عربي

 

KURDISTANA AZAD A HEMU KURDAN E.

 


"Qet metirsin le têkoşan,ta ku bigên be armancman.
Ew kesey le mirdin tirsan ne kerwanî xebat ce man."
k.binxetê-20.04.05

 Neteweya Kurd bi têkoşina xwe ya dûr û dirêj li Kurdistana Başûr niha ber bi derîya serxwebûnê hatin.Kurdistana Başur û bi tevahî hemû gelê Kurd bo wan rojan zêde zêde berdêl da.Niha di serî de Dewleta Tirk û hêzên din ên dîyar bo serneketine Kurdan hewlek mezin didin.Tirkîyê mafê serxwebûnî tenê bo Neteweya Kurd ne rewa dibîne û tehdîdên tund li gelê Kurd dike.Li gel vê yekê bo 50-60 hezar Tirkmen an jî Tirkên Qibrisî û bo berjewendiyên xwe yên stratejîk qiyametê radike.

Kurdistan divê Serbixwe be, ji ber ku - bi kurtasî-;

- Berdawamîya û pêşketina şaristanîya Kurd,

- Bo gelê Kurd jiyanek baş û biewle

- Bo parastina dîrok,nirx û rûmeta Gelê Kurd ji dijminên wek Tirkan

- Bo pêşketina Kurdan di warên wêje,musik,huner,mimarî,zanist,teknolojî
û hwd. de

- Bo pêşketina çand,aborî,zimanê Kurdî,modernizasyona civakî,bo bilind bûna standartên jiyanê û
dahatuyeke azad bo mirovê Kurd

di "Kurdistaneke Serbixwe" de ye.


Daxwaza Neteweya Kurd wekî netewperestî tê binav kirin.Gelekî bê dewlet mafêke xwe yê rewa dixwaze,mafê tu kesê binpê nake.Her wiha netewperestîyek maqul û ku dest navêje mafê tu gelekî û bêzirar be wekî hemû gelan mafê gelê Kurd e. Dewleta Tirk angaşt dike Kurd ku Kerkûk ne bajarekî Kurdîye,eşkereye ku Dewleta Tirk ji ber heman sedeman vê angaşta bêbingeh dike. Bajarê Kerkûkê ku bajarekî Kurdîye û Kurd bûna bajarê Kerkûk ne bi angaştên vikûvala bi belgeyên dîrokî û bi helwesta xalkê Kerkûkê diyar e.Derdê neteweya Kurd ne petrole.Petrol di hemû Kurdistana Başur de heye.Her wiha le başurê Kurdistanê madenên din jî heye.Beşa Kurdistana Başur ku di bin rêveberîya Dewleta Federe ya Kurdistanê de ye li Cîhanê hilberîna rûnê sanayîyê de di rêza 6emîn û Hewlêr di rezerva Silfatê de li Cihanê rêza 1emîn de ye. Lê çawa ku Kerkûk bajareke Kurdistanîye,neftê Kerkûkê jî neftê Kurdistanê ye.

Kerkûk di wan belge û xalan de diyar dibe ku bajarekê Kurdistanê ye;


- Ewliya Çelebîya Tirkan di "Seyahatname" ya xwe de diyar dike ku "Kurdistan ji wilayetên wek Erzurum,Wan, Diyarbekir,Cizire,Ciziri ibn Ömer,Ymadiye, Musul(Kerkûk jî girêdayê vê wilayetê ye),şarezor û Ardelan pêk tê.

- Şemseddîn Samî ku yekem zanînnameya Tirkan nivîsandiye,di derbarê Kerkûkê de wiha dibêje;"Kerkûk ,li bajarê Kurdistanê Musilê de ye û 160 km dûrî Mûsilê ye.Û berdewamîya nivîsa xwe ya ser Mûsilê de Kurdistanî bûna Kerkûkê dûpat dikê

- Di belgeyên Osmanîyan de Kerkûk wek bajareke Kurdî dihat binav kirin.

