|
|
|
|
|
|
|
. |
|
|
|
|
|
K.B.X-22.04.08.16.30.EU |
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi
Di van mehên dawiyê de rejîma baas ya Sûrî çendî diçe ji bo
miletê Sûrî dibe
xeterek
mezin.
Li jêr çend nimûneyên vê xeterbûnê dinîvîsim:
Siyasî:
Heya niha çend grûb ji bo desthilatdariya baasiyan di nava xwe
de şer dikin:
Wek grûba Başar Esed û xalanên wî; grûba Mensûra; ya Assef
Şawkat û hwd.
Lê diyar e ko şerekî dijwar di nava malbata Esad bixwe de hin bi
hin diyar dibe.
Ji ber ko wan tiştek di xizne û dahatiyên dewletê de nehêliştine,
hemû valekirine, vêca ew niha ketine di qirrika hevûdu de.
Vêca berjewendiyên aborî yên wan kes û grûban bi hev re şer
dikin.
Ji encama vî şerî, van rojan li ser fermana serokê dewletê Başar
Esad, mêrê xuşka wî, Assef Şawkat, hate girtin.
Assef Şawkat serokê hêza parastina serokê dewletê bû. Ev hêza
herî xurt di Sûrî de ye.
Di derbarê vê girtina Şawkatî de du dîtin tên ragihandin:
1.Assef Şawkat dixwest înqilabekê li Başar Esed bike.
2.Dîtina duwem- ko herî pêbawer e- ”Assef Şawkat karê xwe dikir
ko ji Sûrî baz bide û here bo dadgeha navteweyî da ko şahdebûnê
ser kuştina Refîk Herî ji destê Sûri ve, bide ye.
Herweha tê gotin ko jina Assefî ji Sûrî bazdaye, ewilê ew
derbasî Qatar bûye, piştre çûye Parîsê.
Li şuna desthilatdariya ”Ewlekariya eskerî ya Sûrî” niha
desthilatdariya ”Ewlekariya siyasî ya Sûrî” xurt bûye.
Li Sûrî gotinên vê destgahê wek gotinên ”Xwedê û Pêxember in!”.
Kesek nikare çavên xwe ber wê veke.
Lê diyar e ko desthilatdariya mutlaq ya Başar Esed jî weqas
nemaye. Ew mecbûrî kesnên dî, xwedî desthilatdar bûye ko ew
desthilatdariya xwe bi wan re parve bike.
Ango ew kesên xurt, lê xwe diyar nakin, bêjin çi, Başar Esed
mecbûrî pêkanîna gotinên wan e.
Di vir de divê mirov rola piştgirtina Îranê bo Başarî jî ti
caran ji bîr neke.
Bi kurtî Başar Esed bi alîkariya rejîma Îranê xwe li ser lingan,
desthilatdariyê digire.
Ji aliyê eskerî ve jî, ev rejîm rizîya ye.
Silahên ko di destên eskerên wê de ji moderntiyê, teknîka nû dûr
in. Pirraniya wan ji xwe kar nakin.
Destgahê sîwîl, medenî heya yê mixaberatiyê bixwe jî ji hev de
ketiye.
Bi asan insan dikare desthilatdarekî, efserekî, heya
mixaberatekê bi rûşwetan, pereyan qayîl bike, wan ”bikire.”
Efserên mezin, wek generalan, hê ji niha ve li ser ”pêşeroja xwe”
difikirin. Ew firseteka xwe bibînin dê dev ji rejîma baas berdin,
bibin alîgirên wê desthilatdariya ko dixwaze rejîma baas
biruxîne,yan jî reforme bike.
Her wek berdewamiya vê noqteyê, milet û herweha gelek kesên ji
desthilatdariya baasiyan bixwe jî li benda ”hêzeke derva” ne ko
werin wan ji bin zilma rejîma baas xilas bikin in.
Baasiyan roja berî Newrozê sê xortên kurd, bê sûc û sedem, şehîd
kirin.
Ev yeke careke dî destnîşan dike ko rejîma baas berdewamiya
dijminatiya kurdan dike. Heya ko ew zilmê li kurdan bike, wan
bikuje, mafên wan yên neteweyî qebûl neke, rejîma baas dê ti
caran nekare piştgiriya kurdan wergire.
Bila ew vê yekê jibîr bike.
Sûrî serxwebûna xwe weku dewlet ji dest daye û ew bûye
”wilayetek” ya Îranê.
Weku nimûne, li gor rojnameya ”Jerusalem post”, rejîma baas ya
Sûrî 100 hezar kesên îranî ji Îranê anîye li Sûrî cihwar kiriye.
