ÚÑÈí

 

 

ÇANDA FAŞÎST Û DEVGEMKIRINÊ ZERQAWIYÊN KURD , HÊZÊN TARÎ Û KURMÊ ŞÎRÎ HETA PÎRÎ…  ..!
31.01.2005 / 17,22 K.Binxetê

 
 

 Hêzek tarî (nuhkevnokî) di Malperek xwedî ne diyar û diyar bi nivîsin FASHÎSTYANE bi rê ketiye navê wê TEFŞO YE  lê navê wê ê rasttirîn  SIXÊFCO ye nasnameya wê eve : " EZ HATIM WE XWE BIDIN ALÎ ........HETA DEMEKE DIN SPASIYA XWEDÊ BIKIN KU SERÊ WE HÎN LI SER MILÊ WE YE " û ne di ber we deye wek “………….”. Yanî bi zimanekî din ê ku devê xwe veke ezê namûsa wî bikim beglig û talan !!!!!  Û  dawiya wî wê wek a " SIRO " be !!

BERΠ çend salan rewşenbîrekî kurdên rojavayê Kurdistanê di rojnama ARMANC a ku li Swêdê derdiket  ev hevt heyşt salin rawestyaye ,li pişt du nivîsên ku bi navê MISTO MASTO bû û ew

  di  Armanc de belav kiribûn ezê pir bi kurtasî ji kerma we qala wan herdû nivîsan bikim .....Û ji xwe ê ku bixwaze dikare wan bi destxe û bixwîne . Vî rewşenbîrî  , xwendevanê felsefê û helbestvanê gewre piştî  derkrtina     nivîsên Qeşmerok kirasê xwe çirand û bû hawar hawara wî û agir û xwîn bi xwev dît û got : "ku Qeşmerok keskî barûte û bê exlaqe û gereke sînor jê re bên danîn , ew qala namûsa xelkê dike yawoooo......." Lê ev rewşenbîrê ku li piş nivîsên Misto Masto bû  li ser nivîskarên  Kovara NÛDEM ê  gotibû     ku ew nivîskarin mewsimîn e û  birêz Firat Cewerî xwedî û sernivîsarê  kovara NÛDEMê û birêz Mihemed Uzun  / ji ber sedemin ku ew û em baş dizanin bê çibûn/  kiribûn dizên her tiştî û şahrezayên danheva pera û qala keçeliya ser birêz Xelîl Dihokî jî kir bû ku wek niza çi dibiriqîne û ji ber fedî dike!!. "Ew di naverokê de bû ......haaaaaa ma hûn fêm nakin ev  felsefa henekaye, hûn çiqas ji wêjeya ken fam nakin yaooo "!!! Îca dema  kesek li pişt nivîsa Misto Masto be ma gelo tu maf ji xwe re hiştiye ku ji Qeşmerok re bêje " Ev çi bê exlaq e qala tiştên dûrî naverokê  û tiştên ne li rê qal dike !! ".... Ev tenê çend mînak bûn ji sedên gotinên Misto Masto !!KU gotinên Qeşmerok na gihên tuza wan !!!

Ana ez bi tevayî li gel Qeşmerok im an na  ? Ê bixwaze bela li nivîsa min a ku min li tenişt nivîsa Qeşmerok belav kir bû vegere ku min têde gotibû ku her rexnegirek berpisiyarê rexneya xwe ye û zane çi û çima dibêje ! Ji bilî wê  ez her dem li gel Sîrwan xwediyê  Malprera Amûdê   // hê ez nizanim ku ew ji sedî sed Qeşmerok e // di têkiliyan debûm ku Qeşmerok dûrî rastiyê nere û ji zimanê wêjeyî  dûr nekeve !!Ji vê bêtir min çend caran  jê hêvî kir bû ku nivîsa ŞIVANBÎR ji Malperê bê avêtin..!

Îca Misto Masto û ên wek wî şûjina di çavên xwe de nabînin lê qilçixa di çavên xelkê de baş baş dibînin !!! Yanî ji min re helale ji te re herame , yan ez ez im yaooo me tu kare xwe bi bejna min re bipîve !! Ev çanda xwe dîtinê û ji ê din re tunekirinê  ye !!

