عربي

 

 

K.binxetê-01.07.2005

Hevpeyvînek Taybet li gel nivîskarê Kurd Foad Sîpan

Hevpeyvîn:
Mihemed Brîmko

Da ku em karibin ronahîyê bêtir bidin ser rewþa Kurdî li Bakurî Kurdistanê û herweha guhartinên bi lez li rojhilata navîn me hevdîtineke taybet bi nivîskarê Kurd Foad Sîpan re pêk hanî, li dirêjahîya bersivên xwe de berêz Foad weha axivî...


1- Tu nivîsa Kurdî di çi astê de dibînî?

Bersiva vê pirsê bi taybetî zimanzan dikarin baþ bidin û þîrove bikin. Lê ezê dîsa jî lê bixebitim, bersiva we bidim. Ji ber ku ez ji tîpên erebî hîn nebûme û nizanim, loma mixabin nikarim li ser nivîs û pirtûkên Kurdî bi tîpên erebî tiþtekî jî bibêjim.

Hêjayî gotinê ye, ku beriya li ser babeta pirsa we ya yekem bisekinim, bi mînakekî dest pê bikim. Ez berî demekê bi Delegasiyona Navenda Pena Kurd re li Hewlêrê bûm. Em di 29.03.2005an de mêvanên Partiya Demokrata Kurdistan bûn. Ji navenda partiyê kek Abdella bi me re bû. Danê sibê di pê serdana rojnama Xebat û di dû re jî serdana Parlamena Kurdistanê, em çûne Hotela Xanzad û me li wê derê xwarina nîvro-firavîn xwar. Hotela Xanzad di navbera herêma Selahedîn û Hewlêr de ye. Ez bawer im li Kurdistana Azad Hotela Xanzad ya herî baþ û modern e, ku di sala 2001an de hatiye ava kirin. Jixwe mêvanên hukumeta Kurdistanê yên ji dewletan jî li vê Hotelê dimînin. Navê Xanzad gelek bala min kiþand. Em li ser piya ne, ku xwarina xwe bigirin. Li ba min birêz Sero Qadir ku bixwe berpirsiyarê çapemeniya PDK ye heye. Min jê pirsî ku gotina Xanzad têye wateya çi? wî jî got, tu Xanzad nas nakî? Min got mixabin na. birêz Sero Qadir got, Xanzad jineke Kurd bûye, ew di sedsala 17an de mîra Kurdan bû. Ez û birêz Sero Qadir hinek li ser dîrok, zarav û alfabeya Kurdî sekinîn. Û herwiha em li ser xerabiyên dijminan û kêmasiyên xwe sekinîn, ku em baþ dîroka xwe jî nas nakin. Xerabiyên dijminan yên herî xerab jî ew in, ku alfabeya Kurdî perçe kirine. Kurdên Bakur qet ji alfabeya ereban nizanin. Kurdên bi tîpên erebî nizanin bixwînin û nizanin jî bi tîpên erebî li ser Kurdan çi hatiye nivîsandin.

Birêz Sero Qadir pêkenokek got, ku wî li Amedê ji Amediyan bihîstiye. Dema cara pêþîn tirên tê Amedê xelk dertê derve re, lê dinêre û kes jê dernaxe, ku ev malmîrata hesin ji çi re dibe an jî bi kêra çi tê. Ji ber ku ti kes jê dernaxe, ku ewê vê Tîrenê çi bikin, loma xelk dibêje, de wa hesin e tê û dihere, dema hat û çû, emê jî derên derve lê binêrin. Birêz Sero Qadir mesele anî ser me Kurdan û alfabeya me û got, niha em jî wek Amediyan dikin, nivîs û pirtûkên ku hûn bi tîpên latînî dinivîsînin, em wek ku Amedî li tirenê dinêrin, lê dinêrin û tiþtên ku em bi tîpên erebî dinivîsînin, hûn jî lê dinêrin. Belê, mixabin realîteya me Kurdan hê di vê qadê de ye.

Paþê li ser xwarinê ez ji birêz Nejat Azîz Surmê hîn bûm ku Xanzad di navbera salên 1730/40an de li herêma Selahedîn, Rewandiz, Biradost, Ranya û heta Qaladizê mîra Kurdan bûye. Û wî got, peykerê Xanzad jî li Þeqlawa heye. Dema ez vegeriyam Almanya, min lêkolîn li ser Xanzadê çê kir, mixabin ji bilî çavkaniya pirtûka nivîskarên Kurd birêz Rohat Alakom bi navê “FOLKLOR Û JINÊN KURD” rastî ti çavkaniyên din nehatim. Birêz Rohat alakom jî pir hindik li ser Xanzadê disekine û wiha dinivîsîne:

Xanzad piþtî mirina bavê xwe dibe seroka eþîra Balekiya. Hêjmara malbatên vê eþîrê hezar hefsed bûye û hemû rêvebirina karên eþîrê dikeve li ser milên wê. Ev yeka jî nîþan dide ko di salê gelek kevn de serdestîke jinan hebûye. (r. 71)

Wek min li jorê jî got, mixabin ez rastî ti çavkaniyeke din nehatim. Lê ez bawer im birêz Rohat Alakom behsa Xanzada mîra Kurdan dike. Çimkî wekî din gotina Xanzadê li ti derê derbas nabe. Birêz Rohat Alakom di pirtûka xwe de ne dem nivîsandiye û ne jî zêde li ser dîroka Xanzadê sekiniye.

Em niha jî werin ser babetê. Dijminên me raye û vîna me Kurdan dane bin lingên xwe û welatê me Kurdistan di nava xwe de perçe kirine. Dijminên Kurdan ne tenê welatê me perçe kirine, her wiha zimanê me, zaraveyên me û alfabêya me jî perçe kirine. Her tiþtên ku heta niha hatine kirin, ne bi gor û dîtin û îradeya Kurdan bûne, biryara dijminan her dem li dijî vîna gelê Kurd bûye. Lê îro êdî perçeyekî Kurdistanê azad e û hêdî hêdî ber bi serxwebûnê jî dihere. Ev 14 sal e, ku li Kurdistana azad perwerdeyî heta xwendina zanîngehê-zankoyê hemû bi kurdî ye û wek ez dizanim perwerdeyî bi tîpên erebî ye. Lê dest pêhatiye kirin, ku bi tîpên latînî hindik be jî êdî tê nivîsandin.

Dema Tirk bi navê “ilmê li ser zimanê kurdî” lêkolînan çêdikin, diherin bi Kurdên Mereþ an jî bi Kurdên Meletiyê re û yan jî bi rûniþtivanên bajarên Kurdan yên nêzîkî sînorên Tirkan re diaxivin. Ji ber ku ew Kurdên nêzîkî sînorên Tirkiyê ne, wan ji polîtîkaya asîmîlasiyona Tirkan zêdetir nesîbên xwe girtine û ne sûcê wan e, ku ew baþ nizanin bi kurdî biaxibin û dema dipeyivin gelek gotinên Tirkî dikin nava zimanê kurdî.

Armanca dewleta Tirk ji destpêka hebûna Komara xwe heta niha eþkere ye, ku ew naxwazin zimanê kurdî bipejirînin, Tirk her dem bi tiþtên vik û vala înkariya zimanê kurdî dikin.

Dema mirov li dîrokê dinêre, têde wê rastiyê dibîne, ku dewleta Tirk li dijî zimanê kurdî siyaseteke dijwar û bê perwa ajotiye û hê jî dajo û asîmîlasyoneke nijanperest li dijî zimanê kudî pêk aniye.

Bi rastî ez pir bi þanazî (îftîxar) dibêjim, ku tevî wan êriþ û dijwariyan jî dîsa gelê Kurd zimanê me yê þêrîn û delal di binê ewqas zor û pestanê de li ser pêyan hîþtiye û heya vê rojê aniye.

