ku
meremê jiyana xwe di nava xizmetkirina himberî wî gelî da bi
giştî û çanda wî ya ruhî da bi tayîbetî didît.
Ordîxanê Celîl 24ê tebaxê sala 1932a li payîtextê
Ermenîstanê-Yêrêvanê malbata şayîrê kurdayî bi nav û deng Casimê
Celîl da hatiye dinê. Sala 1956a ew dawiyê li perwerda xwe ya
fakûltêta zanîngeha Yêrêvanê ya fîlolojiyê tîne. Sala 1958a ew
beşa Kurdzaniyê da ya înstîtûta Lênîngiradê ya Rojhilatzaniyê da
ji bona bi cîanîna têza berendamtiya zaniyariyê dibe şagirtê
rojhilatzan û kurdzanê di cîhanê da bi nav û deng akadêmîkos
Hovsêp Orbêliyê eslê xwe da ermenî û bi seroketiya wî têza xwe
ya bi têma "Êposa Kurdî ya qehremaniyê ya "Xanê Çengzêrîn" - "Dimdim"
amade dike, ewê civîna zaniyariyê ya bilind ya sala 1961ê
diparêze û navê berendamê zanînên îdeolojî distîne. Pêwîste em
kifş bikin, ku ji bona bi cîanîna vê lêkolîna xwe Ordîxanê Celîl
gellek şaxên wê beyît-serhatî, wê destana gelêrî civandibûn û
pişt ra ew jî dan weşandinê.
Piştî vê yekê ew vedigere Yêrêvanê û li vira beşa Kurdzaniyê da
ya înstîtûta Rojhilatzaniyê da kar dike. Lê zûtirekê car din
vedigere Lênîngiradê û li wir karê xwe yê zaniyariyê hetanî
mirina xwe berdewam dike. Lê eva yeka qet jî nayê wê watê, ku
Ordîxanê Celîl li wî bajarî bi tenê, navbera çar dîwarên kabîna
zaniyaran da karê xwe bi cî danî. Weke zargotinzan û bi tayîbetî
berevkirê nimûnên zargotina gelêrî ew li wan hemû cî û waran,
komarên Yekîtiya Sovyêtiyê digere, li kî derê olkên Kurdan hebûn:
li Ermenîstanê, Gurcistanê, Azerbeyîcanê, Qazaxistanê,
Ûzbêkistanê, Qirqizistanê, Tûrkmenîstanê û derên dinê. Gelek
berhemên gelêrî ewî ji ber zarê wan Kurdan digirtin û tomar
dikirin yên ku ji beşên Kurdistanê yên cuda-cuda bi giranî ji
bona perwerdebûnê dihatin Yekîtiya Sovyêtiyê.
Sala 1996a Ordîxanê Celîl bi têma "Stranên Kurdî yên tarîxî"
têza xwe ya doktorayê diparêze û bi hev ra navên doktorê zanînên
fîlolojî û pirofêsoriyê bi dest tine: vî navê dawî ji ber bi
cîanîna fêrên fîlolojiya Kurdî zanîngeha Pêtêrbûrgê ya dewletê
da.
Ordîxanê Celîl xudanê hereket, êrûdîsiya mezin bû, bi ser da jî
aşiq û maşoqê zargotina gelê xwe û zanekî bi kemala tabîî. Bi
van karîn, hereket û keremên baş ewî dora nîv sedsalê bê
westandin û acizbûn, bi ser da jî bi heyacan xizmeta çanda
milletê xwe ya ruhî, bi tayîbetî zargotina wî kir, ber ku
berevkirin û weşandina her berhemeke zargotina gelêrî ji bona wî
lawê gelê Kurd yê şîrhelal û welatparêz serbilindî, kêfxweşî û
şabûn danî. Em dikarin wê jî bêjin, ku bi çapbûna her berevokeke
zargotina Kurdî ra, weke gelê me dibêje, ruhê wî teze dibû. A ji
ber vê yekê ewî bi tenê û bi hevkariya tevî birê xwe-doktorê
zanînên tarîxî, pirofêsor Celîlê Celîl bi hezaran berhemên
zargotina Kurdî yên weke almast û yaqûd, durr û cewahir
giranbiha yên hemû janin û cûrên zargotinê-edebyetê berev kirin
û dane weşandinê û bi wê yekê gellek ji wana bi wê naverok û
zaravê xwe ji ber undabûna heta hetayê xilaz kirin û weke mal û
milkê jiyana dayîmî şûn da li gelê xwe vegerandin.
