|
DR.K.S.QADIR
Û DU GOTAR Û SÎH SAL CEZA..... TEROR E !
BÊ
guman herdû nivîsên ku Dr.Kemal Seyid Qadir ji bo wan hatiye
ceza kirin bi şiwe û
di naveroka xwe de pir nizim û çewt in ! Nexasim dema mirov
bizanibe ku DR.K.S.Qadir ne nezaneke û bêtirî nîvê temnê xwe li
Ewropa derbas kiriye ....Û li zanîngehên wê mafnasî
xwendiye !
Lê li hember wê ma gelo şêweyê ku ew li gorê hatiye girtin tê çi
wateyê ?
Şêweyê ku ew pê hatiye ber dadgehê tê çi wateyê ?
Çima ev kêşe ji pêşî ta bi anha tarî û ji raya giştî re ne rewa
ye ?
Dema bêşerm wezîrê” mafên mirovan” yê Herêma Kurdistanê ( Hewlêr!)
û hin berpirsiyarên
din yên Herêmê dibêjin ku Dr.Qadir li gor ” zagonên ” Seddam
hatiye tewanbar kirin ma ne
qebhet e û dike ku mirov wek Kurd ji ber xwe fedî bike ...Û ew
tê ci wateyê ?
Dema bi dehhezaran caş, basî û sîxurên ( Kurd!) ku bi dehên
salan namûs û xwîna gelê Kurd
TALAN kiribûn lê Serokê Herêmê bi dilekî mezin ew efû kirin . Lê
dadgehek tarî rewşenbîrekî Kurd ji bo du gotaran bi sîh salî
ceza bike ma ev tê çi wateyê ?
JI bo ku sibe kes nebêje hayê Serok jê nebû
.......................................:
MA gelo hayê birêz Mesûdê Barzanî ji hemû dîtaliyên vê kêşeye
heye yan na ?????
JI erkê herkesî ye ku li gor xwe Serok bi vê kêşeyê agehdar bikî
....!!!
JI tirajîdiyên qaderê ew bû ku jehirfiroşê ku XERDELA ku bi ser
helepçe de hatibû barandin
firotibû Seddam ji bo wê li welatê xwe Holenda bi / 15 / e salan
hate ceza kirin .....Lê Dr.Qadir ji bo du gotarên sixêf û
bêrêziyê li welatê xwe ( Kurdistana şêrîn ) bi / 30 / salî
hate ceza kirin !!!
Gelo çima TELEVIZYONÊN Kurdî li ser vê ” BÛYERÊ ” di bêdengiyê
de ne ? Ma ew TV ê
Gelê Kurd in yan yên partiyên xwe ne ? Ma ne bi mal û xwîna gel
ava bûne ?
YA syrtirîn û cihê mixabiniyê ew e ku REWŞENBÎRÊN Kurdistanî û
Malperên Kurdî bi tevayî bêdengin mîna ku di xara mirinê de bin
....Û ev jî ronî eşkere dike ku hê rojnemegeriya
bêlayane li nav Kurdan cihê xwe ne dîtiye !!
Kurdek heta ku terorîst be jî pir şerm e ku ew li gorî zagonên
faşîstekî mîna Seddam bê ber dadgeheke Kurdî !
DR.K.S.Qadir ”gunehek” kiribe yan na wek Kurdekî û wek mirovekî
mafê wî heye ku bi
mirovane û bi dadmendî bê ”ceza” kirin yan ”azad” bibe û hertişt
ji raya giştî re rewa be ...
Herkes dikare şaş bibe çi wek kes û çi wek desthilatdarî îca ev
çi bêdengiye ?
Dema ji anha ve mirov li hember şaşiyên desthilatiyê bêdeng û
rexna xwe vekirî nebêje mirov
zemînê ji sîstema tirsê re amade dike !
Bi hêviya ku birêz Mesûdê Barzanî bi dûrbîniyeke dîrokî li vê
kêşeyê binere û bi dawî bîne
destê me li ser dilê me ye û derî ji heralî re vekirî ne !
::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::
MERVANÊ KELEŞ
Ingilistan 24/ 12 / 2005.
|