|
Ga ji dest
çû, bila golik neçe
Cankurd
20.04.2005/K.binxetê
Bêguman Tûrkiye xwe wek superhêzekê
di herêmê da didît, ew herêma ku dikeve navbera Rojhilata Navîn
û basikê jêrînê Ewrûpa ya nûjen.
Gava dewletek Superhêz be, pêwîste yên derdora wê guh bidinê,
berjewendiya wê bi cih bînin, raya wê di her warekî da bibin, ji
wê bitirsin û xwe ji xeyd û nevîna (kurh) wê biparizin. Lê belê
Tûrkiye bi nînikek şaş li xwe dinêriya, xwe pir werimî, sermezin
û bi govdeyekî mezintir di nînika xwe re didît. Ev nêrîn jî çewt
bû û nerastiyê jî ji wê re pir ziyan di jiyana rastîniyê da anî.
Bo nimûne: Turkan bawer dikir, ku ewan di seriyê lîsteya wan
welatan da ne, ku Ewrûpî jê re dergahê EU bi zûkî vekin, niha jî
diyar dibe, ku Tûrkiye li paş tevan maye û dibe jî tew derbas
nebe nav EU.
Berî cenga Amerîka ya duwê li ser Îraqê, Tûrkiye di wê baweriyê
da bû, ku Amerîka û Ewrûpa wê bê Tûrkiyê nikanibin bavên ser
Îraqê, histoyê Seddam Husên ê har û hêzdar binve bikin û sazmana
wî ya xwînî biroxînin. Lew re siyasetkarên Turk wilo qurnas û
dengqebe, perrêd xwe wek tawûsekî vedireşandin, girangiran
dipeyivîn, sultanêd xwe yên kevin dihanîn bîra xwe…
Di wê ezeziya rojenî da, hemahema pê li Kurdan dikirin, gef û
gurr didan Barzanî û Talebanî, çove xwe yê leşkerî dileqandin û
zorbaziya xwe li wan dimandin. Hema çi fayde?
Amerîka û hevalbendên wê, bê piştvaniya Turkan ketin Îraqê,
Bexdad di kêmtirî mehekê da ji dest leşkerê îraqî yê mezin
derxistin, deselatdariya Seddam Husên ê hov serbinkirin, û
Seddam jî reviya, çû xwe di kurtek binzevînî da veşart, sipî û
kêç ketin nav por û birça wî. Dilên Tûrkan bi wê yekê êşandin û
heybet û zanîna mezinêd wan jî li erdê xistin. Bo çi ? Ji ber ku
Îraq ji wan re kaniyek zêrîn bû, û tirsa wan a mezin ji
parçebûna Îraqê bû, ku Kurd li wir bibin xudan hêzek mestir û
sibe daxwaza bakurê Kurdistanê jî bikin, Tûrkiye biçûktir bikin.
Rewşa li Îraqê paş cengê pêda bûye, hilbijartinên azad û
demokrat li wir diyar kirin, ku rastiya Kerkûkê, rastiya gotina
Kurdan bi cih anî, ne ya Turk û Turkmenan. Berê li teviya cîhanê
belav dikirin, ku 3 Milyon Turkmen li Îraqê hene, bêtirê wan li
Kerkûk û derdora wê ne. De fermû! Kanîn van 3 milyon, kuve çûn,
kê ewan ji ser sandiqan qorî kirin? Bo çi ne hatin ser sandiqên
hilbijartinê? Kê ne hêla ewan bên? An ew derewek bi armanc bû û
derket tiştek ji rastiyê di bin da tune..!
Na..îro rastî derketiye meydanê û nema ev derew li hîç bazarekê
tê firotin. Kerkûk mal û niştê Kurdan e, ne yê Turkan e.
Bêguman ew rengê ramyariya çewt û ew helwêsta nebaş a Turkên
qebeqebe dipeyivîn û xwe li ba Amerîkanan dikirin keçek delal û
nazinîn, bû egera jarbûna hikariya dewleta turk di ramyariya
rojane ya Îraqê da û ziyanek mezin ji wan re pêda kir.
Çare çiye, da ev ziyan mestir nebe? Divê ewan paş ku ga ji dest
xwe berdan, golik bernedin. Îraq ji Turkan re dergahekî mezin û
vekirî bû bo derbasbûna nav Erebistanê. Lê niha?!
Sûriye! Erê ev derî hîn vekirî ye û bi taybet paş ku Sûriye
serokê PKK Abdullah Öcalan ji ba xwe derkir û paş kurterevekê di
Ewrûpa û Rûsiya re ew li Kîniya, li orta Afrîka hat girtin û dan
destê Turkan. Ta niha jî ew destgêrê wan e.
Serokê sûrî Dr. Beshar Al-Assad tew kêşeya Senceqa Iskenderûnê (Hatay)
nîne ser zimanê xwe, berê her û her digotin ev parçeyekî
giranbuha ye ji welatê sûrî. Sûriye jî niha ketiye tevliheviyek
ramyarî û bi taybet paş kuştina serekwezîrê Libanê Refîq Herîrî
bi xiniziyek mezin. Eve delîveyek baş e bo ramyariya turkî, divê
ji dest xwe bernedin û divê gavek ber bi Sûriyê ve bite avêtin,
da ew neyartiya kevin were peçinandin, û wilo diyar bike, ku
Turk û Ereb hevser û birayêd hev in (!) û bo herdu aliyan
berjewendiyên hevpar hene, û di serî da neyartiya hevpar a li
hember Kurd û Kurdistanê. Lê ya tev giring ewe, ku Turk vê carê
Sûriyê ji destê xwe bernedin, weku Îraq bi xwendinek şaş ji
polîtîka navnetweyî re ji dest xwe berdane.
Bêguman van nêrîn, gotin û gengeşe di seriyêd mezinên Turkan re
berî serîlêdana Nejdet Sezer bo Şamê hatin û çûn, wan xwe ji vê
serîlêdanê re amade kir û bi germî destê Assad guvaştin û jê re
dostaniya xwe anîn zimên, lê rewşa Sûriyê wilo wêran e, ku ew
nema xwe bi kêşeya kurdî re li Îraqê an li Tûrkiyê gêro (mijûl)
dike, sed problemêd wê li ber derî ne û Sûriye tew ji pirkirina
neyaran re ne amade ye, lora ku hêzdartirîn dewleta dinyayê USA
çovê xwe di rûyê wê da dihejîne.
Ya Turkan jî ne diyar e, ka ewan rast dostên yekî ne an neyar
in. Ewana herdu çavêd Ewrûpa maçdikin, dixwazin mala xwe tev li
ya wan bikin, lê di nav xwe da dibêjin:"Evana gawir in, we çi ji
wan stand bo we helal e…"
Mera nikane bibêje, ku Turk dostêd Ereban in an yên Kurdan in!
Ewê ku vê dibêje û di nav gelên herêmê da belav dike, xwe
dixapîne an ajan û dûvik û peyrewê Turkan e.
Ma kî ji dostaniya gur û pezan bawer dike! Evana, Turk, bi xwe
dibêjin:"Em ji nijadê gur in".. Ma hîn çi pêwîst e bo
zelalkirina polîtîka wan
|