Lê mixabin mirov nikare di pirsa nivîsandina Kurdî de ewqas pesnan bide û bêje, zimanê kurdî di warê nivîsandinê de pêþde çûye. Min li jor jî got, sedemên nepêþdeçûyîna zimanê kurdî û nivîsandina kurdî dijminên Kurdan in. Lê berpirsiyariya me Kurdan jî ne hindik e. Ka em binêrin hostayê zimanê Kurdî seyda Mîr Celadet Bedir-Xan çi dibêje:

Malxirabino! ma we ew çend wext nîne, hon ko ji bo hînbûna zmanê biyaniyan bi salan ve xebitîne û îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin «fînfoneke» derewin bi lêv bikin.
Kuro eyb e, þerm e, fehit e. An hini zmanê xwe bibin, an mebêjin em Kurd in. Bê zman Kurdîtî ji we re ne tu rûmet e, ji me re rûreþîke girane.
Pesn û þabaþ û hezar pîroz ji wan re ko hînî xwendin û nivisandina zmanê xwe bûne û bi vî awayî mitta xwe xistine bêrîka xwe û ji bin bandêra miletên biyanî bi der ketine.
Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan re ko bi zmanên din dizanin bixwînin, binivîsînin û elfabiya zmanê xwe hêj nas nakin.
Mîr Celadet Bedir-Xan
HAWAR Kovara Kurdî Hejmar 27, 15. Nîsan 1941 Þam

Ez dikarim bêjim, ku gotinên seyda Mîr Celadet Bedir-Xan îro jî ji bilî Kurdistana azad li perçên Kurdistanê yên din derbas dibin. Lê ger mirov qiyasek di nav Rojhilat, Baþûrê Biçûk û Bakur de çê bike, mixabin Bakur di sinifê de dimîne.
Ez bi destûra we dixwezim bi saya vê hevpeyvînê hin pêþniyariyan ji hukumeta Kurdistanê ya nû re, ya di bin serokatiya birêz Mesût Barzanî de bikim:

Eger baþûrê Kurdistanê, hukumet û hemû dezgehên wê dixwezin di demên pêþde bi perçên Kurdistanê yên din re pêwendî, diyalog, bazirganî û ji bo ku çanda (Kultura) kurdî jî pêþde here, divêt ji niha ve xwe li ser van pêþniyariyên ku ez li jêr li ser pirsa zimên û Alfabeya kurdî dikim, di rojên pêþde amade bikin.

1- Divêt li Baþûr di hemû dibistanan de bi zaravayê Kurmanciya jorîn jî perwerde bêye kirin, da ku pêwendî di navbera Kurdan de xurt bibe û pêþde here.
2- Û her wiha da ku deriyê Kurdistanê bi welatên biyanî re, bi taybetî bi welatên DYA û dewletên Ewropa re bi diyalogê pêþde here, divêt alfabeya Kurdî bibe latînî û ji niha ve hazirî ji bo vê bêye kirin.

Yanê eger armanc Kurdistana mezin û yekgirtî be, divêt hukumeta Kurdistana azad ji niha ve li ser van babetan serê xwe biêþîne. Eger em dixwezin di demên pêþde di navbera hemû Kurdan de, him ji aliyê siyasî, him ji aliyê sosyal, him ji aliyê çandî (Kultur) û him jî ji aliyê aborî, bazirganî ve pêwendî pêþde here, divêt baþûrê Kurdistanê xwe li ser van mijaran amade bike, kar, xebat ji bo vê bike û gavan bavêje. Ez bi baweriyeke þidyayî di wê qenaetê de me, ku lawê Mele Mistefa Barzaniyê mezin, lawê Kurdistanê, serokê birêz Mesût Barzanî wê rola xwe baþ bilîze ku ala kurdistanê li her çar perçên Kurdistanê li ba bibe, bi dengê sirûda Kurdistanê “ey reqîb” çiyayên Kurdistanê bihejîne.

2- Kurd bi giþtî û nivîskarê Kurd bi taybetî, gelo karîbûn ev pêþveçûna têknolocî li cîhanê di warê ragihandinê de di xizmeta Kurdayetîyê kirina ?

Kê bawer dikir, ku îro di cîhanê de hema hema di destê her zarokekî de telefona destan (Mobil) hebe. Eger em sed sala 20an û ya 21an beramberî hev bikin, emê bibînin, ku di sedsala 21an de di warê teknolojiyê de þoreþek mezin çê bûye. Hêjayî gotinê ye, ku mirov di babeta pêþveçûna teknolojiyê de realîst be. Çêkirina teknolojiyê gelek zehmet e, belkî hin tiþt hene bi dehan salan, bi sedan salan têne ceribanid, paþê dikeve bazarê û têne firotin. Lê bikaranîna teknolojiyê ne wisa wek çêkirinê bi zehmet e.

Ez dixwezim di warê ragihandinê de ji jiyana xwe hin mînakan bidim. Kêm zêde ji vir 20 sal berê me bixwesta, çi partî, an jî çi mirovek der mafê civînek, semînerek, yan çalakiyekê de agahdar bikin, mirov çiqas jî jîr û jêhatî ba, belkî ancax dikari bû 20 kesan li Ewropa agahdar bike. Ev jî di ne demek zû de, belkî di nav çend rojan de.

Ji ber ku ez li Almanya dijîm, loma hin derfetê min hene, ku înternetê û posta elektironîkê bi kar bînim. Ez dikarim niha nivîsekê amade bikim û di nav çend saniyan de bi hezaran Kurdan li seranserê cîhanê der mafê babetên cur bi cur de agahdar bikim. Lê mixabin her kurdek û her nivîskarekî Kurd bi taybetî jî nivîskarên li Bakurê welat dijîn ne xwedî wê þansê ne, ku teknolojiyê wek Kurdên Ewropa û Kurdistana Azad bi kar bînin. Ev derfetên di destên Kurdên li Kurdistana Azad û Kurdên Ewropa de hene, di destên wan de nîne. Ez pir nivîskaran li Bakur nas dikim, hê nizanin posta elektironîkê bi kar bînin. Di nav wan nivîskaran de yên pir navdar jî hene. Yanê mirov nikare bêje, ku Kurd ji vê pêþveçûyîna teknolojiyê ya ragihandinê baþ îstîfade dikin. Wekî din piraniya Kurdên li Bakur hê nizanin bixwînin û binivîsînin, wê çawa ji vê derfeta teknolojiyê îstîfade bikin.

Gelek malperên Kurdan yên înternetê hene. Lê mixabin piraniya wan ne bi rêk û pêk in. Mirov dema li wan malperan dinêre, kêmasiyên Kurdan di wir de jî dibîne. Kêmasiyên Malperên Kurdan di warê rojnamegeriyê, siyasetê, nûçe û analîzan de gelek hene. Hin malper jî hene qet hewce nabînin, ku di malpera xwe de çavkaniyan bidin, ku wan înfarmasyon ji kû derê girtine. Hin malper jî, ji Kurdî bigire heta zimanên din çewtî û þaþî dinivîsînin. Hin bûyer (wek tirajediya Tsûnamî) di cîhanê de diqewimin, ku mirovatî bûyereke wiha cara yekem bi çavê xwe dibîne, van malperana (ji bilî du-sê malperan) qîmet nedan, ku li ser vê bûyerê nûçekê bi zimanê kurdî binivîsînin.

Lê Baþûrê Kurdistanê di warê ragihandina teknolojiyê de gelek pêþde çûye. Li Baþûr hema hema li her gundî jî înternet heye. Bê guman derfetên baþûrê Kurdistanê jî zêde bûne û mirov nikare bi perçên din qiyas bike. Lê di warê profesyonelî de kêmasiyên wan jî hê hene, ez bawer im dê her biçe ku baþtir bibe.

Ez dixwezim bi mînakî ji dema þerê li dijî Sadam de li ser e-mailan bidim, ku e-mail (posta-elektironîk) îro ne tenê di warê ragihandinê de herwiha di warê leþkerî de jî roleke pir mezin dilîze. Min li Almanya di kovareke leþerî de xwend, ku Amerîka þerê li dijî Sedam, ne tenê bi çek û sîlahan, bi teknolojiyê, bi telekominîkasyonê û bi taybetî jî bi e-mailan qezenç kir. Ji ber ku di dema þer de her roj ji General û Subayên mezin re bi dehan û sedan e-mail diþandin û ew dikirin bin pîskolojîyeke xerab, loma leþkerên Iraqê li ber xwe nedan û þer zû bi ser ket.

Dem dema teknolojiyê ye. Kurd jî mecbûr in li gorî vê demê tevbigerin, ger ew çavên xwe ji vê pêvajoyê re bigirin, dê nikaribin pêþde herin. Kurdistana Azad dikare gavan biavêje.