Ezê qet SÎRWAN ne parêzim ji ber ku ew têra xwe heye û wê ji min û wî re  kêmanî be ger ez wa bikim  !!! LÊ , dema li wî an li xeynî wî gefên kuştinê bên xwarin ku li ser koçikek paltalkê hatin ziman ji bo nivîsekê û hingê babeta koçkê li ser REW&ŞENBÎRÊN Rojava bû û kesî dengê xwe nekir tev ku pirrrrrrrr rewşenbîîîîîîîîîîr di koçkê de amade bûn û hinek ji wan endamên Komîta Birêvebir a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojava bûn û kesî dengê xwe nekir û negot ku ew li dijî  tehdîdên weha ne ku ev beşek ji  kultura FAŞÎZMÊ ye ku rê li nerînên cûda digre û wê me ber bi kultureke ZERQAWAPOYAN e de bibe .Ez hingê ne li koçkê bûm ji ber ku ez eslen narim wê koçkê!   Helbet ez vê geflêxwarinê şermezar dikim  !!! Ji ber ku kulturek weha tirsê dixe dilê kesên ku bixwazin nerînên xwe bêtirs bînin ziman û wê rê bide çandeke FAŞÎST ku devan gem bike û îca dema lêdan û kuştin ji wan neyê ji kesên hember xwe re sixêf û şoran bikin û dost û yarikan ji dê û xuhên wan re çêkin ku wan çav şikenandî bikin û me di nav kultura sixêfan û tirsê de xewwwwwwir bikinnnnnn  !!!!!

Ev çanda  Faşîst di nav kurdan de  bi damezirandina APOÇÎTIYÊ  RE dest pê kir bû û hêdî hêdî  rê ji xwe re fireh kir bû    dema dest bi TESFIYA kesên muxalifên xwe kir bû li ser bingeha ku ew tenê ê rast in ê welatparêz in ê bi şerf û namûs in û ên ne bi wan re bin ne weha ne û gereke devê xwe venekin yana ji kuştinê pê ve tderman ji wan re tune yan divê ew wek kesin ”

