|
Rêjîma
Baas li Sûriyê diheje
Cankurd
11.11.2005
Sûriye ji sala 1963ê da, di bin destên partiya Albaas Alarabî
Alîştîrakî da ye. 42 salin gelên sûrî ji azadiya ramiyarî,
demokratî û mafên mirov bêpar mane, bi taybet jî gelê me yê Kurd,
ku nêzîka % 17 ji teviya rûniştvanên sûrî ye.
Di van 42 salan da, bêkarî, belengazî û hejarî deh qatan ji berî
destpêkirina deselatdariya Albaas bêtir bûye. Hem Mafiya aborî û
hem jî ramanên têrorî ciyê xwe di nav civaka sûrî da girtine.
Kuştin, lêdan, talankirin, dizîkarî, sextekarî û bedkariyên
cûrecûre pir belav bûne. Çînên binî bêtir ji ber zorbaziya
partiya Albaas dinalin. Ev jî egerek ji wan egeran bû, ku bi
hezaran ciwanên kurd, çi mêr û çi afret, bi ber bayê PKK ketin û
berê xwe dan çiyayên Kurdistanê, bi armanca, ku biçin tev li
şerê çînî û xwînî yê PKK bibin. Em giş dizanin wê livê çi encam
da.
Li Sûriyê, di bin zordariya Baasiyan da, du serhildanên xwînî
çêbûn, yek di dema Hafêz Alasad da û yek jî di dema kurê wî
Beşşar Alasad da. Di sala 1980ê da, ku jê re dibêjin serhildana
îslamî ya Ixwan Muslimîn çêbû. Di wê serhildanê da bêtir ji
50.000 mirov hatin kuştin. Parek ne biçûk ji wan kuştiyan li
bajêrê Hema bû. Li wî bajêrî jî gelek êlên Kurdan ji dema
Eyûbiyan ve bi cih û war bûne. Malbatên wek Berazî, Silo, Qadir
Axa, Zaîm û hinekên dî Kurdin. Du rêberên tewr mezin ên Ixwan
Musilmîn jî hîngê Kurd bûn, yek ji wan mejiyê wan û niviskarê
navdar Saîd Hewa û yê dî birêvebirê tevgera wan ê bi navê Ednan
Saadidîn. Ji malbatên Silo û Berazî wezîr û serekwezîr jî pêda
bûne û ji malbata Zaîm serekê komarê Husnî Zaîm hebû. Serhildana
dî sala 2004ê di 12ê Avdarê da çêbû. Ew serhildanek neteweyî bû.
Ya gelê Kurd bû. Ew li teviya herêma rojavayê Kurdistanê belav
bû. Ji ber wê jî gelek Kurd hatin girtin, binzorkirin, lêdan û
kuştin. Ji wê demê ve jî neyartiya deselatdariyê bi gelê Kurd re
hîn ji berê mestir bûye. Mixabin hinek basikên tevgera neteweyî
ya gelê Kurd di vê serhildanê da û paş têkçûna wê, bûn alîkarên
dewletê û bê bi destxistina tiştekî berçav deselatdariya dewletê
di herêma kurdî da ji nû ve hat bi cihkirin û ew serhildana
pîroz wek "fîtne" hat bi navkirin. Kesekî wek Şêx M. Xeznewî, ku
piştvaniya serhildanê kiribû, hat kuştin.
Serekê Sûriyê yê niha Dr. Beşşar Alasad di (34) saliya xwe da bû
serekê komarê, ciyê bavê xwe bê hilbijartin girt. Ji bo
rêbazkirina vê neqenciyê, destûrê dewletê di zikê saetekê da hat
guhartin. Ev kes e dema bûye serek, soz bi devê xwe da gelên
sûrî, ku ewê deriyê welêt bo bayê teze veke, rêformên aborî û
ramiyarî çêbike, bedkariya karmendên dewletê tune bike û wê
Sûriyê bigihîne qonaxek nû, ku tê da mafên mirov, azadiyên
ramiyarî û azadiya aborî bên paristin. Ji van sozan ta niha
tiştek bi cih ne hatiye. Ew "Behara Şamê", ku demekê paş
destpêkirina serekatiya Beşşar Alasd kintirîn behar bû di dûroka
mirovatiyê da. Niha gelek rêber û pêşengên demokrat û kesên li
mafên mirov xudan derdikevin girtîne, ji zû ve di zindanê da ne.
Ji wan yek profêsorê aboriyê yê navdar e, Arêf Delîle, an jî
andamên Encumana Gel in wek Riyad Sêf û Mamûn Humsî...
Di Lubnanê da, leşkerê sûrî gelek salan ma. Ew leşker li gor
peymana "Altaêf" bo rawestandina cenga lubnanî derbas wir bû. Lê
rast ev leşker bi karên nebaş di Lubnanê da rabû. Ew bû leşkerê
talankirin û binvekirina gelê lubnanî. Bêtir ji 20 salan Sûriyan
di Lubnanê da zordariya dewletê biribû û pir kesên ji vê yekê
hosan bûbûn dane kuştinê. Gelê Lubnanê nema pêvegirêdana welatê
xwe bi Sûriyê ve dipejirînand. Pir kesên, ku li ser vê yekê
nivisandine an nerazîbûna xwe anîne zimên an dij bi hebûna
leşkerî ya sûrî di Lubnanê da xebitîne, hatine windakirin,
girtin û bersûckirin. Li vê dawiyê serekwezîrê lubnanî Refîq
Herîrî, ku maldarek navdar bû, bizava xwe bo pêdakirina livek
civakî, çandeyî û aborî-ramiyarî kir, dij bi hebûna Sûriyê di
nav çavên gelê wî da. Ew li gel 22 kesên din bi livbaziyek
têrorî ya kirêt hat kuştin. Berî kuştina wî Beşşar Alasad bi xwe
gef û gurr dabûn wî û gotibûyê:"Ezê Lubanê di seriyê te da
bişkînim."
