|
|
|
|
|
|
|
. |
|
|
|
|
|
K.B.X.18.08.08 |
Ku çemek rûyê beqê şil neke?
Arjen Arî / K.B.X.18.08.08
A.
Di wexteke bêsalix de ji pêşiyên me du rihspî, li qelavîzka li
ber berberojk rûniştine, ji hêlekê de hilmên mişt li tutina
Xursê didin, ji hêla din jî bo ku cih li sohbeteke xweş vebe,
yek dibêje, ‘dee looo… guh mede gotinan, gûyê hişk bi meriv ve
nazeliqe’!
Rihspîyê ku dixwaze dilê xwe ji hemtemê xwe re veke û bi gotinê
hebekî kula dil û barê ruhê xwe sivik bike, li ser vê gotina
hevalê xwe vê lê vedigerîne:
--De Xweda jê razî… Wileh bi meriv ve dizeliqe!
Yê ku dibêje nazeliqe, bi matmayîn û behitî,dipirse:
--‘Çawa dizeliqe, malnexareb’?
Bersiv ev e: ’Hinek… hişk-hişk dicûn û bi meriv ve dizeliqînin’!
Li min biborin ji ber ku min bi bikaranîna peyvên pêşiyan dest
bi nivîsa xwe kir, û min kir ku ew jî bibin şîrekê vê heftûheştê!
Lê ne bi destê min e; dema ku min nivîsa dostê bêdost,
raberzkarê her kesî,‘şergeleyê’ peyv û zimanê herdu zaravayan;
Roşan Lezgîn xwend, ev sohbeta pêşiyan kete bîra min!
Ku em vegerin serî; nivîsa min ya bi navê ‘Dostê Çiyayî’ ku bo
yadkirina nav û ruhê rehmetî Dost Çiyayî min nivîsî bû, weha
destpê dike:
Li tevî min gellek nivîskarên ku îro rahiştine şûr û mertalên
xwe û daketine qada şer, wan wextan di qul û qawirên xewlecî de,
di xewletgehên herî tarî de nikilê xameyê xwe disûtin bi rûyê
kaxiza spî, tejika îbadet û ayînê!
Jixwe, rojekê, piştî sohbete dûdirêj ya li mala wî bi xwe, tika
ji min kir, û got, ‘mamoste heyran…filankes ketiye etra dîtina
te…dixwaze te nas bike!
Min dilê wî nehişt û neşikand; piştî vê sohbetê bi du rojan min
berê xwe da cihê nivîskarê îro ‘pêlewan’!
Tirs, taybetiya her mexlûqî ye!
Ez jî tirsiya me, bizdiya me…hem jî gellek caran!
Lê heyran, dema ku ez çûm cihê nivîskarê îro ‘qaqiboxwêz’ û ‘pêlewan’,
û bi bişirîn û rûyekî bi ken min silava Xweda veda, û min destê
xwe dirêjî destê wî kir, ew e ku mîna roviyekî derbxwarî waqîn
pê neket!
Dema ku min dît bizdiya, min jê re mesele vegot, û min jimara
telefona Dost dayê da dilê xwe bike cih!
Ciwanmêr texsîr nekir, dest avêt destikê telefonê û jimar li dû
hev zîvirandin:
--Alo…bira, yekî wisa wisa hatiye, dibêje ez Arjen Arî me…
Pirqêniya Dost ya ku ji bihîstoka telefonê pengizî derdorê hê di
guhê min de ye.
Û jixwe ji bîra min naçe, mahdê ciwanmêr yê di wê kêliyê de zer
î zerhimî, hima bibêje qişûf, qetran!
De ka, gelî xwînêrên zimanê bav û kalan; di nîvîsa li jor de
navek heye, saloxek , adresek heye, ku Roşan Lezgîn, bi tiredînî
û lezgînî radihije qerpika pênûsê xwe û hima wisa êretî şûrê
peyvê dihejîne?
Li vir, heta ku ji min bê, ez ê hefsarê edeba xwe û ya edeba
nivîsê bernedim û nexwazim bi vî zimanê şîrîn, goman û loman di
Roşan efendî werbikim.
