Parlementerê
AKP ê Kurt buyerên Newrozê nirxand:
Helwestên polîsan bê wijdanî ye!
Parlamenterê Amedê yê Partiya
AK ê û endamê Komîsyona Mafê Mirovan li Meclîsê Abdurrahman
Kurt
li ser buyerên Newrozê axifî.
Kurt ji bo
mudaxeleya polîsan wisa go: Parlementerê DTP ê Akin Birdal pirs
aniye meclîsê. Ji bo ku li ser pirsê lêkolîn bê kirin, partiya
me heyetek şand Hakariyê. Dema mirov rastiya bînê zimên, tiştê
hatiye kirin nikare bê pejirandin. Çi wijdan nikare barek wisan
hilgire. Li gorî wan kesan, wan bi vê kirina xwe, xwestine
qenciyê bighêjînin welêt. Lê qenciyek wisa ji bo welat qet
nikare bê qebûlkirin.
Bi
kirina suc û gunehan, çi kes nikare bibe welatperwer. Kesên
sucên li dijî mirovahiyê dikin nikarin hez ji welatê xwe û gelê
xwe bikin. Di eslê xwe de, ew bi wan suc û gunehan xerabiya herî
mezin bi welat û gelê xwe dikin. Kesên hez ji hemwelatiyê xwe
neke, nikare hez ji welatê xwe jî bike.
Em li ser pirsê piralî kur
dibin. Parlementerê Culemêrgê /Hekarî jî li wir e. Li gorî
rapora wan em ê gava duwê bavêjin.
Abdurrahman
Kurt kî ye
1968 an de li Amedê hatiye
dinyê. Muhendisê inşaatê ye. Lîsansa bilind li zanîngeha
Beykentê xwend. Li şaredariya Eyup û beyogluyê kar kir.
Rêvebiriya Komelaya çand, dîrok û turîzma Amedê kir. Zewiciye û
sê zarokên wî hene...
Zarathustra
News -
zarathustra_news@comhem.se
|