|
|
|
k.binxetê.31.10.07.23.15.GMT |
Li ber bayê tirsê, ez na yêm hejandin
Lewend Hisên
Di
destpêka çerxa nuh de, çerxa 21ê, a ku bayê guherînê û mêrxasiyê
li hemî deverên cîhanê belavkir, bi taybetî, daxwaza maf û
armancên rewa, yên ku piraniya millet jê bê pare. Li gel
pêşketina ragihandinî, ya ku kêlî bi kêlî, damarên xwe bi xurtî
derbasî hemî ceh û deveran dike.
Helbet bi van guhertinan re, yên ku bandora xwe li herêma
rojhilat bi tûjî dike. Lê ew bi xwe rastî berxwedanek xurt dibe,
ew berxwedana ku hêzên reş, yên ku nas kirine û têgihiştine ku
dawiya wan pir nêzîk dibe, lewra ew bi awakî hişk û tund li ber
xwe didin, bi mebesta danîna kelem û astengan li hember pirojeya
guhertinê.
Êdî li gor evan rewşan hêzên demuqrat xwaz û Lîbral, hin lêveger
di piroje û pîlanên xwe de kirin, bi taybetî ji aliyê hevbendên
xwe ve, ew hevbend û dostên Kevin, nemaze li rojhilata navîn.
Di cenga ku DYA (USA) û hevalbendên xwe de li ser Rijêma Seddamê
bingor bûyî de, helwesta rijêma Turkiyê, ne li gor daxwazên
hêzên hevalbend bû, di wê demê de, Kolin Pawil diyar kir bi vê
wateyê, heger Turkiya, Xak û Asîmanên xwe li ber Sûbayên me
bigre, em neçar dibin ku lêvegerînekê bikin di alîkariyên xwe
de, yên ku em didin Turkiyê.
Bi van nameyên ku digihiştin Rijêma Turkiyê, û piştî ew gefên ku
ji Herêma Başûrî Kurdistan re didan, li ser bajarê Kerkûkê, û ne
pêkhatina ewan pîlanên nijadperest, yên ku di xwestin Başûrî
Kurdistan bikin mîna Qubrisê. Lê Ew pilan li ber dîwarên
mêrxasiyan Kurdayetî tev têkçûn û şikestin.
Ev şikestinên desthilatdariya Turkiyê bi serokatiya AKP, man wek
kulan di dilê Erdogan û Gul de, piştî ku bi serketin bi vira û
derew, û karîbûn dengê Kurdan li aliyê xwe bigrin di
hilbijartinan de, êdî wek gurê har nuh rastiya xwe hi§kere kirin,
hîn kula Kerkûkê di dilên wan de bû, pirojeya komkujiya Ermenan
hate holê, û Ermenan dikarîbûn civata nûnarên Emrîkê bi aliyê
xwe de bikşînin û komkujiya ermenan hişkere Rijêma Turkiyê pê
gunehkar bikin.
Bi van rewşan re, êdî rewşa Turkiyê ber bi aloziyê de diçû,
helbet ev rêvçûn cihê tirsa rijêma AKP bû, wan xwest ku bi
gefeyan li ser başûrî Kurdistan, heyfa Kerkûkê û pirojeya
komkujiya Ermenan ji DYA (USA) hilînin. Lê di baweriya min de wê
bi sernekevin, çimkî hemî derî li pêş wan girtîne, ji ber van
sedeman:
1- AKP, wek partiyeke bi îdyolojiya xwe Islamiye.
2- AKP, têkiliyên wê bi 2 rijêmên terore xurtin (sûrî û Îran),
ji bo pirsa Kurdî, çimkî deskeftiyên kurdan li kîjan parçeyî
bin, ewê hêviyên Kurdên parçeyên din xurt bike, ew jî dê xebat
xwe gur bikin, ji bo azadiya xwe.
3- AKP hewil da ku astengiya pêkbînê ji pirojeya DYA (USA) ê li
Îraqê, ji ber ku çavên wê li Kerkûkê bû.
4- AKP, bi wê siyaseta xweyî Turkayetî, nikarî Erêkirina
Ewrûpiyan jî bi dest bixe ji bo tevlîbûna yekîtiya Ewripiyan.
Hemî agehiyên ku hene, têkçûna pîlanên AKP berçav dike, li gel
wan hemî têkçûnan, berê Welatiyên xwe ber bi kiryarên teror re
dide, li Bjarên Turkiyê û li cîhanê bi tevayî, Turk êrîşî mal û
dezgehên Kurdan dikin, bi awakî tîror û nijad perest, û hin
kesên Kurd di van êrîşan de hatine kuştin, û hinên din birîndar
bûne. Diyare ku ew têgihiştin ku azadiya Kurdan û rizgarkirina
Kurdistanê Nêzîk bûye, lewra êrîşa xwe gur dikin.
Li hember evan gef û kiryarên tîror, çi ji aliyê Rijêma Turkiyê
ve, yan jî ji aliyê ewan Turkên Nijad perest ve be, Erka me
Kurdan çiye?
Di baweriya min de, êrîş ne li ser PKK ê ye, yan jî Baçûrî
Kurdistan ne, ji Kevin de, ev rijêmên dagîr ker dixwazin kurdan
tune bikin, ji ber xweş dizanin ku mafê kurdan xwarine, û welatê
wan dagîr kirine, heger ne rast be, gelo mebesta her 3ê rijêman
û bi wan re jî hin partî û rêxsitnên îraqê, çiye ku ji mafê
Turkiyê dibînin ku xwe bi parêzê ji êrîşên PKK ê, û
pêşniyazkirina arîkariyê ji Turkiyê û piştgiriya wê dikin ji bo
derbasbûna başûrî Kurdistan.
Diyare ku dijminê gelê Kurd tu carî nabin dost, lewra gereke, em
wek Kurd, çi rêxistin, partî, kes û rewşenbîr, ji van gefên
dijmin ne tirsin, û roj bi roj nakokî û dijayetiyê ji nav xwe
rakin, û ji bo Gelê Kurd û Kurdistanê em tev bi xebitin û
berjewendiyên xweyî partiyetî û kesayetî ji serê xwe bavêjin, û
berê guleyên xwe bidin dijminan, û hemî peyv û gotinên dij hev
ji bîr bikin.
Tirbespî: 31-10-2007
|
|
. |
|
|