|
SÛRYA
BINGEHA EREBPERESTÎ
Û TIRSÊ
Şêrkoh Hopo
Cemal Ebdilnnaser bi Îdyolojya hestperestiya şofînî û diktatorî
ya xweya Erebîy ku ramanên azad û pirnetew û çand û partiyên
kone qedexekiribû yekemîn serok doza yekîtiya hêz û hevgirtina
welatên Erbeb kir û lidij Îsraîl jibo serxwebûna Felestîn
dengveda, nemaze piştî ku Qenat Swês jidest Frensa û Berîtanya
Mezin derxist û wek dibêjin di cenga Sê Dijminayî ya liser Misrê
di1956ande biserket eger çendî di ewan armancande durustbû û
pêkhatin an na her Ewî bi evî awayî hestê şovenistî û
nijadperestiya Erebî vejand, xurt û dijwar û gurkir ligel
diktatoriyê, xurûş û gumînek li koneya cîhanî xist û dîwarê
herêmê hejand û derizand û kaxezêd koneyîy bêçare tevlihevkir,
rewş û wêneyekî Erebperestî da herêma Rojhilata Navîn, û bû sûnd
û şanazî û serbilindî û sîmbola hemû Ereban, yên ku bi evê
dîmagojî û gurkirina hestê nijadperest kêrbûn helbet Sûryabû,
çunkî rûxandinên rêjîmêy lipêhev her ji demekê û pîlanêd
dijminayîya serengînan berdewambûn û ewan kesan ji qelsî û
hejariya koneyî û berjewendiya ezîtî nikarîbûn rêberiya welêt
berdewambikin an bispêrin hev lewra Welat liser mersefa Zêrîn
dan destê Cemal û Ew bêhtir mezin û payedarkirin.
yekemîn hevgirtina netewî di welatên Erebde dinavbera Sûrya û
Mesr di 22.02.1958- 28.09.1961 de bi navê ( Komara Erebîy
Hevgirtî ) avabû, ji koraniya nijadperestî û serxweçûna C-
Ebdilnnaser û stemawî ya bê sînor ew hevgirtin berdewam nekir
çunkî ne liser bingehên behwerî û cigersoziyêbû, liser bingehê
fort û pesn û hêz xuyakirina lidij miletan û welatên herêmê û
dijminiya Kurd û Israîlbû, lewra ji ewê demêde ku navê Ereb tête
gotin wêneyê Sûrya û Mesr tête berçavan.
hêjî nimûne di herêmên Kurdîde hene wek ( pez û bizin qaçaxbûn û
ji stema Cemal Ebdilnnaser av di bîrande çikyabûn ).
Partiya Baas ji damezirandinaxwede bi îdyolojya Erebperstî
hewldaye ku xebatê bike û cihêxwe dinav gelde çêke û gel bi
ramana nijadperstî perwerdebike û lidij herkesên demokrat
rawestyaye, piştî têkçûna Komara Erebîya Hevgirtî çeteyên
Partiya Baas ku Ebdilnnaser hebûna Partiyan bi tevayî û ya wan
bi taybetî qedexekiribû derfet bestxwe girtin û bi êrîşeke
rûxandinê desthelata Sûrî leyandin û dagîrkirin di 08.03. 1963de
û pey herkesên welatperwer û demokratxwaz ketin û avêtin
zindanan nav işkence û kuştin û sergûnêde, nemaze rûxandina 1970
bi rêberya Diktator Hafiz El Esed ku her kar û xebata koneyî,
çandî û civakî, paydos, têkelî û kombûn, nêrîn û raman
qedexekiribû û hebûnaxwe û Baas û Erebtî bi Sûryave girêda, ango
Sûrya Esed û Baase û Esed û Baas Sûryaye, wesa yasaya welêt
guherandin ligor berjewendiya tenhatiya xweya di destjelatêde bi
rêberitiya Baas, di yasaya 1973ande bûjeya 8an dibêje Partiya