Ew ser van kesan dibêje ko: ”Ew kes wek her hemwelatek îranî ne
ko dixwazin li Sûrî cih bibin”. Lê di heqîqeta xwe de ew 100
hezar kes pasdarên îranê bixwe ne. Ango ew kesên ko bo şervan,
canfidayê rejîma Îranê ne.
Armanca Sûrî bi bicihkirina wan pasdaran li Sûrî li ser daxwaza
Îranê ye. Ango gava Emerîka li Îranê xist, hingê Sûrî dê bi
alîkariya wan pasdaran cepheyekê li pişt Emerîka veke da ko karê
şerê wan digel Îranê re zehmet bike.
Diyar e ko dê di pêş de rola van pasdaran li ser desthilatdariya
rejîma baas bi awayekî eşkere xuya bike.
Aborî:
Xelayek aborî, taybetî li rojavayê Kurdistanê, dest pê kiriye û
xweş diyar e ko ew dê di van mehên pêşiya me de hê girantir bibe.
Sedemê vê xelayê jî ew e ko rejîma baas bi zanebûn ti fabrîqe,
cihên kar li vê herêmê ava nekiriye. Her ji ber vê sedemê milet
bes bi dahatên genim û pez xwe xwedî dike. Û gava îsal baran ji
binî nehatiye ev yeke dibe sedemê belengaziyek giştî ya milet.
Û herweha ji ber ko genim (dexil) çênebûye, milet pezê xwe
berdaye dexlan û ew çêrandiye, ango ”destê xwe ji wan şuştiye.”
Û xuya ye ko dê ti dahat ji dexlên avî jî newin. Ji ber ko ava
bi santrefîşan jî nikare wan dexlan av bide.
Av hemû di qelşên axa tî re winda dibe.
Bi ser vê yekê de, rejîma baas biryar daye: ”Nabe ti kes dexlê
xwe bê dewletê bidirû!” Ango gava milet dexlê xwe dirû, hingê dê
ew di bin çavdêriya esker û polîsan de be.
Da ko milet dexlê xwe nefiroşin hinekî dî. Wek ko tê zanîn,
dewlet dexlê (genimê) milet ji wan bi erzanî dikire.
Civakî:
Her ji ber birha (rola) Îranê, gelek ji insanên Sûrî ko mezhebê
wan sunnî ne, mezhebên xwe diguherin, dikin şîa. Ji bo wan kesan
gelek ximetguzarî wek mizgeft, xwendegeh, dibistanên taybet tên
avakirin.
Ev yeke di demek nêzîk dibe weku dînamîtek barkirî bo dijberiyek
mezhebî di navbera sunnî û kesên dibin şîa de li Sûrî (wek li
Iraqê) jî xurt bike.
Taybetî li rojavayê Kurdistanê her ji ber zilma rejîma baas ser
kurdan, kurdan rengek ya alîkariya bo hev ya civakî heye ko ew
deyn didin hev. Û gava ”mewsim (genim) hat” yê deyndar ji dêlva
deynê xwe genim distînin. Lê diyar e îsal ji ber nebûna genim
(dexil) dê kes nekare deynên xwe bide.
Ev nekarîna dayina deynan dê bibe sedema teqandineke civakî.
Milet hê bêhtir feqîr û jar dibe. Û ji vê jî tirsek mezin heye
ko gelek pevçûn, şer, dizî, şelandin û hwv di nava milet de
çêbe.
Li aliyê dî jî, her ji ber feqîrtîyê, taybetî ya miletê kurd
gelek ji kurdan ji cih û warên xwe bar dikin û berê xwe didin
Şamê û li dora wê di konan de dimînin. Hevalbendên rejîma baas
ji wan koçberên kurd re dibêjin ”Qereçiyên Cizîrê (herêma
rojavayê Kurdistanê)”.
Cihê mixabiniyê ye ko di vê sedsala me ya bajarvanî û teknîka
bilind de insan ji bajarvaniyê vegerin demê konvegirtinê.
Bêgoman ji bilî rejîma baas ya Sûrî, di vê dinê de ti rejîm wisa
kevneperest û zilimdar nîne ko wisa bîne serê hemwelatiyê xwe.
Lê bila rejîma baas ya Sûrî xweş bizane, ko dîrokê daye
îsbatkirin ko her çi rejîmên ko zilim li miletê xwe kirine, wan
di heman demê de bi vê zilma xwe re destpêka dawiya xwe bixwe jî
aniye.
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se
|
|
. |
|
|
|
Çapkirin
ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye |
© |
جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي |
|
Kurdistana Binxetê
|
كردستان
سوريا
|
Kurdistan Syrien
|
|