TEVGÊRA KURDÎ Û DOZA NETEWÎ
DI SÛRYADE
Þêrkoh Hopo
Berî 48 Salan çend rewþenbîrên kurdperwer û þoreþgêr mîna Apo (
Osman Sebrî ) û Dr. Nûredîn Zaza Partiya Demokrata Kurdistan
damerzirandin dibin duriþma ( Rizgarî û yekbûna Kurdistan ) bi
xurtî daketin meydana Xebata koneyî û zû xwe bi milet dane
nasîn, herweha ligel wesa civînên çandî lidar dixistin jibo
zanekirina gel û têgihiþtinawan ji dozaway netewîre.
Mexabin ew kar û xebat bi sedema nêrînên ciyawaz û hin Êl û
Olperestî têkçûn û Partî perçebû û gelek kesên Kurdperwer ji
dilsarî ji meydana xebatê derketin û yên mayî xebatawan dorpêçbû
di nav kes û meriv û êlawande, ligel ku piþtî demek ji dilsariyê
komikekê binavê Nêtar ( Hiyad ) xwe danserhev û bi þêwr û
yarmetiya bavê Netewa Kurd Barzaniyê nemir dest bi xebataxwe
kirin û hewldan ku dîsa mîna berê lihev vegerin, dîsa mexabin
çunkî ew hewldan pêknehatin û man 2 perçe, û wesa kongerêdxwe
lidarxistin û mexabin ji armanca Rizgarî û yekbûna Kurdistan
daketin navê Kurd û doza mafên Koneyî( Siyasî ) Çandî û Civakî
ango ( Mafên Mirovayetî ), ji ewê demêde ango piþtî 2 salan ji
damezrandina yekemîn Partiya Kurdîde pevçûn û perçebûnê
destpêkir û ne tenha ligelhev nexebitîn,balam nêrînêdwan lidijî
hevbûn di doza kurdîde, wek milet û nemilet ( Eqelliye ), dibe
ku wan û van rêberan nizanîbûn û nizanin ku her Êlek Ereban ku
hejmarawan hêjî nagihê Milyonekî bûne xwehremend ( Dewlet
)….!!!!!
Eger yek hêz û Partiyek bi doza serxwebûna Kurdistan yanjî Mafê
çarenûsî bûna û rêjîma Sûrya wek dagîrker û mîna Israîl
binavbikirina û lidijî hemû pîlanêd rêjîmê rawestyana û
berxwebidana bi meþ û serhildan helbet dê dijminjî jiwan
bitirsiya, û Zinara Erebî ne diçesipandin û nejî karîbûn navêd
gund û bajaran bikne Erebî û nejî dikarîbûn nasnamê ji Kurdan
bikþînin, ew nasnama ku lidervey Sûrya hîç bikêr nayê.
Dikarim bibêjim piþtî girtina wan þoreþgêr û cigersoz û rêberên
Partî Demokrat ku di zindanande kal û kor û nexweþ ketin û yên
ku mirin, yên mayî ji dijminêdxwere bihêsanî daketin serçogan
Gel û Welat spartin dijminêdxwey þovenist û netewperest.
Eger çendî ew mafê çarenûsî an serxwebûn pêknehatnajî dê wek
armancêd îro ( siyasî,çandî û civakî ) wê bibûna mafin rotînî, û
dê bimana ji dîrokêre ku Kurd ji kevinde miletekin û doza
Kurdistaneke serbixwe dikin, ticar û ticar ne Erebin û ne dibin
Ereb û nejî birayê Erebane, û çarenûsawan hîç bihev
negirêdayîne, vajî wesa Ereb û Îsraîl pismam û birayêd
hevin.Kurd û Ereb tenha sîmordaþêdhevin di herêmêde mîna Tirk û
Farisan.
Çawa tevgêra kurdî mafê serxwebûnê ji Felestîniyanre dibînin û
dipejirînin û piþtgiriyê jêredikin û ti mafê wesa jixwer nabînin
gelo ev tê çi wateyê..?
Gelo Felestînî xwedyê wê qadêne û Kurd nexwedyê vê qadêne..?
lewra ez li gelê cîhanê nagrim ku piþtgiriya Kurdan nakin, çunkî
doza Tevgêra Kurdî doza biratiya Erebe ku bi demêre hin bi hin
bibne Ereb erger çendî zimanê Kurdî serbestbejî ne doza Welatekî
serbixweye, û xwe miletekî serbixwe di armanêdxwede nabînin û
eger çend gotinin netewî heninjî jibo bazara koneyîne ( Siyasî
).
Vêca perçebûna Tevgêra Kurdî ji salên 60 de bûye Vîros ketiye
hinavê her endamîde ku her yek çend salan endambe û çend zilaman
peydabike Partiyê perçebike û biwî navî bimîne anjî partiyeke
din damezirîne, û paþê bangdikin bi yekîtiyê û gavaxwe liser
sînga gelê perîþan û belengaz radidin wekû doh neyekbûn ligel ku
ti cudayawan jihev tineye û ti gav jihev bêhtir ne avêtine û
navêjinjî û armancêd tevanjî her yeke û jihev distînin û di ewê
xelekêde lidoraxwe û hev dizîvirin û hayêwan ji bayê felekê û
pîlanên dijmin nînin, wek ku ne di evê cîhanêde dijîn.
Cihan seranser lipêþket û lipêþ dikeve Sovyêt perçeperçebû
dîwarê Berlînê hatexwar lipê wan hemû welatên Sosyalît
jihevketin û welatin nû serbixwebûn, û hêjî nexweþya perçebûn û
damezrandina partiyin nû bi konevanên kurdreye.