Lêbelê, bila bêt zanîn, yê ku radihêje şûr û mertalê xwe û di
‘qada malperên kurdî’ de xelkê vedixwîne şer û pevçûn û
berizînan, Roşanê zadegan e.(!)
Çawa ku dinya li dora xwe û pê re li dora rojê dizîvire, Rojan
Lezgîn her bûyerê, her rûdanê bi nazeninî û maqûliya ‘waqanûsekî’(!)
li dora xwe dizîvirîne û digerîne.
Nivîsa wî ya cara ewil a ku li dora xwe digerîne û ‘nok û nîskan’
li tevî hev dike, ne nivîsa wî ya bi sernavê ‘Mirîhezê Dost
Çîyayî’ ye; nivîsa di derbarê avakirina Kurd-penê(1) Malpera
Pen-kurd(www.pen-kurd.org)de ye.
Li gorî ku Roşan dinivîse, civînên der barê himavêtina Pen’ê;
-îro Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê ye-, yekem car li mala
esîlzade, mîratxurê Mala Bedirxaniyan, zadegan Rojan Lezgîn
hatine gerandin!
Kurd dibêjin, ‘ civîna çivîkan li ser bênderan!
Ez bawer im, hayê Roşan ji nûçeya Azadiya Welat(2) Azadiya Welat,
28 Tîrmeh 3 Gelawêj, 2001, a di pêvajoya civîna İzmîrê de hatibû
wergirtin nîn e, ku radibe xwendevên kurd, derûdora nivîskaran û
hêlên têkildarî mijarê… weke tu ji zarokan re bibêjî ‘kaçûmanok
çiye’, dixapîne!
Mesele û çîrok ne ew e ku meriv xwe li cihekî deyne; hinin meriv
li kû datînin e!
Taybetiyeke evî kabrayî ye: di destpêkê de li tevî min, bi
herkesî re heyran û qurban, hûner û çand û ziman…û bi dû re jî
‘weyyy wey wey…hûn in, yê ku vî tiştî dikin!
Heyrana çavên te, me edebiyat kiribe me nekiribe, gotarên me
lawaz bin, mişt mêjî bin, seqayên nû bihewînin bêperspektîv bin…çibin
li ortê ne.
Ez li ser avê nanivîsim, ku hibir li avê bela bibe, û kesek
nebîne!
Ez li ser berfê nameşîm, ku berfek din bibare û şopên min wenda
bike:
Bêndera min, ‘ramûsan min veşartin li geliyekî’, ‘ev çiya rûspî
ne’,’ destana Kawa’, ‘Eroûtîka’, ‘ Bakûrê Helbestê/Antolojiya
Helbesta Bakûr’, ‘şêrgele’ li qada kitêbên kurdî, û pirêzeya ku
bi nivîs û gotarên mijarcuda-cuda, di quncika bi navê ‘Erxewan’
di rojnameya Azadiya Welat de, û di Malpera Diyarnameyê quncika
bi navê ‘Agirdank’ de li şûn xwe dihêlim, eyan e, ji her kesi ve
beyan e! Û ez ne mecbûrim, te û yên mîna te qurre, di dilê xwe
de dêwê heft serî, di eslê xwe de serî qoqê bêserî, têr bikim?
Û jixwe, ku Cegerxwîn te têr neke, Mûsa Anter te razî neke,
Xanî’yê ku her kes vexwendiye esalata edebî, nikaribe te bi tore
û bi edeb bike… ez rebênê Xwedê karim çi bikim!.
Bira, tu teriya xwe bi Çehov re bi çîrokê, bi ramanweriyê jî bi
Edvard Saîd re diqûsînî…lê ez?
Ez ‘teriya’ xwe didim ber guzanê kurmançiya reş! Yanî kurt
kurmancî, piştî ku
min ruhê te yê elemoyî, û kesayeta te ya çirvirî dît, min ji xwe
re got ‘Arjen Arî, çîvîk bi çivîkan re, teyr bi teyran re…’
dikeve sala 6ê ku min pişta xwe daye te!
Lê dîsa, li gorî ku rewş ev rewş e, tu radibi bejna xwe dixe ber
bejna min û sûretê min û xwe di malperan de dixî çavên ‘eynil
yeqîn ilmil yeqîn’!