BÊNAMÛS” û ” XAYIN” bên destnîşan kirin  !!Û ê ku    bibe APOÇÎ jî gereke heta bi mirinê bimîne APOÇÎ û li hember SEROKÊ GIŞTÎ qet dengê xwe neke û ger hema hema ceger bike û tiştekî ji wan tiştan bike ew jî dermanê wî kuştine û ji xwe pir kur û keçên bavan bi   destên hevalên xwe ên APOÇÎ bi fermanên APO hatine kuştin û winda bûne û ji xwe mînak diyarin çi li Kurdistanê çi li Ewropa û ne pêwistî binav kirinê ne !!! Îca ev kultura Faşîst a sixêf û geflêxwarinê APO bi xwe eşkere û vekirî li ser TELEFIZYONA xwe bi kar tanî û ger wî ev rê venekra wê APOÇÎ û dilxwaz û tirşikçiyên wan jî ev yek nekra !! wek  we bihîstiye pir pir caran Apo li ser mixalifên xwe  gotiye ew kesin "bê namûs in ", " rezzîl in" , "xayin in" ,”ker in”,”bergîl in” , ” QEHPE ”  û hurmet ji tu kesî re nehiştibû û ta ji kesên ku berî Apo bi  xwe bê rûyê cîhanê di nav siyastê de bûn û  bûyera derketina rehmtî Hemreş Reşo ji studya Telefizyona Apo hê li ber çavan e û şêweyê axaftina wî bi PR.Ismet şerîf Wanlî re mînakek dine !!!! Îca dema ku hema hema yek nivîskê ne li gor dilê te binivîse yan nivîsekê li ser te binivîse heta ku hinek çewtî jî tê de hebin tu yekê neke dudu û jê re bêje tu wa û wa û wa û wa yî û bi kêfa xwe xelkê "bi namûs " û " bê namûs " bikî û wan li gor dilê xwe bike xayin yan welatparêz gelo ev wê rê li ber ÇANDEKE ” çawan” vekî ....Ji bilî çandek Faşîst û tarî û ketî û çandina tirsê di nav endamên civatê de û bibe cîgirê Apo ku ew bi xwe dameziranê wê ye di nav civata kurd de , nexasim dema rewşenbîr bi kuştinê bên tehdîd kirin !! Û qala dê  xuhên wan bê kirin yan wê  ” q……..”  ziwa neyên berdan   !!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!! Rewşa civata me , çanda me  û tevger û rabûn û rûniştina  û dan û standina me bi hev re û bi dijminê me re Pirrrrr teqinye û pêwistî TEVDANEKE BÊTIRSE  û hejandineke bingehîne ku her tiş ser û binî hev bibin û civat û ramana wê  ji nû ve ava bibe .....Bela her kes a xwe bêje û bela dîrok biryarê bide bê kî rest û kî şş bû bela çanda Faşîst a geflêxwarinê û devgemkirinê ji nav me rabe û ev kultura genî a sixêfan bi wirde here ji bû ku civata me sînorên tirsê bişkîne û rêkê ji xwe re veke û divê her kes û her dişit di bêjingê re derbas bi be ta ku zelalbûnek rû bide û helbet di rewşek weha de wê hinek peşk li kesin bê gunh jî bikevin  Lê bi hêviya ku bi bêhemdî be ne ji qesdî be!!!! Û êdî berjewendperestiya kesane jî ji nav me bêoxir bibe  û  têkbiçe  û mirov ji bo rewşenbîriya xwe ger pêwist be qurbaniyên bê sînor bide û li şewqa telefizyonan û meaşênrehet  negere  !!!!

Di baweriya min de heger mirov "xwedî exlaq" be mirov berisiva yekî " bê exlaq " bi şêwyekî hê jê " BÊ EXLAQ"tir nade !!! Dema mirov bi xwe bawer be û ji bin xwe netirse ku şille û tevdanek dikare bînek genî ji mirov bîne der mirov guh nade gotinên tu kesî wek ku birêz FIRAT CEWERÎ , M.UZUN û X.Dihokî kirin û ti gotin  ji Misto Masto re nekirin û dinya li serê wî ranekirin û ne gotin” yaooo ev qala namûsê dike yaooo” Û tu nivîs bi navê BAVÊ MASTO  belav nekirin û ji xwe BAVÊ QEŞMEROK ê rast naskiriye hevalnên wî bi xwe lê mukir hatin û de bela nave wî ê rast heta dem bê  ji dîrokê re  bimîne  û ji xwe ev kambaxa  dîrokê kesî efû nake!!!!!!!!!!!! Ez dîsan û dîsan bangî rewşenbîran çi ên li welat çi ên li derve dikim  : ku bêdengî mirine û dîsan û dîsan dibêjim bê dengî êdî li ber çi  çewetiyê  be helwesteke bizdok û revok e ,ta kengî emê bizdok û NERCISÎ bin û bêjin ma çi ji me re lazime wê sibe hinek qala namûsa me jî bikin îca ev ji riya bavê me kême !!! NE xasim dema rewş  bigihê asta tehdîdên kêra û kuştinê û binpêkirina namûsê çi rast çi derew wê gavê ê bêdeng dibe şirîkê ê gefxur û hema hema wek wî dibe gunehkar !!!Heger em “rewşenbîr” fetwên weha li dij hev derxin û sixêfan ji hev re bidin îca beşên din ên civatê wê bigihên çi rewşê!!!!!!!!!!!!!!!!!

Ji wê Malper û hêza tarî re dibêjim ku hûn bi xwe bawer bana we Malpera xwe bê xwedî ne dihişt // ez tenê rêzê ji R.Xerzî re digirim tev ku nivîsa wî bi tevayî dijî min bû û ez kiribûm xayin jî , ji ber  ku wî nerîna xwe bi navê xwe li gor ” agahiyên”  ku gihane guhê wî  aniye ziman û ez destê wî bi cegedarî dihejînim û jê re tenê dibêjim keko em  tam  35  kes bûn ne 40-50 kes bûn û xwezî tu xelkê li gor kêfa xwe neke xayin    // !!!!!!!!