Di cihê xwe de ye, ku mirov bêje, teknolojî cîhan nêzîkî hev kiriye, kiriye wek hev. Kesên ji teknolojiyê fahm dikin, dikarin jê baþ îstifade jî bikin. Lê yên jê nizanin, cîhana wan wek berê jî tarî ye. Teknolojî bi qasî ji tiþtên baþ re çê bûye, ewqas jî ji yên ne baþ re çê bûye. Lê ger mirov teknolojiyê ji tiþtên baþ re bi kar bîne ev derfeta derfetek wek behra bê binî ye.

3- Bi bawerîya te be, nivîskarê Kurd yê rast kî ye?

Nabe û bênezaketî ye, ku mirov nivîskar bi nav bike û bêje ev nivîskarê Kurd yê rast e û ewê din jî yê ne rast e. Baþ dibe, ku ev pirs ji xwendevan bê pirsîn. Lê tiþtek heye, her kesên bi Kurdî dinivîsînin, hemû jî xwe wek nivîskar dihesibînin. Di nav Kurdan de mekanîzma ku biryar bide, kî nivîskarê rast e û kî yê ne rast e nîne. Tiþtê herî pêwîst ew e, ku nivîsa nivîskarên Kurd bi kurdî be û ew di pirsa neteweyî de durist be, ji xwendevanan re bi rêz be. Divêt rêzgirtin him di warê nivîsê de be û him jî di warê naverokê de be. Divêt nivîskar rast û durist binivîsîne, gotina sero bino neke, serê xwendevanan bi gotinên vala gêj neke. Divêt naveroka nivîsê dewlemend be.

Kêm zêde standardek di nivîsandina zimanê kurdî de bi tîpên latînî çêbûye. Divêt nivîskarên bi tîpên latînî dinivîsînin, di çarçoveya vê standardê de bimînin, xwendevan þaþ nekin, ku ew jî xwendin û nivîsandina kurdî rast û durist hîn bibin. Divêt nivîskar ti demê ji bîr neke, ku hin hesasiyetên-hestiyariyên Kurdan hene û ew li gorî wan hesasiyetan tev bigerin. Di cîhanê de her gel, her millet û her hindikayî hesasiyetên wan hene, lê mixabin ji ber perçebûna Kurdistanê û ji ber ku dijminên gelê Kurd bi destê zorê Kurdistan dagirtine, dubendî û nifaq kirine nav gelê Kurd, loma mirov nikare bêje, hemû Kurd û hemû partiyên Kurdan di pirsa Neteweyî de bi hesas in.

Hesasiyetên-hestiyariyên neteweyî yên Kurd û Kurdistanê ji bo min çi ne?

1- Mîlada Kurd û Kurdistanê Melle Mistefayê Barzaniyê mezin
2- Serxwebûna Kurdistanê
3- Erd, ax û sînorê Kurdistanê
4- Ala Kurdistanê
5- Ziman û toreya Kurd û Kurdistanê
6- Û hemû heyiyên Neteweyî yên din.

Van babetên li jor ji bo min qet nebe NA BE. Ez li ser van babetan bi ti kesî re gengeþî nakim. Çimkî ev babetên li jor ji bo min wek ayetên Qur’anê pirensîp in.

Mirovekî eslê wî Kurd be, bixwe bi zimanê xelkê binivîsîne, ew nabe nivîskarê Kurd, ew dibe nivîskarê zimanê wî gelê ku bi zimanê wan dinivîsîne. Ger em ji Bakur nimûnekê bidin, di nav nivîskaran de yê herî navdar nivîskar Yaþar Kemal e. Lê Yaþar Kemal bi zimanê Tirkî bûye nivîskar. Eslê wî Kurd e, lê ew çiqas jî Kurd be, li doza Kurdî jî xwedî derê dîsa nabe nivîskarê Kurd. Çimkî ew ji zimanê Kurdî re xizmetê nake, ji zimanê Tirkî re xizmetê dike. Lê tiþtekî balkêþ heye, hêja ye mirov bêje, ku Yaþar Kemal bi wêje û motîfên kurdî, bi hebûna jiyana kurdî bûye nivîskar. Naveroka piraniya pirtûk û nivîsên wî li ser jiyana Kurdan e.

Ji ber ku zimanê kurdî ji aliyê zordar û dîktatoran ve hatiye qedexekirin, loma zimanê me nebûye zimanê bazarê û sermiyanê jî. Piraniya nivîskarên Kurd bi ked û renca xwe, bi nûra roniya çavê xwe, di ewqas tengasiyan de ji zimanê kurdî re xizmet dikin. Ew nivîskarên Kurd ku ewqas bi ked in, bixwe ji vî karî ti qezencê nabînin, ti tiþt nakeve berîka wan. Armanca vê kar û xizmeta wan tenê ji bo pêdaçûyîna zimanê kurdî ye.

4- Dibêjin " Divê nivîskar 9 rojan bixwîne û rojekê binivîse " tu çi dibêjî?

Jixwe rastî ew e, ku nivîskarê nexwîne, ne dikare û ne jî dizane binivîsîne. S. Johnson dibêje, “ji bo ku tu pirtûkekê binivîsînî, divêt tu nîvê pirtûkxaneyekê bixwînî”.

Tiþtê herî girîng jî ji bo min ew e, ku nivîskarên li ser babetên lêkolînerî dinivîsînin, çavkanî bidin. Nivîsa bi zanistî, nivîsa bi çavkanî ye. Gellek nivîskarên Kurd pir caran nivîsên xwe bê çavkanî diweþînin. Ez bixwe li ser wan nivîsên bê çavkanî matmayî dimînim. Ez naxwazim navan bêjim, lê hin nivîskarên Kurd jî hene, werger û nivîsên nivîskarên din didizin, dikin malên xwe û bi navên xwe jî diweþînin.

Lê belê nivîskarê di warê nivîsê de hosta be, gihîþtî be, ne hewce ye her carê 9 rojan an jî nîvê pirtûkxaneyekê bixwîne û di pê re jî binivîsîne. Ez cara yekem di sala 1993an hatim baþûrê Kurdistanê û min li Hewlêrê serdana serokê Parlamena Kurdistanê birêz Namik Cewherî kir. Birêz Namik Cewherî ji min pirsî, got, tu ji bo çi hatiye Kurdistanê?. Min jî jêre got, ku ez hatime rewþa Kurdistana Azad bi çavên xwe bibînim. Wî jî ji min re got, gotineke me Kurdan heye û dibêjin, carekê dîtin ji hezar carî xwendinê çêtir e. Ev gotina birêz Namik Cewherî hê wek îro di guhê min de ye. Gotineke me Kurdan jî heye, dibêjin “Hînbûn roniya çavan e“ Yanê bi kurtayî eger nivîskar, nivîskar be, dikare bi dîtinên xwe jî qelema xwe baþ biþixulîne.

5- Rewþa Kurdî li Tirkîyayê Tu çawa dixwînî?

Rewþa Kurdan li Tirkiyê xerab e, ger wiha berdewam be, dê ji niha xerabtir bibe. Çimkî dijminê Kurdan êdî ne tenê rejîm e. Rewþ wisa xerab bûye, ku gellek zehmet e, mirov bêje destê kê di cêba kê de ye. Ji aliyekî ve dewlet û ji aliyê din ve jî Abdullah Öcalan û desthilatdarên PKKê. Berê dijminekî Kurdan hebû, ew jî dewlet bû, û Kurdan baþ dizanîbû ku li dijî kê tekoþînê didin. Lê mixabin niha dewlet û desthilatdarên PKK bi hev re cirîtan davêjin. Loma jî derketina vê rewþa tarî ji bo Kurdên Bakur ne hêsan e. Partiyên Kurdan yên din nikarin bibin alternatîv. Sedemên wê jî pir in. Dewlet û PKK naxwazin û nahêlin li Bakur alternatîveke nû derê. Çimkî alternatîv derê dawiya siyaseta Tirkan û PKKê tê. Loma hebûn û tinebûna wan bi vê pirsê ve girêdayî ye. Partiyên ji bilî PKKê hene, di despêkê de bê siyaset bûn, hemû Kurdên Bakur siyaseta xwe bi çepîtiyê ve girêdabûn û tevger Kurd di wir de fetisandibûn. Hemûyan baweriya xwe bi sosyalîzim û bi qaþo “dewletên sosyalît” anîbûn. Ti dewletên qaþo sosyalît jî qîmeta pênc quriþan ne didan Kurdên Bakur. Siyaseta li pê wan dewletan siyaseteke çavkorî û bêfamî bû. Bi dehan salan hemû kar û barên welatparêzên bi bîr û baweriya Kurd û Kurdistanê li pê van dewletan ziyan bû.