Ew sûret yê festîvala Bazidê ye, û ji hêla te ve hatiye kişandin.
Ji bîr meke; bi qasî ku min bername bi rê ve bir û helbestê xwe
jî li gel yê te û Kek Berken Bereh xwend; ne piştî bernameyê, ne
jî di rêwitiyê de min tengî te nade, kelîmellah ji devê min
derneket, ku tu bi min re neaxivîbe!
Disa dibêjim: çivîk bi çivîkan re, eylo bi eyloyan re!
Jixwe ji şêl û temtêla te û nivîsên te xuya ye: ji ber ku kesek
bi ser te nakeve silava şer’ê jî nadine te, hima ku tu di biwarê
mijarekê de binivîsî, Maşelle rûberê lihefekê têrî te nake!
Ji dêvla ku tu didî dû çirçîrok û çivçivanokan, gûhê xwe bide
ser afirîneriya edebî; rêwitiya dûr û dirêj ya ku tu yê li ser
pêrgî gellek karesatan bibî!
Lê tu ji niha de dixwazî bi ‘rîtina di curnê gund de’ deng bi
xwe bixî!
Wisa meke, bi te bikeve jî,bi bav û kalên min û te Herîrî, Goran
û Hêmin û Mukiriyan nakeve!
Çîroka te û ya kek Seîd Weroj kesên di ‘ gûhê gê ‘de jî bihîstin!
(3)www.amidakurd.com
Ya di der barê Edîp Polat de gihişt ber destê Pena Navneteweyî!
Hindik mabû ku NATO bo navçîtiyê hêzen ewlewergir bi cih bike di
navbera te û xanim xanim, xatûna nîvîskar de!
Niha jî, tu rabûye, bi qasî ku erz û derza aslatê dide derdora
xwe, mîna ku esalet ne pêdiviya te bi xwe be, ji xwe pê ve her
kesî vedixwînî ser kaniya zadeganiyê!
Ji peyv, gotin, şor, çêr û hevokên te dixweyin, bê tu çiqasî
esil î!
Û tu mirovekî wisa yî, ku hemû qevimîn û rûdanan li gorî xwe
difesilînî; diguherînî, vediguherînî û encamekê jê derdixînî!
Bîne bîra xwe, bi qasî ku te telefonî min kir û nêzî niv saeta
tu bi min re axivî-Vê carê Şexmûs Sefer şahid e, ne yekî bi
bihûştê şa bûyî- min got ‘tu jî edebiyatê dikî, bi zimanekî
edebî bixwîne, bihizire…min navê te nedaye, min rêya qulubeya te
şanî tu kesî nekiriye…bifikire û bi dû re li xwe biteqîne…; tu
dîsa rabûyî ji aş û kaş dest pê kiriye, û te ‘agir berda kayê, û
te xwe da ber bayê’!
Ma wisa ji te re diserife, bavkê min? Tu nivîskarek î, qaşo! Lê
hewldan û tevgera te, ya weke vê peyva pêşiyan e: ’ ker ziriya,
gund pê hesiya’!
Hele, te li xwe qewimand û te anî ser xwe; çi gunehê xanima
Dost, yê paltûzên wî, yê din û yên din hene bi vê mijarê ve?
Belê …weke ku tu dibêjî, ez di Daîreya hikûmî, - ne MÎT, TÎT,
JÎTEM- Dewlet Sû İşlerî de dixebitîm, wê gavê. Û weke ku tu
dibêji, her sere çendekê ku pakîta min Camel’a kurt diqediya min
rêya xwe bi qulubeya te dixist, ji te dikirî. Û weke ku tu jî li
xwe mikur têyî; min dixwest xwe di te derxim: Lê… mirovê
bizdonek û newêrek ku nexwaze mêrxasan nas bike, ez dikarim çi
bikim!
Û bi ser de, weke ku dibêjin ‘gurî kumê min li serê te’ tu min
bi newêrekiyê, bi ‘zilamtiya hikûmetê’ tawanbar dikî!
