|
|
|
. |
|
|
|
|
|
kbx-20.02.08.10.20.EU |
Serxwebûna Kosovo
Û
daxwazên piçûk ên neteweya Kurd
Nîşana fermî
Berî her tiştekî pîroz be serxwebûn a gelê Kosovo, û herbijî bo
wan qehremanên ku ji gef û gurrên Uris û Sirbiyan netirsîne û
serxwebûna welatê xwe dane xuyakirin û em bi hîvî ne ku teviya
cîhanê va gava pîroz bike û Kosovo mîna dewletek e bi serê xwe
bipejirîne.

Kosovo welatekî piçûk e, ne li ber zireyekê an jî li ber
oqyanûsekê de ye, ew li başûrê Europa ya rojhilat e, dora 10.877
km² pan û fireh e, gelê wî jî (2.126.708 Milyon mirov e) pir
kêmtir e ji gelê rojavayê Kurdistanê, ku dibe du caran gelê wê
ji yê Kosovo bêtir be.
Mirovekî Kosovoyî
Dewletên ku li çarexên vî welatî evin: Sirbiya, Montênêgro (Çiyayê
Reş), Albaniya û Mekdoniya. Li Kosovo li ciyê pereyên neteweyî
Euro di kar de ye. Paytextê welêt bajêrê Prîştîna ye û sê ziman
li Kosovo bi kar tên: Albanî, Sirbî û Ingilîzî. Roja 17.02.2008,
serekê Wilayetên Yekbûyî yên Amerîka (USA) ev gava pêşkeftî
pîroz kir û got: “Ji niha û pê ve, Kosovo welatekî serbixwe ye.”
Berê jî, hinek welatên wekî Luxemburg li Europa, Cîbutî li
Afrîka, Kuweyt li Rojhilata Navîn û Tîmorê rojhilatî li Asiya ya
jêrîn. Firehbûna Luxemburgê 2586 km² e, kêmtirî 1 milyon
niştevanên wê hene, lê ji sla 1867ê de xwe ji peymana almanî
azad û cihê kiriye. Cîbutî ne bêtir e ji ½ milyon mirov,
firehbûna wê 23.200 km² e, û ji sala 1999 ve welatekî serbixwe
ye, tevî ku ji
1000
zarokên wê ne kêmtir ji 6 bi zûkî ji ber birçîbûn, nexweşî û
astengiyên civakî û aborî dimirin. Kuweyt 17.818 km² e, dora 3
milyon mirov e, lê ji sala 1961ê ve mîna dewletek serbixwe ye, û
Tîmora rojhilatî tenha 33.850 km² e, dora 3 milyon mirovên wê
hene, lê ew jî berî niha bi demekê giha serxwebûna xwe.
Kesekî Tîmorî
Gava em li rewşa neteweya Kurd binêrin, emê bibînin, ku welatê
wan ‘Kurdistan’ li ba rojhilatnasan mîna ‘Dergoşa şaristaniyê’
tê nasîn, û pir ji zû ve, 16 wilayetên wê, hîn di dema xortbûn û
bi hêzbûna Imperetoriya Osmanî de, şêweyekî ‘Xwedmuxtariyê’ bi
fermanek sultanî standi bûn. Ev Kurdistan li gor lêkolînên
mamhosteyê navdar rehmetî Hesen Hişyar ne kêmtir e ji 700.000
km², û ewên firehiya wê kêmtir didin xuyakirin, dikevin çewtî û
şaşiyê. Ev welat ji 5 welatên Europî bi hev re firehtir e, û bi
hejmara niştevanên xwe mestirîn neteweya bê serxwebûn di cîhanê
de ye.
Paş têkçûna bizava “Xweybûn” di sala 1930 de, ji ber parçebûna
xaka Kurdistanê di nav 4 dewletan de û di nav sê neteweyan de, û
ji dûrbûna wê ji zireyê ve, tevgera rizgarî ya neteweya Kurd
pilan û projeyên xwe di dema “Cenga Sar” de guhartin û ji
daxwaza serxwebûnê daketin, bi Autonomî an jî hîn bi kêmtirîn
daxwaz derketin holê. Lê ew dema pevçûna du sengerên leşkerî,
yek Sosiyalîst û yek Imperyalîst, çû serî û dibe jî ku tew carek
dî venegere. Mixabin dîsa jî di binyada ramanî ya tevgera
neteweyî ya kurdî de pir guhartin pêda nebûn. Raste ku niha li
jêriya Kurdistanê tevgera me ji Autonomiyê hilkişiya pileya
Federaliyê, lê di Kurdistanê de, bi piranî tevger hîn di nav
kefteleftên “Cenga Sar” de maye… Eve jî dibe egera ku kêşeya
neteweyî ya kurdî dengvedanek nêvneteweyî nastîne, û tersî vê
yekê, rêber û mezinên tevgera me daxwaza serxwebûna Kurdistanê
mîna “xewnek şevan!” didin xuyakirin.
Di rewşek wilo de, paş ku Kosovo jî giha serxwebûna xwe, pir
giring û pêwîst e ku hişmendên me carekê li xwe û li pilan û
projeyên xwe yên ramiyarî vegerin. Heger em ji neyarêd xwe
ditirsin, divê em ji bîr nekin ku gelê Kosovo yê piçûk ji
hevbendiya Sirbiyan û Rûsan netirsiya, tevî ku hêza wî pir ji ya
gelê me nizimtir e, Tîmora rojhilatî jî her weha ji mezinahî û
hêzdariya Indonisiya netirsiya…
Hinek dibêjin, ku gava USA û Europa rê nedin, kesek nikane
serxwebûna xwe bistîne. Eve ne rast e, û divê berî her tiştekî
em bi hev re bigihn biryarek wêrek û hevpar û dirist di vî warî
de. Bêguman neteweya Kurd di vê mijarê de bo hîn bêtir fedekarî
û piştvanî amede ye…
|
|
. |
|
|