Awa navên her bi tenê çend lêkolînên ser zargotina Kurdî û
têkistên berhemên wê zargotinê, ku Ordîxanê Celîl bi tenê û tevî
birê xwe-Celîlê Celîl pêk anîne û dane weşandinê: "Dîlokên
Cimeeta Kurda", "Êposa Kurdî ya qehremaniyê ya "Xanê Çengzêrîn",
du cildên "Meselê û metelokê cimeta Kurda", "Gulçin"(veçêkirina
berhemên zargotinê)"Stranê zargotina kurdaye tarîxiyê", "Zargotina
Kurda"(dora 500 rûpelan), cildên "Zargotina Kurda" yên yekemîn û
duyemîn(bi tîpên latînî dora 1000 rûpelan). Van salên dawî li
Pêtêrbûrgê Sertaceke berhemên Ordîxanê Celîl di warê berevkirin
û lêkolîna zargotina Kurdî da bi sernavê"Stranên Kurda yên
tarîxiyê" bi têkistên stranan yên orîjînal, yên Kurdî û bi
wergera wan ya ser rûsî hate weşandinê bi pêşgotin û pênasînên
berfireh(dora 800 rûpelan). Ev stran ewî navbera salên
1958-1990î da berev kirine. Hêjayî kifşkirinêye em bêjin, ku
stranên Kurdî yên tarîxî bi jimara haqas mezin bi lêkolîna ser
wan ya heralî û kûr cara yekemîn bi carekê ra, berevokekê da ne
ku bi tenê li Sovyêta berê, ne li welatekî cîhanê yê dinê û ne
jî li Kurdistanê bi xwe nehatiye weşandinê. Pêwîste em bi ser da
zêdekin, ku hemû berevokên li jorê kifşkirî û nekifşkirî jî ewî
û birê va bi pêşgotin, komêntar û pênasînên zaniyariyê yên
berfireh va, ku bi tevayî, bi giştî têne bi navkirinê weke
pasportîzasiya berheman, dane çapkirinê.
Her bi tenê ev lêkolîn û têkistên zargotinê destûra tam didin em
bêjin, ku Ordîxanê Celîl navê xwe bi tîpên zêrîn nava tarîxa
çanda gelê xwe ya ruhî da daye morkirinê.
Bilî Sovyêta berê berevokên berhemên zargotina Kurdan, ku
Ordîxanê Celîl amade kirine, li Almaniyayê, Îraqê û welatên dinê
da jî bi Kurdiya wan û bi wergera ser çend zimanên biyanî hatine
weşandinê.
Zemanê desthilatdariya komûnîstiyê ya dîktatoriyê da wek tarîxa
Kurdistanê ya nû û hemdem û, weke emê bi kifşkirina sebebê wê
yekê bibînin, ji wê jî bêtir û hişktir weşandina lêkolîn û
têkistên stranên Kurdî yên tarîxî bi motîvên polîtîkî piştî
mirina Stalîn jî li Yekîtiya Sovyêtiyê hatibû qedexekirinê, ber
ku di wan da ne ku bi tenê pesnê mîr û hakim, axa, beg û şêxên
Kurda, mêranî û mêrxasiya wan dihat dayînê wek serokên
serhildanên Kurdan, rêvebirên Tevgera Azadîxweziya Kurd, lê bi
ser da jî rêjîmên dewletên dagîrkerên Kurdistanê ji ber zor û
zulma wan himberî gelê Kurd eşkere û bi tundî dihatin bi
sûckirin û rûreşkirinê. Lê acizkirina van dewletên cînar û bi
tayîbetî–Tirkiyayê qet jî ne di menfeeta dewleta Sovyêtiyê da bû!
Ez wî zemanî, ji nîveka salên 60î hetanî destpêka salên 80î
sansorê dewletê bûm di warê weşanên Kurdî da li Yêrêvanê. Min bi
zanetî şexsê xwe, kariyêra, posta xwe kire bin tehlîkê, ber bela
rêal û destûra weşandina berevoka stranên Kurdî yên tarîxî da.