Partiyeke nû ji Bakur re pêwîst e. Divêt partiya nû di çarçoveya neteweya Kurd û Kurdistanê de ti tawîzan nede kesî. Divêt partiya nû siyasest û stratejiyeke nû ji bo Bakur amade bike. Divêt partiya nû li dijî Amerîka û Ewropa siyasetê neke. Çimkî Kurd çi bikin jî di dawiyê de mecbûr in bi alîkariya Amerîka û Ewropa pirsgirêka tevgera Kurd çareser bikin. Heta Amerîka û Ewropa di mijareke siyasî de li Rojhilata Navîn OK, erê nebêjin, ti çareserî nabe. Divêt partiya nû li hemberî gelê Kurd dirust be, bi dijmin re siyaseta veþartî, dizî nemeþîne. Û divêt partiya nû bi cesaret be û ji her alî ve ji bedelê re jî xwe þûnde nede. Gotineke nivîkarê Alman yê navdar Hermann Hesse heye û wiha dibêje:

DAMIT DAS MÖGLICHE ENSTEHT MUSS IMMER WIEDER DAS UNMÖGLICHE VERSUCHT WERDEN” (Ji bo ku derfet çêbin, divêt her dem daxwazên derfetên bê îmkan bêne ceribandin.)

6- Piþtî serbestberdana perlementerên Kurd yên berê Leyla Zana, û herweha guhartinên biçûk li Kurdistana Tirkiyayê pêkhatine; weke: belavkirina programên têlvizyonî di TRT de bi zimanê Kurdî, seredana hin ferezîyên ji Yekîtîya Ewropî bo herêma Kurdî li Tirkiyayê û gûftugoyên li ser pirsa Kurdî, tu van bûyeran çawa dinirxînî?

Dewleta Tirk parlamenterên berê Leyla Zana û hevalên wê di zîndanê de li gorî siyseta xwe perwerde kirin, paþê serbest berdan. Min di gotareke xwe de di 13.06.2004an de li ser serbestberdana Leyla Zana û hevalên wê wiha nivîsandibû:
Hêvîdar im, ku serbestberdana Leyla Zana û hevalên wê di xizmeta doza gelê Kurd de berdewam be. Eger Leyla Zana û hevalên wê þaþiyan nekin û di xeta Îmralî de nemeþin, dê bikaribin di siyaseta Kurdan de him li Tirkiyê, him li Ewropa û him jî di cîhanê de rolên pir mezin bilîzin. Lê pir mixabin, rewþ wisa nayê xuya kirin, ku Leyla û hevalên wê serbixwe tevbigerin. Ger ew bi gotina Adullah Öcalan ve siyasetê bikin, dê dawiya qehremaniya xwe bînin. Çimkî rêxistina Apociyan, rêxistineke demokratîk nîne, hên jî rêxistineke bi metodên Stalîn û Kemalîzimê kar dike. Loma ew qehremanên, ku apocî ji nav xwe derdixin, qehremanên ji bo demekê ne. Dema qehremanên wan ji xeta wan dertên û ji wan re ne loyal bin (sedî sed sadiq), wê hingê apocî pir bi hêsanî dikarin serê qehremanên xwe berjêr bikin û karê wan di nav gel de biqedînin. Bi hezaran mînakên wiha hene. Wek Þemo, Osman Öcalan û yên din.

Û min di pirsa TRT û zimanê Kurdî de jî di heman gotarê de wiha nivîsîbû:

Zimanê Kurdî ji bilî Tirkiyê li ti welatî wek fermî nehatiye qedexe kirin. Sadam Huseyîn jî zimanê Kurdî qedexe ne kiribû. Rejîma Îranê zimanê Kurdî ti carî qedexe nekiriye. Loma weþana TRT bi zimanê Kurdî, dê di demeke nêzîk de tiþtekî li Tirkiyê neguherîne.

Di dawiya dawîn de derewên pergala îdeolojiya Kemalîzimê derketin holê û pûç bûn. Weþana TRT bi zimanê Kurdî wek sîleyekê him li rûyê dewleta Tirk û him jî li rûyê mirovên wek Kamiran Ýnan û Bedrettin Dalan jî ket. Gelo Kamiran Ýnan, Bedrettin Dalan û yên din, ku eslên wan bixwe Kurd in û heta niha înkariya xwe û zimanê xwe kirine, dê ji îro þûn de ji þêfên xwe re çi bêjin?.

Misto Kemal di komkujiya Dersimê de pir Kurd jî li dijî Kurdan bi kar anîn. Dema komkujiya Dersimê qediya, wê hingê berê xwe da Kurdên ku bi wan re li dijî Kurdan îxanetî kiribûn. Misto Kemal dibêje, ku ew kesên bi milletê xwe re îxanetî bikin, dê hay hay bi min re jî rojekê îxanetê bikin û wisa hemûyan didin ber gulleyan û dikujin.

Ji ber ku Tirk ji dil de Kurdan napejirînin, naxwazin mafê Kurdan bidin wan, loma siyaseta wan di pirsa Kurdî de li ser derew û xapandoziyê berdewam e. Belkî dubare dibe, lê hêjayî gotinê ye, ku li ser daxuyaniyên serleþkeriya Tirkan bisekinim. Mixabin, Leyla Zana û hevalên wê di xeta îmralî de man û Abdullah Ocalan çi ferman û rêwerzan-talîmatan ji generalên Tirkan digire, bi parêzerên xwe re bi rêdike. Leyla Zana û hevalên wê jî li gorî wê tevdigerin, yeko yek gotinên Apo bi cih tînin. Leyla Zana û hevalên wê hemû rastiyê dizanin, ku Abdullah Ocalan di nava heriya generalên Tirk de ye û tenê lê dixebite canê xwe xelas bike û tevgera Kurd û Kurdistanê jî di vê rê de feda bike. Lê ti kes newêre vê rastiyê bibêje. Sed hezar carî mixabin, ku dengê min û dengê rewþenbîr û nivîskarên wek min nagihîje gelê Kurd; li ser me ambargoya PKKê heye. Çapemeniya PKKê di pirsa Apo de ji gelê Kurd re derewan direþîne û Apo hê jî wek serok û merok dide naskirin. Desthilatdarên PKKê jî her tiþtî di der mafên Apo de dizanin, lê her kes ji xwe ditirse. Û hin kesên bi desthilatdar jî naxwezin rastiyê bêjin, çimkî ew bi salan e derewan ji gelê Kurd re bela dikin. Çimkî ew dizanin, dema derewên wan derên meydanê dawiya wan jî tê, loma ew vê siyaseta Apo ya bi gemar bi îsrar diparêzin.

Tiþtên min di gotara xwe ya 13.06.2004an de li ser Leyla Zana û hevalên wê gotibûn, hemû jî rast derketin. Leyla Zana jineke cahîl e, nizanibû û nizane rola xwe bilîze. Eger wê bizanîba rola xwe baþ bilîsta, wê bikarîba gellek tiþtan biguherîne. Wê hingê Apociyan jî nikaribûn pêþî li karê wê bigirin. Hevalên wê yên hepsê jî mirovên bê bîr û bê bawer bûn. Wan jî wek Leyla Zana xwe kirin kolê Îmralî, kolê Abdullah Öcalan. Apocî roj bi roj lê dixwebitin lingên wan ji siyasetê biþiqitînin. Çimkî ew her çiqas kolê Apo ne jî, lê li gor Apo ne sedî sed loyal in, loma ne dûr e, ku Apo dawiya qehremaniya wan bîne.

7- Dibêjin: Kilîla dergeha Yekîtîya Ewropî ji Tirkîyayê re çareserkirina pirsa Kurdî ye. Gelo ev gotina ta çi astî li ba hikometa Tirkî cih digre? û nerîna te çi ye?

Bê guman pirsa Kurdî pirseke giran e. Lê belê kî dibêje bila bibêje, ez bixwe ne di wê baweriyê de me, ku kilîta endametiya Tirkan ji bo Yekîtiya Ewropa tenê di çareserkirina pirsa Kurdî de derbas dibe. Çimkî Tirkiye bixweze, dikare di nav bîst û çar saeten de pirsa Kurdî û pirsa mafê mirovan çareser bike. Ev pirsgirêk tenê li ser daxwaza niyeta duristî ya siyasetê dimîne. Wekî din jêre zêde tiþt ne hewce ye.