Bila xwîner li min biborin: Bi qasî ku min heya niha nexwestiye
bikim serbilindiya xwe; divê bêt zanîn ku, -bi taybet tu zanibe,
û bixe serê xwe- weke Arjen Arî di sala 1996-97ê de li Medkomê
(4) (Rêveberê wê demê Mustefa Gazî, kek Wehîd Ava û hêjayên din,
mala Xweda ava hê li heyatê ne) du sê caran di bernameyên ku bi
saetan kêşane, bi amedebûna hêjayan A. Hîcrî Îzgoren, Suzan
Samancî, Aydin Alp, û xort û keçen kurdîhez yê Amedê, min
helbestên xwe xwendine, sohbet kiriye!
Ma ez ‘zilamê dewletê’ bûm, ku roja ku Waliyê Amedê ziman li
kafeyan qedexe kir, wê şevê min bernameyek zêdeyî saetekê li
Kebîkeç’ê li dar xist! (5)Ozgur Gundem, Nivîsa Muharrem Erbey,
27 Cotmeh, 2000.
Îcar, kî di kûna xwe de veşartiye, kî li ser axa wî welatî hespê
helbestê xwa bezandiye; ji nivîskaran ve, ji helbesthezan ve, ji
hêla Amediyan û nişteciyên vî Welatî ve diyar e!
Ez bawer im, ji ber ku ‘hêja’ Roşan weke ‘hirça çêle bi ser de
hatî’, nedikarî ji geha xwe derê, ji lew min bi ‘xweveşartinê’
tewanbar dike!
Hela… te bernameyên Med-kom’ê nebihîstin, ma tu li ya li Dîcle
Sanat Merkezî jî hay nebû!
Lê ez li te nagirim; ji ber ku pêşiyan gotine ‘eyşikê ji xwe bi
şikê’, tu simbêlên min naşibînî yê Rizo, yê Simko, yê Êzdiyan;
lê tu radibî dişîbînî yê M.H.P’yan?
Ji 80yî ve simbêlên min ne weke yê islamîstan, ne weke yê
çepgiran in; weke yê bav û kalan min berdan û badan!
Ez bawer im ku merivantiyeke tê û wan heye ku, ne kurdên
simbêlboq, M.H.P.eyî ketine bîra te.
Jixwe, yê ku gotine,’fikra feqîr çibe, zikra wî jî ew e!’
belasebeb negotine.
Ma derew e; ez zilamê hikûmetê bûma Roşan, di 79ê 27 rojan li
Mêrdinê min ço nedixwarin!
Ez merivê hikumetê bûma Roşan, piştî 12ê Îlonê 53 rojan Girêmîra,
Nisêbîn, Mêrdîn, Diyarbakir…di bin çavan de nedimam!
Ez meriyê hikûmetê bûma Roşan, di havîna 92ê de heft rojan dest
danetanîn ser min!
Ez zilamê hikumetê bûma, Roşan, sala 92ê heyva 12ê roja 28ê
Teqarofek û 8,5ek bi ser serê min de venedirşiyan…(6)
Serdozgeriya Cumhurî ya Amedê, Jimara Despêk:1993/327, Jimara
Biryarê: 2004/87 7(Îtîrfnameya Mehmet Salîh Kolge yê Hizbullahî;
ku dibêje ji ber ku di navçeyê de ew (yanî ez) weke P.P.K.yî
dihat naskirin, min biryar û emrê kuştina wî da)
Belê ‘hêja’… ez qima xwe bi ‘zilametiya hikumetê’ tînim, lê
nerazî me ku bibim ‘Arjen’ê te’ û yên mîna te!
Ji ber ku tu ne tu, û tu tune yî!
Ka dostên te yên heyî?
Ka Kovara ku tu di Desteya Nivîsînê de bû?
Ka dosta te, ya ku bo şîv û paşîvekê te çîrokên wê wergerandin?
Ka dostê te, yê ku te dixwest berdevkiya wî bikî?
Û ka heval û hogirên te, yên ku te û wan dabû ser rêyekê?
Hemû li hêlekê Roşan, heger qetreya maqûliyê hebûya di laş û
hizr û giyanê te de, teyê bigota:
--Arjen ez ajotim ser zaravayê dimilkî;
--Arjen rayî min da, ka wergerek lîrîk çawa kare were pê;
--Arjen her li ber dilê min digeriye, û dixwest bîna min fere
bike…
Teyê bigota:
--Dema ku ez hatim girtin, Arjen bi mala min ve beziya, hayê
İ.H.D.yê pê xist, û kir ku qiza min, dêya min bên Komaleye, da
bême berdan…!(7)
Bilaçemk/şevşevok ji ronahiyê ditirsin Roşan.
