Şerme eger em kêmtir ji hokmê zatî bixwazin li Suryê!
Hunermendşevger:
Ji
îro pêde pir şerme eger
partîyê kurd li Suryê kêmtirîn ji hokmê zatî bixwazin û pîweste
her sê beşên din yên
kurdistanê ilana xwesteka fedralîzmê bixwazin ji ber kurd ev
cara yekemîne di qunaxeke zêrîn de derbas dibin u gelek egerên
alîkarîyê peyde dibin wekû :
1- hişyarkirina
gel di serhildana12 adarê de u 36 şehid
ku îşaretek giring da hemû
hemwelatîyên hundurê welatê Surî ku kurd tê kuştin
u qirkirin ji ber ku neteweke kurde û xwudan xwestekek siyasî
rewaya u xwudan Al û sirûde u xwe girêdide bi welatê kurdistan
ve.
2-hişyarkina
xwurt û keçên kurd û girêdana wan bi
şoreşa gobalîzmê've .
3-Azadkirina ba§ûrê kurdistan
jî bandoreke giring dileyize ser kurdên rojavayê kurdistan û
teybet rêbaza serok Barzanî
4-kurd li rojavayê kurdistan
bihtir girêdayê siyasetê ne û dûrin ji mezheb u Ol û ramanê aşîrtî
û mala xwedê ava ku partiyên islamî kurd nînin li Suri.., bihtir
kurd tîyê serxwebûn azadiya welatê xwene.
5-kurdên rojavayê kurdistan ne
dijî Emêrîka ne û evaya xaleke giringe.
6-kurdên rojavayê kurdistan îdî
gihana rastîyekê ku bo xwe xebat û tekuşîn
bikin û berê xwe bidin rêjîma şamê
, mixabin hîna hinek hene bo imrali xebat dikin û beryara wan
dervî tevgera kurdî ye û ev zirareke mezine , îdî bese ku her
kes derbasî nav kurdên rojava bibe û wan ji xwere bi kar bînin
ji her kesî em kurdên binxetê mehtêcî alîkarîyê ne.
7- (3)
Şehîdên qamişloka
serhildanê dikarîbû balkêşîya
50 melyon kurd bi xweve bikşîne
û omîda qehremanîyê ava bike bo azadîyê, careke din qamilşlokê
tirs û lerz kire dil u cergên rêjîma dektator li Shamê û di gohê
vê rêjîmê re doza kurd derbas kir u di çavên wan de tavloyeke
qehremanîyê nîşanda .
8.hişyarkirina
revenda kurdistanî li Europa u bi teybet revenda kurdên rojavayê
kurdistan û peydekirina 10 malperên raghandinê û bi teybet kocka
rojavayê kurdistan dengê tevgera kurd bi rêveberiya hunermend
Shevger ku roleke pîroz dirabe ku her
şev girêdanekê peyde dike bi tevgera welat re , û
agadarîyan dide sehet bi sehet ku çi dibe li seranserî welat û
dîyar dike cih û demjimêra hemû çalakiyê ku li Europa dibin .
9- Dostanîya hijmareke mezin ji
partî u perlemento û dezgehên xaça sor û Aînestan bo kurdên
rojavayê kurdistan
10- Amêrika û Europa temaşeyî
rêjîma Suri dikin be rêjîmeke dektator û di xeta terorê de ye u
di xetkê§ iran u hozbulah u hemas deye u amerêka dibîne ku surî
hemberî programê wêye di rojhelata navîn de,
11- hemû dewletên Erebi dijî
rêjîma Suri ne, ji ber dest dirêjîya wê di Lobnan de û ku§tina
Refiq Herirî û 10 wezîr û kesatîyên bilind di lobnan de,
... çiqas em bêjin hindike di
derheqa vê rêjîma ku ji agir u hasin dorst buye ew rêjîma ku 40
sal bi /partîya Bass ê / welat rêve dibe û kesekî ji xwe pêve
qebûl nake û rew§a awarta ser welat u teybet ser herêma kurd
dimeşîne bi zindankirina rêber
û kadirên siyasiyên kurd û bi 1000 ,an ji xwendevan û karkerên
kurd jî u rê girtin ber ramana azad û huner û çanda kurdî. ji
vê xirabtir dorstkirina pîlanan ku ev milet birçî bibe û mihacir
bibe û berê xwebide europa yan bajarê
şam û helebê de kurd bibin
karker û xolam ji ereban re û xwe winda bikin weku cawa
dewletaTurk bi serê kurdên bakur dike û ev pîlan Suri u turki û
iran bi hevre mutefiqin ser kurdan ..