QASHO hûn rewşenbîr in/ wey çavên xwedê li cegerdariya rewşenbîriya we be/ ku hûn rewşenbîr bana we nivîsên xwe  di qurçikên tarî û bênav de belav nedikirin û hûnê li gotinên xwe xwedî derketana û wenê eşkere û vekirî  bi gota ev em in û ev nivîs û nerînên me ne!!!!

Qeşmerok bi pir rastiyan û çend  çewtiyan û bi avakirinek FANTASÎ di çend nivîsan de hûn tevdan û gêjomêjo kirin û kir ku hûn exlaqên xwe ên rast  derxin holê û sewya xwe ji xwendevanên kurd û xelkê re diyar bikin !! Û we gotinên Qeşmerok ên rast û ên fantazî li xwe rast kirin û ji xwe ê ku nikaribe xwe bi xwebawerî biparêze û gotinên ê hember xwe pûç  bike wê çi bike wê wek we bike wê dest bi sixêf û şoran bike ji ber  ku hûn ji hundir de hejyayî ne û tirs di hinavên we de miç dibe dema kesek nêzîkî kesatiya we dibe ê ku ji kesatiya xwe ne bi tirs be “ gotinên ser tenûran”  di pişt guhê xwe re davêje û qet      bersiva wan na de !! ... LÊ hûn dizanin çi  : bi sed

xwedayî û hûn bi xwe jî dizanin ku bi her hal û dîsan dibêjim bi her hal gotinên Qeşmerok pirr kenê mirov tînin lê gotinên B. QESHMEROK û hêza tirsonek û tarî  giryê mirvo bi we û me tîne û  mirov di giryanê de dixeniqîne !!! Ku hîn kesên weke we di civata me de mane !!!!! “ Xumeynî û Apo û Zerqawî  “ bi  hev re li gel çend sofiyên bi rî lê bê simbêl îca wê çi teşkîl derkeve û wê çi çand  bê efirandin !!!

Ez û faşîstên tirsonek û tirşikçiyên wan di çend xelekan de emê bihevre bin xeleka bê wê bi navê: EZ Û ROJ TV Û MUNAFIQIYA MIN BE û xelka bi dû de wê bi navê:  EBDELLA OCELAN Û XAPANDINA GELEK Î BE ……….!!!!

*  HÊ ji kerma xwendevana bi xwedê ez nizanim bê piştî vê xelekê  yan a yekser bi dûde wê tu xelekên din hebin ji ber ku va ji ana ve ji ber QAZQAZ BEG ( QAZME ) direilim û çogên min li hev dikevin ku bê pêşiya min şeqamekê  û tûrikek sixêf  li  nav çavên min xe û  bibêje =Mine kuro wa xwiya ye ku çavê te lê ye tu jî wek "SÎRO" xwe bê wêje bikî û poxên me derxîne, ez ji vê ditirsim!!!!!!!!

* çima  Apê Qazqaz e mane hûn dibêjin ku hûn bêrîne û poxên we tunene û ev "HE....."ê "Sîro" bê bextiyan li we dike û qurbana serê te bim Apo ma ê ku poxên wî tune bin wê çima bitirse = Na na hûn tevdan û xerabiyan dikin .... û hûn bi hêzên derv re girêdayî ne!!!!!!!!!!