- Hin nexşeyên dîrokî û biyanîyan de jî Kerkûk di nav sînorên Kurdistanê de dihat nîşan dan.

- Di hêjmartinên 1922 û 1924 de li beramberî 494007 Kurd hejmara Ereban bi qasê 166941 bû.

- Bi hemû hewlên Erebandinê bajarê Kerkûkê di hêjmartina giştîya 1957 de nifûsa Kerkûkê ji %52
Kurdan,ji %26 Ereban û ji sedî 19 Tirmenan pêk dihat.

- Di hilbijatinên 2005an de Kurdan li Kerkûkê ji %70 deng girtin ku di nav wan dengan de hin Kurdên ji
Kerkûkê hatibû sirgûn kirin tune bû.


Li beramberî hewlên Tirkan û yên din em çi dikin;

Li gel hewldanên ku Kurdên Kurdistana Azad dikin di jor de hatibû destnîşan kirin Kurdên perçeyên din bê dengin bi taybetî jî Kurdistana Bakur.Dewleta Tirk her roj rayadarên Kurdistana Azad bi tundî tehdîd dike,car caran bi dagirkirina Kurdistana Başur jî tîne ser zimên.Medyaya tirk heqeretên bi hercûreyî li Kurdan dike.Faşist û wawikên Tirkan li dijî Kurdan çalakîyan li dar dixin,kifiran li Kurdan dikin.Sembolên,rûmetên,wêneyên serokên Kurdan diþewtînin,tehdidên bi her rengî dikin.Kurd cima bêdengin li hember şewitandina wêneyê Rêzdar Mesûd BARZANÎ!... Li beramberî vê yekê Amed ku ji layê her derdorî wekî "Navenda Kurdan" dihat binav kirin îro bê denge.Bêdengîyek kûr... Batman bê denge,şirnex bê deng e,Wan bê deng e,Merdîn bê denge,Riha bê denge,mixabin Mehabad jî bê denge,Sine jî Kirmanşah jî...

ÇIMA?