Lê Tirkiye wê çawa pirsgirêkên xwe yên din çareser bike. Pirsa herî girîng li Tirkiyê pergala Kemalîzmê ye, ku dewlet ev 80ê sal e li gor vê pergalê tev digere. Pergala Kemalîzmê li dijî mirovatiyê hatiye avakirin; ew mecbûr e ji holê rabe. Çimkî ev pergal li Tirkiyê tenê grûbekî biçûk temsîl dike. Sîstem ji serî heta dawî xerab e, mala serokwezîrê Tirkan Erdoðan bê destûr hatiye avakirin û hê tapoya wî tine ye. Ji serokkomar bigire heta serokwezîr, hemû wezêrên din, general û siyasetmedarên Tirkan mal û milkê dewletê tar û mar kirine. Hê li tevaya Tirkiyê û bakurê Kurdistanê li hemû gundan binavahiya (Kanalîzyason) çênebûne. Tirafîka Tirkiyê katastirof e. Piraniya riyên Tirkiyê xerab in. Rewþa aborî îflas kiriye, têk çûye. Dizî û bertîlxwarin li Tirkiyê siyaseta rojane ye. Ev gotina di nav civata Tirkan de bingeh girtiye, ku dibêjin malê dewletê behr e, yê nexwe beraz e. Cehaletî û paþverûtî serê xwe girtiye û dawiya wê nayê. Nijandperestî û dijminahiya gelan di nav gelê Tirk de kok girtiye. Hukimetên sivîl yên li Tirkiyê têne hilbijartin hemû jî bûkoke-kûklan in, ximbil in, ti gotina wan derbas nabe. Li Tirkiyê þefê siyasetê û hukumetê generalên (fermandarên) Tirk in. Hukumetên Tirkan yên tên û diherin ji tirsa generalan li ser pirsa Ol û mezheban nizanin çi bikin. Dewletê pirsa laçikên li serê jinan, ku nikarin di cihên fermî de beþdar bibin kiriye pirsgirêka ne çareseriyê. Tirkiye wê çawa di nav çend salan de van pirsan çareser bike. Ji bilî pirsa laçikên li serê jinan, xalên din li jorê ji YE re gellek pêwist in.

Gotineke Tirkan heye ku dibêjin, “Zaman sana uymasa, sen zamana uy” (Ger dem li gorî Te neyê, divêt tu li gorî demê werî). Lê, Tirk siyaseta sê meymûnan dilîzin, (min nedît, min nebihîst, min negot). Bi gotineke din siyaseta Tirkan wek siyaseta Neamê ye, ku serê xwe xistiye nav qumê, qûn li meydanê maye û naxweze rastiyê bibîne, xwe bi xwe dixapîne û ji rastiyê direve. Dawiya vê siyasetê ji Tirkan re felaket e, lê Tirk bi zanetî, bi înat çavkoriyê dikin. Tirk bawer dikin, ku bi mentalîte û kevneþopiya xwe, ya ku ne li gorî þert û mercên demê ye, dinya-alemê heta hetayê bixapînin.

Tirk van salên dawî ji bo geþt û guzarên(turîzma) xwe bi mîlyaran dolar li peravên xwe direþînin, ku tûrîst werin Tirkiyê wan nasbikin. Ew bawer in, dê tûrîst di der mafê Tirkan de pozîtîv bifikirin. Tirk ji duaya neyê pejirandin re dibêjin amîn.

Siyaseta Ewropa jî di çareserkirina Pirsa Kurdî de ne durist e. Eger Ewropa bi duristî bixweze, gellek derfet di destên wan de hene û ew dikarin li dijî Tirkiyê bi kar bînin. Ewropa dikare di nav xwe de çareserkirina Pirsa Kurdî nîqaþ bike û mesela Kurdî têxe rojeva UN ku biryarên siyasî di qada Navneteweyî de li ser Kurdan bêne girtin. Konseya UN heta niha der mafên Kurdan de yek carê biryar di çarçoveya mafê mirovan de girtiye. Baþ tê bîra min, dema di sala 1991’î de gelê me ji jenosîda rejîma Bexdayê revîn hatin ser sînorê Tirkiyeyê (bakurê Kurdistanê), dewleta Tirk berê nehiþtin penaberên Kurd derbasî vî alî bibin. Kesên ku xwestin bi zorê ji sînor derbas bibin jî ketin ber êrîþa leþkerên Tirk û bi gulleyên wan hatin kuþtin.

Heyva Sor a Tirkiyeyê wê demê di daxuyaniyên xwe yên destpêkê de digotin, ku ew li penaberên kurdan xwedî dernakevin. Hemû dewletên cîhanê û dewleta Tirkan dîtin, ku bi sedhezaran Kurd koçber bûne, êdî ti kesî nedikarî pêþiya wê bûyerê bigire. Ji ber ku gelê me yê li Bakur li penaberan xwedî derket, cih da wan û xwest, ku li hemwelatiyên xwe xwedî derkeve. Wê çaxê dewleta Tirk û devrûtên wan neçar man, ku sînoran ji wan re vekin. Konseya UN jî mecbûr ma, ku berpirsiyariya xwe ji bo mafê mirovan pêk bîne, biryara 688an girt. Ev biryar ne ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe, tenê ji bo mafê mirovan û mafê Kurdan li wir bê parastin û ji bo ku penaber paþve vegerin, herêma tampon li Baþûr hate avakirin û dewletên mutefiq yên Amerîka û Îngîltere heta ji vir demek berê jî li gorî wê biryarê herêma Kurdistanê diparastin. Bê guman ev biryara 688an jî ne bi riza dewletên dagirker, Tirkiye, Îran û Sûriyê bû. Belku bi riza Koseya UN bû, loma Tirk jî wê demê mecbûr man li gorî wê biryarê tevbigerin.
Niha divêt em Kurd tespît bikin.
1- Siyaseta Ewropa der mafê Kurdan de çi ye?
2- Dema em behsa Ewropa dikin, divêt em baþ bizanibin kîjan Ewropa?
3- Tahrîbatên-hilweþandinên PKKê bi navê Kurdan li Ewropa

Welatên Ewropa berî her tiþtî berjewendiyên xwe diparêzin. Li kû derê berjewendiyên wan hebin, ew diherin wê derê. Ji ber ku Kurdistan hên ji bo dewletên Ewropa wek bazar nayê hesibandin, loma siyaseta wan ji bo Kurdan û li ser Kurdan nîne. Dema mirov behsa Ewropa dike, divêt tespît bike, ku li ser siyaseta Ewropa bi taybetî kîjan dewlet tesîra wê zêde ye. Bê guman hemû dewletên Ewropa li ser siyaseta Ewropa (25 endam) xwedî gotin in, lê yên serkêþiyê dikþînin, Almanya û Firansa ne. Di nav dewletên Ewropa de Almanya û Firansa hema hema di her mijarê de bi hev re tevdigerin. Almanya û Firansa 17 sal di pê þerê cîhanê yê duyemîn de bi peyman biryar girtin û serokên dewletên wan herdu welatan her mehê carekê têne ba hev û li ser siyaseta nav xwe û ya Erwopa diaxivin. Mîmarên lihevhatina Almanya û Firansa serokwezîrê Almanya Konrad Adenauer û De Gaulle in. Hîmê peymana di nav van herdu dewletan de di sala 1962an de hate avêtin. Hêjayî gotinê ye, ku pêwendiyên siyasî yên Almanya û Firansa êdî wek goþt û neynûkê ne. Dema Kurd bixwezin li Ewropa li ser siyaseta Kurdan guhertinan pêk bînin, divêt berî hemû dewletên Ewropa Almanya û Firansa îqna bikin.

Lê mixabin PKK li Almanya û Firansa hilweþandinên wisa mezin kirine, ku ji rûyê PKKê de Almanya û Firansa ji Kurdan diqehire. Me Kurdan di salên 1980an de bê fikar dikaribû qala Kurdan bikin û em pê serbilind dibûn. Lê îro mirov dema pirsa Kurdan li ba Almanan yan jî li ba Firansizan dike, mecbûr e sê caran bifikire, ku çawa qala Kurdan bike. Çimkî bi taybetî jî Alman dema gotina Kurdî dibihîsin, pirsa wan ev e, û dibêjin, hûn (Kurd) çima ewqas çalakiyan li bajar û kolanên me çêdikin, rêyên me dibirin û dibe qîre qîra we, hizûra me direvînin û em we fêhm nakin, ku hûn çi dibêjin.

