عربي

 

 

 K.binxerê 04.06.2005

Dara Ûcaxên Kurdayetiyê
Na Çilmise      
Bêwar Ibrahîm



Bêwar Ibrahîm

Were Qamiþlo were !
Dengê bê dengiya axîn û nalînên

Ku di sînga te de sincirîbûn
Li ser peravê çemê Ceqceq bi peqîne,

Agirê di navbera
Derya û peravê de gurbûye vemrîne,

Wêraniya Qidûr Beg
Di bin konê Þîniya xwînlî de bi civîne

Xewnên keç û xortan ji nû ve li ser
Teþiya rastiya tal û zilindar bi rêse,

Peyva heqiyê ji bin lingên megrûdan bikþîne,
Tovê mirovantiyê

Ji xaka bor û bê ol bide hev .
Were Qamiþlo were !

Þîretên þîretkarê ol û kurdayetiyê
Þêx Maþûqê Xeznewî

Ji nûve þirove bike
Fetwakê bê bertîl ji xwe re peyda bike

Û ji wan bi pirse :
Gelo ! çima bi taybetî Þêx Maþûq û ne kesekî din ?!

Gelo ! Mirovantî kuþtin?!
An zanîn û oldarî kuþtin?!

An welatperewrî û aþtîxwazî kuþtin ?! .
Bi van pirsan re ...

Berf û baranê ...
Di kîmkîma germa havînê de bibarînê ...

Muhrên cegerdariya oldarên Kurd
Li ber semaya mûsimê ceh û genim ...

Li ser aniya dem û dîrokê bi çesipîne ,
Þilfê xencerên cegerdariyê

Ji kalanan bi kþîne
Û di çavên xiyanet û xapandinê de bi çikîne .

Were Qamiþlo were !
Ji wan re bibêje :

Çandiniya li ser dêmên deryayan
Bê bere ... ne tu çandiniye ,

Veþartina li piþt dîwarên nizim
Bê havile ... ne tu veþartine ...

Îro ji kelkela tîna roja azadiyê ...
Xwîna zanyaran li ser

Destên tewanbaran tê rijandin ...
Ew nizan in

Ku zanyar Ûcaxin û
Þêx Maþûq þaxek bû ji dara

Ûcaxên Kurdperweriyê .
Were Qamiþlo were !

Ji wan re bibêje :
Ku Amedê eba Þêx Seîdê Pîranî

Li xwe pêçaye ..
Mehabadê cibê Pêþewa Qazî Mihemed

Ji xwe re kiriye AL,
Û li navtara Çarçira daliqandiye

Hewlêrê þal û þapê Barzaniyê nemir
Kiriye sîwana parastinê,

Li derdora herêma Kurdistanê
Û va îro Qamiþlokê her libekê ji

Tizbîya Þêx Maþûqê Xeznewî
Dike Av,

Û li civata pêxemberên Kurdayetiyê digerîne .
Were Qamiþlo were û Ji wan re bibêje :

Gemar bi ava girik paqij nabe ,
Her bostek ji xaka kolanên te

Wê bibe hawar di
Guhên bê guhan de ,

Her canek ji canê þehîdên te
Wê bibe berbang ji

Reþtariya wan re ,
Her derîyek ji derîyên te

Wê bibe çopilme û dojeh
Ji raman û bedena wan re

Û xwîna Þêx Maþûqê Xeznewî
Wê bibe ronî di nav rûpelên

Dîroka mirovantiyê de ...
Lê ... ji zordar û tewanbaran re ...

Wê ev xwîn bibe jehr û siyanîd ...
û heger bawer nekin ??

Bela li ûcaxê bav û bapîrên wî vegerin
Û li ber ava destlimêja wan

Ku darên hiþik þîn û geþdikin
Xwe tahir bikin .

Were Qamiþlo were !
Barana girîyê mêran ,

Bi ronahîya xwîna
Cegerdariyê vemrîne û

Ji wan re bibêje :
Kuþtina Þêx Maþûqê Xeznewî

Ji wan re nabe serketin û dîlan ...
Belê ... ji gelê Kurd re

Ji Qamiþloka vîn û evînê re ...
Careke din bû serhildan ... bû serhildan

Wê teyrên Ebabîl
Ji nav çirisandina xwîna wî

Derkevin û di asmanê fireh û bê stûn de
Bifrin û

Xewin , daxwaz û hêvîyên te Qamiþlo !
wê bi parêzin .... erê wê bi parêzin .


Qamiþlo
03/06/2005

 

Ev helbest di bin konê þîniya Þêx Maþûqê Xeznewî de de hatiye xwendin.
 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي                      ©  ***     ©                       Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye

 

Veger ØØØ

الرجوع ×××

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

Kurdistan Syrien