|
TEVGÊRA KURDÎ Û DAXUYANIYA DÎMEŞQÊ
ŞÊRKOH HOPO
Rewşa koneya cîhanî bi gavin lezgîn tête
guherandin û lipêşketin ji her hêl û layîde û ti kes nema dikare
bibe kelem û asteng di ewê rêçêde, her tevgêrên rizgarixwaz û
her Desthelatjî bênevbûne ku ligor wê û pêre bi rêkevin û yên ku
di qalikêxwede bimêne dê bitenha, bê alîkar û dost û piştgîr ji
refên cîhanê bimîne û dijminjî dê her jêre pirbibin û wesa bi
dema nûjenre bêtin sirandin ji hebûnê.
gereke tevgêra kurdî li dîroka pêvajoya xebata ji
damezirandinaxweya1957ande û heya îro vegerin û lixwe binêrin û
wesa liser rawestin û di armancêdxwey ( Siyasî, Çandî û Civakî )
de biramin ku ev armancin mirovayetîne ne netewîne û ne ligor
hebûna gelê kurdîy xwedî qad û nûdemêne û nejî daxwaza gelê
kurdin lewra gerek û giringe bêtin guherandin, ligel wesa jibo
gelêxwe çi pêkanîne û cihêwan di meydana xebata tevgêra
rizgarîxwaza cîhanîde çiye û ligor xebata evan 48 salan ji
temenêxwe lixwebinêrin ji yek Partiyê bûne çend û wesa li cîhanê
binêrin çend welat rizgar û serbixwebûne û çend liber sînorê
serbixwebûnêne, lewra gereke sûdeyê ji pêvajoya xebataxweya
dîrokî bigrin û di ewî qalkê sar û zuha û tarîde nemînin dûrî
daxwaza gelêxwe û cîhana pêşketin û nûjeniyê û herweha
destberday ji armanc û mafên netewî wesa dê bixwe xwe bixne
tinebûnê û nikarin gelê kurdîy pêdar rawestînin ji doza
serxwebûn û azadiyê ligor qîm û qinyata rêjîma faşist û
nijadperst.
Lewra hêjaye ku tevgêr hevbendiyê ligel Ehrîman girêbidin û evê
rêjîma faşist jikok birûxînin û gel ji zor û stemawê riha û
rizgarbikin balam hevbendî ligel yên ku hebûna kurd netewa
diwemîn û mafêdway çarenûsîy rewa bidirikînin û ragehînin ne
ligel yên ji evê rêjîmê faşist û şovenîsttir.
Daxuyaniya Dîmeşqê gaveke pêşketî û pîroze ku wesa hemû hêz û
tevgêrên koneyî hevrikên rêjîmê ligel tevgêra kurdî ( Ber û
Hevbendî ) û kesên welatparêz û perwer hevbendî û peymanan
girêbidin û behwerî û têgehiştin dinavberwande avabibe û hebûn û
nêrînêdhev bidirikînin jibo çarenûs û guherandin û pêşxistina
welêt.
Helbet desthelata ku bi çek û tang û top û kuştin û zindan û
işkencan hatibe liser sînga Milet û Welat daniştibe, ew
desthelat dê wesa bi hovîtî karêxwe bi wî awayên Diktator û
Faşist û Şovenistî di Welêtde berdewambike da ku herkes
têbighêje û serî liber hilnede, desethlata Baas di Sûryade yek
ji wan desthelatên ku karên destên hesinî liser serê gel jixwer
pejirandine û diçesipînin, ji wergerka 08.03.1963ande û wegerka
H. Essed 1970êyde Welat bi avakirina dezgehên ewlekariyêy
pirhejmar kirine zindaneke mezin ji hemû gelên Sûrîre nemaze
gelê Kurd û welatparêzî û perwerî bi serfirûtiya rêjîma Baasve
girêdane Sûrya rêjîma Baase û rêjîma Baas Sûryaye û û yên lidij
rawestin xiniz û dijminêd welêtin û hemû dezgehên çandî, ramyarî,
zanistî û civakî bindestkirine, da ku bikaribin armancêdxwe
pêkbînin, helbet armancêdwan ne daxwaz û bercewendiya milete û
ti Programa pêşxistina Welêt û mafdan û azadî jiwanre nebûye û
nabe jibilî talaniya aboryê û kuştina azadya nêrîn û ramanan û
binpêkirina Demokratî û Mafê mirovan, û guhnake li bangewaza
aştî û çareserkirina doza gelê kurd bi awayên guftûgoyên
demokratî û ne hebûnaway dîrokî liser qadawan didirikîne û nejî
lidengê hevrikêdxwe guhdêraye.
pîlanêd rêjîma şovenist û nijadperest mîna kembera Erebî û
berçîngehêdwan di herêmên kurdistanêde û biryar û karên awartey
bê hejmar nemaze pîlana ku bû sedema berxwedan û serhildana 12
Avdara pîroz bi hêz û hêrs û istîwariya miletê kurdiy tiyên
azadyê bê vîn û rêberî û daxwaza tevgêra kurdî mîna volkanêbû
biser serê rêjîma Sûrya û piştgîrênwêde, ligel ku şovenistên
rêjîmê bi demek dirêj û bihnferehî ev pîlan ristin û hûnan da ku
gelê Kurd bêhtir ejnûbikin û bixne bin darê tirs û stemaxweya bê
sînor.