*  Apê Qazqaz e  ji kerma te min gotina te birrî li min negire bi restî ez

ji te pirrrrrr fedîîîîî karimmmmm ji ber ayatên te   ên ezmanî û temenê te ê

dirêjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjjj

hinekî xwîna min germe bise berî gotina devê hineka ku min xwe pê ve zeliqandiye ji bîra min here û ez nema zanibim   biaxivim û lalomalo bibim tu ji min” mestire” jî lê ezê şîreteke biratî li te û wan ên li bişt te û  lawê xalê te ” SIXÊFCO” vedişêrin bikim û wek tu û ew dizanin ku şîretek berê bi devakî bû lê ezê tu deve meve ji we nexwazim .....ji ber ku devên we incex  têra barên sixêfên we bikin !!!!! = De zimanê xwe kin bik berî ez ban lawê xaltîka xwe Qusquso bikim , welle îca şîretên te ji me kêmbûn  de bes biştexil berî ku ez Qazqazkê li nav serê te xim û lawê xalê min SIXÊFCO sixêfcokekê birijîne nav guhê te !!!!* Apê min Qazqaz Beg çima tu wilo bîn tengî êêêê de ka rê bide min qurbana qirika te a rizyayî bim....berî ku tu gerim bibe û bedelek dicûn ji min re bidrû !!!!= De ka temenê xwe kurt bik û zû bêj ji ber ku kurmeta min DEREWRISTO û şêfê min SIXÊFCO  li pişt min in û nav di min didin û çavên min pir sor bûne û sixêf li ser zimanê min  bûne gir û kurmê min şiyar bûye û terektor dixwaze    girê min cot bike !!!!!!!!!* Biner apê Qazqaz Beg bi serê te ê pehin sûnd duxum û ji dil dibêjim ji ber ku em tev mirov in û ji xwîn û guşt in em tev karin şşiyan û rastiyan jî bikin û şaşî çendî mezin bin jî riya xwestina lêborînê ji kesên cegerdar re vekirî ye û wêrek bûn ewe  ku mirov bêje ev bû şaşiya min û ez lêborînê dixwazim û li dost û riya rast vegere ..!! = De îca li vî qurmiçyê ha binerin xwe li serê me kir faylaaaasûûûûûûûf……… .....* Hasha hasha Qazqaz beg ez bi aqil  û dicûnen te bikim ji te pê  ve tu feylesûf meylesûf di nav me de nînin !!!!! = A wiloooooooooo  gidînoooooo te hihekî dilê Apê xwe  xweş kir * Erê qurban erê û estexfirû ellah feylasofê çi û halê çi ma ji we û APO yê we pê ve tu pêximber û feylesûf di vê serdemê de hene nexasim piştî wî feylesûfî ” qampa”  xwe bir havîngeha EMRALÎ û li wir dest bi kifşên xwe ên feylesûfî ên sergêjdema nû kir û ji nû ve ji me re Feylesûfê  Pêşketin û Aşîtiyê KEMAL  ETATURK // Ê ku MANDÊLLA xelata wî wergirtibû// û felsefa wî destnîşan kir û ji feylesofekî faşîst bû feylesofekî KEMALÎST û aşîtîxwaz nexasim dema lêborîn ji dayikên TIRKAN xwest lê dayikên KURDAN ku  wî bi xwe zarokên wan şandibûn ser mirinên hetmîîîîî ew çine keko kurd muriiiiiid ana em : ” Ewropî ne TIRK IN û xwedê giravî bingeha me kurd  e û ji xwe dayika me jî hê di firokê de  bibû TIRK” helbet helbet apê Qazqaz hûn feylesûûûûûûûûûûûûûf…..,helbestcan  , roman...jen , stirangêj, sîmfonîdandededededar, lêqolînqqqqqqqqqar, şanoheeeeeeer û pistpistgoter û derewristner û bêbextîwêner   û sînemederhinnaaaar û mêvanpeririririrwer  û     ZERQAWÎHUNERIN      jî ...ta dawî..Yanî bi gotinek kurt hûn rewshenbîrên pirrrrrrrralîn eeeeeeeeeeeeeee !!! LÊ   ji ber nivîsên xwe fedî dikin û xwedî lê dernakevin û xwe didin enîşkên tarî !!! Û di taristanan de fermandar û Mesîh in ( Îsa)!!!! = Yawoooo mi nizanî bû çiqas cirrrra te ne xweşeeeee  looooooooooooo em hîn ji ewê han ( destê xwe datîne ser   cênîka xwe û hinekî wek Suqrat dirame û  li dora xwe divîzike !!  ) erê hat bîra min "SÎRO " xelas nebûne îca tu je me re ji ku derket û ji xwe hinekan ji min re gotibû ku deftera me a girtî li cem te ye û ew ji te ditirsin ku tu wê bêxwedîka rast vekî ica emê li ( tilîkên xwe dixe devê xwe û di fîkîne)   " SÎRO " poşman bibin û bêjin wey sed hezar xwezî bi "SÎRO" lê ne bi vê BELA RESH a din ku piştî  şeş hevt salan ji bêdengiyê ji bo xatirê ” nan û xwê ” û li ser hêviya ku em li xwe vegerin û xwe dîsa rast bikin û me ne kir ! me dinav çavên xwe de peeeeeeqqqqqqqaaannnnndddddddd û ya ellah û ya sittar !

