|
Wek li her derê ciwan ew in ên ku bi cegerdariya xwe û bi xwîn ,
nerîn û xwendina xwe a cûda ji serdma xwe re dibin pira
guhertinên nû nemaze dema rewş
digihê astên ku riyên kevin êdî çirûk dibin û pêwistî bi
desgehên guherî xwe dide pêş !
Wek me dît û bihîst çi di roja yekemîn salvegera serhildana
12ê Avdarê û çi di şeva Newroza vê salê, sala 2005an de
CIWANÊN KURD li QAMIŞLO bi metodeke wêrek û kontrol kirî du
çalakiyên bi ser keftî organîze kirin, heger em bi çavekî nêz û
bi hûr bûn li van herdû çalakiyan bineren dê mirov wan wek du
birûskên ku nîşanên nû didin bibînin, nîşanên ku wa diyare ku
ciwan xwe ber bi destxistina qedera gelê xwe de dibin û êdî xwe
berpirsiyar dibînin û tên qata liv û lebatê û wek diyare ew nema
bi raman û liva kevin a Tevgera Kurdî razîn e û wê li bende
fermanên wê ên demtêbihurî nemînin !
Ev
herdû çalakî ku bibin destpêkek bi rêbaz û piroje û bi rengên
demoqratîk û aşityane
û bi xwekontolkirinek şaristanî dê riyeke nû û bi serkeftî ji
bo GELÊME me vekin
Ji
Tevgera Kurd tê xwestin ku xwedî li van ciwanan derkeve û rê li
ber wan negre û bi çavekî dîrokî li van çalakiyan binere û
serpêhatiyên xwe têxin xizmeta van ciwanan û wan destek bikin û
rê bidin kesayetiyên ciwan ên zanyar û ektîv ku ciyê xwe di nav
gel de ava bikin û diyar bin ji bo ku gel li wan guhdar be û wek
wan bilive !
Êdî tirsonekiya siyasî û rêxistinî nema me digihîne tu astan û
ji her kesî re êdî diyare ku demek nû li Rojhilata Navîn rû dide
û em bixwazin an nexwazin dê bi ser keve. îca ger em jê re ne
amade bin dê wek pir caran wê dem di ser me re derbas bibe û
emê li paş bimînin!
Ciwanîn me ên zana rewşenbîr û çalak çêbûne em rê bidin wan û
xwedî li wan derkevin ku hê bêtir xwe bi pêşxin û bibin
siyasiyên pispor û muhterif ji ber ku siyasiyên hawî nema bi
kêrî me tên !!!
Ger em rê nedin nifşên nû û xwedî li wan dernekevin emê bibin
rêbendek tarî li pêş wan û emê riyên azadiya gelê xwe û civata
xwe bi derngî bixin !
Lê
gereke CIWAN jî bizanibin ku erka wan dîrokî ye û li gor wê xwe
organîze bikin û di pêşî de di nav xwe de demoqrat bin û guh
bidin hev û rê bidin hev û li serê hev nebin dîktator û ne
NERCISÎ BIN !!!!!!!!!!!
MERVANÊ KELEŞ
Ingilistan 22 / 3 / 2005 |