عربي

 

K.binxetê-16.06.2005

Sûnda te xetîra reþtariya me ye

Bêwar Ibrahîm
 


Cenabê Serok Mesûd Barzanî !

 Karwanê þehîdên riya Kurdayetiyê di wesyetnameya xwe de gotibûn : Eger Kurdistan felat û azad bû mizgîniyê bighînin me ...Îro, sûnda serweriya te mizgîniye ji wan rêber û þehîdan re.

Ey zinarê di bejna çiya de

Bi banga pêþîn ji newzadiya te

Ji gulpa yekem ji þîrê diya te

Bi berkê pêþîn ji lûlka tivinga te

Bê tu bê sûndan

Te sûnda xwe da ...

 

*****

 

Ey evîndarê welatê rojê

Mirîdê Kurdayetiyê

Pêxemberê aþtî û tenahiyê ... ,

Di sikak û kolanên reþtarîyê de

Zindan di sînga zindanê de

Xwe li bejna felat û azadîyê dialîne ;

Dem dûdilî bûye

Gaveke li pêþe yek li paþe ,

Þehlewendiya salan

Bizav û hilmetê diwestîne ,

Dergehên rastiyê

Li ber tirs û lerizandinê venabin ... venabin ...

Rojên fediyok û þermîn

Di nav xulî û dûmanê de ditemirin

Birînên bê ewle

Li ser cendekên xwediyên xwe

Dikelin , difûrin û diherikin ...

Ji erd û asman dipirsin :

Çima buhar di sînga havînê de dibe zêr ??

Lê jiyana me bi bahozên har re dibe dêw ?!!

Dahola nepeniyê diçirîne ...

Buhar , havîn , payiz û zivistanê

Li ser sînga  Dem û dîrokê

Dike dojeh û mêrga stirîyên beloq ...

Lê ... daxwaza xwedayî di wê

Kêlîka gewre û þadûmand de

Tîp û peyvên wê pirtûka pîroz

Di bin hevgirtina tilîyên destê te de

Pêlên ronahîya sozên felat , azadî  û geþîyê ...

Bi bayê sûnda te re

Li ser peravên deryaya perîþan

Bêkes û bêwaran belavkirine ...

 

*****

 

Ey Pêþmergê dêrîn û cegerdar !

Ji mêj ve pîzotên agir

Li ser zimanê rastgo vemirîne ...

Belê ... gewriya sûnda te

Di bin kelkela germa havînê de

Dilopên xwêdana te

Jenîn û keserên dil û cergê te

Kire baran û bi ser wan zimanan ve barandine

Çirayên rastiyê ji nû ve vejandine

 

*****

 

Ey hawara evîn û tenahiyê ...

Felat ,  rastî û azadî

Doza vekirina pencereyan

Di dîwarên gorên xwe de dikin ,

Doza hildana alên cegerdariyê dikin ,

Doza pînekirina mitêlkên

Birçî û berîþanan dikin ,

Doza parastina bêrîbûna zarokan dikin

Naxwazin bizav û hilmeta me ketî be

Dixwaze em þînî û mirinê

Ji nav qermîçokên dêmên welatiyên xwe bimalînin ...

Evîn , atþtî û mirovantî ...

Xwe di nav rêbaza Bavê te de

Na ... Na ... Bavê me Barzaniyê nemir

Diparêzin ... erê xwe diparêzin ,

Gewriya nirxê vê rêbazê

Volkanên xwînê di damarên laþê te de difûrîne ...

Ji þerê Çaldêranê ta sala 2005 ê / 14 ê cehdêranê

Gelê Kurd li seranserî cîhanê

Li benda sûnda vê serweriyê ne .

 

*****

 

Ey serwerê berbangên hêvîyan !

Þîhîna þoreþên beravêtî

Piþta dem û dîrokê ditewîne ...,

Li ber bayê vedenga vê þîhênê

Alayên þoreþên rastî û nûbûnê bilindibin ...

Leþkerê Pêþmergeyên

Avakirina mirovantiyê bicivîne ,

Pelên rûreþ û razayî ji dîroka

Pêvajoya Kurdayetiyê biçirîne ...

Her çar çirayên vemirî

Bi ronahîya sûnda xwe

Li navtar û kolanên Mehabad vejîne ,

Xaka Diyarbekra Þewitî

Bi destê xwe bixepêre

Hestiyên Þêx Seîdê Pîran derxîne

Bi ava azadiyê ji nû ve biþo û

Bi alayê Kurdistanê kefen bike ,

Bihêle ku ronahîya roja vî alayî

Li ser kûpên çiyayê Ararat ,

Cûdî û Bagokê bê þer û xwîn dîsa  belav bibe ;

Tu bi xwedêke serwerê me !

Tê Qamiþloka bê mirad

Ji dara mirada xwe bê par neke

Ewrê aþtîxwaziyê

Ji ser kûpê çiyayê Qasiyûn ta bi

Deþta Cizîra Binxetê bibarîne ,

Buhara Cizîra Mîr Þeref û Dêrgul

Li Þama Þerîf  li ser sînga

Mîr Bedir-Xanê Azîzî ji nû vejîne ,

Xwîna Þêx Maþûqê Xeznewî

Bike barana Xêrê û bi ser

Rûreþiya demê ve bibarîne .

 

*****

 

 

Ey bayê mehrebanî û dilovaniyê !

Li kîjan welatî - ji bilî Kurdistanê -

Lûlikên tivingan ji berikan dimalînin û

Bi gul û kulîlkan dixemilînin ???

Li kîjan welatî birîn dibin roj

Li ber bayê hevgirtina sûndên gewre ???

Pêvajoya jiyanê bê ast û bê radeye

Û rêbaza Pêxemberan

Berbangên þevên dirêj î reþtarîyane ,

Çirayên geþin li ser çardirî û çar aliyane

Bela ... kevok bê saw

Di nav refên Baz û Qertelan de  bifirin ,

Bela ... Serok û desthilatdarên Rojhilata navîn

Ji serweriya te hînî

Aþtî û tenahiyê bibin

Bela ... hînî mirovantiyê bibin

Erê ... bela hîn bibin ... bela hîn bibin .

 

Bêwar îbrahîm

 

Qamiþlo  14 / 06 / 2005

 
 
 
 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي                      ©  ***     ©                       Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye

 

Veger ØØØ

الرجوع ×××

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

Kurdistan Syrien