Li her hêlên cîhanê þoreþin nû bi aþtiyanê serîhildidin lihember
rêjîm û deselatin Diktator û þovenist.
Herweha Gelê Kurd jî serîhildan lihember dijminêxwey faþist û
netewperest, ew
serhildaneke pîrozbû cihê serbilindî û þanaziyêye, li Ewropajî
Kurdên penaber piþtgiriya gelêxwey welêtkirin û li her dergehê
balyozxaneyên Ewropîdan û êþ û doza gelêxwe ligel ragehanên
cîhanî ji gelên cîhanêre dan diyarkirin û wesa xwe ji dijminre
dan nîþandan û rûreþî û Diktatorî û faþistiya deselata Sûrya bi
cîhanêre dan nasîn, ew serhildan ne bi vîn û doz û daxwaza
Tevgêr û Rêberên Kurdbû, balam mexabin gelekan jiwan hewldan ku
rawestînin, digel ku dijmin bi hovitî ew pîlan lidarxistibû û
dixwestin ku Kurdan bêhtir tinebikin û dibejî ku ew pîlan hatibû
danîn çunkî hin ji Partiyên Kurd ne bi temamî daketibûn
serçogan, da ku di pêþerojêde mîna Baþûr ( Kurdistan bin destê
Îraqê ) lixwe nenêrin û di destkewtinên wesa de neramin, ew
pîlan bixwe rêjîma hov derfetek xewn û sawêran ji Gelê Kurdre
daxist meydanê jiwan weye ku Kurd mîna Tevgêr û Rêberan diramin
û di riyawandene.
Serhildana 12 Avdarê hîneke bê mamoste û mîna brûskêbû ji
rêberên Kurd û deselata hov faþistre eger jê fêrbibin..!
Di ewê demêde ligor danezan û daxuyaniyên Tevgêrêy tevayî hemû
gelê kurd dilxweþ û þahbûn ku tevgêr ligelhev diramin û
piþtgiriya gelêxwe dikin û bercewendiya gel bû armanca wayî
yekemîn û hêvîdikirin ku dê di pêþerojeke nêzîkde hemû bibne yek
û armacêdwanjî ligor xwîna Þehîdan dîsa bilindbibin û doza Mafên
Çarenûsî, Federalî anjî serxwebûnê bikin mîna sala 1957an,
mexabin ew dilxweþî û þahiya kurdan berdewam nekir û Tevgêr di
ewî qalkêxwey paþmayî û zingarîde ma û Partiya Paþverû lêborîn
ji Kebûlê xwînrêj parêzerê kuþtarê xwestin û mexabinyaxwe ji
veguhestinwîre dan diyarkirin, û ti gav ber bi guherîn û
pêþveçûn û doza netewîde ne tenha ne avêtin, balam di dema
dawiyêde nemaze Þehîdbûna Þêxê Þehîdan, Þêx Maþûq El Xeznewî de
du kevrê ku liserhev hebûn ewjî hatin rakirin û belavkirin û her
Partiyekê jixwer serîk kiþand û hinekan destê rêjîma xwînrêj bi
hungiv þuþtin û ji kuþtina Þêxê netewa Kurdîy pîroz dûrxistin û
gel di newlekêde û Partiyên Bera bê ber û Hevbendiya nehevbend
di newaleke dîde.
Gerek û giringbû ku Tevgêra Kurdî ev derfet ji destxwe bernedana
û Nûnerek jixwer helbijartana û dozaxweya netewî li ser masa
civaka nav netewî danîna ne liser kaxezan binivîsandana û di
hundirêxwede veþartana, çunkî dema kaxet û belavokan çû, bûye
dema ragehandin û kanalên asmanî û înternêtê, ku herdem amadebin
di meydana siyaseta cîhanîde,
Gereke hemû rêberên Kurd bizanibin ku kê Þêx kuþtibe her pîlan û
destê xwînrijiya Sûryê lipiþte.
Tevgêra Kurdî di demekêde digotin em perçak ji Tevgêra Rizgariya
Cihanîne, û hemû tevgêrên rizgarîxwaz bihev girêdayîne.
Gelo ka cihê Tevgêra Kurdî di cîhanêde….?
Girêdana Tevgêra Kurdî bi kîjan Tevgêra cîhanîve heye..?
Doz û armancên Tevgêra Kurdî mîna doz û armancên kîjan Tevgêra
cîhanîye..?
Gelo Tevgêra kîjan miletî çarnûsaxwe bi dagîrkerêxweve
girêdaye..?
Gelo Tevgêra kîjan miletî serxwebûna gelêxwe kirye gorî
serxwebûna miletê dagîrkerêxwe..?
Hêvîyame ewe ku ev derfetên zêrîn jidest tevgêr û rêberên kurd
neyête berdan û her derfetê bidestxwexin û nûnerekîxwe biþînin
civaka nav netewî û dozaxwe ji hundirê Sûrya derxênin û bi
çarenûsa Sûrî û Ereban girênedin.
Ez bi hêvîme ku rêberên tevgêra kurdî hêviya miletêxwe tarûmar
nekin û hewlbidin ku bibne yek çunkî pirbûna partiyan milet
jihev cudadike û wan dilsardike û nikare milet biparêze ber bi
azadî û serxwebûnêde bajo û herweha milet û welat bêy partîjî
rizgarnabin.
Pîrozbe damezrandina yekemîn Partiya Kurdî li Sûrya ber bi
serxwebûn û azadiyêde.
16.06.2005
Amûdê
|