Bi vî awayî min alîkariya zaniyarê welatparêz kir ji bona
weşandina berevokeke dinê jî, ku karekî bêtir bi tehlîke bû. Ew
berevok bi sernavê"Zargotina Kurda" sala 1978a li Yêrêvanê hate
weşandinê. Beşa wê ya dawî da qewil û beytên êzdiya hatibûn bi
cîkirinê. Gorî ola êzdîtiyê qedexe bû, ku şêx û pîrên êzdiya ji
bona tomarkirinê û weşandinê qewil û beytan şexsekî ra bêjin ew
kî jî hebe. Hemîn weşandin û piropagandakirina berhemên olî bi
giştî gorî îdeolojiya komûnîstiyê ya ateîstiyê (Xwedênenasiyê)
li welatê Sovyêtiyê tam û temam qedexe bû. Di vî warî da şêxên
pêşverû yên weke Şêx Dewrêşê Şêx Keleşê bi femkirina pêwîstiya
tomarkirina qewil û beyîtan ji bona zelalkirina pir pirsên
dîroka Kurdistanê û çanda Kurdî ya ruhî û ruhaniyê alîkariya
Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl kirin. Me rîskeke mezin kir, lê
bextê me ra kesekî dewlet ser weşandina qewil û beyîtên êzdiya
agahdar nekir.
Ordîxanê Celîl xudanê bi dehan gotarên zaniyariyê bû yên ku ser
zelalkirina pirsên zargotina Kurdî, tarîxa Kurdzaniyê û edebyeta
Kurdî ya bi nivîskî ser rûpelên kovarên zaniyarî û her wa
rojnaman hatine weşandinê.
Ordîxanê Celîl yekemîn edebyetzanê Kurd bû, yê ku berhemên
şayîrekî kurdayî li dervayî sînorên Sovyêta Berê yên Cegerxwînê
mezin kirin babeta lêkolîneke xwe, ku bi sernavê "Poyêziya
Cegerxwîn ya bajarvaniyê" sala 1966 a li Yêrêvanê hate weşandinê.
Di wê da ewî gelek helbestên şayîrê welatparêz bi wergera ser
tîpên kîrîlîk bi cî kirin û ew cara yekemîn bi goveka berfireh
kirin mal û milkê xwendevanên Kurd li welatê Sovyêtiyê.
Ordîxanê Celîl pir salan xizmeta perwerda bi zimanê Kurdî kir di
dibistanên Ermenîstanê û yên komarên Sovyêtiyê yên dinê da bi
amadekirin û weşandina kitêba fêran ya pir caran bi sernavê "Zimanê
Kurdî"(bona sinifa 4a).
Gava meha çille sala 1955a ji Yêrêvanê dest bi weşanên Kurdî yên
li Radiyoya Ermenîstanê bûn, Ordîxanê Celîl yekemîn spîkêr,
axaftinkerê Kurd bû, ku ev bes li hemû gelê Kurd daxist weke
mizgînîke xêrê û şayê. He-he dengê Ordîxanî wek mexmer nermik,
wek stran û mûzîkayê xweş û şîrin guhê min da tesele dibe. Belkî
bi wî dengî jî bi mîliyonan Kurd bûn heyîr û motac-maşoqên
weşanên radiyoya Yêrêvanê yên bi kurdî.
Ordîxanê Celîl helbestvanekî bi suret bû. Helbestên wî ji nîveka
salên 50î û vir da li ser rûpelên rojnama Riya Teze, rojname û
kovarên ermenî û rûsî û berevokên berhemên nivîskarên Kurd da
hatine weşandinê. Lê salên 1959a û 1963a bi sernavên "Şiyêr û
poyêm"û"Têlî Hemze" li Yêrêvanê kitêbên wî hatin weşandinê.
Ordîxanê Celîl ne ku bi tenê di nava hemû Kurdên Sovyêta Berê
da, lê em dikarin bêjin-seranserî Kurdistanê ronakbîrekî Kurdî
naskirî û hizkirî bû. Ewî hogirtî û hevkarî bi gelek ronakbîrên
kurdê bi nav û deng ra kiriye, bi gelek mezinên Kurdan ra
rabûye-rûniştiye û ji wana yek jî Cegerxwînê mezin bûye.