Eger hilweþandinên PKKê nebana û Kurdan bizanîba xwe li Ewropa baþ îfade bikirana, niha dê rewþa Kurdan di qadekê din de bûya.

Dewletên Ewropa ne ku ji bo Kurdan endametiya Tirkan naxwezin. Ewropî ji Tirkan hez nakin. Hin siyasetmedarên Ewropa yên ku niha bûne parêzerên Tirkan û goya dixwezin bila Tirk bibin endamê YE, bi mîlyonan ruþwet ji Tirkan standine. Lê ew jî baþ dizanin, ku gelê wan Tirkan naxweze û ew jî tenê ji bo demekê hatine hilbijartin. Wek tê zanîn, Vatîkan jî li dijî endametiya Tirkan e. Papayê nû Benedîktê XVIa, beriya ku bibe Papa, pir caran li dijî endametiya Tirkan derketiye. Papayê nû di pirtûka xwe ya dawî de dîsa behsa pirsa endametiya Tirkan ji bo YE dike û dibêje Tikiye welatekî Fileh-Xiristiyan nîne, divêt Tirkiye nebe endamê YE. Loma di van dawiyan de Tirkan dîsa ta girtiye û di çapemeniya xwe de êriþî Papayê nû dikin.

Jixwe di pê referandûma hilbijartina zagona bingehîn ya YE, ku li Firansa û Holan NA gotin û hefta borî di civîna YE de nelihevkirina pirsa aborî ya YE, rewþ niha di nav dewletên endam yên Yekîtiya Ewropa de jî tevlihev bûye û dewletên Ewropa lê dixwebitin, ku çawa ji vê rewþê xelas bibin.

Ez dixwezm bi du nimûneyan jî bidim xuya kirin, ku endametiya Tirkan ji bo YE ne mimkûn e. Nivîskarê Amerîka yê navdar û xwediyê pirtûka bi navê pevçûna þaristaniyan-medeniyetan û endamê hîndekariyê yê Zanîngeha-Zankoya Harvard Prof. Dr. Samuel Huntington di 24.05.2005an de di televîzyona Tirkan CNN-TURK de, bernama Mehmet Ali Birand, Manþet wiha dibêje, ”Ewropî Tirkan naxwazin. Çi tiþtên ji destê wan tê, wê bikin. Piranî wê endametiya Tirkan rê li jihevqetandina Ewropa veke” (Avrupalýlar Türkiye’yi istemiyor. Ellerinden gelen her þeyi yapacaklar. Türkiye’nin üyeliði Avrupa’da daha çok bölünmelere yol açar)

http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~2@tarih~2005-05-25-m@nvid~581593,00.asp

Ermeniyên Firansa ji Marsîliya ji serokkomarê Firansa Jacques Chirac re nameyekê diþînin, rexne û gazinên xwe ji Jacques Chirac dikin, ku çima ewî alîkarî kiriye, ku Tirkiye di demên pêþ de bibe endamê YE. Jacques Chirac jî di bersiva xwe de di 09.10.2004an de dibêje, ku wan þertên wisa giran dane pêþiya Tirkan, ku ew nikarin ji binê van þertan derên. http://www.ccaf.info/item.php?r=0&id=32

Mînakek jî ji dîroka Tirkan-Osmaniyan û Ewropa. Împaratoriya Osmaniyan di sala 1683an de hatibû ber deriyên Viyana (Awûstûrya) ku hemû Ewropayê bi destê zorê têxe bin desthilatiya xwe. Viyanî ji hovîtiya Osmaniyan wisa qehirîbûn, ku wan xwarinek ji ar û avê çêkiribûn, ku ev xwarin þibandibûn mînanî ala Tirkan. Ji ber ku ala Tirkan ji Hîvê hatiye girtin, Viyaniyan jî ev xwarina ji ar û avê kiribûn wek ala Tirkan ku ji wan re bêje, hûn nikarin derbasî Ewropa bibin, emê we wek ala we bixwin. Navê vê xwarinê Croissant e. (Kirosan) Kesek nizanibe, jê bê pirsînê, ku Croissant xwarina kîjan e.

Di dawî de rast e, ku mirov bêje, him Tirk baþ dizanin, dê bi vî mantiqê xwe ti demê nebin endamê YE û him jî Ewropa baþ dizane, ku dê Tirk ti demê nebin endamên YE. Welatên Ewropa lê dixebitin, ku hefsarên Tirkan biþidînin, hinekî be jî Tirkan bi endametiya YE mijûl bikin, ku wan têxin mirov. Belkî di dawiya dawî de di pê 15-20 salan de YE hevpariya bi îmtiyaz yanê statûyeke taybet bide Tirkan.

Gotineke me Kurdan heye dibêjin, “kalo nemir bihar tê, pîrê nemir pincar tê” GELO DEWLETA TIRK BIKARIBE HETA 15-20 SALAN LI SER PIYA BIMÎNE!!!!!!!!

8- Rewþa Kurdan ya navxweyî li Bakurê Kurdistanê gelek aloz e. Gelo tu bi wê gotinê re ye ku: (Fiþarên derveyî, Yekîtîya hundirî encam dide) ?

Tenê bi alîkariya derve ti gel bi ser neketiye. Gelê Kurd jî bi yekîtiya xwe dikare ser bikeve. Wek min li jor jî got, eger gelê Kurd li Bakur alternatîveke nû derîne, dikare ser bikeve. Kurd pi partiyên malan, terîqetan, mihalan û kolanan rizgar nabin. Piraniya partiyên Kurdan li Bakur niha di vê merhelê de ne. Alternatîveke nû dikare hemûyan bike yek, ku bi hev re Bakurê Kurdistanê rizgar bikin. Heta di Bakur de yekîtiyeke xurt derneyê, alîkariya derve jî nayê. Ne hewce ye, ku em ji gelan û dîrokên xelkê nimûneyan bidin. Eger gelê me li Baþûrê Kurdistanê bi taybetî van dawiyan bi hev re û bi yek dengî ne peyviyana û tev negeriyana, wê nehata vê encamê, ku îro gelê Kurd bi serbilindî serokê xwe pîroz dike. Bê guman alîkariya derve jî pêwist e. Lê heta di hundir de livandin tine be, alîkariya derve jî çênabe.

9- Partî û rêxistinên Kurdî yên Kurdistana Tirkiyayê, li hundir û derveyî welêt, li gor tevgera wan, xuyaye gihiþtine qonaxeke nuh, tu hest dike ku dê programeke baþ (Li gor guhartinên li herêmê) pêþkêþ bikin?

Gotineke Tirkan heye dibêjin, em xwar rûnên, lê rast qise bikin. Niha em bixwezin an nexwezin, jê hez bikin an jî jê hez nekein, mixabin ji bilî PKKê hemû partiyên din li Bakurê Kurdistanê partiyên mirî ne, tenê li ser kaxizê hene. Hin partî hene ji malbatekê ne. Hin partî hene wek terîqet tevdigerin. Bila ti kes dilê xwe negire, armanca min ne ew e, ku wan biçûk bixînim, ne xêr rastî, duristî, realîte ev e. Bê guman sedemên ne pêþdeçûyîna partiyên din ji bilî PKK hene.

1- Dewleta Tirk bi rêya demokrasiyê derfetê nade, ku partiyên Kurdan xwe di çarçoveya demokrasiyê de serbest îfade bikin; dewlet bi destê zorê siyaseta dîktatorî dimeþîne.
2- PKK jî ji destpêka damezirandina xwe heta roja îro nahêle ji bilî wan ti partî li Kurdistanê siyasetê bikin û hemû astengiya ji wan re derdixîne.
3- Partiyên Bakur yên din bê cesaret in û ji bedelê re ne amade ne.

Partiyên ku bi îdealên rizgarkirina Kurd û Kurdistanê tevdigerin, divêt berî her tiþtî bi cesaret bin û ji bedelê re hazir û amade bin. Siyaseta Kurdî tenê bi rojname, belavok û kampanyayên îmza nameþe. Hin partî bi salan e xwe bi gotinên vala dixapînin û goya ew li Kurdistanê di pê PKKê re partiyên duwemîn, sêyemîn û hwd. in. Programên partiyên Kurdan hên li gorî siyaseta çepîtiyê ne. Ew siyaseta Marksizmê, Lenînîzmê û Stalînîzmê diparêzin. Kurdên Bakur xwe ji qiralan qiraltir dibînin. Siyaseta ku îro di cîhanê de îflas kiriye têye parastin. Ew partiyên ku dûrî realîteyê tevbigerin çawa dikarin ser bikevin!?. Programa ku di piratîkê de encam nede, ew program çiqas jî gorî wan kesan baþ be programeke pûç e.

