eku
em dizanin, rojnamegerî ( rojnamevanî ) beşek e ji
agahdariyê. Û ji ber girîngiya rola agahdariyê di jiyana
civakan de, îroj gellek dewletan siha desaleta rastexwe ji
ser wê hilanîye, û ew bê wezîr hîjtiye. Û wek wêneyek cuda:
hîn kurd di çi radeyê de ne, û çi hêvî ji agahdariya kurdî
dibe di van nîran de?
Helbet, agahdariya kurdî, di van çend salên dawîn de,
gavne hêja avêjtine, çi di warê radio, û televizyonan de, û
çi jî di warê govar, û rojnameyan de. Lê ev «rewşa zêrîn»
belav nebûye li bilî Başûrê Kurdistanê, û qada derveyîn. Li
Rojhilatî Kurdistanê jî pareke biçûk ji serbestiyê bi dest
agahdariya kurdî ketiye. Û jê kêmtir li bakurî welatî. Tenê
li Rojavayî Kurdistanê rewşa agahdariya kurdî herî li paş e.
Û ji ber ku rewşa agahdariyê di her welatekî de
girêdayî ye bi rewşa giştî de ji aliyên siyasî, aborî,
civakî, û çandeyî de; em dikarin bibînin çawa ku agahdariya
kurdî li Rojavayî Kurdistanê di bin bandora vê rewşê de
êşîgeke mezin dibîne.
Bêyî ku em têkevine şirovekirina rewşa giştî li Sûrîyê,
tunebûna demoqrasiyê, bindestiya gelê Kurd... Em dikarin
bibêjin ku, heya niha, agahdariya kurdî li Sûrîyê sînorkirî
ye di xeleka rojnamegeriyê de, ya ku ew jî sînorkirî ye di
xeleka tevgera siyasî ya kurd de, Loma rewşa vê tevgerê – bi
parçebûn û paşdemayina xwe – bi xurtî têkariyê li
rojnamegeriya kurdî dike.
Ji aliyê din de , gelek tûkên bingehîn hene di riya
xurtbûn û ferehbûna rewşa rojnamegeriya kurdî de li Sûriyê,
ji wan :
·
Qedexekirina rejîma Sûrî , di destûr û yaseyan de , û bi
hemî amîrên parastinê.
·
Kêmaniya xwendevanên zimanê kurdî.
·
Rewşa tevgera kurd ya nebaş , û guhnedana wê ji zimanê kurdî
re ; çi di warê hînkirinê de, û çi jî di warê bikaranîna
rojnameyên kurdî de. Ji bilî rojnameya «DENG» (ya Partiya
Hevgirtina Gelêrî ya Kurd). Di gel çend govarên sêrek..
·
Rewşa aborî û rola wê di guhdan û kirrîn û hînbûn û xwendina
merovê kurd de.
Û weku xuya ye , « gunehê » rewşa han ne tenê li ser
milê xwendevanan e, belê – ji bilî qedexekirina rejîmê –
beşekî mezin ji «guneh» tê ser mila tevgera siyasî ya kurd,
bêyî ku em ji bîr bikin para mayedar û rewşenbîrên kurd.
Çi nirxandin ji rojnamegeriya kurdî re , li dûrî van
xalan û li derveyî vê xelekê, nikare rewşa wê ya rasteqîn
bide ber çavan, û loma nikare bi asoyên duristkirin û
başkirina rewşa wê birame. Û bi vê nirxandinê em dikarin
pîrozbahiyeke bilind bikin ji rojnameya DENG re di bîranina
birêketina rojnamevaniya kurdî de – ya heftemîn piştî sedî -
di gel hêviyên serkevtinê di riya doza pîroztir de.