Eniya min rakirî ye!
Eniya min mîna rûyê çiyayên rûspî, sik î spî ye!
Û weke mirovekî, wek şa’irekî wî zimanî, weke gaziyekî ku hê jî
welatê wî di şer de ye, serbilind im bi rabirdû û niha û
dahatuya xwe!
Lê tû?
Tu: yê ku ‘çemek nikare rûyê wî şil bike’?
Çavkanî:
1-Malpera Pen-kurd (www.pen-kurd.org)
2-Malpera Amîdakurd (www.amidakurd,com)
3-Azadiya Welat, 28 Tîrmeh 3 Gelawêj, 2001
4-Rêveberê wê demê Mustefa Gazî, kek Wehîd Ava û hêjayên din,
mala Xweda ava hê li heyatê ne
5-Ozgur Gundem, Nivîsa Muharrem Erbey, 27 Cotmeh,2000
6-Diyarbakir Cumhuriyet Başsavciligi, Hazirlik No: 1993/327,
Karar No: 2004/877 (Îtîrafnameya Mehmet Salîh Kolge’ yê
Hizbulahçî, ku dibêje ji ber ku ev ke s(yanî ez) P.K.K.yî bû,
min biryar û emrê kuştina wî da…)
7-Arşîva Komeleya Mafê Mirovan Şaxê Amedê
B.
Nameyeke eyan bo rêveberiya Malpera
Netkurd
Endamên Redaksîyona Netkurdê:
Birêz Nîhat Elî, Mûrad Ciwan, Şefîq Oncu, Mehdî Cilgin;
Min di 11/08/08 ji we re bersivnameya xwe ya bi navê’
Pêligûkirin’ hinartibû da hûn biweşînin.
Weke ku hûn hêjayên giranbiha jî dizanin; ez her heftî di
Azadiya Welat de di quncika xwe ya di rûpela wêjeyê de bi navê ‘Erxewan’,
dinivîsim û ji salekê jî zêdetir e, di Malpera Diyarname’yê de
di qunçika xwe ya bi navê ‘Agirdank’ de bi qasî pênûsê min
digere, û zanîn û zimanê min têr dike, xwe li nivîsê diqewimînim.
Di herdu quncikên navborî de, ku weke arşîv têne hilandin, hûnê
rastî bêedebiyeke edebî ne edebî neyên!
Jixwe, evcûre reftarî û dijayetiya bi kes û kûsan re, bi taybet
biçûkxistina kesayetan ne di nava sînorê feresata min de ye.
Hûn jî/ez jî dikarin/im ji vî/wî nivîskarî ji ber peywendî û
destbihartin û merivêhevbûnê hez bikin, an jî nekin! Ev,
hilbijartineke ku hûn tê de azad in, û qenc xerab, qîmpêanîneke
şexsî ye jî.
Hûn ê ku ji min bêhtir dinyadîtî û geriyayî -kurdan gotiye,
‘roviyekî geriyayî çêtir e ji şêrekî razayî- bi çanda pêşketî ya
rojavayiyan di 30 salên penaberîyê de rûberûbûyî û jiyayî dê
bizanin ku rojnameyek, malperek, kovarek, kesek…gava ku bibe
alav û hacetê heqaret û biçûkkirin û kêmxistina hinan/ hinekan,
bivê nevê li çar aliyê dinyayê mafê wî/ wê mirovî/ ê yê
xweparastin û bersivdayînê derdikeve holê:
Ez ê dirêj nekim: Roşan Lezgîn ne qesasê bavê min e.
Lê hûn jî dizanin ku temenê niviskariya min ji e’mrê wî dirêjtir
e, û kurê min hima hima di temenê wî de ye!
Min di nameya berê de jî gotibû, ku bi hin tiştên kirêt ez
nehatibûma tawanbarkirin, min xwe danedixis asta wî, min bersiv
jî nedidayê!