Baasa Erebiya Sosyalîst ewe Partiya ku serengiya civak û welêt û
rêberya Bereya perwerîya pêşverû jibo pêkanîna armancên gelê
Ereb dike. herweha sazmanên wek Cwanên şoreşê, sedîkayên karker
û cotkaran avakirin, ra sendîkayên bijîşk û bervedêran kirin
gorî rêjîm û berjewendiyaxwe û dezgehên ewlekariyê pirkirin û
kirin dar liser serê gelên Sûrî, Baas kirin dibistan di Sûrîde,
gel liser evê dîmagojya Efleqiya nijadperest û şofênî û
berjewendiya ezîtî perwerdekirin û ew îdîolojya Cemal Ebdinnaser
ligel nêrîn û ramanêdxwey şofînî û nijadperest di Sûryade
çesipandin û berdewamkirin û kirin rêbaza xwendinê di dibistanêd
bingehîn, bilind û zanîngehande, êrîş dan ser netewa Kurd û rewş
û navê nokrên derve û Îsraîlên dûwem bi Kurdanvekirin û
zeliqandin, nemaze bavê netewa Kurd Mistefa Barzanîyê nemir, li
Sûrya cenga derûnî û tirskerî û erebkirina dîmografya herêmê û
tawankariya perçekirina welêt bi zindan û işkenc û li Îraq cenga
bi hesin û agir û çekên kîmawî û enfalan, herweha bi evî şêweyî
gelê Ereb li dervey Sûrya û Îraq bi dijminayîya kurdan
perwerdekirin, û boşelana gotarên Erebperestan derbûn lidij gelê
kurd û Îsraîl di êzgeh û ragehanên Erebîy cûrbecûrde û
nivîskarên pirtûkan xwe ji dijminiya gelê kurd bêpar nehiştin û
nikarîbûn faşistî û şovenistiyaxwe veşêrin mîna M- Teleb Hilal û
projektawî, lewra mirov dikare bibêje ku gelê Sûrî liser bingehê
Baas û Erebperstî û nijadperestîyê perwerdekirin ligel ku
rêberên Baas di jîwara çesipandina ramanênxwede vajî wesabûn,
ango ew armanc û sîmbola ( Gelê Ereb Yekin bi Yek Nama Sermedin
) ti kar û xebat jêre nekirin, tenha probagandabû, û wesa
dikarîbûn mejyê Erebên kawik bixapînin ne tenha li Sûryê balam
Erebên her welatêndinjî wesa, ligel ku di paş perdande peyman
ligel Îsarîl emzekiribûn ku ti tengasî ji Îsarîlre ji hêla
sînorê Sûryê çênebin û wesa nema doza Golan dikirin û ne li dijî
wan di cengêdebûn û nejî doza Iskenderonê li Tirkyê kirine û ne
yekîtî an hevgirtin ligel welatekî Ereb girêdane ligel ku li
Sûrya û Îraq Baas fermandarbû û herûher dijminêd hevbûn û herdû
ejnûbûn ji Tirkye û Israîlre.
Bi evê koneya xapandin û tirsa hêzên ewlekaryê bi darê zorê
cihêxwe di mejeyê herkesên Erebde çêkirin, bi vî awayî em
dibînin ku Erebên Sûrî bi ramana Baas ( ango Baasiyêd ne Baasîne
) ti rêxistin û Partiyên koneyî yên hevrik ên rêjîmê jibil
Birayên Misulman ( Ixwan El Muslimîn ) li Sûrî ser hilnedane û
eşkere lidij rêjîma Diktator Esed û Baasa faşist ne rawestyane
hemû bêcudayî ligel Tevgêra Kurdî her serfirû û ejnû û
stûxwarmane, eger kesin hebûn an hebin her ewjî mirov dikare
bibêje sernixûm û tirsonekbûn û serê cigersozan zû bi şûrê
qinarbazên Baas dihate birîn.
