|
|
|
|
|
|
|
. |
|
|
|
|
|
K.B.X-10.05.08.22.40.EU |
Hevalê riya dirêj, bavê lorîn
Ew çi roj bû pismamê delal,
Ew çi bêtar bû hevalê şêrîn,
Ew çi mirin bû birayê hêja,

Ew tevde di rojekê de bûn , roja înê, îna reş 11.05.2007 li
nêzikê katjimar 12 nîro, dema ev bêtara ha bi serê zarok, jin,
xûşik û bira, pismam, heval û dostên te de qewimî. Ew rojeke reş
bû me hemîyan, roja ku te ji nav me barkir û xatir ji ti kasî
nexwest.
Hêja yê min Bavê Lorîn, ev bû salek ku te ji nav me barkir û tu
çû. Te ji nav me barkir, lê te bare giran li ser Milan hişt.
Hevalê delal, bire tu di wê bawerê de bî, ku ew riya me bi hevre
ji xwe re danî, em hin li ser wê rêne û em te ticaran ji bîr
nakin, ji ber tu di dilê medayê, ne ji bo ku tu pismamê min ez
van gotinan dikim, lê ji bîrneke ku em hevalên hev ên riya
dirêjin.
Bavê Lorîn, bawer bike tu li ber dilê hevalên xwe gellekî şêrînî,
hevalên te, ên te bi wan re şev û rojên xebatê derbaskir,
hevalên ên tu îro ji wan re hewce darî, hevalên te, ên dibêjin
ku Bavê Lorîn saxba wê willo gotiba.
Hêdî pismamê min mebesta min, ne ewên ku dixwezin xwe bi navê te
bişon û pakbikin.
Hêja yê min bona Kurdistan, bi hêrs mekeve, ev serbilindî ye li
bam e û ew vî tiştî baş dizanin.
Hevalê hêja,
bira tu baş zanibî ku hevalên te dîsa îro li te civîyane û bûne
mêhvanên mala te. Îro em tev li bat e civîne, de ka serê xwe ji
gora reş rake û tevî me bibe û wî kenê xwe yê şêrîn diyarî me
bike, ka serê xwe rake û ew gotinên me di dawîya şevanda, li wan
civînên ku dirêj dibûn heta roja din, ji me re bike. Ka ew
pêkenokên ku hevalên wek Beşîr…ji me re digotin û tu li ser wan
gellekî dikeniyê, bî wî kenê xwe yê dingbilind. Ka ma te ew
rojan ji bîrkirin, na ez nebawerim, lê çibkim tu nikarî li min
vegerînî, ji ber dilê te roja 11.05.2007 nêzî katjimar 11:55
nîro sekinî û nema lêxist.
Hevalê hêja bira tu bawerkî em e riya ku me bi hevre danî
berdewamkin, ne ez tenê, tev hevalên ku te baweî bi wan dikirin.
Li dawîyê, te xatir ji me nexwet û te ji nav me barkir, lê em
hevalalên te, tucarî te ji bîrnakin.
M.Berazî
|
|
. |
|
|
|
Çapkirin
ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye |
© |
جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي |
|
Kurdistana Binxetê
|
كردستان
سوريا
|
Kurdistan Syrien
|
|