vê rêjima dektator bo 100
hezaran Ereb anîn nav gund û bajerokên rojavayê kurdistan û
jiyana kurdan kirin dojeh û cehneme îdî kurd di gundê xwede weku
di zîndanê de dijîn u hemû derîyên kar û îş
li ber wan girtîye û 400 000 kurd bê nasnamaye nikare bi xwîne
li zangoyan yan kar bikin yan derman bibin li nexweshxanên
dewletê yan derkevin dervî welat,
tevgera kurd ya siyasî hemû rê
bi vê dewletê re kar anîn her gotin em hemwelatîne û her em
veqetandina welat nakin û ne armanca me ye û her §ehid dan di
azadiya welatê Surî de û her warê ni§tîmanî de xwe dîtine xudanê
vî welatî lê 1000 mixabin ev rêjîm wan kurd dîtine weku
israîlîya u kuştina kurdan
helal kirine ..
pi§tî çûna rêjîma Sedam ya gor
be gor rewşeke teybet dorst bû
li navçê ku nanê rêjîmên dektator nemaîne û îdî dive hemû kêm
netewe doza mafê xwe bikin bi teybet kurd hina bindeste u tê kuştin
u qirkin li Suri u iran û Turki yê .. piştî
serhildana 12 adarê li qamishlo ku mezintirîn serhildan bu di
rojhelata navîn de ku 3 melyon kurd rabû ser pîya u di roja 13 u
14 adarê hemû herêma rojavayê kurdistan azadkirin ji polis u leşger
u deselatiya surî yê bes hezar mixabin piştevanî
me nebû ji derve . li vir îdî ramanekî xwesteka siyasî avabû di
programa hijmarek partîyên kurdên Surî de weku xwesteka hokmê
zati u hinek weku xwesteka îdara zatî u îdî ji zexta gel u
rew§enbiran ser partiyên kurd pîwestîyek dît ku partî bi hevre
bikevin xiracira siyasî ser avakirina / lêvegereke siyasi / u
ser yekbuna helwest u xwesteka siyasî ku kêmtirîn xwestek be jî
ew / idara zatî be / ku kurd şirîkê
vê dewletê bin bi her tiştî u
di destîra surî de kurd were nasîn weku netewa dûyemin u ziman u
çand u hunera kurdi serbest be û raman azad be.
her wisa piştî
serhildana12 adarê cara yekemîne ku îdî hijmarek rewşenbir
û siyasetmedarê ereb xwenêzîkî kurdan kirin u tevgera kurd bi
wanre meclisek avakir bi navê / Meclisa Sham yan jî îlana Sham /
ku xwesteka wê goherîna rêjîma Surî bibe di rêkên demoqratîk de
u aştîyane de u mafê kurd ji
wereqebul kirin.. çendî bi sedan tîbînîn kurdan ser vê meclisê
heye ku mafê kurd têde ne zelal u hişkere
ye yan jî hinek ji partîn kurd yên pêşdarî
wê meclisê ne xudan perogramek azadiya kurdin yan kêm bawerin bi
hêza gelê kurd mixabin .
Newroza 2008 careke dî tevgera
kurd anî ber imtîhana azadî yê u xwesteka siyasi bi mêrani u
avakirina berekî yekgirti siyasî ,,li vir pirs eve:
1- gelo xwina van her 3
şehîdên qamishlo wê partîn me
bighine xwesteka idara zatî u hişgere
bên emli suri idara zati dixwazin ?
2-gelo wê karibin lêvegereke
kurdî ava bikin ?
3-gelo tevger îdî wê amadare be
bo her tiştekî ku bi qewime
ser vî gelî de bo pêşerojê ?
4- gelo ev tevger wê di sewîya
peyama piştgiriya serok
Barzani bo qamishlo ku cenabê serokê kurdistan barzani tehdida
rêjima Surî kir û got em tedexolî nav kar û barê dewletan nakin
lê em qebul nakin ku hun kurdan bikujin li Suri û dive be§ar
Assad wan mocrim u qatilan muhasebe bike..
biji kurdistaneke serbixwe u
biji Barzani ku omida 50 melyon kurde
biji hemu
şehidên kurdistan u her 3
şehîdên qamishlo u her 2
şehîdên newroza bakuri
kurdistan
mirin bo rêjima Suri û Turki
û iran û bo dujminan û her
desteki ku dirêj bibe ser gelê kurd.
25.3.2008
Shevger / Hunermend u
helbestvan /
|