.

 


 
 
K.B.X-10.05.08.22.40.EU

Kerekî Kurd û Şivanekî Ereb:
11/06/06 Aachen
Abbas Abbas

Piştî sosrita şivanê pezê bavê Emîne, ku di kavilê Heso de kir û di nav gelê gundê Nisran de deng da û bilav bû, bê serî û şop ji gund reviya û bê deng winda bû!....Loma keriyê pezê bavê Emine, ma di mexelê xwe de bircî!....
Li gundên der û dora, li şivanekî geriya û li nav gel derdê xwe got!...
-Şivanê min bênamûs, dev ji min berda û bê şop û deng bi çolê ket!...
-Dîn bû?...
-Na bi Xwedê!...
-Êeee….Heme wilo bê sedem?!…. Ma aqilê xwe xwariye!…
-Lawê tire….Lê germ bibû!….
Bi kenekî germ re, tev di sedema winda bûna şivanê bavê Emina de di gihiştin, ku sosretek giran kiriye!?….Ji wilo jî, herkesî li gor nerîn û baweriya xwe, çîroka şivanê bavê Emine di sere xwe de ava dikir!…Hina ew bi kerê re?….Û hina ew bi jineke ku bi mêre bû re gunihkar di kir ….Û hin jî ku rehm di dilê wan de hebû, sedema winda bûna wî, dikirin nebaweriya bavê Emîna pê û bi gunihekî sivik ew tewanbar di kirin .
Gelê kurd û bi taybet di herêma Qamislo de, bi derdê şarestaniyê ketine, tev jî bûne mîr û di rê û ramanên rêxistinên nûjen de xilmaş bûne, çi partiya komenist û îdiyolciya Markis û Lînin û xewna wek hevî de, û çi partiyên netew û xewin û umîdên giran de!
Tev jî bûne siyasetmedar û qehreman, êdî şivantî ne li gor bawerî û hêviyên wane!....Xwendin ji zarokan re û bav jî ji rûniştina ber dîwaran û axeftina ku dawî jêre tune ye, tim jî dabaşa wan li ser pêşverojek bi ronî ye, ku bi serkeftina rêxistinên wan re tê!….. Ev civatên han jî, bi van xewnan tên bi dawî kirin, yan jî bi dijberiya partiyên wan, çaxekî dî berdewam di mînê!…..
Miha bavê Emine qediya û ku mirovek şivantiyê jê re bikê, peyêda nekir!….Gih dayika Emine bû şivan û carna ku Emîne ji dibistanê di vegeriya mal, dibû şivanê keriyê giran!….
-Bi serê bavê min, firotina vî pezê bi min girane, lê tu çareserî jê pêve ez li per xwe nabîn im!….
-Tê mala me kambax bike!….Çilo tê pezê me bide firotin!….Ma te aqilê xwe winda kiriye?!…
-Ma ti nabînê?….Di nav Kurdan de, tu kes nemaye ku şivantiyê bikê, tev bûne axa û mamosta û serok rêxistin!….
-Li nav Ereban bi gere!…
-Kî ji Ereban wê qîma xwe bi şivanitiya me bîne û bi tena xwe di nav kurdan de bije!….
-Bi pirse….Ti tiştekî xwe naxisirê!….
Li nav eşêrên Erban geriya, Şerabî û Cewale û Xename, dawî û piştî ku Emîne û dayika xwe sê mehên giran di şivantî keriyê de derbas kirin, mirovekî Ereb ku ji eşîra Hirêsa bû, qîma xwe bi şivantiya keriyê pezê bavê Emine anî !…Lê dibin çi şert û mercî de!?….Xanî bû, bavê Emine xaniyek jê re vala kir !…. Nan û xwarina wî û kufletê wî!…. Çilên jin û zarokan !…..Dawî jî, bi şanazî û wek ku perefesorek ji Exford be, got:
-Tûtina min….Ez tim ji tûtina Xersê di kişîn im!…
Bû şivan û dest bi şivanitiya xwe kir û li gor baweriya bav û dayika Emîne, ku mirovên Ereb, şivantî di kultûra wan de ye û qet ne piwîste ku jê re li ser karê wî bi axifin, yan hin pendên bi şivantiye ve gêrêdayî lê bikin!….
Xelef!…. Û ev bû navê şivanê bavê Emine, dest bi şivantiya xwe kir!….
Keriyê pez, li gor tora ku hîn bibû, bi rojava re, ji nava gund dihat der û berê xwe dida nav geyayê ber çêm, yan jî firazên çolê!… Bavê Emine jî, dilşad di xewa xwe yî şîrîn de dima heya ku roj qamekê bi banî diket, dilê wî pir şad bû bi şivanê ereb!….Lê bi rastî, kengî ew ji xewa xwe şiyar dibû, hingî jî û bi katekî pir kin şivanê wî jî ji mala xwe dihat der û xwe di gihand keriyê pezê ku ji rojhlat ve bê serî û şop li bênderên gund belav dibû!….
Roja înê, bavê Emine, piştî şevek gerem, xwe şûşt û çekên paqij bi ser bedena xwe ve berdan û dilşad ji hewşa xwe hat der, berê xwe da nav koma gundiyên ku li ber hêtê camiyê li hevûdin kom bibûn!…Ew jî û her roj, ji bê kar û xebat, di vê tevgera han de li hevûdin di civiyan!….. Her tim jî li ber vî dîwarî, sînorên her çar parçên kurdistanê, bi berxwedana partiyên wan, dihat rakirin û behiştê di her qoziyê de ava dibû!…..Yan jî kolexozên xewnên perîşaniyê!…..
Bavê Emin, piştî silavê, destê xwe da ber çavên xwe, da ku ronahiya roja ku qamekê bibanî ketiye, ji ser çavên xwe bigirê, pê re jî ji civatê pirsî:
-Kuro evê han, ne şivanê me ye….Xelefê Erebe?!…
Kalekî ji nav komê, bi laqirdî bêyî ku lê temaşe bikê bersiv da:
-Belê….Belê…Welahî Xelef Axa ye!….
-Bo çi û çi me?!…. Wilo dereng ma ye?!…
-De Welahî, her roj ez wî di vî çaxî de dibînim!….Êdî her vê pirsê jê bipirs!…..
Bilez û bi qehir, bavê Emine berê xwe da şivanê xwe, piştî ku çend caran ji dûr ve û bi dengekî bilind bang lê kir, Xelefê şivan tene tene bi ser de hat, hefsarê kerê di destê wî de, bê deng li ber sekinî!…
-Bo çi?…. Heya aniha pez li bêndera ye?!…
-Berî ku tu hesab bi min re bibînê, ji kerema xwe re, kerekî dî ji min re peyda bike, ev bê xwedî, bi kuştinê jî ji cihê xwe na levê!….
-Kera şivantiyê ye, pir zîrek û rehwane!…
-Lê bi zimanê erban nizanê, di axeftina min de nagihijê, hîn bû ye zimanê kurdan û ez bi zimanê we nizanim!…Loma ez û wê li hevûdin nakin!….
Ji qehra zikê xwe re, bavê Emine, hefsarê kerê ji serê wê kir û di sikura xwe ve anî û bi qîr got:
-Ez kerekim, ku di her du zimanan de digihijim!….
Ji wê rojê pê ve, bavê Emine ji axatiyê berda şivanitiyê!….Loma jî, ew û kera xwe, di gotin û di hesteyên hevûdin de di gihiştin!....Ew rewan û bavê Emîna jî serfiraz!....
 

.

 

 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien