|
Lêkolîn di derbarî
peywendiya di navbera tevgera siyasî li sûryê û rewþenbîrên
kurd
M.Emîn-Dêrika Hemko
Di van salên dawîyê de,
gelek lêkolîn, bîr û boçûn di derbarî peywendiya di navbera
tevgera siyasî li sûryê û rewþenbîrên kurd de hatin nivîsandin,
û pirr berhem, û babetên çak û ciwan di vî warî de hatin
berhevkirin, Ji ber vê yekê em di Karin bêjin, ku ev mijara em
pêþkêþdikin ne berhemekî dîye, yan dergehekê nûye îro me lêda û
em di xwazin ji nû ve vekin . lê, ji ber ku hê ew aloziya
peymendiyê di nav bera herdu alan de berdewame, wek ku wê bimînê
berdewam jî, ji ber ku ew babet bi xwe cihê aloziyê ye, yan
mirov di karê bi rengekî dîtir bijê, ku ev aloziya peydabûyî
kavnare, reh û rîçalên xwe di kûrahiya singa erdê de berdaye û
xûyaye ku ev alozî wê bi domahî jî newê . lê, belê dibê ku mirov
bi karê çareseriyekî ji rengê dan û standinê, ji hevnêzîkbûn û
têkiliyan bi hev re, ji wan re peydabikê, ku karên herdu alan
wek ku ji hev cuda di warna de û li hevhatî di warin dî de, ku
dijîhev newin, di wê hevrikî û cîwaziya sirûþtî û saxlem de, ku
bi hev re bixebitin, kar û keda wan her yekî li ser rêya xwe, û
di cok û rûbarên xwe re bi herikin li ser yek çemî, mezinbûn û
firehbûna wî çemî armanç bê ji her du alan re. belê,berî ku em
rengê têkilîyan di navbera herdu alan de diyarbikin, divê em
herdu alan wek siyasetvan û rewþenbîr nasbikin. Gelo… ka ew
kîne...? çidikin, çi ji wan tê xwestin, çima çirûska þerê sar di
nav bera wan de her û her gerim û geþe…? bi çi rengî di Karin
têkiliyan bi hev re avabikin, çima roj bi roj, sal bi sal ne
tenê rewþenbîr dûrî sazîyên siyasî di Kevin, lê belê, millet bi
rengekî giþtî ji partiyan di vecniqin û dûrî wan di çin, di
gelek delîvan de millet di bîr û ramanên xwe de ketiye pêþiya
wan sazî û rêxistinan, çima ta îro gotara siyasî ya tevgera
kurdî li sûryê ne hevgirtî û zelale…!?kî berpirsyare di ber
sistî û xaviya Tevnan çanda kurdî li sûryê de ye ...?
Ev pirsên raborî û gelek pirsên dîtir jî di mejyê mirov de
dijenin û mirovî di kiþînin meydana rewþa siyasî, çivakî û
rewþenbîrî di civata kurdî de û ev pirs di sewdanê mirov de
digerin, dihêlin mirov bi nêrîneka hûrnaz di wê rewþa giran û
wêran de bi bonijê. ka Rewþenbîr kî ye: ev zarwaz bi xwe jî, di
pênasînê de, bingehek alozî wergirtiye, û di her qûnaxê de bi
rengekî hatiye danasîn û nêvnaskirin. Em naxwazin xwe li peyî
gotinan û wateya rewþenbîriyê û binyata wê di zimanên latînî de
û firehbûna wê gotinê di qûnaxên dîrokî de, standin û wergirtina
wê gelek nav û nîþanên rengîn û cîwaz di wan qûnaxan de, herin .
belê, em di karin bêjin wek ku berî me xelkê gotî rewþenbîr ewe
yê hiþemend û zana ku kariye ristek pêzanîn, têgeh, serhatî û
serboryan bi rêya hînbûn, zanîn, xwendin, dan û standin,
lêpirsîn û westandinê pêkbînê û xwe pê avabikê û wan di jîn û
jiyana xwe de hilgirê, ew yek bihêlê ku hiþ û sewdanê wî fireh û
têrbibê, remanên wî kûrbibin, nêrînên wî dûrmeyzên herin,
rewþenbîr rewþeka wî ya teybetmend heye ev rewþ di hêlê ku ew bi
ked û karekê rewþenbîrî rabê û pêve mijûlbibê, piþtî nimandin û
cihgirtina wan pêzanîn û serboryan, ew berhem bi rengekî ji
rengan, çi nivîsandinbê, yan dana bîr û ramanan bê, yan jê bizav
û karekî hunerî bê, derdibê, wek kanîk sere bavêjê vêca biherikê
. em naxwazin werin û di nav dabeþkirin û birrkirina rewþenbîran
de wendabibin û bêjin ku ev birrê rewþenbîran keysbazin û evên
he sazbendin û yên he zirnevanin . rastî her xûya dibê û her kes
wê heqê xwe gorî kar û keda xwe bistînê . lê ya pêwîst di vî
warî de ewe ku her û her dergehê dan û standinê, hevpeyvînê ne
win girtin, û mirov tuxîb û sînoran, yan dîwar û sengeran li
dora çanda kurdî avanekê, bila ne tenê pencera giftûgo û
hevpeyvînan di nav bera rewþenbîrên kurd de bi mînin vekirî, lê
belê, gereke ew dergeh û pencere di nav bera rewþenbîrê kurd û
tevî rewþenbîrên cîhanê de, bi teybetî yên ku ew û kurd bi hev
re dijîn werin vekirin, nexwasim di serdema cîhangêrî û þoreþa
ragihandin û veguhestinê de, wek tê gotin ku îro cîhan kirye
gundekê piçûk . di vî derbarî de gotina Mihatma Xandî mifadare
dema dîbijê: (( min navê ku xaniyê min hawîrdorî wî dîwar
lêkirîbin, ta ku pencerên wî jî werin girtin û wendakirin, belê
min xanîk divê, ku bayê tevaya çanda cîhanê lêbidê û bi serbest
û azad derbasî wî xanî bibê, lê bê ku ew ba bi karê min ji reh û
qurim ve rakê )).
Bi kurtî em dikarin bêjin ku roleka rewþenbîr ya rexnegêrî heye
û di vê ew vê yekê ji bîr nekê, kartêkirineka baþ û berçav di
serastkirin û rêxweþkirina rêyên rast û durist di civakê de
bilehîzê û Esmanê tarî sayî bikê, Kanyên gerav zelalbikê,
hêviyên avis bi ser û ber bikê û wan di jîngeheka saxlem de
xwedî bikê.
Siyasetvan kîye : mebesta me ji gotina siyasetvan, yan
siyasetmedar, yan jê zêrevanêsiyasî ewe kesê ku bi siyasetê
mijûldibê û ked û karekê siyasî dikê. vêca ew kes heger di nav
rêzên partîyen debê, yan jê cudabê ji wan partîyan, lê belê, emê
bêhtir li ser partiyan rawestin, ji ber ku partî yan tevgera
siyasî wek sazî û dezgehan tên dîtin, ji ber vê yekê jî barê li
ser milê wan girantire û pêkarînên xurtir di nav destên wan de
hene û eger kêmasî di rewþa siyasî de hebin, ew barê mestir ji
rexne û gunehan geleke hilgirin . partîyên kurdî wek ku
rêxistinin siyasî, kar û xebata xwe gorî bernamekê karî di
civaka kurdî de di ajon. Lê, li cem wan wek têdîtin, ku
partayetî armance, ne wek ku partî hatiye damezirandin, ji bo ku
bibê têgihiþtinek ber bi armancê ve. Ji ve yekê ew bernamê karî
îro xizmeta wan armancên partayetî dike, bi teybetî yên girêdayî
bi rêxistinê ve têkirin û eger carna nêzîkî warê rewþenbîrî ji
dibin, yan tê bîra wan ku pê bi fikirin, ew bi xwe jî gorî
nêrîneka siyasî ya ne diyar û tarî dihilgirin û her dîsa wê li
ser rêya xurtkirina rewþa rêxistinê ve didin. Ji vê yekê gelek
partiyan piroj û pernamên rewþenbîrî pêþinyankirin, yan xwestin
ku navend û guropên rewþenbîrî sazbikin, ewan piroj û bernama di
malzaroka xwe de candan, yan jê man xewnin beravêtî di qûnçikên
hiþemandiya wa ya tarî de û di sewdan û mejyê xwedanê xwe de
fetisîn, dîsanê ji ber ku mereq û mebesta wan ew bû, ku ew
navend û gurop, yan wan ji alozî û astengên wan rizgarbikin, yan
jê tozê li ser rûyê wan bidê alî, rê û dergehan li pêþiya wan
bîr û ramanên di hiþ û sewdanê rewþenbîran de di gerîyan, bi
girin. Siyasetvanê kurd û ji ber serdestîya wî li ser dezgehên
siyasî kariye rola rewþenbîr di wan dezgehan de kêmbikê yan Jê
nehêlê, her û her xwestiye ku rewþenbîr gorî çarçovê hiþemendiya
xwe kedî bikê, ku xizmetê ji wî û dezgeha wî ya partayetî re
bikê. ew bi Karin bê kêr ve mijûlkirye û karê rewþenbîriyê di
nav destên wî de þehitandiye û li ber wî wendakirye.
Raste, gelek caran berpirsên siyasî xwestine rewþenbîran nêzîkî
xwe bikin, lê nêzîk kirina wan, ji bo xwe ji êþ û azarên xwe
rizgarbikin, tê bi bînê carcarana wê li rewþenbîran vegerin û bi
teybetî wek me dayî xûyakirin berî niho jî, dema ku bêhna bayê
damezrandina sazî û dezgehên rewþenbîrî di bihîzin, yan pê
dihezin, lê tucarî, çi dem û çi çaxan ne xwestine di
rawestandineka dîrokî de, bi mêranî li hember pêvajoya xwe
rawestin, bi guhertin û pêþveçûnên cîhanê bi firikin, lêkolîn û
lêvegerekî ji qûnaxên kar, xebat, paþdemayîn, têkçûn, þaþî,
baþî, serketin û þikestinên xwe re çêbikin û ji xwe bi pirsin
:gelo …. Me di qûnaxa borî de çi bi vê hiþemendî û siyaseta xwe
bi dest ve anî ye… ? û dîsa me bi vê gotara xwe ya siyasî çi bi
ser xistye û çi ji milletê xwe re pêkanîye ….!!!???
Bê dudilî mirov di karê bêjê : ku partiyên kurd li sûryê bi rola
xwe ya dîrokî ne rabûne, ji ber ku ewan mirov avanekirine, tenê
karîne di vê pêvajoya xwe ya dûr û dirêj de, hiþemendîk siyasî,
sist û xav avabikin, zanînek sereserî, sivik û tenik bi hûnin,
rêz û rawazin kelgerim di civaka kurdî de bi çînin, û bi vê
sistî û xavîya xwe nekarîne barê milletê xwe hilgirin û di bin
de rabin, û hêvî û omîdên wî pêkbînin . eger em di xwazin civakê
avabikin û zanînê di nav de belavbikin berî her tiþtî geleke em
vegerin mirovî û ewî di tevî waran de sazbikin, bi teybetî
pêkanîna jîngeheka saxlem, raman û hiþekê vekirî, ku mirov di
bergeh û naverasta wê de, bi serbest û azad hest û helewestên