10- Siyaseta PKK li dirêjahîya bêtirî 25 salan ji xebatê di hundir Kurdistanê de ti encam bi dest neda. Lewra beþekî mezin ji wan qetîyan, ji bilî ku di nav wan de nerihetîyek heye, hûn vê ezmûnê çawa dinrxînin?

Desthilatdarên PKKê (di destpêkê de ne hemû kesên bi desthilatdar) ji destpêkê heta niha desthilatdariyeke kirimînel e. PKK quweta xwe ji vê kirimînelê digire. Gotinek heye dibêjin, masî di serî de bîhn dide. Pirsgirêka PKKê jî wisa ye. PKK di serî de bîhn dide û ew bîhna pîs jî di tevgera Kurdên Bakur da û heta niha berdewam bû. Serokê PKKê di serî de reben û pepûkek bû, lê mixabin ewî ji valahiya tevgera Kurd baþ îstîfade kir û niha ji aliyên hin kesan ve wek “leheng” jî têye hesibandin.

Qasî ku desthilatdarên di nav PKKê de di pirsa Abdullah Ocalan de þaþî kirin, ewqas nebe jî partî û siyasetmedarên Kurdan li her çar perçên Kurdistanê þaþî kirin. Þaþiyên partî û siyastmedarên Kurdan ew bûn, ku PKK di destpêkê de baþ dahûran-tehlîl nekirin, bi çavekî Kurdayetî li PKKê nihêrîn û alîkariya PKKê kirin. Her kesî di pirsa Kurdayetiyê de bawer dikir, ku serokê PKKê û desthilatdarên PKKê mirovên welatparêz in û dê Kurdistanê rizgar bikin. Loma derî ji PKKê re li her çar perçên Kurdistanê vebû. Ji bilî Bakur Kurdên perçên din û Kurdên Kafkasiyayê jî hemûyan xwestin alîkariya birayên xwe bikin, ku tekoþîna tevgera Kurd li Bakur pêþde here û ser bikeve. Yê ne durist bû Abdullah Öcalan û nokerên devûdora wî bixwe bûn. Bê guman di vir de ew siyaset, kes û partiyên Kurdan yên din bi niyeteke durist tevgeriyan û nizanibûn ku serokê PKKê mirovekî çawa riziyayî ye û dikare ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî Kurd û Kurdistanê têke qurbana her tiþtî.

Lê dîsa jî çê be, xerab be her Kurdekî bawer dikir, ku dê tevgera Kurd di bin siyaseta PKKê de ser bikeve. Gelê Kurd bi hezaran bedelên giranbiha dan. Kurdistan tar û mar bû, wêran bû. Sê mîlyon Kurd bi destê zorê ji axa xwe hate derxistin. Di cîhanê de nimûneyek nîne mirov bide, ku gelek ewqas bedel bide û di dawiyê de serokek ku bi gotina „Serxwebûna Kurdistanê“ derket ser rê, ku bi mîlyonan Kurdan dane pê û ew niha jî tenê lê dixwebite, canê xwe xelas bike.

Ji serî de siyaseta PKKê di þexsê Abdullah Öcalan de hatiye kilîtkirin û Apo jê îstîfade dike, heta ji destê wî tê serê gelê Kurd bi gotinên virt û vala gêj kiriye. Li Îmralî bi qaþo “komara demokratîk” dest pê kir, navê PKKê guherand kire KADEK paþê bi siyaseta ekolojiyê berdewam kir, ew jî nebû, KADEK vê carê bû Kongira Gel, dîsa ne bû PKKê navê xwe yê berê girt û hên jî herdu navên dawîn bi kar tîne û niha jî bi mantiqa “Konfederalîzm” ê dest pê kiriye. Hên jî ne diyar e, ev siyaseta bê mantiqî û bê pirensibî heta kûderê berdewam bike. Gava mirov Abdullah Öcalan ji destpêkê de heta niha analîz bike, dê bibîne, ku ew ji serî heta lingê xwe mirovekî çewt e. Yanê bi kurtayî çi ji destê Abdullah Öcalan hat tevgera Kurd di qada navneteweyî de kire tevgereke terorîst û hingiya li Îmralî ye jî çi ji destê wî tê dixweze tevgera Kurd vemirîne, bitemirîne, bê quwet bihêle. Abdullah Öcalan bi vî awyî dixweze xizmeta xwe pêþkêþî generalên Tirk bike, ku bila wî nekujin.

Ger serokê PKKê xwe li Îmralî nefirota dijmin û desthilatdarên PKKê yên din li pê gotina wî neçûyana ti kesî nikaribû tevgera Kurd li Bakur bê quwet bixîne. Lê ji ber ku Abdulla Öcalan di destpêkê de ne durist bû û her dem li gorî rewþan tevgeriyaye, menfeatên xwe yên þexsî þopandiye, loma ew di destpêka dîlketina xwe de teslîmî generalên Tirk bû û wek bilbilan çiviya, çi ji destê wî hat ji dewleta Tirk re alîkarî bû. Ji ber ku Abdullah Öcalan ji dewleta Tirk re kar û xizmetê dike, loma her daxuyaniyên wî bi parêzerên wî re bi taybetî di çapemeniya PKKê de belav dibe. Ger wisa nebûya, dê dewleta Tirk nehîþta yek gotinek Abdullah Öcalan derê derve. Her tiþt li meydanê ye, lê mixabin yên ku naxwazin rantçî û xwe firoþên di nav PKKê de ne.

Kesên ji PKKê vediqetin, navên wan çi dibe bila bibe û hêza wan çiqas dibe bila bibe, ger ew li gorî siyaseta Rojhilata Navîn tev negerin û xwe bi çek û sîlah neparêzin, nikarin li ber xwe bidin, ser bikevin. Mixabin rewþ wisa ye. Çimkî PKK mixalefetê nas nake, ne bihîstiye û ne jî dizane, PKK mixalefetê ji xwe re wek dijmin dibîne, loma mixalefetê dikuje. Siyaseta Sadam û ya El-Esad diþopîne. Çapemenî di dest de ye û dikare beþekî ji gelê Kurd li seranserê Kurdistanê bixapîne.

Sed hezar carî mixabin, gelê Kurd wisa bextreþ e, ku bêyomekî wek Abdullah Öcalan rastî anî. Eger Kurd bextreþ û bêsiûd nebana mirovekî wek Abdullah Öcalan nikaribû bi hiþê xwe yê çivîkan xwe serok û merok îlan bike bi virt û derewên xwe beþekî ji gelê Kurd bixapîne.

11- Nerîna te sebaret bi dahatûya rewþa Kurdî li Bakurê Kurdistanê çi ye? Tu bi amêd î (bi hêvî yî)?

Jiyana bê hêvî jiyaneke mirî ye. Çiqas jî ewrên tarî li ser Bakur bin, ez di wê baweriyê de me, ku rojên rizgarkirina Bakur ne dûr in. Lê divêt alternatîveke nû bi bîr û baweriya Kurdeyatiyê derê meydanê.

12- Tu bandora Baþûrê Kurdistanê li ser Bakur û alîyên din ji Kurdistanê çawa dibînî?