Li Kurdistana Başur ne serbixwe be jî dewletek heye,bi dehan organên media,Hikumeta Kurdistan,Parlemena Kurdistan,wezaretên Hikumeta Kurdistan,bi dehan sazî,dezgeh,rêxistinên neteweyî(çandî,sîyasî,perwerdeyî û fermî) heye.Gelê Kurd di hemû perçeyan de bo serxwebuna Kurdistanê şehîd daye,xwîna vî hatiye rijandin,xwîn rijandîye,xebat kirîye,berxwedaye lê Serxwebuna xwe ji ber sedemên curbecur destnexistîye lê îro çareserîya tenê ya hemû keşêyên Neteweya Kurd û derîya tenê ya pêşketina çand,aborî,ziman,huner,mimarî,musîk,wêje û hwd. ên Kurdî KURDISTANA AZAD heye.Kurd neteweke ji ber vê yekê jî ew hemû pêşketin ya hemû gelê Kurd e.Beşekî ji xaka Kurdan azad e û ber bi serbixwe bûyîne we diçe.Parastina Kurdistana Azad ango Kurdistana hemû Kurdan, bêgûman erka bingehîn û neteweyî ye.Kurdên ku li pêy tiştên çopikî û bêwate de diherin di nav sernewqiyek mezin de ne.Kurdên Kurdistana Bakur ber bi TIRKBUNEKE DEMOKRATIK û HEMWELATI BUNEKE EKOLOLOJÎK-AZAD re bêdeng bêdeng dimeşin.Tirkbûn bûyê bingeha stratejîya wan. Êdî wisa bûye ku di hemû dezghên xwe de tehemmula axaftina zimanê Kurdî jî nakin.Televizyona wan jî heman polîtîka da dimeşe ango ROJ TV wek neynika wan e.Xebatkarekê ROJ TV Mahmûd ONDER bi xwe eşkere dike ku "li her derê televizyonê tirkî tê axaftin" û diyar dike ku "ez dikarim hinek jî pêde biçim bêjim, ne tenê tê axaftin, ``hewl tê dayin, ku tirkî were axaftin.” " hemû dezgehên wê rexistinê de heman tişt heye.Ev yek jî nîşana polîtîkaya wan e.Jixwe ji holê rakirina zimanê Kurdî tê wateya ji holê rabuna vê gelê ye. Ger ziman wenda be, nîn be hişyarî,
raman,têgihîştin,rexne,dîrok,rabirdû,dahatû wateya heyîne namîne.Bêşik mijara zimanê û rûdanên girêdayê wan meselayan mijarên nivîsekê dinin lê ev xal jî ber çavane ku xwedî derketina Kurdistana Azad,Kerkûka paytext û wd. di vê alî de,hişmendîya xwedî derketina zimanê Kurdî tune dikin û bihujîna rastin û gelemperî ji layê wan tê cêbece kirin.Bi daxawa beşekî mezin ji Kurdan bi serhişkî tevdigerin û rastîyê nabînin ku li Tirkiyeyê Kurd ne ”alt-kîmlik” in ne jî Turkiyeyî bûn “ust kîmlik “e. Salan berê PKK li Kurdistana Başûr de li KUKê an jî hêzên din yên Kurdî çi dikir,stratejîya PKK çawa bû niha jî hevşêweye.A niha girseyekî mezin ji Kurdan li pêy polîtîkayên dijeyatî kirina Serxwebûna Kurdistan,pêşketinên li Kurdistana Azad,dubendî xistina di nav hiş ramanên gel û yekîtî û hişmendiya Netewîya Kurdî,heqeret kirina serok û rêveberên Kurd , xepandin û veşartina rastîyên dîrokî ji gel û xelet agahdar kirin û ewiqandina bi tiştên vikûvala (Bi vê avahî lawaz kirina têkoşîna serxwebûn û pêşketina Milletê Kurd) û şaş qenalize kirina Gelê Kurd de dimeşin.Erka Kurdên ku li pêy wan politikayan de nameşin û rastiyan têdigêhêjin hişyar û îqna kirina Kurdên din in.Helwesta Tirkiye pirr zelale.Listika ala û bilind bûna rengê şovenistî li Tirkîye derxistiye holê ku dijminê Kurdan ne tenê dewleta Tirkîyeye her wiha girseyeê mezin ji Tirkan e jî.Di xwepeşandanên bo piştgirîya ala tirk de bi sloganên”Tirkîye Tirk e,Ewê Tirk bimîn e” jî xuya bû ku bo Gelê Kurd çareserîyek tenê heye,ew jî Kurdistaneke Serbixwe ye.Di meselaya ala tirkan de jî Dehapîyan û serokên şaredarîyên Dehap î daxûya kirin ku ew jî girêdayî vê ala ne.Xwedîye vê alê jî di dehan sal xwîna Kurdan rijandî ye.Ango rewþ bi giştî wisa ye.


Lê hin jî ne derenge Gelê Kurd divê bê derengî bi bîr û boçûnên neteweyî û bi nêrîneke xwebawer dest bi xebatan bike.

Mesela;

- Di zûtirîn kat de divê partî,sazî,dezgeh,hêz,tevger,platform,navend bi giştî Kurdên ku ne li pêy wan sernewqiyan de ne, bernameya netewî amade bikin,partî û sazîyên ku derwey siyaseta TIRKIYEYI BÛN ê ne divê werin cem hev û hêzên xwe yek bikin.Stratejîya neteweyîya Kurdî saz kirin.

- Bo Kurdistana Bakûr divê Konseyeka Neteweyî were damezirandin.Wê konsey divê bi Kurdistana Azad re jî têkîlîyên xurt dayine.

- Kurdên ku li diaspara dijîn dikarin rolek mezin bileyzin.Dewletên ku lê dijîn karin a çalakîyan li darxin,bi rêvebirên wan dewletan re hevdîdinan pêk bînin û diplomasî û dezenfermasyon pêkbînin.