xwe derbirê û bi buhayê xwe wek ku mirove, xwedan mafe jê tê
xwestin ku barê xwe hilgirê, wek ew mafê xwe di xwazê û geleke
mafê wî pêkwerê, hewqasî divê bi rola xwe jî rabê, mafê xwe
daxwaz bikê û pêre karê xwe jî nasbikê . bi vê yekê ewê destê
xwe deynin ser birînê û bi karibin bi rola xwe ya þaristanî û
rasteqîn rabin, ne kirina xizmetê ji bo avakirin û sûtina
hiþemendîya mirovî bi rengekê rast, û nebûna bernamekê zelal û
karekê mifadar ewin egerên serekî, li piþt cudabûn, ji hevçûn û
perçebûna di navbera partîyên me de têkirin û her yek mihane û
hûncetên xwe yên kawî û bawî diyendikin û di xwazin nav û
nîþanin din bidin wan pîþ û Karên xwe, yên tenê xizeta
berjewendiya wan kesan dikin, ew kawîbûn û bawîbûna hiþ û mejyên
wan kesan xizmeta berjewendiya wan gurop û kesan dikê û
berjewendiyên wan yên teybet di parêzin, ew guropên ku ta îro bi
kêrî çûna behiyekî nayên, yan jê nikarin bi rêk û pêk bi rê û
rismên çûna behiyekî rabin, wek ku çend mirovin rêncber û cotkar
ji gundekî veder pê dirabin, tevî ku çûna behiya karekê girînge
li cem wan û serketineke jî eger karîn bêkbînin ew rengê karî di
serê karên wan deya, her û her di mejyên wan de digerê,
guhdaneka zêde didinê, mirov di karê bêjê ku ji xwe ne di behî û
dawetan de bin, ji xwe mirov wan nasnekê û wan nabînê …!!!???
Yan mirov nizanê ji xwe hene yan na …!!! .
Eve em derbasî hezara sîyan bûne û hê diyardeya ne xwendin û
ne nivîsandina bi zimanê kurdî, di nav endamên partîyan de, bi
teybetî di serkirdayetiya wan de belave û bergeh û rûberê vê
diyardeyê, di dema îro de firehtirdibê, serdestiya mirovin nezan
û ne xwenda, lê kotek û rûqayîm di ser kirdayetiya partîyan de û
veþartina wan di bin kirasin pak û paqij de lê ew bi xwe ji þûn
û þopa wan têgeh û serboryan, wan rêz û rawazan, wan xebat û
destxetên paqij dûrin, ewan kesên kevnar û kawî di ser
kirdayetîya partiyan de, bi destên xwe yên dirêj û peywendiyên
xwe yên teybetmend, bi qûl û qewarên xwe yên sazbend, bi hiþê
xwe yê girtî û stewir karîne bawernamyê bi pileya zorbaþ di warê
perçekirin, ji hevkirin, birrkirin, cudakirin û zayîna partîyan
de wergirtine û bûne pîrikên yasayî ((Qabilên Qanonî )) partîyan
avisdikin, û gelek caran nahêlin neh heyîvên wan derbasbibin wê
bi zorê di ber zayînê re dikin, û nêvika zarokê jêdikin û zaroka
nûhatî firþikdikin û ser û berê wê pêktînin û di nav pêçeka wê
de di pêçin…!! Gihane pêpelûkeka bilind ji zanînê ji ber ku ew
bi xwe berhem û keda nêzîkî pêncî salîye, ji kar û xebata
berdewam, îro çeleng û pisporin zana û jêhatî serê xwe di vî
warî de hildane, porr di ber vî karî de þînbozkirne, û kar û
xebata wan bê rawestane. di encamen de, gelek mirovên jîr û
zana, bîrbir û hiþemend di nav rêzên partîyan de, xeleka bêdengî
û wendabûnê li dora wan hatîye pêçan, vêca piþta xwe dane