Bi saya Melle Mistefa Barzaniyê mezin bandora tevgera Baþûr her demê li ser Bakur hebû. Hingiya Baþûr azad bûye, bandora Baþûrê Kurdistanê li ser perçên Kurdistanê yên din û bi taybetî jî li Bakur roj bi roj geþ dibe û pêþde diçe. Sînorên Kurdistanê yên nêzîkî Baþûr in biavantaj in û haya wan zû bi guhertinên Baþûr dibe. Lê divêt em ji bîr nekin, Kurdistan mezin e û mafê her Kurdekî ye, ku berbifireh li ser Kurdistana azad agahdar be. Baþûrê Kurdistanê dikare di her warî de vê pêvajoya nû bide lezandin. Kurdistana azad dikare bi taybetî jî di warê çapemeniya dîtinî de gavên bi lez bavêje, ku Kurdên perçên din der mafê Baþûr de berbifireh agahdar bin. Ji ber ku li Bakur piraniyan Kurdan xwendin û nivîsandinê nizanin, loma çapemeniya dîtinî dikare roleke pir girîng bilîze. Televîzyonên Baþûr, Kurdistan-TV û Kurdsat di vî warî de hên kêmasiyên wan pir in. Min heta niha li Baþûr bi pir kesan re, û di nav wan kesan de berpirsiyarê K-TV û Kurdsat jî hene, axivîme û min bi nivîskî jî pêþniyazî wan kiriye, ku di Televîzyonên xwe de zêde cih bidin zaravayê Kurmancî, da ku Kurdên dûrî sînorê Kurdistana azad in bizanibin li Baþûr çi dibe û çi nabe. Û min pêþniyar kir, ku ez di xizmeta wan de hazir û amade me. Lê pir mixabin hê heta roja îro bersiva nivîsên min ji herdu televîzyonan ve nehatiye dayîn. Kurdên perçên din çiqas zû li ser Baþûr agahdar bin dê ewqas jî zû Kurdistana mezin nêzîk bibe. Jixwe bi hilbijartina serokê Kurdistanê birêz Mesût Barzanî, ji niha ve li her çar perçên Kurdistanê dengek bi hêviya serxwebûna Kurdistanê wek bombe hatiye teqandin. Ev denga wê deriyên hêviya serxwebûnê roj bi roj xurtir bike.

Divêt di rojeva siyaseta Baþûrê Kurdistanê de berî her tiþtî daxwaza qebûlkirina statûyekê di qada navnetewî de û naskirina Kurdistanê be. Ev daxwaz ji aliyê hemû dezgeh û saziyên Kurdistanê ve bi dengekî bilind bê xwestin. Aramî niha li Rojhilata Navîn tenê li Baþurê Kurdistanê heye, wekî din li tu derê nîne.

Ji ber ku gelê me di dîrokê de her demê ji aliyê dijminan ve bi hovîtî hatiye qirkirin, loma Baþûrê Kurdistanê ji sala 1991î vir de bi taybetî li ser emniyeta Kurdistanê hatiye kilîtkirin. Sedemên kilîtkirina emnîyeta Kurdistanê ji aliyê hukumet û partiyên Kurdan ve bêguman mafê wan bû û ev di cih de bû.

Lê pir mixabin, ku ji ber sedemên min li jor gotin, rewþa Kurdistanê ya baþ, him ji aliyê demokrasî, civakî û him jî ji aliyê aborî de di qada navnetewî de baþ nehatiye naskirin, an jî kêm hatiye naskirin. Ez bawer dikim, ku heta niha gelek kar û xebat hatine kirin. Lê pêwîst e ev kar û xebatên siyasî û aborî ji aliyê herdu hukumetên herêma Kurdistanê ve, bi taybetî li Ewropa û li seranserê cihanê bi awayekî sîstematîk bêye naskirin.

Bi taybetî PDK û YNK li paytextan û li gelek bajarên cîhanê ji xwe re liqên partiyên xwe çêkirine. Bêguman ji bo ku Kurd têkiliyên xwe bi welatên cîhanê re bikin, hebûna liqên partiyên Kurdan pêwîst e. Lê ji bo naskirina welatekî wek Kurdistanê, liqên partiyan bi serên xwe nikarin her tiþtî bikin. Belê nûneriya hukumeta Kurdistanê jî li gelek dewletan heye, lê ev jî bi awayekî sîstematîk û dîplomatîk nayên bikaranîn. Di vir de tiþtekî pir girîng jî heye, hewceyî gotinê ye, ku bêjim, ew jî tunebûna temsîliya hevpar e. Yanê bi bîr û baweriya min, divê Kurdên Baþûr li dervayî welat, di cîhanê de bi yek dengî xwe bidin naskirin û bi yek dengî biaxivin. Lê dibe ku di pêþerojê de bi balyozxaneyan ev kêmasiyên Kurdan ji holê rabin. Kêmasiyeke din jî ji aliyê partiyên Baþûr de heye û ew jî têkiliyên wan û Kurdên ku li Ewropa dijîn e. Wek tê zanîn, li Ewropa, bi taybetî Kurdên Bakur hêjmara wan ji yên din gelek zêde ye. Ez têkiliyên PDK û YNK bi Kurdên Bakur re yên li Ewropa dijîn pir sist dibînim. Divêt di pêþeroj de, bi taybetî hukumeta Kurdistanê li ser van tiþtan bifikire û li gor rewþa Ewropa siyaseteke baþ bi rêk û pêk li ser Kurdên Ewropa jî pêk bîne. Eger piraniya Kurdên li Ewropa baþ li ber çavan bêye girtin û têkiliyên baþ bi hin çalakiyên profesyonel bêne çêkirin, dê ji pêþeroja Baþûrê Kurdistanê re gelek baþ be. Divêt em ji bîr nekin, ku êdî Kurdên Ewropa jî hêzeke mezin in. Lê pir mixabin, ku piraniya van Kurdên li Ewropa dijîn di van salên dawîn de bi çalakiyên bê bingeh û vala serên Ewropiyan gêj kirin. Piraniya Kurdên Ewropa ji sibê hetanî êvarê di nava bajarên Ewropa de ne, bijî bijîtiyaya wan e û bi xwe jî nizanin çi dibêjin, çi dixwezin û çi dikin. Ewropî jî êdî ji wan aciz bûne, lê ew bawer dikin, ku bi siloganên bê bingeh û vala ji Kurdan re tiþtên baþ dikin.
Li Ewropa hin caran nameyek an jî pêwendiya (diyalog) yek bi yek bi Ewropiyan re ji hezaran û ji sed hezar çalakvanan çêtir e û di cih de ye. Lê ji ber ku Kurdên li Ewropa ji aliyê mirovên cahîl ku ji siyasetê fêhm nakin hatine organîzekirin, loma Kurd di siyasetê de ketine tengasiyê û nikarin xwe îfade bikin.
Eger Baþûrê Kurdistanê perspektîveke baþ rayê Kurdên Ewropa bide, bi bîr û baweriya min, Kurdên Ewropa ji sedî nod û neh dê bi Baþûrê Kurdistanê re bin û bi dil û can ji bo Kurdistanê kar û xebat bikin. Xebata wan dê him ji aliyê aborî, him ji aliyê siyasî û jim jî ji aliyê dîplomatîk ve ji bo pêþdeçûyîna dewleta Baþûrê Kurdistanê be.

Divêt em ji bîr nekin, ku êdî li Ewropa di her zanîngehê-zankoyê de bi dehan û belkî bi sedan xwendevanên Kurd hene. Van xwendevanan di demên pêþ de hemû mirovên Akademîker in û zimanên Ewropiyan wek Ewropiyan dizanin û eger rêxistineke baþ di nava wan de bêye organîze kirin, dê ji hemû partî û rêxistinên Kurdan baþtir pirsa Kurd û Kurdistanê biparêzin. Lê pir mixabin, ku di vê mijarê de jî yekîtîkiyek di navbera xwendevanên Kurd de li Ewropa nehatiye damezirandin, yan jî tiþtên heta niha hatine ceribandin, bi awayekî îdeolojîk li meselê hatiye mêzekirin, loma bi ser neketiye. Hinek partiyên Kurdan xwestin, ku xwendevanên Kurd li Ewropa organîze bikin, lê ji ber ku ew partiyên dixwestin xwendevanan organîze bikin, hê bi xwe ji siyasetê fêhm nekirine, da ku xwendevanên Kurd li Ewropa organîze bikin. Van partiyên Kurdên Bakur bi salan e mêjûyê xwe û mêjûyê gelê Kurd bi îdeolojiya qaþo sosyalîzim û komûnîzmê þêlû kirine û bi xwe jî jê tiþtek fêhm nekirine.

Di rojên pêþ de, ger tiþtek ji bo Kurdan li Ewropa an jî li Kurdistanê li kûderê çêdibe bila bibe, divêt dûrî vê îdeolojiyê be. Îdeolojiya sosyalîzim û komûnîzmê kêra wê ti demî ji Kurdan re çênebûye û çê jî nabe.

Zor sipas

Di gel rêz û silav


Ez jî bi dil û can ji we sipas dikim, ku we ev derfeta da min, nêrînên xwe bi xwendevanên we re parve bikim.

 
 
 
 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي                      ©  ***     ©                       Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye

 

Veger ØØØ

الرجوع ×××

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

Kurdistan Syrien