Daxuyaniya Dîmeşqê bi xalin hejar û neyînî di naverokaxwede
hatiye ji hêla welêt bitevayî û hêla mafê gelê kurd bitaybetî
tirsê dixe dilê milet ku destin rêjîmêy veşartî dinavde hebin û
nêrîna Erebperestîy şovenistî têde biserketiye çunkî ku...
1- ti alîkarî û guhertin û piştgiriya jiderve napejirîne.
bêguman ev ligor daxwaza rêjîma faşist hetine û wesa wê nişîn û
dilrastke û arîşenêwê xurtdike û temenêwê dirêjdike û wê radigre
û diteyixîne ligel ku jibingehde diherife roj lipê rojê.
2- hilkirina partiya Baas jikok û qedexekirina wê nehatiye
xuyakirin balam mexabin dergeh ji xelkênwêy dilxwazêd guhertin û
Demokratyêre ( eger hebin! ) vekirî hiştine, wekkû ne rêjîma
Baas welat daxistiye evê radeya jêr û wêran û hejarî û bin gef û
dorpêçkirinê.
3- jihevxistina dezgehên Ewlekariyêy pirhejmar diyarnebûye, ev
dezgehên ku bûne şûrê serbirîna azadîxwaz û pêdaran ku şan û
rûmeta milet berbat û binpê û şerpeze kirine û bûne sedema
dûrxistin û surgûna zanyar û rewşenbîr û konevan û sermayedarên
welatperwer ev jibilî peyketin û girtin û kuştinawan.
4- vegerandina navê Komara Sûrî ji ( Komara Erebiya Sûrî )
nehatiye bi bîranîn.
6- doza lîstina roleke Erebîy xurt di herêmêde û yekbûna ereban
û rizgarkirina Colan û qada erebîy dagîrkirî dikin wek kû ewan
perçakî ji kurdistanê dagîrnekirine.
5- çareserkirina dad û Demokratî ji kêşa kurdîre û mafên
hevwelatî û nasname û fêrbûna zimanê netewî û mafin yasayî û
koneyî liser bingeha yekbûna qad û gelê Sûrî, kurd netewekî
serbixwe nepejirandine.
gerekbû berya lihevkirinê an ragehanidina evê Daxuyaniya Dîmeşqê
tevgêr bihevre û ligel milet bicivyana û nêrînêdwan bistandina
çunkî çarenûsa gelê kurd ne di destê tevgêrêdeye balam çarenûsa
tevgêrê di destê gelê kurddeye û doza gelê kurd ne mafêd çandî û
ziman û nasnamêye, gereke bizanibin ku lîstik bi çarenûsa gelê
kurd nabe û ew nayête bazarkirin, doza gelê kurd mafên netewî û
çarenûsîy rewaye ku mîna hemû miletên cîhanê xwedî welat bijîn.
Rêxistinên hevkarên Daxuyaniya Dîmeşqê eger çendî welatparêzbin
û doza guherandin û nûvandin û demokratiyê dikin wesa xwe
eşkerakirine ku erebperstin û ji mejyê nijadperestiya Baas
rizgar nebûne û şûrê erebparêzyê hilgirtine û doza rizgarkirina
qada dagîrkirî ( Felestîn ) û Colan û lîstina roleke Erebî di
herêmêde û yekbûna Ereban dikin û ku bixwe ti hebûn û rolaway
koneyî di meydanêde nîne û hin jiwan wek ( vejandina Civaka
Şaristanî ) rûxandina rêjîma faşist naxawazin û yêndî ti hebûna
kurdan wek neteweyekî serbixwe xwedî qad û çarenûs nepejirandine,
helbet guneh ne yê wane çunkî ew Erebin, balam gunehkarêd mezin
rêberêd tevgêra kurdîne ku bixwe nebûne xwedyê mafêd xwey
netewîyî rewa, lewra ku hêjî dem dereng neketiye gereke rêberên
tevgêra kurdî ( eger kurdbin...! ) lixwe û miletêxwe vegerin û
bi xurtî doz û berevaniya mafê netewî û çarenûsa gelêxwey kurd
bikin çunkî ew maf ne bexş û comerdiya erebaye ji kurdanre, ger
çendî di rewşa nihade doza serxwebûnê nakinjî balam jibo
pêşerojê miletekî serbixwe û xwedî al û welatbin ne erebbin.
|