partîyan û xwe ji þerenîxa bê mifa dûrkirine û xwe ji bêbextiyan
paraztine. di vir de em naxazin ku werê fêmkirin ku ev egerê
serkî ye, yan yê bi tenêye di ber wendabûn û nependîbûna
rewþenbîrê kurdî û dûrbûna wî ji nav rêzên partyan, ji ber ku di
bawerîya me de, hin egerên dî jî hene, di serên wan egeran de,
binpîkirin û wendakirina nasnameya neteweya kurdî û bê
serûberkirina kesatî û pênasiya wî ya nêvnas û serbixwe, ji alê
rijêmên serdest û desthilatdar ve, yên ku Kurdistan li ser wan
hatî ye debþkirin û parvekirin, ji kevinde ta roja îro siyaseta
binbirrkirin û helandin, nehêlan, ji navrakirin û komkujiyê
derbarî gelê kurd li dardixin, û birçîbûn, penaberî û havîbûn
derheqa vî gelî de li kartînin, nehiþtine ev millet êmanahî,
aramî û seqamgêriyê li ser xaka bav û bapîran bibînê û pêþa bibê
. di ber vê re jî qedexekirina xwendin û zanînê bi zimanê kurdî,
hiþtîye ku zevya çanda kurdî bi mînê stewir û beyar, ji ber ku
rewþenbîrê kurd bi zimanê milletê serdest hînî xwendin û
zanyariyê bû ye, û pêre mezin û firþikbûa hiþ, bîr, xewin, hest
û helwestên wî jî gorî rewþ û çanda wî milletî jenîye. Bi kurtî
qutbûnek ketî ye di zincîra pêvajoya gihandin û rêveçûna çanda
kurdî de,ev çand ketî ye di xewneka kûr û dirêj de, bi rastî ji
ber ku gelek caran mirov seyîr li ber wan pend û þîretên Kevin
yên bi nirx û buha, herdem sax û nûjendar di berperên zargotina
pêma û kele porê kurdî de bi rûnê, û matmayî li ber wan çîrok,
çîvanok, serhatî, serborî, Efsane, bîr û ramanên kûr û xeyalên
dûr dimînê, Mirov ji xwe di pirsê, gelo ma çi mejî, çi hiþî ev
pend û þîret afirandine…? helbet ev tev ne ji valehî yekî
derbûne û hatine der!!?? Belê, hema her çanda Erebî û dibin navê
netewa Misulmantiyê de û nîþana wekhevî û biratiyê de.
kartêkirineka bê hempa ya ne saxlem di wêrankirin, herfandin û
korkirina çanda kurdî de lehîstiye, wan bîr û baweriyên olî kir
ku milletê kurd li neweta xew binêrin wek karekê dunyeyî, tewra
armanc û xebata wan ya bingehîn û serekî belavkirin û
xezmetkirina ola Îslamê bû, û ji kevîn de xwedanê çanda serdest
xwestine ku çandên netewî, di nav wan de jî çanda kurdî, di
qewara çanda Erebî de bi helînin,bi mihaneya ku zimanê Erebî
zimanê ol û Qurana pîroze û zimanê ku Pêxemberê xwedê pê axivye
û jînenîgariya wî bi þan û xalên vî zimanî ve hatiye xemlandin .
îro em pêtviyê þoreþeka çandî ne, ku em bîranîna hiþemendiya
kurdî ya Kevin vegerînin, û Kevin û nûyên xew bi he ve
girêbibin. Belê raste yê gotî ku ew milletê kevinê wî nebê,
bêguman nûyêwî jî nîne û wê nebê.
ji ber vê em pêwîstiyê didin avakirina dam û dezgehên
rewþenbîrî, kombend û navendên Estiratîcî, ji ber nebûna
dezgehin rewþenbîrî serbixwe ta dema îro cihê dilêþyî ye,
partîyên me ta dema îro ne karîne van rengên saziyên rewþenbîrî
damezrînîn, ma vêca wê çawe piþtgirî û alîkariya wanbikin.