ne tenha ew balam partiyên wek komonistjî bi rêberiya Xalid
Begdaş ku binijadêxwe Kurde wesa îdyolojiyaxweya bingehîn û
xudawend ( Komonistî ) avêt û gemsarkir di gotarênxwede dibêje
em gelên Ereb û piştgiriya netewa Kurd nekiriye û hebûna wan
nepejirandiye, di evan demên dawîde ku êrîşa cîhanê liser serê
rêjîma Baasa Efleqî lidarketiye û xurtbûye ji Ereb û Bassiyan
bêhtir piştgirî û berevaniya rêjîma Baasa faşist û diktatordikin,
û komunîstê kevin û faşistê Erebê şaristanî Riyad Turk ku ji
Ataturk û Erebperestan nijadperesttirbûye dibêje navim ti kes
nexşeya Kurdistan hilgire û bête nikmin û hebûna gelê kurd hîç
napejirîne û Heysem Elmaleh serokê Komeleya Mafê Mirovan jibil
mafê mirovayetyê ji kurdanre nabîne, ewjî wek rêjîma Baas kurdan
netewekî serbixwe nabîne û rêxistinên kurd nijadperest dibîne,
lidijî hebûn û mafê gelê Kurd di Sûryade radiwestin û ti
hebûnawany netewî liser xakaway dîrokî napejirînin ji bil mafê
hevwelatyê,û ew piştgiriyaway mafê mirovayetîjî dibe ku ji şerma
( dinyayêbe ), bitevayî hemû hevrikên rêjîmê naxwazin rêjîma
faşist bikeve balam ewjî dixwazin rolekê di rêjîmêde bilîzin
lewra tikes jiwan ne tenha doza qedexekirina Partiya Baasa
Şofînî nakin balam hemû piştgiriya hebûnawê dikin, eger rêjîm rê
jiwanre veke dê ew perdeya siyah ji ser rûyêwan zuşt bête
hilanîn û rastî û dehayaway faşist bêhtir bête diyakirin, jibo
nimûne ew sînorê axaftin û nêrîn û xebata ku rêjîma Baas jiwanre
daniye bixwe ew liserxwe dipejirînin û diçesipînin, lewra ne
seyre ku em di Sûryade ji18 Milyonan çend kesên mirovperwer û
demokratxwaz û piştgîrêd mafê miletan nebînin, ev yên ku hene û
hevrikên rêjîmê diyarbûne her ewjî ti maf û serbixwetiya gelê
Kurd û netewêndî napejirînin û hemû faşist û piştgîrêd
Erebtiyêne bêhtir ji çeteyên Baas.
Tevgêra kurdjî wesa serîhilnedan li hember hovitya biryar û
projektên şovenistiya rêjîmê herûher daketine serçogan, hemû
biryar liserxwe pejirandin û xebataxwe hiştin di xelekeke teng û
bêkêrde û gotarênxwey koneyî di navxwede veşartî hiştin û ew
sînorê sor derbasnekirin ku xwe bi gelên Sûrî û cîhanêre bidin
nasîn û hîç rêjîm şermezar û cerûsnekirin û hewl nedan ku
çarenûsa gel û netewaxwe ji Sûrî cudabikin û xwe nedan
diyarkirin ku miletekî dibin destê Sûrîdene û Sûrya perçak ji
kurdistanê dagîrkiriye, ligor nêrînaway ku nabêjin û binavnakin
kurd ne hêjayê welatekî serbixwene an hêjayê ku herdem
dibindestê nijadperestan de bijîn, û piştgiriya Felestîn û
serbixwetiyawan û dijîtiya Îsraîl û kolonyalîtiyê di cîhanêde
kirine û mafê ku ji her miletên bindest û Felesîniyanre
dozkirine hîç wesa jixwere nabînin û doznekirine, heweha rêjîmê
çikir û jiwanre çû serî, lewra ewêjî çavêxwe ji xebatawan girtin,
çunkî naskirin ku tikes xwedyê gelê kurd tineye û ev partiyana
an rêberêdwanin ne xwedyê doza netewîne, tenha dixwazin mîna
Axan rêberiyekê bikin ger bi çi hawîbe ya giring ewe ku nêzîkî
rêjîmê nebin, lewra herêm dan ber Erebkirinê û qadên kurdan
jiwan standin û mîna Îsraîl arkincî ji Erebanre avakirin û navên
gund û bajaran guherandin û her gotina bi Kurdîve girêdayî
qedexekirin û dîroka kevnariya herêmê sextekirin û kesên
Kurdperwer hatin berdan ji kar û xwendin û her dezgehan,.
