|
WEK GUFTÛGOYEKÊ LI GEL NÎZAR AGRÎ:
REWÞENBÎR LÊBORÎNÊ DIXWAZE
DEMA KU BAWER BE KU EW
ÞAÞ
E
NE
JI BO KU XWE CELID BIKE !!!
Belê rewþenbîrê
rast ji cegerdariya xwestina lêborînê diyar dibe lê cegerdariya
lêborînxwestinê nayê wê wateyê ku ew xwe celid bike û bigihê
sînorên xwekuþtina ramanî û xwedayina ser riyên xwe
bidarvekirinê û giriyê li ser bermayan !!??
Rewþenbîr
gotina xwe ya pêbawer dibêje
û dihêle ji dîrokê re !!!
Rewþenbîr li bende namîne ku xelk jê re piþtî her
gotarekê
li çebka xin û bêjin eferim te tariya me ronî kir !!!
Gotina rewþenbîr ya rast cihê xwe
bi hêminî li nav rûpelên dîrokê dikole !!!
Encama gotina rast ne adinî rojê
diyar dibe !!!??
Rewþenbîr mîna siwaran pênûsê –
þûrê – xwe di firtona yekem de û bi hêsanî ji destê xwe bernade
û ji ser piþta hespê xwe nayê xwar !!!
Nîzar Agrî ez jî ne bi pir nerînê te re bûm
û
ta radeykê min hin nerînên
te
þaþ didîtin û ji min re cê pirsên mezin bûn lê her dem
cegerdariya nerînên te li cem min cê rêzê bûn !!! Û tucarî guman
li cem min li ser te çênebû
ye ku tu dixwaze masiyan di ava girikî de bigire !!!
Helbet mafê te ye ger tu ji nerînên
xwe ên “þaþ”( dema tu ji þaþbûnê bawer be ) vegerî lê ne ji mafê
te ye ku tu pênûsê xwe ji destê xwe bavêje ji ber ku ew ji
sermiyanê miletê te ye , di dîrokê de gotina rasteqîn buhayê wê
bilind e û tu bi xwe zane ku pir rewþenbîran çendîn qelenê giran
dane ji ber ku gotina ku ew pê bawer bûn gotine û li benda tu
qezencan nemane û her û her ji gotina ku ew pê bawerin ji
ferhenga cîhana afirndina xwe ne avêtine !!!
KESÊ siyasetmedar dikare reþbîn be
lê tucar û tucar ne ji mafê kesê rewþenbîr e ku reþbîn be ji ber
kesê rewþenbîr çavê gelê xwe ye dikare carna rwerewkê bibîne lê
riyên reþ û xitimî ne cîwarê wî ne !!!
Dema yekî rewþenbîr gotina ku rast
dibîne dibêje ne ji ber ku ew li taç û serayan digere dibêje ji
ber ku bi destxistina taç û serayan pir hêsantire ger mirov
gotina çewt bibêje !!!
Mane tenê kesê bi xwe nebawer
dikare ji cirîda rewþenbîrî bireve û bixwebawerî qet ne ewe ku
mirov ji “ þaþiya “ xwe venegere lê “ rev “ jî ne çareye û ne jî
ji mafê kesê rewþenbîre !!!
Tev li ku ez baþ dizanim ku gotara te rengek ji rengê tiracîdiya ken e lê dîsan
min mat dihêle !!
::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::
TÊBÎNÎ : Ev gotar bersiva gotara EZ
ÞAÞ BÛN ya N.Agrî ya ku bi zimanê Erebî di Afaq Kurdistan ,
Amûdê.com de weþya ye !!
MERVANÊ KELEÞ
Ingilistan
16/ 5 / 2005.
mervan111@hotmail.com
|