birastî siyasetvanên me bi vê yekê ne fikirî ne û na xwazin
serên xwe bi van galgal û gotinên pûç û vale bi êþînin, ji ber
ku gelek ji wan ciyên xwe nav wan sazî û dezgehan de nabînin,
beþê dî jî Karin siviktir û rehettir ji xwe re hilbijartine,
beþê di karê jî di xwazê hevsar ji destên wan dernekevê û ne
filitê, ew jî wek serokên komar û dewletên rojhilat lê hatine, û
bi taybetî wek yên welatên Erebî, her tiþt divê di bin imza wan
re bi borê û di din çavdêrîya Wan de bimînê. Dem der bas bibê, û
li hêvî û benda kesî naseknê, dibê ku îro tiþtin, yan
careserkirinna pirsgirêknan di destê wirov de bê, sibe ji destê
mirov xwe jî derkevê, tevî ku dem dereng ketî ye, lê divê tucarî
mirov di ji yanê de bêhêvî nebê, mirov li ber xwe bidê û
berevaniya xwe di ber man û berdewamiyê de bikê. Di vî warî de,
gotina Mikyafîlî li bîra mirov tê dema gotiye: (( çaxê em zû bi
êþ û zehmetiyan ve bi gihin, çareserkirina wan jî wê demê wê
hêsanbê, lê eger em bendewar bi mînin ta ku ew êþ û nexwþî di
ser me de bigirin pêkanîna dermanî wî çaxî wê paþbikevê û êþ û
derd wê asê û giran bibin, di dest pêka asteng û girêftaran de,
þirovekirin û têgihiþtin zehmet û dijware lê çareserkirin
hêsane, di piþre naskirina êþ û janan hêsane, lê çareserkirina
wan zor û dijwre )).
dawîyê em di xwazin ji qûnaxa gotin û bêjeyan derkevin û ber bi
kirin û karên mifadar, rêk û pêk ve herin, rewþenbîrê kurd li
ser milê wî ye ku ew roleka pêþeng di berhevkirina lêkolîn,
vewejantin û lêpirsînan de bikê û ji wî tê xwestin ku ew kêmasî
û þaþiyan bidê xûyakirin, û pêre derman û rêyên careseriyê bidê
nasin û diyarkirin. Em di Karin bêjin ku hê rewþenbîrê kurd jî
ta dema îro bi rola xwe ya dîrokî ya giring di hûnandina Tevna
rewþenbîrî,civakî di civata kurdî de nerabû ye. Eger mirov li
tabloya rewþenbîrî ya kurdî li Sûryê meyzînê mirovê bi bînê ku
rewþenbîrê kurd hê ne diyare, bi rengekê xurt û xûya di meydana
pîþ û karê rewþenbîrî, siyasî, civakî, ramyarî û zanyarî de ne
xûyaye, û dîsanê ne karîye bersiva pirs û pirsyarên ku rewþa
kurdî li ber destan di deynê daye, ku pirojekê ramyarî yê bi ser
û ber ku bi bikarê tevî tex û çînên civata kurdî himbêzbikê û
sûd û mifayê ji karîn û berhemên wî werbigrê , ji bo ku milletê
kurd jî ber bi asoyeka þarevanî û serdemî ve bidê ,ya ku millet
û civakên cîhanî gihnê de. Eger em li rewþa reweþnbîriya kurdî
binêrin emê gelek deng û rengên rewþenbîran bibînin. Lê ka em
werin li berhem û afrandinên wan bi nêrin, yan bîr û ramanên wan
vewejêrin . bê guman, emê pirojeyên ramyarî yên levdayî, xurt û
kûr, ku bi bê pirojekê netewî demokartî berfireh, û bi ser û ber
wê newin dîtin, ji ber hê ew pirojeyên dilxwaz, hêjî ne hatine
sazkirin û hûnandin, di bê ku hiþ û mejyê rewþenbîrê kurd di vî
warî de dilivê, û dil û canê wî di xwazê, lê belê, xwestin
tiþteke û kirin tiþtekî dîtire. bi kurtî rewþenbîrê kurd hê
kanyên hiþemendî, ramyarî ne teqandine ku ew kanî bi bin jêder û
çavkanî ji kesên siyasî re, ku ji wan kaniyan avê vexwê ew kanî
bibin çira, rê û þopa kar û xebatê, kirin û lebatê ronî û
zelalbikin. Jîn û jiyana Endamên partîyan pê bi xemilê û hiþ û
sewdanê wan pê werê geþkirin û ronîkirin .
|