Gava 17ê cotmehê sala 1982a Cegerxwîn ji Stokholmê diçe
Lênîngiradê li wira mala Ordîxanê Celîl da jî dibe mêvan û
derheqa wê yekê da "Jînenîgariya min" da (rûpel 377) dinivîse:
"Şeva dî Ordîxanê Celîl em birin mala xwe. Ew, keybanu wa wî û
zarokên wî bi dilxweşî û rûgeşî bi me re didan û distandin;
xwarin û vexwarina me jî ji mala Kurdoyêv ne kêmtir bû (beriya
hingê Cegerxwîn bibû mêvanê mala kurdzanê bi nav û deng, serokê
beşa kurdzaniyê li Lênîngiradê pirofêsor-doktor Qenatê Kurdo
Kurdoyêv). Gava ku ji mala Ordîxan em bi hev re çûne şeva
civîneka xortên kurd, ku bi hev re civînek çê kiribûn….Dawî
hevalê Ordîxan bi navê xortan diyarîke giranbiha ji min re
pêşkêş kir".
Weke kifş dibe, Ordîxanê welatparêz bi her awayê hewil daye xwe,
çi ku ji destê wî tê bike, ku dilê şayîrê bi temenê mezin xweş
bike.
Ordîxanê Celîl li Kurdistanê û beşên diyaspora kurdî yên dinê ne
ku bi tenê deng dabû, lê weke Kurdzan hatibû naskirinê,
qebûlkirinê û hêjatî nirxandinê. Ew weke endam-korêspondêntê
Akadêmiya Îraqê ya Kurdî hatibû hilbijartinê. Gava bi seroketiya
ronakbîrê kurdayî bi nav û deng Kendal Nezan li Parîzê Înstîtûta
Kurdî hate damezirandinê Ordîxan bû endamekî wê yê bingehdar. Ew
her wa weke şayîr û fîlologekî Kurd hatibû hilbijartinê weke
endamê Yekîtiya Nivîskarên Rûsiyayê.
Ordîxanê Celîl bi kovana welatê bav û kalan dagirtî pir caran çû
serlêdana Kurdistanê: çi ya Bakûr, çi ya Başûr û çi jî ya Başûrê
Biçûk. Û ne ku bi tenê ji bona dîtina welat û gelê xwe, lê ji
bona berevkirina tiberikên zargotina gelê xwe jî. Temenê xweyî
mezin da jî ewî riya welêt ya dûre dirêj dida ber xwe: weke
kalemêrekî diçû wir û weke xortekî çardehsalî ji wir vedigeriya.
Hêjayî gotinêye em bêjin, kanê Ordîxanê Celîl çi malbatê da hate
dinê, bejin kişand û bû navdarekî ji navdarên gelê xwe. Dê û
bavê wî-Casimê Celîl û Xanima Rizge cîhilên sala 1918a yên ji
Herêma Qersê bûn, ku dema banzdana ji ber êrîşa Artêşa Kara
Bêkîr Paşa ya ser Ermenîstanê dê û lawên xwe unda kirin û ketin
sêwîxaneke Amêrîkî. Û di nava der û berên biyaniyan da, çi li
sêwîxanê û çi jî li Yêrêvanê ewana ne ku bi tenê kurdîtiya xwe
unda nekirin, lê bi ser da jî bingeha malbateke Kurdî danîn,
bona gelê xwe Kurdzanên navdar gîhandin, yek ji kîjanan Ordîxanê
rehmetî bi xwe bû. Û eger Ermenîstan bi heqî bê hesibandinê weke
navendeke çanda Kurdî a here mezin-mala bavê rehmetî jî di nava
wê da bû navendeke biçûktir bi seroketiya patriyarxê wê-Casimê
Celîl.
Dawiyê awa min dixwest çi bigota. Dilê min ne ku bi tenê jî ber
undakirina ronakbîrekî Kurdî hêja, xudanê kedeke berhemdariyê ya
mezin, lê her wa hogir û hevkarekî nêzîk û pir salan dêşe. Min
bi dilxweşî berpirsiyariya weşandina du pirtûkên rehmetî yên
fêran û zaniyarî kiriye û îro ewana ji min ra ne ku bi tenê weke
tiberikên bîranîna wî ya geş, lê her wa weke berbîn mane.
Bi baweriya min bîranîna Ordîxanê Celîl ya geş û zêndî wê dilê
hogirên wî yên qelemê da hetanî dawiya jiyana wan bimîne, lê
navê wî di tarîxa çanda gelê wî da-heta hetayê.
W.Eşo
2.11.2007
|
|
. |
|
|