.

 


 
 
K.B.X-25.05.08.12.00.EU

Sîxûr
Abbas Abbas

28/06/06 Aachen

Di rojên reş û giran de, yên ku mafên gelan têkdiçê, hin rêxistinên gelerî, barê berxwdanê di kevê ser milê wan de, di nav re jî û ev tiştekî dîrokî ye, ku serbaz û qehreman tên der, wilo jî ev rêxistên û ev rêbaz û qehremanên han dibin ermanc ji îrêşên dijmin re, û bi her ewayî li girtin û kuştina wan di girin!...Bi cih anîna vê mebestê re jî, bi dehan sîxûr tên bi karanîn, sîxûr jî bi piranî, ji nav gelên bin dest tên neqadin û bi karanîn!....
Gelê kurd û bi taybet, li rojavayî kurdstanê, ev çalekiyên dijberî, di salên şêstî û heftêyî de, bi ber ferehî dest pê kiribû, wilo jî dijmin bi her ewayî sîxûrên hov berdan nav kom û rêxistinên gel!....
Tiştê dîrokî, di vê dijberiyê de, ewe ku hin ji van sîxûran şehreza bûn, wan jî tim xwe di gihand serbaz û rêbazên gel, cihê xwe di kêleka wan de û di nav rêxistinê de germ di girtin!...
Ji vê serkeftina sîxûran jî, di nav rêxistnan de, sedemek taybet hebû, ew bû ku pir ji van serbaz û rêbazan, bi pêşketina du gavan di nav bexwedana xwe de, şad dibûn û bi şanazî xwe didan diyar kirin, êdî hew hesab ji dijminê hov re dikirin, hingî jî ji wan re ne giring bû ku sîxûran ji welatparêzan cûde nas bikin, ji wilo jî pir caran, ne sîxûr lê belê rêbaz bi xwe, dibûn sedemê têk çûna ermanca gel û ya rêxistinên wan jî!.....
Nûrî jî xortek bû, ji gundekî ji rojavayî kurdistanê, sêwî û perîşan, ji her çend salên zarokatiya wî û heya destpêka xortaniy wî derbas bû jî, wî rojek xweş ji xwe re nedîtibû!.....Her çend salên pêşî, ji dibistana sertayî qedandibû, ew jî di dema ku hîn bavê wî sax!....
Li ber destê dayike nezan û perîşan, Nûrî hin bi hin qama wî bilind dibû, wilo jî hin bi hin ket ber barê du xuh û du biran de!....
-Ev her pênc devên han in, yên ku min ji bavê xwe mîrat girtine!....Ne mal û ne mewdan!....
Di her tevgerê de, ku dabaşa perîşaniyê dihat ser ziman, ev çîrok di got û bi hevalên xwe re dikeniya û gotina xwe berdewam dikir û di got:
-Kuroooo....Heya kerê bavê min, piştî mirina wî bi du mehan, ew jî mir!....
Carekê di nav kenê hogiran ve, yekî jê pirskir:
-Ma tu yî çi ji ker bikira, ew jî barekî giran bû, êm û ce yê wî!?....
-Êeee....Kurooo, hema...Hema, ezî bibêjim, kerê bavê mine!...
Nûrî, bi gotina xwe re, bi dengekî bilind di keniya, ew jî jiber ku di wê watiyê de dihat derbaskirin, ku bavê wî ker bû!....
Tiştê herî balkêş, di kesîtiya Nûrî de, ew bû ku mirovekî ji derî eyarê xwe ve, her tim paqij û şayek bû!... Her tim xwe di şûşt, gumlek û pêlava xwe ya bi tenê, paqij û boyaxdikr, bedilê ku hîn ji zavatiya bavê wî ve, piştî mirina bav pê mabû, ew jî tim xeta pantelon wek xeta hesinê tirênê rast û tûj û bê qermîçonik bû!...Di nîvê zivisatanan de, ku beran û herî heya bi kabokan bû, Nûrî xwe di gihand her deberî û bêyî ku çekên wî şil bibê, yan pêlava wî bibê bi herî!....Ji vê jî, her tim bersiva wî ji mirovên ku jê diman di heyara xwe de, ev bû :
-Ne şil bûna çekên min û ne lewtandina pêlava min, tiştekî Xwedayî ye!...
Nan di mala wî de pir caran peyda nedibû, lê Nûrî pakêta Amerekî di birîka wî de xuyabû!....Bi rastî, pakêt ne Amerikî bû, qalikê pakêta Amrekî bû, û tûtina wê ji ya herî erzan dida pêçan û di pakêta Amerikî dikir, ew jî jibû şanaziya xwe di nav hogir û hevalan de!.....
Dengê xortên kurd, di nav rêxistina bi navê Al-Partî di hat hildan, kar û xebata wan bi çend çalekiyan belav bibû, êdî vî kar û vê xebatê, serê dijmin kir navbelayê û pir di êşand!....Loma jî, girtina kurdan bi ber ferehî dan ber çavên xwe, êdî heya mirovên wek Nûrî jî ku heya wan ji karê siyasî tu nebû, dan ber xwe û di zindanan kirin!....
Piştî her çend rojên pêşî ku, bi eşkence derbas bibû, Nûrî ne tene biber êşa laşê xwe di ket, lê belê, xeta pantelon û pêlava lewitî jî!....Loma ku ew derbas kirin ba serbazê estixbarata û li ber sekinî, bû kûz kûza wî, hingî serbaz tê gihişt, ku sîxûrekî baş girt!....
-De bibêj, Mamosta Nûrî, tu çi li ser rêxistina ( Al-Partî) di zanê?….
Destê Nûrî li ser hev û serî tewandî, bersiva wî bi dengekî xenqî da û got:
-Ezbenî….Tu têkliya min bi tu rêxistinên kurdî re tu ne ye !…
-Êeee…..Ji xwe wilo başe Mamosta Nûrî, êdî em dikarin li te êmin bibin û tu jî dikarê karekî ji me re bikê !….
Bi vê gotina dawî re, çavên Nûrî ronî dan û serê xwe hilda !….
-De ka bibêj, aniha tu çi di zanê ser çalekiyên dost û hogirên xwe, yên di nav Al- Partî de kar dikin !…
Bi dengekî qeba, bersiva wî da û got :
-Ezbenî…..Xortên ez bi wan re di çim û têm, tev komenîstin û tu têkliya wan bi Al-Partî re tu ne ye!…
-Êeee…Na…… Wilo ne başe Mamosta Nûrî, yan giring ewe, ku tu ji me re li ser Al-Partî bi axifê!…
-Ezbenî….Lawê axê û çend xortên dî, ku tim bihev re ne, di Al-Partî de kardikin, êdî qet bi me re na meşên!…
-Bo çi, bi we re nameş in?!…
-Ew maldarin û em perîşanin!….
Ji îro pê de, emê halê te jî xweş bikin, deravan bi te bidin, lê giringe ku tu jî bibê ji Al Partî!….
Nûrî ji vê perjewendiyê, kêfxweş ji ba wan hat der û bi deravên ku estixbata kirin birîka wî de, tiştên ku hîn ji dema zarokatiya wî ve di dilê wî de mabûn kul, pê kirîn û berê xwe da mal!…. Ji wilo jî û hîn bi rê de, koşnameya serbazê estixbaratan, di sere xwe de bi çih ditanî!……

 

.

 

 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien