عربي

 

 

K.binxetê-18.05.2005


Kirdî, Akrad yan Kurd?
ziman û siyaset di navlêdanên gelan de

X

wendevanên malperên kurdî di Internet de dikanin naka li nivîsekê kinik binavê „Kurd in ... lê ne akrad in“  seyrbikin,  ya ku birader Hassan Þendî bi zimanê arabî di malpera http://www.rekeftin.com/kurdneekrad.htm de weþandiye.

Sereyê gotara wî tûj, bang hildayî û þanaz e naverok û armanca wê nivîsê giring û balkêþ e û hin bîreweriyên berê ji mijulbûna ronakbîrên kurdan bi rewþa neteweya xwe bi araban re vedikole meydana rojevê. Berêz Þendî hinik ji nivîsvan û ramyar û sazîyên weþanên araban bi daxistina nirxa kurdan, bi beralvedana me tewanbar dike, dema hewna ji demeke zû de kurdan her tim bi akrad (kurd bi komanî) yan kirdî (kurdî) binavdikin, dinivisînin. Bi behweriya  wî rewþenbîrî gerek di zimanê arabî de li þûnê akrad yan al-akrad (kurd bi komanî) peyva kurd yan al-kurd û li þûnê kirdî (kurdî) peyva kurdî bihêtin nivîsandin. Ew mirova peyva akrad yan al-krad bi peyva a’rab yan al-a’rab dide berhev du û dibêje, ji ber ku a’rab di têghiþtina arabî de peyveke xerab e, li nîþtivanên badiyanan (çolanan) hatiye danîn û di Quranê de ji bo gunahkartirîn mirovên li dij Xwedayê bikarhatiye, lewma peyva akrad jî – belkî - ji bo me kurdan pîs be. Paþran Hassan Þendî dibêje, ji ber ku kurdan bi xwe jî navê kurd li xwe û Kurdistan li welatê xwe dahanîne, lewra gerek hemû kesên têkeldar rêz li me kurdan bigirin û di zimanê arabî de peyvên kurd, kurdî, al-kurdî, Kurdistan, ... ûhw., ne peyvên kirdî, akrad, al-akrad, Kirdistan,... ûhd. biaxavin (bizaravîne) û binivîsin!  

 Çîroka me kurdan bi arabzimaniyan (samiyan) re li ser peyvên kirdî û akrad, kirad, û kward ûhw. pirr kevn e. Eva pêvejoyekî dîrokî û diyardeyekî xwezahî e.Ne gotina zimaniyê bi xwe, lê mebesta gotevanê bi wa gotinê ve piyas e. Ziman bi xwe xwedahî, ne alîgir e, navîneke danistanî û têgihiþtinê ye,  mirov bi tenya xwe bê ziman e, lê ji mirovên komaniyan re bikarhanîna zimanê ji bo danistan û jiyandinê zor giring e. Bêguman ziman sernîþana nasnameyê û aliyeteke berxwedana komên, cihvatên mirovan e. Dijminên kurdan ji arab û turkan de bigir ta bi afrenc û alemanên europayê ve her tim cenga çanda me jî kirine û di vir de berdewam in. Xerabkarên ji wana bi rêzandî û demdirêjeyî zimanê me hewqas xwastine bixopandinana, da ku mêjî, bîr û ramanên me û yên niweyên me bihatinana hilkirin. Wana dixwastin mirovê kurd bi guhartina nasnameyê wî yê çandî (neteweyî) ve biþikandinana û bi kokê ve tev li yên xwe bikirana, bihelindana Ev siyaseta navîna xelkan  kevn e, li ser tevahiya va giloverê me belav bûye. Her komek ji mirovên hevgirtî bi zimaneke xwehî bûye û van zimanên cudah her tim ketine dergûþa hêrîþ û bervedanan. Arab û paþran turkan di sedsalên dawî de kurd û welatê wana dagîrsandine. Zimanên arab û turkan bi ser me kurdan de hatine û xwe di nav me de kûr û fereh çandine. Bersivandina va yekê hên xwezahî û hên jî gerek bi pêzanînê be. Mayîna zimanê kurdî weke zimaneke arî, xaw û zengîn ta îroj bi kûrahiya wê ve di tomarên devera rojhilata navîn de yanê bi þêniyên, kurdên wê derê re girêdaye. Ne kes yek li va dinyayê, ne arab yan turk, ne sîni yan europî, wê bikanibin ji îro û pê ve girêdana tekane ya kurdan (îraniyan) bi rojhilata navînê re di bin gumanan xînin. Tevahiya nûhemên lêkonlînên zanistî di va biwarê de rêka rast bo kurdan vedide. Lewma tirsa me kurdan ji  þêweya wiþeyên kirdî, akrad yan kirdistan di zimanê arabî de gerek ne mezin be. Ji bo va girêkê bê guman bersivên siyasî ta îro kem in, lê yên zanistî  zêde ne hindik in.

Nivîsvanên zanistî li ba kurdan yên bi kurdî-latînî dinivîsinin hên kem in yan jî bi azadbûna Baþurê Kurdistanê ve (navend!) hên nû diafirin. Di çêbûnê de gerek þaþitiyên mezin (yên gelên din kirine/dikin) li ba me nehêtin çandin. Ziman li ser bingehekî dîrokî-cîhanî, ne li ser textên siyasî dadimezire. Li gor piyasên zimanzanistiyê peyvên kirdî, akrad û kirdistan di arabî ne þaþ û ne jî derdekî nexweþiyê ye. Lê dema mirovên arabziman van peyvinan bi mebesteke dijmantiyê û aramancekî siyasî ne însanî li dij kurdan bikardihênin, di vir de daxwaza berêz Þendî bi giþtî rast û dirust dibe. Mixabin netewperistên araban û turkan gelek neyartiyên veþartî, giyanî li dij me kurdan bikardihênin. Rade û têkariya bersiva me kurdan jî ta îro têrê pêwîstiyan nekirine. Pêþvenêr û xwedanên çanda kurdan di va dinyayê dewletan de sêrek in.

Zimanê arabî yek e samî ye; peyvên wê bi serekî bi tîpên bêdengî dihên nivîsandin. Navê kurd lewra krd bêyî tîpa dengdar u dihê nivîsandin. Dêmak mirov dikane krd (yanê kurd bi arabî) weke kurd, kird, koord, kerd, krad,...ûhw. û krdstan (yanê Kurdistan bi arabî) weke Kirdistan, Kurdustan, Kordistan, Kardistan, ...ûhw. bixwîne. Di arabî de tîpên dengdar u û i nadihên nivîsandin, lê belê bêbendî, azad zaravandin, axaftin. Va girêka nivîsandina arabî di zimannivîsa farisî  û kurdiya soranî (bi tîpên arabî) de bi tenê ji bo u çareserbûye; tîpê i li vir jî natê nivîsandin. Di farisî û kurdiya baþûr de Kurdstan bêyî i dihê nivîsandin. Yanê mirov dikane wê peyvê weke Kurdstan, Kurdistan, Kordustan,... ûhw. bixwêne. Pêzanîna mirovê û siyaseta wî dihêlin ew va nivîsê rast yan çewt, þaþ bixwêne.

Gelên rojhilat weke farisan, azeriyan û tajîkan hemû dibêjin kurd yan koord, ne kird. Kurdên rojhilat jî diwêtin kurd yan kord. Lê dema mirov ji rojhilata de berve rojava ve deherê, dibhîse ku mirov dibêjin kirmanc, ne kurdmanc. Kurdên zaza bi kirdkî yan kirdmancî ne bi kurdkî diaxafin. Þêniyên Arabistan û bakura Afrîqayê jî weke araban sivik dibêjîn kirdî, akrad. Mirovên turkzimaniyan dibêjin kwirt, kürt. Hibraniyan weke jihuyên rojhilatê digotin kward, paþran kurd.

Zimanzanîn derdixîne holê, ku tîpên k û g, d û t, w, u, y û h, k û q, ...ûhd. hevdu carcaran dighurînin. Peyva kurd di pêvejoya dibûna zimanan de dibe ku gelek hatibe guhartin jî. kurdmancî weke kirdmancî û girmancî ye. Akrad dibe ku weke akurda, akura, akira, agira, agiradad, agiradaman, ... ûhw. be.  Stan di bêjeya Kurdistan de ji (h,w)istandin yan sitandin yanê sekinadin, bicihkirin hatiye; di arabî de ne nas e. Babet dirêj e!

Mijara navê Kurd û Kurdistan gelek ketiye navîna lêkolînan û ravedanan û kem hatiye (ve)xwendin. Siyasetê pêlîstiye, biryar lê dayiye, ka çon me ra va gotinê bibêje, binvîse yan jî þîrovebike. Bi zanîna min bersivandinên kurdan li dij sextekariyên hêrîþî yên araban û turkan kemtir û lawaztir bûne, lê pêveçûnên zanistiyê li va cîhana evroj nerindiyên arab û turkan gav bi gav poç û riswa dikin.  

Dema ez li welat bûm, di salên 1960-1979 de li Kurdaxê û Helebê, carcaran kîna araban bi kurdan re yanê nakokiyên nijadî derdiket holê. Rêjîma arabî  fermiyanî li dij kurdiyetiyê bûye. Araban nedixwastin weke turkan (kirmanc dibêjin tirk, lê faris dibêjin turk) kurdan bi kurdan binavbikirina. Wana em piçok dikirin, dihavêjtin haliyê. Bi peyvên weke  kirdî, akrad, krad, kirad, kirdistan, al-kirdî, al-kurd, al-kurdî, ...hwd. wana kurdan binavkirin. Helbet weþanên partiyên kurdan jî wisa dinivîsandin. Pêþeyên me jî têkeznedikirin, ka me ra bibêje koordî li þûnê kirdî. Satan li ba me peyva kurd bi serhildana baþur ve ji 1961 de pirr belav bûye. Þêniyên Kurdaxê kirmanc (kurdmanc weke girman) in. Carina ez ji ber nezanbûnê ve ji hin arab diqehriyem, yên ku li þûnê kirmanc kirad, kirdî, çirad, çirdî, digotin. Bi yadê min yê îro ve destpêka kiþandina balê min li ser cudahiyên akrad û kirdî (yên arabî) bi kurd û kurdî re di cihvînên kurdên Suriyê (rojava) bi yên Îraqê (navend) re peydadibûn; ji bo min yanê ji salên 1980îyan de li Alemanya bi kurdên devera baþur û rojhilat û bi farisan (îraniyan) re. Hewna her tim digotin, dibêjin kurd, turk ne bi carekê kird, tirk.

Ez naka jî wek kak Hassan Þendî  ji wa zaravandina sivik (lê ya ji xweda heye!) li ba araban heznakim û hêvîdikim, da weþanvanên bi zimanê arabî li ser va rixnê biramînin.
 

© Abdallah Osman, weþanvan, Berlîn, 17.05.2005, osmnbdll@aol.com. Mafê weþandina va nivîsê bo hemû weþanan vekirî ye
 

 
 
 

 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي                      ©  ***     ©                       Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye

 

Veger ØØØ

الرجوع ×××

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

Kurdistan Syrien