Lê…ji nivîsa wî ya weke ku kurd dibêjin, ‘gîsnê di çavên xwe
nabîne, ji hewalê xwe dibêje tu li şûjina d’ çavên te de’
bendinan pêşkêşî insaf û dîtîna we ya bi birqîn û bi rewnaq
dikim.
Kerem bikin:
‘’…………………………………………………………………………….
Dihat ji dikana min cixare dikirî. Bi
tirkî xeber dida. Simbêlên wî mîna simbêlên alîgirên MHP ya
faşîst bûn…’’
Kerem bikin:
‘’Min çend caran bala xwe da ser, li mînîbuseka sazîya DSI siwar
dibû. Hinde polîsên sivîl yên taybet, hinde hêzên tarî yan jî
şubeyên siyasî yên asayîşê bona ku xwe kamuflaj bikin, li ser
mînîbusa xwe navê sazîyên mîna DSI, YSE, TCK, PTT, MEB dinivîsîn.
Min wisa texmîn kir ku ew zilamê dewletê ye! ‘’
Kerem bikin:
‘’Di wextê xwe yê vala de min li ser kaxizên kartona pakêta
cixareyan dinivîsî. Gelekê caran muşterî dihat li ser serê min
disekinî, ez hay jê nedibûm. Kek Arjenê me jî gelekê caran dihat,
bêdeng bala xwe dida ser min, heta ku ez pêdihesiyam. Min pê re
sert xeber dida ku careka din neyê lê dîsa dihat. Wî bi xwe
didît ku ev e ez dinivîsim lê xwe li min eşkere nedikir. Yê ku
xwe diveşart ne ez, ew bi xwe bû. Wî heta salên 2000 nivîskariya
xwe bi veşartî kiriye. Di karê dewletê de dixebitî. ‘’
Kerem bikin:
‘’Ez di ber wî re derbas bûm çûm hundirê dikan. Min ji camêrê li
ber dikan pirsî, got “Ev kûçik (di wateya merivê dewletê de) çi
dixwaze?” Got “Dibêje, xwedîyê vira li kîderê ye?” Ez fetilîm,
min bi dengekî sert got “Tu çi dixwazî, pirsa kê dikî?” Hingê bi
kurmancî got, “Ezbenî, ez Arjen Arî”. Ez şaş mam. ‘’
Kerem bikin:
‘’Ez bi qasî ku dikanim li hemî malperan gotarên hemî nivîskarên
kurdan dişopînim, ez yên kek Arjenî jî dişopînim. Ya rast, min
bi xwe heta niha di tu nivîseka wî de fikrekî orîjînal ku pêşîya
meriv ronî bike, pêşnîyazek an jî perspektîfeka nuh ku meriv jê
feyz bistîne, analîzek ku hêjayî munaqeşeyê be, min çi kerematek
têde nedîtîye. Min ji devê wî jî nebihîstîye. Dema ku bi meriv
re diaxife, yan dibêje “Ez ez ez” yan jî egoyeka hîn bilindtir
ava dike, dibêje “Arjen Arî wilo kiriye. Arjen Arî ji Cîgerxwînî
re wilo got, ji Mûsa Anterî re halo got. Ma Arjen Arî hîn ji
kurdan re çilo bike?!” Ji Nerûda û Mayakovsky û Nazim Hîkmet
jêrtir navê şaîrekî din hilnade.’’
We kerem kir, gelî hêjayan!
We bendên nivîsê bi çavên mêjî xwendin?
Dengê dilê we karî bigihe şanên we yên bihîstyar?
Û we…karî kêlîkekê xwe têxin şûna yê din?
We nexwestibê jî; bawer im ku dengê ‘kewt-kewtî’ hatiye we!
Gelî berêzan, de hûn û feraseta xwe!
Bi silavên herî nazenîn re, 15.08.08, Amed.
----------------
Tebînî: Nivîskar û helbetsvan Arjen Arî ji bo belavkirinê, û
agehdakirina raya giştî nivîsek ji me re şand. Em, dîtina wî
belav dikin.
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se
|
|
. |
|
|
|
Çapkirin
ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye |
© |
جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي |
|
Kurdistana Binxetê
|
كردستان
سوريا
|
Kurdistan Syrien
|
|