Di evan salên dawîde ku berê Kurdan kete Ewropa û bûn penaber û
cihêdxwe li welatêxwey nuh girtin bi hestê Kurdewarî derfeta
demokratî û azadiya Ewropî bi destxwe girtin û çalakiyên cuda di
meydana Eropîde kirin bi Semîner û xwepêşandan û li dergehê
Perleman û balyozxaneyê hemû welatan dan û daxwazêdxwey netewî
dan nasîn, dîsajî neligor raman û nêrîn û daxwazêd rêberên
tevgêrêbûn û hewldan ku destêxwey tirsonek û çepel bixne hust û
qirka penaberên cigersoz û pêvajoya xebatawan liherderê
rawestînin da rêjîma şovesnîsta Sûrî jiwan razîbin, rêjîma
faşist û şovenîst pîlankiribû ku gelê Kurd mîna Kurdistana
rizagar û azad neramin û wan daxînin serçogan, berxwedan û
serhildana şêr û lehengên12ê Avdara pîroz ku ji Qamişlo çirûsk
veda û pêtawê liher bajaran pêket û peykerê Diktator Hafiz El
Esed li bajarê Amûdê hatexwar û wêrankirin bêhtir hestê Kurdên
cigersozên penaber hejand û hevsarê hustê penaberên endamên
Partiyan ji destê rêberan derxistin û alarengîn û sîmbolên bijî
Kurdistan, azadî û serxwebûn jibo gelê gelê Kurdên bindestê Sûrî
û mirin jibo rêjîma Baasa faşista Efleqî berdewambûn û dezgeh û
ragehanên cîhanê û Perlemanê Ewropî liser kêşa gelê Kurd û stem
û şovenistiya dagîrkeran û çareser kirina wê bi awayên demokratî
rawestiyan û guftûgokirin, Semîner û Kunger liser kêşeya
Kurdistana bindestê Sûrî lidar ketin û hêjî berdewamin.
Çeteyên Partiya Baas piştî ku têr ji xwîna gel vexwarin û aborya
welêt talankirin her yek dixwaze desethelatê bi rengekî nûjen
bileyîne û dîsa gel bixapîne da bi hêsanî layangir û piştgîr û
peyêdxwe lidoraxwe bicivîne, herweha armanc û bernamê hemûyan
her di riya îdyolojya Baasdeye ku ti kes jiwan liser gelşeya pir
netew di hundirê welêtde nerawestyaye jibil mafên mirovayetî û
demokratî û pirpartiyên koneyî û wesa azadya behweriya olî,
raman û nêrîn û çapemeniya azad, ev dîmagojya Erebperestî ji
sala 1963an de her berdewame û hemû hevrik liser ewî bingehî
perwerdebûne û dîgerî ereban mafê ti netewên dî di bindestê
Sûryade napejirînin,
Di evan demên dawiyêde hevrikên rêjîmê gelek komcivîn
lidarxistin ji komela Etasî ra bigehê Ragehandina Dîmeşqê xwe
bixwe lihevnakin pirêdwan piştgîrêd rêjîmêne û hin yên partiya
Baasin û hemû lidij alîkariya dervene, û tev dibêjin êrîşa ser
Sûrî em napejirînin û herweha lidij hevrikên dervene ligel ku
hemûyan liser ewê Ragehandina Dîmeşê emzekirine gelo liser çi
xalê lihevkirine...?
Xedam dixwaze rolekê dî bi mejyê hevrikan bilîze û dilîze hemû
yên welêt lidij Xedamin û rêberyawî napejirînin û yên derve
ligel ku li dijinjî têkeyêdikin, û Ragehana Dîmeşqê lidij Bereya
Rizgariya Perwerî ya ku Xedam û Ixwan El Muslimîn li Brûkselê
lidarixtine, ev dijîtiya hevrikan dide diyarkirin ku tikes jiwan
nikare rêberyêbike û hem naxwazin rêberiyê bispêrin hev, wesa
temenê rêjîma faşist liser serêxwe û gel dirêjdikin û bêhtir gel
û welat dixin bin darê stemê û barekî giran.
20.03.2006
Stokholm / Swêd
|