- Her wiha her Kurdek dikare bi serê xwe jî bixwebite.Nikare be hêç tiştek jî bike,dikare e-name yan li NY,PE,sazîyên navnetewî,organên medyaya cîhanê û Tirkîyeyê re bişînin mafdar bûna gelê Kurd bînin ziman û piştgirî bixwazin,

- Bo diplomasîyê bi Kurdî,Tirkî,Engilizî û bi zimanên din divê malparan werin çêkirin.

- Divê piştgirî bidin tevgera referandûma li Kurdistana Azad re piştgirî bidin.Ger gelê Kurd bi referandumekî bi riya NY bê pêkanîn serxwebuna xwe -wek Teymura Rojhelat,Eriteria,Çekoslovakia û gelek welatên din ku bi awakê aştiyane serxwebunên xwe bi dest xisti ji Iraqê cûda bibe.


Edî divê Kurd jî rastîya sîyaseta cihanê baþ fambikin,dev ji sîyaseta kevneşopî berdin.Ger Neteweya Kurd vê delfeta mezin jî wenda bike şit lê tuneye ku xeterên pir mezin ewê li ber dahatuya Kurdan derkeve holê.

Bila mirovê Kurd ji bîr neke ku hêzên ku angaşata "Êdî ne dema dewletên serbixwe ye,cihan global buye û ji ber wê jî pêdivî dewletekê re nîne" dikin herî pir girêdayê ramana dewletên neteweyî ne.Kî dew ji Dewleta xwe ya serbixwe û netewî berda-berdide,herin ji Fransiyan bipirsin,ji Elmanan,ji Emerîkîyan ku li her derê ziman û ala wan heye,ji Îtalîyan,ji Ereban,ji Japonan,ji Îspanîyan,ji Ingîlîzan,ji Tirkan,ji Farisan,ji Rûsan bipirsin bêgûman bi tûndî,devên bi peroş û xozî bersiva NA bidin.Çima 50 milyon bêjin ÊRE.

Tirkên ku li Enqere li dijî kurdan çalakî çêdikirin ji devên wan dirûşma "Emê dibe ku şevekî de werin (Ango îhtîmla darbeya leşkerî tuwanc dikirin)" diqîrîyan.Edî dem hatiye ku Kurd jî bibên "Emê dibe ku þevekî de SERXWEBÛNê îlan bikin".

Pêk anîna hişa neteweyî ya Kurdî,modernîze kirina civaka Kurdî,pêk anîna hişmendîya dîrokî ya Kurdî heta çareserkirina kêşeyên civaka Kurd dikeve ser milê rêvebir,rewşenbir,nivîskar,berpirsên medya,pisporên siyasî,kesên hizirdar,bîrewer ku pergala cihanê têgihîştine û inteluktuelên Kurd.Bê serbixwe bûyîna Kurdistan ne mimkune ku hin kêşeyên girîng were çareserkirin û peşxistina zimanê Kurdî,wêjeya Kurdî,medyaya Kurdî bi wan re girêdayîye.Bo rizgar kirina Kurdistan divê bizûtneweya rizgarîya Kurd xwedî sîyasetek Kurdistanî be.Bergehek eqilane divê bo helsengandin û nirxandina xeterên ber siberoj (dahatû) û berdewamîya heyîna Kurd.An ew hişmendî di gelê Kurd de pêk were an jî pêşberî milletê Kurd rojên reþbînane ewê derkeve peşberî dahatûya Kurd.Hêz û rêxistinî û kesên bakurî! Qet metirsin le têkoşan,ta ku bigên be armancman.


Serhad B.RÊNAS

B.KURDISTANÊ-AMED

serhadbrenas@yahoo.com
 
 
 

 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي                      ©  ***     ©                       Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye

Veger ØØØ

 

الرجوع ×××

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

Kurdistan Syrien