* Dîsa ji kerema te û asta gotara te a berze Apê Qazqaz e  û yekxwînê te SIXÊFCO te ji min dirêjtir kir lê bi ser û binê te ê hilhilî û yekbendên te dikim ezê tu carî tu nav mavan nebêjim û gotara xwe ezê danexim asta gotarên " SÎRO " ên " BÊ EXLAQ "lê ez soz didim ku ez sûd û şarezahiyê û felsefê ji  gotarên rûmet çiyayî ên we û Malpera we  SIXÊFCO  wer bigrim nexasim ji wê çîroka LÊQOLÎNÎ û ji we fêrî EXLAQ û giranbuhabûna felsefê bibim û ji xwe tu kîna min bi tu nav û kesan re tune wek kes wek mirov //  NIZA ne hûn hîn mirov in kes in an bûne HALET // lê kîna min li gel helwest û kirinên wan e , ne li gel kesatiya wan e ,yaoooo min dîsa hinekî dirêj kir apê Qazqaz e ez hêvîdarim li min negrî ...lê di dawiya dawî de dîsan dibêjim em tev mirov in û tev karin têkevin şaşiyan lê wey sed xwelî li serê wî  be ê ku şaşiya xwe bibîne / yan dostek jê re bibêje/ û bi cegerdarî lêborînê ne xwaze !!! Û ez û te ta gotareke din bi hevrebin bela  serê ” hêzên derve ên ku ez bi wan ve girêdayî me ”  saxbe û xwedê me ji bobelatên ku kenê mirov bi wan tê biparêze .BI rastî mirov nema zane ne mirov bi halê we bigirîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîî  nej î bikeneeeeeeeeeeeeeeeeeee!!!!!!” WELA HEWLA WELA QUWETE ILLE BILLAH”!!

  Rawste berî ez dîsa ji bîr bikim xwedê neke tu apê min bî tu li biraziyên

xwe ên kevin û ên nû sed hezar  pîroz û bummmbarek  bîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîî

Û li bende gotara min a bê be………….. = De ji ber çavên min ên Qazqazkî biqeşit ev ne ………………………………* De xem nake ezê wek xwe binivîsim û romannivîsê we xwediyê çîroka lêqolînî û şexsiyeta xurt bela weke xwe binivîse û bela dadgeha me kesên bêlayane û dîrok bin !

…………………………………………………………………………………………………………………………………………………………..

TÊBÎNÎ: Ev têbînî tenê ji EBQERÎ û RAMYARAN re ye, ên din qedexeye bixwînin fermo : ………!!!!!!!!!!!!!!!!!

………………………….!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!……………………….!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!..................!!!!!!!!!!!!!!!!.......

!!!!!!!!!!!!!!!!!..................................!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!.................................!!!!!!!!!!!!!!!!!!.........!!!!!!!!!

                                                                 MERVANÊ KELEŞ                                                                Ingilistan

18 / 12 / 2004

      

mervan111@hotmail.com

 
 
 

 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي                      ©  ***     ©                       Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye

 

Veger ØØØ

ÇáÑÌæÚ ×××

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Syrische Kurdistan