Encumana Hêminiya UNO biryarek bi hejmara 1559 derxist, ku
hebûna leşkerî û îstîxbaratî ya sûrî li Lubanê nemîne û di warê
kuştina serekwezîrê lubnanî Refîq Herîrî da lêkolînek fireh
çêbibe. Ew kar dan dest dadkarê alman Detlef Mehlis, ku kesekî
di van kar û baran jêhatî û zîrek e. Li ser rapora wî ya, ku ji
58 rûpelan e, gelek guman li ser Sûriyê pêdabûne. Mehlis di
rapora xwe navên mezinên dewleta sûrî tîne zimên. Di wê ortê da
wezîrê hindirî yê Sûriyê, ku berê deselatdarê rastîn ê Lubnanê
bû, General Ghazî Kanaan jîna xwe ji dest bir. Kurê wî yê, ku li
Amerîka dijî, daxwaznameyek bo lêkolînê li ser mirina bavê xwe
daye dadgehê, ew guman dike, ku bavê wî jî hatiye kuştin. Di nav
navên, ku Mehlis dixwaze wan bibe Lubnanê û jêpirînê li gel wan
bike, zavayê Beşşar Alasad (Asif Shewket) heye û serekê
îstîxbaratê Rustem Ghazalî, ku dibêjin ew Kurd e. Evana li gel
birayê Alasad (Mahêr) du stûnên bi hêz in di rêjîma sûrî da.
Heger evana bikevin, deselatdariya Alasad jar dibe.
Beşşar Alasad di axiftina xwe ya dawî da, roja 10.11.2005, da
xuyakirin, ku ewê li gel Mehlis li gor biryarên UNO 1559 û 1636
kar bike, lê ew seriyê xwe naçemîne, ewê berxwedanê li hember
Amerîka, Israîl û dewletên din bike, ew nahêle, ku kesek destê
xwe deyne ser Sûriye, û di axiftina xwe da gef û gurr dan Lubnan
û Saudî Arabistanê, piraniya hembervaniya sûrî wek ajan û
sîxurên biyaniyan bi navkirin. Dr. Kamal Libwanî, ku yek ji
demokratên nas e û li Amerîka li gel hinek berpirsên
fermandariya amerîkî re rûniştibû, gava li fîrgeha Şamê peya bû,
hate girtin. Berî wî jî Haytham Almalêh, ku berpirsekî xebatên
mafên mirov e li Sûriyê dan ber dadgeha leşkerî. Mafparêz Anwer
Albunnî, ku destûrek nû ji bo Sûriya paş Asad û paş Baas amade
kiriye û tê da li ser mafê gelê Kurd jî rawestiye, ji trumbêlê
hat avêtin û bi hovîtî li wî dan, birîndar kirin û li kenarê rê
hêştin. Gef û gurr bo demokratên Kurd û Ereb ên li derveyî welêt
roj bi roj bêtir dibin. Li hindir welêt komikên dij bi rêjîma
Baas pirtir û hêzdartir dibin. Gelê sûrî, ku rewşa wî ber wêranî
û heriftinê diçe, nema ditirse. Lê mixabin! Piraniya partiyên
Kurdan bi hembervaniya erebî ya nijadparêz re li ser bingeha
kêmtirîn maf ji bo Kurdan dixebitin, newêrin dev bavêjin rêjîmê
û her dibêjin, ku dem nehatiye. Lê parek ji van partiyan jî
dibêjin: Nema em seriyê xwe ji Baas re dadixînin. Evana bêtir
maf ji Kurdan re dixwazin. Hinek komik jî roxandina rêjîma Baas
dixwazin. Van du xêzên ji hev cihê roj bi roj diyartir û
zelaltir dibin. Li aliyekî mamhoste Hemid Hac Derwêş seriyê
dîlana sist û nerm dikişîne û ji aliyê dî ve Partiya Demokrat a
Kurdistan – Sûriye li gel hinek komikên Ereban têkiliyan li gel
USA û EU çêdike û dibe alîgirê guhartinekê li Sûriyê. Li
Washington, Brûssel, Berlin û Paris bo vê guhartinê civînên
hembervaniya demokrat a sûrî çêbûne. Di van kongireyan da mafê
gelê Kurd wek neteweyek serekîn di Sûriyê hatiye pejirandin.
Bêguman tevgera neteweyî ya parçeyên dî yên Kurdistanê dikare
van herdu seriyên dîlana kurdî ya rojavayê Kurdistanê berhev
bîne, gava platformek neteweyî ya kurdî ji bo rojavayê
Kurdistanê çêbibe. Lê berî her tiştekî divê em tev bawer bikin,
ku êdî keştiya Baas li Sûriyê jî hatiye kunkirin û bi binve diçe,
hîvî di vê deselatdariyê da nemane û paş 42 salan ji têkilî û
gengeşiyê bi vê rêjîmê re, êdî rûn bi ser dewê van Baasiyan
nakeve. Heger ev bawerî li ba hemî basikên tevgera me ya
rojavayê Kurdistanê çênebe, berhevhatina rastîn jî bi cih nayê.
yekbûna partiya Azadî ya nû pêda bûye û ser ji nû ve parçebûye
vê rastiyê bi cih dike. Gelek roşenbîrên rojavayê Kurdistanê jî
gihane vê rastiyê û niha jê re dixebitin.
Divê em qedera gelê xwe bi rêjîmek ve
girê nedin, ku ber bi têkçûnê ve diçe.
|